Skip Navigation Links
Kurdî » Nivîsar : Dr. Sozdar Mîdî E. Xelîl, (wergera ji erebî, Mustefa Reşîd): Kurdistan û rastiyên dîrokî di çîroka Tofanê da
 
Dr. Sozdar Mîdî E. Xelîl, (wergera ji erebî, Mustefa Reşîd): Kurdistan û rastiyên dîrokî di çîroka Tofanê da
2015-07-29 11:34

Tîrêjên Çarşembê
Dr. Sozdar Mîdî (E. Xelîl), wergera ji erebî: Mustefa Reşîd)
Xelek - 18

Ziringiya bîreweriya nifşên pêş me:

Profesorê civaknasiyê Richard LaPiere carekê gotiye: "Heger dîrok wenda bû, rastî jî

wenda dibe"1. Ev gotineka pir rast û duriste. Raste ku raxistina dîrokê bi awayê mîtologî û

ayînî, bi xeberdana bûyerên ne reyalîtî û ne asayî, pir caran bi ramana me ya zanistî ra dikeve

nakokî û dijberiyê. Lê ji warê dîrokî va, ew pir girîngin, ji ber ku hin bûyer têda hene bi

hezarê salan em ji wan dûrin. Tiştê ku ji me tê xwastin ewe ku em wan bûyeran careka din

têxin rêya dîrokî û erdnîgarî ya rast û durist, û em di navbera wan da hevgirêdan û

peywendiyê avabikin. Hîngê li ber me rê vedibe ku em pir xaçepirs û pirsgirêkên ku li ber me

girtî bûn, ji hev vekin, em pir rastiyan bibînin û ji dîrokê ra qezenc bikin.

Mijara çîroka Tofanê jî wisa ye. Raste ku piraniya bûyerên wê li gor pîvanên naskirina zanistî

bi rastiyê ra naguncin. Lê belê em dikarin wan wek pirekê bi karbînin, ya ku me digihîne hin

bûyerên dîrokî, yên ku di berbanga dîrokê da pêkhatine. Heger ne ji ziringiya bîreweriya

nifşên destpêkê bûya ku efsane û rastî tevlihev kirine, me yê zanîna pir bûyeran ji dest xwe

berdaba û zirareka mezin bikira.

Ji çîroka Tofanê ya somerî, tewratî û qur"anî ji me ra hate diyarkirin ku ew çiyayê keştiya Nûh

li ser rawestiyaye çiyayekî kurdistanî ye. Navê wî di gotûbêja somerî da çiyayê

"Nisîr"(Nisir)e û Akkadiya nav lêkiriye çiyayê "Quti"; û navê wî çiyayî di dema me da çiyayê

"Pîre Megrûn"e. Ev çiya di gotûbêja tewratî da bi navê "Ararat" hatiye gotin û navê xweyî

niha "Agirî" ye. Di gotûbêja qur"anî da bi navê "Cûdî" hatiye gotin û heya niha jî ev çiya bi vî

Dema em li nexşeya Kurdistanê bi her pênc beşên xwe (Îran, Îraq, Sûriya, Turkiya û

Ermîniya) temaşe bikin û bi nexşeya çiyayên Zagros û Torosan ra bidin ber hev ku wek

hestiyê piştê (masiyê piştê) yê Kurdistanê ne, ji me va tê xuyakirin ku çiyayê "Nisîr" li başûrê

Kurdistanê, li nêziya çiyayê "Şêwe" dikeve, û çiyayê "Ararat" (Agirî) li bakurê Kurdistanê

dikeve, û şiyayê "Cûdî" li nawenda Kurdistanê, li nêziya quncikê başûr-rojava dikeve. Heger

me ev hersê çiya bi xêzên rasterast gihandin hev, sêgoşeyek pêktê ku seriyê wê li bakur û

bingeha wê ji başûr-rojhilat ber bi basûr-rojava va dirêj dibe.

1

2

Di rastiyê da çîroka Tofanê me dide hember sê pirsiyaran:

Pirsiyara Yekem: Gelo çima di gotûbêjên somerî, tewratî û qur"anî da hatiye ku rasterast

çiyayekî kurdistanî bûye rawestgeha keştiya Tofanê?. Gelo çima çiyayê Tofanê ne li cihekî

din li dervayî Kurdistanê bû?. Gelo çiyayên Kurdistanê maşahin (bimbarekin) û axa

Kurdistanê axeka pîroze li ba mezinên xwedawendên Somer û li ba Xweda di Cihûtî û

Îslametiyê da?. Ma ne Xweda bi navkiriye ku ew cihê keştiya Nûh wê lê raweste welatekî

maşahe (bimbareke)?. Ayeta qur"anî dibêje:

{ الظَّالِمِينَ الْقَوْمِ مِنَ نَجَّانَا الَّذِي لِلَّهِ الْحَمْدُ فَقُلِ الْفُلْكِ عَلَى مَّعَكَ وَمَن أَنتَ اسْتَوَيْتَفَإِذَا . وَأَنتَ مُّبَارَكًا مُنزَلًا أَنزِلْنِي رَّبِّوَقُل

Em bawer nakin ku şîrovekirina olî şêwazeka raste ji bo xwendina çîroka Tofanê. Şîrovekirina

olî bi awayekî giştî xwe dide aliyê êlîtî, neteweyî û ayînî. Ka em mijarê têxin ser rêya rêyalîtî

û logîkî (mantiqî). Deştên Mêzopotamiya helbet nizimin û kendava somerî (farisî) li başûrê

wan dikeve. Li başûr-rojavayê wan biyabana erebî ye. Ev hemû herêmên nizimin. Herêmên

bilind li dor vê herêmê ji aliyê rojhilat, bakur û bakurê-rojava va tenha çiyayên Kurdistanê ne;

Di çîroka Tofanê ya qur"anî da çiyayê Şengalê jî tê bi navkirin. Yaqot El Hemewî gotiye:

"Şengal li derdorên Cizîrê bajarekî naskirî ye. Navbera wî û Mûsilê sê rojin. Ew

bilindahiyeke di herêmeka bi giştî nizim da. Dibêjin: Keştiya Nûh eleyhi selam gava di

ser ra derbas bûye li kopa wî ketiye. Nûh gotiye ev sinê (diranê) çiyayekî ye ku zor li me

kiriye (bi erebî "car" li kiriye), loma jêra gotine "Sin-Car", ez nadim pey rastiya vî tiştî,

Helbet tê naskirin ku çiya warên mimkinin ji bo rizgarkirina ji tofanan. Ji ber ku Tofan li

Mêzopotamiyayê pêkhatiye, helbet tiştekî suriştî ye ku çiyayên Kurdistanê yên li derdora vê

herêmê, warên rizgarkirina ji tofanan bin.

Pirsiyara Duwem: Gelo çima cudahî (newekhevî) di navê çiyayê Tofanê da heye?

Em bawer dikin ku cudahiya derbarê navê vî çiyayî vedigere ser cudahiya gotûbêj û zimanên

ku ev çîrok pê hatiye nivîsandin. Akkadiyan nav lêkirine çiyayê "Qutî" û Aşûriyan ji çiyayê

"Nisîr" bi xwe ra gotine çiyayê "Kînîpa". Hîngê arîşe (pirsgirêk) di gotûbêja tewratî da

dimîne. Çiyayê Tofanê li gor vê gotûbêjê çiyayê Araratê (Agirî) ye ku ji başûrê

Mêzopotamiya bêhtirî hezar km dûre û ne çiyayekî başûrê Kurdistanê ye, yê ku li nêziya

Em bawer dikin ku ji gotûbêja tewratî ra du şîrove hene:

Şîroveya Yekem: Ji gotûbêja tewratî tê fêhmkirin ku malbata pêximber Îbrahîm (bavpîrê

Ibranan) di bingehê da ji bajarê "Ĥerranê" (Ĥaran) حَرّان yê horî ye. Hebûna malbatê li bajarê

"Ûr" (Ur) li başûrê Mêzopotamiya tenha ji bo demeka kurt bû4. Di Tewratê da dîsa hatiye ku

Xweda "Bihuşta Aden" عَدْنجَنَة çand û Adem û Ĥewa حَوّاء xistin nav; û ku ev bihuşt li ba

kaniyên çemên Dijle û Ferat bû - li nêziya çiyayê "Ararat" Agirî, li bakurê Kurdistana niha5.

Ev tê wê maneyê ku li gor gotûbêja tewratî, mirovatiyê jiyana xwe ya duwem ji bakurê

Kurdistanê destpêkiriye. Nivîskarên rêwîtiyên Tewratê bawer kirine ku Tofan li wê herêmê

pêkhatiye û ne li başûrê Mêzopotamiya. Hîngê tiştekî suriştî ye ku ew bawer bikin, ew çiyayê

ku keştî li ser rawestiyaye û ji wir Nûh û yên pêra jiyana duwem ya mirovatiyê destpêkirine,

çiyayê "Ararat" (Agirî) be, ji ber ku ew çiyayê herî bilind li wê herêmê ye.

3

Şîroveya Duwem: Bi me ra di lêkolînên pêşîn da derbas bû ku navê qehremanê Tofanê bi

nivîskî li ser perçeyek ber (kevir) bi zimanê ĥerranî (Haranî) bi şêwazê "Nah-Molet" hate

dîtin, û ku bajarê "Ĥerran/Ĥaran/Hewran/Horan" ji bajarên Horiyan yên here girîng bû, û ku

çîroka Tofanê di bermaya horî da jî naskirî bû. Ji lew ra, pir gengaz û mimkine ku navê Nûh

(Noah) di çîroka Tofanê ya tewratî da di bingehê da ji çîroka Tofanê ya horî biribin. Hîngê

tiştekî suriştî ye ku çiyayê Ararat (Agirî) rawestgeha keştiya Tofanê be, ji ber ku ew çiyayê

herî bilinde di nawenda welatê Horiyan da, pêş belavbûna wan ber bi başûr û rojava da6.

Pirsiayara Sêhem: Di gotûbêja qur"anî da hatiye ku navê çiyayê keştî li ser rawestiyaye

"Cûdî" ye; ne "Nisîr", ne jî "Ararat". Gelo çi sir û nehînî di pişt vê yekê da heye?

Bi me ra derbas bû ku navê çiyayê Tofanê di gotûbêja somerî da "Nisîr"e û Akkadiyan nav

lêkirine "Qutî" û ku navê wî yê niha bi kurdî "Pîre Megrûn"e. Helbet gelek diyare ku

nêzîkahiyeka dengdayiyê di navbera peyvên "Kutî, Gûtî, Cûtî" da heye. Bi taybetî heger me

anî bîra xwe ku ev nav hemî bi navê "Kûtî, Gotî, Gûtî, Cûdî" va girêdayî ne û Gotî liqekin ji

Helbet, Qur"an li ser pêximber Muhemmedê erebî daket û wî ji Ereban ra ew nav gotin yên ku

wê hîngê li ba wan naskirî bûn. Divêt em bêjin ku di wê demê da hemû Ereb ne pûtperest bûn.

Belê hinek ji wan Cihû û hinek jî Krîstiyan bûn. Cihû û Krîstiyan di warê çandî û belavkirina

ayînî da li welatê Ereban û bi taybetî jî li Yemenê çalak bûn. Du olên krîstiyanî li welatê

Ereban belav bûbûn: Ola krîstiyanî-nestorî û ola monofîzî (ye"qobî) يَعقوبي . Ev herdu ol jî bi

ola fermî ya Dewleta Bizantî ra dijber bûn; ji ber hin sedman ku binavkiria wan li vir ne cihê

Lê divêt em bêjin ku bingeha çandî ya van herdu olên (mezhebên) nestorî û monofîzî

peywediya xwe ya kîp bi bermaya rojavayê Asiyayê ra bi giştî û bermaya Mêzopotamiya ra bi

taybetî hebû. Di nav wê da, navê akkadî yê çiyayê Tofanê (çiyayê Qutî / Kûtî); li gor Gotiyan

(Gûtî, Cûdî). Dîsa girînge em bêjin ku herêma Cizîrê ya kurdistanî, bi taybetî jî herêmên

Niseybîn û Ruha (Ûrfa) yên ji Ĥerranê va nêzîk, herêmên here pêşîn bûn ku krîstiyanî lê belav

bûbû. Ye"qob El Beradi"î البَرادْعييعقوب (sala 578 z. miriye), avakerê ola (mezhebê) monofîzî, bi

xwe metranê Ruhayê (Urfayê) bû7.

Ji lew ra, pir gengaz û mimkine ku Krîstiyanên pêşîn ketibin bin bandora çîroka Tofanê ya

akkadî, ji ber ku ew êdî bûbû beşek ji bermaya gelêrî di hawîrdora wan da û wisa wan çiyayê

Cûdî yê bilind di herêma Cizîrê da wek çiyayê Tofanê çespandibin. Û herwisa bi rêya oldarên

monofîzî ev gotûbêj gihîştibe welatê Ereban û di pey ra jî ketibe bermaya îslamî8.

1 Richard LaPiere: Guhartina Gewre, rûpel 345.

3 Yaqot El-Hemewî: Ferhenga welatan, 3/262.

4 Seyid Mehmud El Qimni: Pêximber Ibrahîm û dîroka nenas, rûpel 61-71. Fadil Ebdulwahid Elî: Ji Somer heya

5 Tewrat, Rêwîtiya pêkhatinê, Eshah 2, ayat 7-14.

6 A. W. F. Tomlin: Fîlozofên rojhilatê, rûpel 118.

7 Niqola Ziyadeh: Krîstiyanî û Ereb, rûpel 159-162. Hebîb Bedir û hinên din: Krîstiyan di dîroka xwe da li

8 Sîdiyyu: Dîroka Ereban ya gelemper. rûpel 129. Niqola Ziyadeh: Krîstiyanî û Ereb, rûpel 159. û li Hebîb Bedir

û hinên din: Krîstiyan di dîroka xwe da li rojhilat binêre, rûpel 195, 198
Nivîskarê Mêvan
Amir Bayar: “Düşünmeyen ve sorgulamayan bir halk KÜRTLER. ........
İsmail Beşikci: Birey Toplum İlişkileri
Fatih Sevigili: Kürtler, halkların demokratik enayisi mi.?!
Nûri Çelik: Rojbaş - Günaydın!
Amir Bayar: ÖCALAN- 19 Yıl boyunca Suriyede ne yaptı......
Fatih Sevgili: PKK, Kürtlerin örgütü mü?!
Bûbê Eser: Min çawa dest bi nivîsandinê kir?
Vahap Coşkun: Hendeğin sanal savunucuları
Muhsin Kızılkaya: Kurtarıcılardan kurtulmak!
Selim Çürükkaya: Ya boyun Eğ
Bûbê Eser: Kurdên xaîn û xwefiroş!
Dr. Sozdar Mîdî E. Xelîl, (wergera ji erebî, Mustefa Reşîd): Kurdistan û rastiyên dîrokî di çîroka Tofanê da
Yavuz Baydar: Ya ben ya tufan
Abit Gurses: Kanton
Razî Zêtî: Çima kurd ketin nava hikumeta nû ya îraqê?
Reşîd Battê : YEKÎTIYEKE PÎROZ Û BAREKÎ GIRAN
America Must Recognize Kurdistan
BAŞKAN BARZANİ'NİN AMED ZİYARETİ VE BİLEŞENLERİ
Mûrad Ciwan: BDPyî qasî AKPyiyan rêzê li Barzanî nagirin
İbrahim Güçlü: 'PKK aslında Öcalan'ın söylediklerini yapar görünüyor!'
AKO MİHEMED: Teqezkirina komkujiya rojava li jêr desthilata tekpartî ya PYDê!
Huseyin Sîyabend: AKP ve PKK, diğer Kürt örgütlerini dikkate almamaktadır.
Oya Baydar yazdı: Kürdistan Kürtlerindir
Turan Turkmen : BARIŞ SÜRECİ Mİ, TESLİMİYET Mİ ?
Bûbê Eser: Rewşa Rojavayê Kurdistanê(!)
Dr. Musa Kaval : Stratejiyeke hevbeş ji bo çareseriya pirsa gelê kurd
Îbrahîm GUÇLU: Li Rojavayê Kurdistanê rewşa civakî, çandî, siyasî, hiqûqî…
Yaşar KARADOĞAN: TESİR AJANLARI VE KÜRD HAREKETİ
Emre Uslu: Why would the PKK need a cease-fire now?
Dengir Mir Mehmet Fırat: Kürtçe masal bile yasak! (Neşe Düzel ile söyleşî)
Rêbwar Kerîm Welî: Mesele ne tenê PKK'ye
Îbrahîm Malgir: Xwedê Kurdan ji şiddetê biparêze!
Îbrahîm Malgir: Bawerî û bëbawerîtî!
Ibrahîm Malgir: Cumhûrîyeta Tirkî nehatîye gûhartin!
Şemdin SAKIK: TERÖR VE ŞİDDET APO, PKK, DTP VE SOLCULUKLA BİTMEZ…
Îbrahim Malgir: Cizre’de şahit olduğum görüntüler
Mihemed Evdila: Safsataya dualî ya dewleta tirkan û PKK-ê li hemberî doza miletê kurd !
Mahmut Alınak´tan BDP ye "mikroskopik eleştiri!"
Sezgin Tanrıkulu: Türkiye'nin ilk "sivil savaşı”
İbrahim GÜÇLÜ: Türkiye’de vesayet sistemi son buldu mu?
İbrahim Malgir: Kemal Burkay ve Hükümet
Sedat Günçekti : Top şimdi KCK´de
Öcalan’dan itiraf: “Ben Taşeronum”. Öcalan=PKK, O zaman
ABD, Kürtlere mi yoksa PKK’ya mı karşı?
İbrahim GÜÇLÜ: "Tanrı başkanlar"- PKK/Öcalan - "Demokratik Özerklik"...
Gelo “Xweseriya Demokratîk” tê çi mane ye? Ceribandina Başurê Kurdistanê…
Arşevê Oskan: Tirsa pîr û raperîna ciwan
Sedat Günçekti: BDP iki arada bir derede
Mihemed Evdila: BDP-ya ko daye dûv Dicle û Ocalan çi dike?
Rêbwar Kerîm: Bersiveke nû ji bo pirsyareke kevin
Seyîdxan Kurij : Hakkari’de Kürdoloji Konferansı
Barışa indirilen darbe!
Îbrahîm Malgir: Türkler ve Kürtler
Îbrahîm Malgir : Beyanî Baş!
Ali BURAN: GÜNEY Kürdistan'in bağımsızlık koşuları
Îbrahîm GUÇLU: Serokê Neteweya Kurd Mele Mistefa Berzanî nemir e…
Ebbas Ebbas :Çinar
Ebbas Ebbas : Quling
Zinarê Xamo: Tiştê Abdullah Ocalan dike zorbatî ye!
Ahmet Altan: Şerm Bike PKK
Mehmet METİNER: Öcalan tipik bir Jakobendir
Ümit Fırat: Öcalan derin devletle de temaslarını sürdürüyor
Joseph Puder: THE FORGOTTEN KURDS OF SYRIA
Îbrahîm Malgir : Kurd û Dewlet
M.Sanri: Îsmaîl Beşikçî vê carê berê tîrên xwe da tîraniya PKK-ê
Îbrahîm Malgir: Türkçeyi seçmeli ve kürtçeyi resmi dil yapsak ne olur?
Aziz Gûlmûş: Ji alê rastê ve bijmêre!
Aziz Gûlmûş: KîKirKîîî?!
Aziz Gûlmûş: SEMPATİZAN
Aziz Gûlmûş : MELLE
Aziz Gûlmûş: EMANETÊ BI QÎMET
Aziz Gûlmûş: ŞORBECÎ
Şerîf Omerî: Operasyona li dijî Roj TV û KNK
Îbrahîm GUÇLU: Hilbijartina Iraqa Federalî û Helwesta Partiyên Kurdistanê…
Apoîzm – HABERTURK - Rizgarî – Heqaret...
Mesele qebûlkirina siyaseta dewletê bû
Firîda Hecî yanê jî: „ Şêr şêr e, çi jin-çi mêre
Ergenekon bi ser ket
Jı bo rêxistineke nû konferansek û di sîstema kevn ya rêxistinî de israr
Figûranek bêcewher çawa dibe “serokekî neteweyî”?
Sedemên rasteqîneyên çalakiyên PKKê…
Selîm ê Netawa Kurd: Selim Dindar
“Şêx Zeynî nûha li tenişta serokên Kurdistanê … rûniştiyê.”
Dîkê sibê
Kurd çima nebûne dewlet?
Arîstokrat û mîrê siyaseta kurd çû ser dilovaniya xwe…
Qublenameya bêdengiyê
Îqtîdar
Lîsta Goran û opozisyon
Dr. Vet. M. Nûrî Dersimî-Lehengek
Ji bo neteweya kurd derfeta dîrokî û mîsyona neyênî ya PKKê…
Konê Reş: Zilamok!
I.Gûçlû: Dewlet û PKK çareseriya pirsa neteweya kurd naxwazê…
Gurzek Nêrgiz Bo Aramê Dîkran
Devera Barzan: Bîrhatina 26 saliya komkujiya dijî barzaniyan
Kurmancê Çalî: Pêdivîya siyasetvanên turk...