Skip Navigation Links
Kurdî » Nivîsar : Kongreya 13-ê ya Partiya Demokrat ya Kurdistanê
 
Kongreya 13-ê ya Partiya Demokrat ya Kurdistanê
2010-12-26 15:25


Evdirehmanê Şirnexî

Kongreya 13-ê ya Partiya Demokrat ya Kurdistanê
HEWLÊR, 26/12 2010 — Îlham û dûrbînîya serokê nemir Mistefa Barzanî di vê kongereya 13-yê ya Partiya Demokrat ya Kurdistanê de berhem da û gulên dema nû ji bişkivandinê re per vedan. Qehreman û rêberê miletê kurd û Kurdistanê û damezinerê vê rêbaza xwidana mêjûyeka dûr û dirêj, dide nîşan dan ko ew çiqasê xwidanê asoyeka dûrbîn û xweragir bû.

Barzaniyê nemir dizanî ko pêwîstîya miletê kurd di rêbazeka sîyasî ya hekîmane û dûrbîn de heye! Ew rêbaza ko wî danî û heta roja îro jî cewaba pêwîstîyên pirsa kurd û Kurdistanê dide, nîşanên wesifbilindîya wî ye. Ev medreseya ko karî ji esrekê zêdetir, di bin hemî mercên giran de pêşkêşîya doza mafên kurd û Kurdistanê bike, dibe nîşanên zanabûn û dûrbînîya ramanên vê medresêyê pîroz.

Ew medreseya ko dikarî di bin wan mercên giran de, doza miletê kurd û Kurdistanê di nêva şer û berxwedanan de li ser pêyan bihêle, ji bo miletê kurd hêja ye ko em wê îlhamê ji xwe re bikîn dersên pêşêxistina doza mafên miletê kurd û Kurdistanê.

Wê medreseya ko qehremanekî wekî Mistefa Barzanî ji nêva cergê Kurdistanê afirand dizanî ko li gorî mercên demê pêwistî bi hêzeka sîyasî û çekdar heye ji bo parastina kurd û Kurdistanê. Ew rêbaza ko wî ji bo parastina mafên miletê kurd danî roja îro jî ji bo me cihê serbilindîyê ye.

Barzaniyê nemir herdem bi kiryar û gotinên xwe îlhama yekîtîya miletê kurd û Kurdistanê nîşanî miletê kurd û cîhanê dida. Dema ko wî qehremanê xweragir yê ko hemî jîyana xwe ji bo çareserkirina doza kurd û Kurdistanê terxan kirî û xwidanê dîtinên dûrbînî yên li ser çareserîya doza kurd û Kurdistanê, çû hewara Şêx Mehmûdê Berzencî û têkilî danîn û li hewara serhildanên miletê kurd û doza azadkirina Kurdistanê digeriya, nîşanên daxwaz û armancên wî ji me re aşkere dikir.

Dema ewî têkilî digel serhildana Şêx Seîdê Pîran, Şêx Evdirehmanê Şirnexî, serhildana çîyayê Agirî ya di bin pêşkêşîya partîya Xoybûnê de û di hewara Pêşewa Qazî Mihemedî diçû, ji bo me miletê kurd dîyar e ko wî çi îlham dida me û ji bo parastîna yekîtîya Kurdistaneke yekgirtî ji me re destnîşan dikir.

Ev kongereya ko di guhartina çerxa vê cîhana nû de hatî pêkanîn, cardî jî dikare bibe dermanê derdê miletê kurd û bicihkirina doza miletê kurd di nêva medenîyeta vê cîhana nû de. Evê kongereya rêbaza Barzanî, nîşanên îlhama Barzanîyê nemir bilind kir û mafên kurdan yên çarenivîsîyê destnîşan kir.

Gotinên serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî xewna hemî kurdan rave dike ko rojekê berî rojekê serxwebûna Kurdistanê bi çavên xwe bibînin û ev jî nîşanên dûrbînîya îlhama Mistefa Barzanî aşkere dike.

Di vê kongereya PDK-ê ya 13-yê de, cardî jî nûnerê ewê medreseya xwidana tecrûbeyên sedsalekê, Mesûd Barzanî ji bo serokatîya PDK-ê hilbijart û Nêçîrvan Barzanî jî wekî cihgirê wî hathilbijart.

Ez di wê bawerîyê de me ko kongereya PDK-ê biryareke bi îsabet da û herwiha jî ez hîvîdar im nûnerên vê medreseya xwidan tecrûbe dê bikarin di çerxa medeniyeta vê cîhana nû de jî doza miletê kurd bigihîne cihê layêqî miletê kurd û alaya Kurdistanê jî dê di nêva alayên cihanê de pêl bide.

-----------------------------------
Nivîskar: Evdirehmanê Şirnexî abeyri@gmail.com
Evdirehman Şirnexî