Skip Navigation Links
Kurdî » Nivîsar : Bûbê Eser: Kurdên xaîn û xwefiroş!
 
Bûbê Eser: Kurdên xaîn û xwefiroş!
2015-11-08 11:19

Bûbê Eser/ Çi gotinên ne xweş ku dilê mirov jê wan bêjeyan dixele. Lê çi mixabin hin kurdên me hene ku ew bi xwe jî nizanin van gotinên tûj û ne li rê tê çi maneyê û wê çi zerarê bide gelê me, bi kar tînin. Bi kar tînin û weke benişt tim di devê xwe de diçûn. Bi van gotinên xwe yên ne li rê dilê brayên xwe ji xwe dihêlin.

Bi hezaran kurdên ji bona welatê xwe kar dikin, xebat dikin û ji wan gelekan jî bedala van di zîndana Diyarbekir de dane. Lê dema ew dengê xwe nedin an nadin hdp li gor hin braderan ew dibin kurdên xaîn û xwe firoş!!!

Ez ji van gotinan êdî şerm dikim. Heqê herkesan e ku ew jî dengê xwe bidim partiya ku ew bi xwe jê hez dikin. Weke hakparê û partiyên din. Ma bi vê çawa dibe ku hinek bi rehetî wan û bi hezaran kesên weha dikin, xaîn û xwefiroş?
Maf û heqê her kurdekî/ê ye ku ew partiya ew pê bawer, ew jê hez dike, dengê xwe bide wê. Ya jî wê biparêze û xwedî lê derkev e. Ev şertekî demokrasiyê ye. Lê hin radibin ji ber ku hin kurdan dengê xwe nedana hdp wan bi xaîntî û xwefiroşî yê îtham ango gunehbar dikin.

Îro li gor hejmara ne resmî 20-30 milyon kurd li tirkiyê û li bakurê Kurdistanê dijîn. Ji vana 5-6 milyonan dengê xwe dane hdp, ma gelo yên din hemû xaîn û xwefiroş in???
Bes e êdî brano dev ji van gotinên weha berdin. Heta ku hdp tirkan ji nava xwe navêje, heta ku tirkên dijminên kurdan di serokatiya hdp de hebin, heqê kurdan e ku tu caran weke kurdekî ku ji welatê xwe hez dike, dengê xwe nede partyeke weha ku dibêje em partiyeke tirkiyeyî ne. Loma heqê wan e ku xwedî li partiyeke weha jî dernekevin. Her weha kesên ji hdp hez dikin, wê diparêzin jî heqê wan e.

Dema pîvan bibe partiyeke tirkiyeyî, mirov dikare hin partiyên din yên tirkiyê baştir û demokratîktir bibîne û li gor wê jî dengê xwe bide û li wê xwedî derkev e.

Mesela; destûr, bername û programa chp ji bona çareserkirina kêseya kurd li gor min ji ya hdp hê pêştetir e. Heger kesên ji vê bawer nakin xal bi xal bername û destûra herdu partiyan bidin ber hev. (Min tu caran chp ne parstiye û naparêzim. Ji ber ku ew partiyeke Kemalîst e) Wê gavê dê bê dîtin ku kî çi dixwaze. Ji xwe partiyeke bi destûr û bernameya xwe heye. Ne bi gotin û sloganên xwe.

Bala xwe bidinê Ertugrul Kurkçiyê ku şop û pêrêza wî diyar e. Sirri Sureya Onderê ku tenê şovan dike, Figen Yuksedaga ku hemû malbata wê mhp yîne, tenê ew weke tu mûyekî ji nava rûn (dohn) derxe, derketiye, Nursel Aydogan û Sezai yê ku heroj dijminatiya başûrê kurdistanê û bi taybet ya Barzaniyan dikin, welaperwerin û kesekî di nav akp ya jî chp de doza gelê kurd li gor destûr û bernameya partiya xwe dike, xwe firoş û xaîn e. Bi dehan û hê zêdetirin tirkên di nava hdp de ne û tim dijminatiya başûrê kurdistanê dikin, ne xaînin ha. Lê kurdekî ku bedel daye zîndan razaye, hemû jiyana xwe ji bona doza kurdistanê daye, tenê ji bona dengê xwe nedaye hdp dibe kurdê xaîn û xwe firoş!!! Û hezar mixabin ku wan tirkên di nav hdp de ku tu fêda wan ji kurdan re tune ye dibin welatparêz(!). Ev çi mejî ye ev çi ehlaq e.
Bi dehan û hê zêdetir kurdên welatparêz di nava partiyên din yên tirkan de kar dikin hene. Helbet dil dixwaze ku hemû kurd di partiyeke kurd û kurdistanî de, ya doza gelê xwe di warekî neteweyî û demokratîk diparêzin de, bibin yek. Ya rast jî ev e. Lê îro ew şert û merc tune ye. Heger hdp bixwaze dikare vê bike. Ji ber ku îro partiya herî bi hêz û qawet li bakurê kurdistanê ew e. Lê çi mixabin ew jî hemû hêz û qaweta xwe ji bona partiyeke tirkiyeyî heder dike.
Heger hdp bi rastî jî neteweyî û weke partiyeke kurdan kar bikira wê ji dêlva tirkên ku tu fêda wan ji kurdan re tune ye, wê kurdên çalak bikirana parlemen.Vê nakin ji ber ku xwe weke partiyek tirkiyeyî dibîne ev jî maf û heqê wê ye. Lê yên dengê xwe didinê jî kurdin. Gelo wan kurdên ku dengê xwe dane û didinê, ji bona ku ew partî bibe partiyeke tirkiyeyî? Ya jî kurdan bikin tirk, dengê xwe danê û didinê???

Îcar çi ferqa partiyên tirkiyeyî ji hev hene? Hakpar federasoyonê dixwaze li gor min jî îro ev daxwazeke di cih de ye loma kesên fedrasyonxwaz û bi hezeran kesên weke wan jî dengê xwe didin Federasyonê.

Ew kesên ku dengê xwe didin hakparê dibe ku ji rêvebiriya wê hez nekin. Lê didin wê xeta neteweyî ku daxwaza wê Federasyon e. Lê ew kesên ji bona berjewendiyên xwe yên şexsî ku bi dizî dengê xwe didin chp an hin partiyên din û bi eşkereyê xwe weke hdp yî ne didin nasîn, ne xaîn in ha. Lê yên dengê xwe nedana û nadin hdp bi rehetî hûn wan dikin xaîn û xwefiroş. Ma gelo ev li hev dike?

Ma heqê her kesan tune ye ku ew li gor xwe bi awayekî demokratik dengê xwe bi kar bîne. Bes êdî herkesî li gor xwe nekin xwefiroş û xaîn.

Îro em hatine dem û dewraneke weha ku divê êdî kurd xwedîtiyê li hev bikin. Divê kurd hev biparêzin. Divê êdî kurd nirxên xwe yên neteweyî di ser her tiştekî re bigire. Divê êdî kurd fêrî vê yekê bibin da ku berjewendiya netewa wî li ku be divê ew jî li wir be. Divê kurd xwe ji tirkan, farisan û ereban dûr bixin. Kurd çiqasî xwe ji dagirkerên xwe dûr bixe wê ewqasî nêzîkî azadiyê bibe.

Divê êdî hin kesên ku van gotinên ne li rê dikin, dev ji vê yekê berdin. Kî ji kîjan partiyê hez dike, kî ji kîjan fikrê bawere, divê li gor wê jî mafê xwe bi kar bîne. Li gor bi karanîneke weha jî divê êdî em dev ji gunehkariya hev berdin. Bi rê û olaxên demokratîk divê em hev îqna bikin, da ku xwedî li doza gelê xwe derkevin.

Heger civatek, partiyek, komeleyek û rêxistineke wendakirin û ne biserketina xwe tehamul neke, wê kêmaniya xwe nebîne, her û her sedema nebiserketina xwe bixe hustiyê hinên din ango hin sedeman ji vê re bibîne, ew civat ew partî, ew komele û ew rêxistin ne pêşketî, zana û bîrewir e.
Di civat, partî, komele û rêxistinên pêşketî û demokrat de sedemên nebiserketina xwe lêkolîn dikin wan dibîne û li gor wê jî xwe hazir û amade dike da ku careke din biserkeve.

04-11.2015
Nivîskarê Mêvan
Ednan Bedredin: Jibo Iraqeka konfederal*
Amir Bayar: “Düşünmeyen ve sorgulamayan bir halk KÜRTLER. ........
İsmail Beşikci: Birey Toplum İlişkileri
Fatih Sevigili: Kürtler, halkların demokratik enayisi mi.?!
Nûri Çelik: Rojbaş - Günaydın!
Amir Bayar: ÖCALAN- 19 Yıl boyunca Suriyede ne yaptı......
Fatih Sevgili: PKK, Kürtlerin örgütü mü?!
Bûbê Eser: Min çawa dest bi nivîsandinê kir?
Vahap Coşkun: Hendeğin sanal savunucuları
Muhsin Kızılkaya: Kurtarıcılardan kurtulmak!
Selim Çürükkaya: Ya boyun Eğ
Bûbê Eser: Kurdên xaîn û xwefiroş!
Dr. Sozdar Mîdî E. Xelîl, (wergera ji erebî, Mustefa Reşîd): Kurdistan û rastiyên dîrokî di çîroka Tofanê da
Yavuz Baydar: Ya ben ya tufan
Abit Gurses: Kanton
Razî Zêtî: Çima kurd ketin nava hikumeta nû ya îraqê?
Reşîd Battê : YEKÎTIYEKE PÎROZ Û BAREKÎ GIRAN
America Must Recognize Kurdistan
BAŞKAN BARZANİ'NİN AMED ZİYARETİ VE BİLEŞENLERİ
Mûrad Ciwan: BDPyî qasî AKPyiyan rêzê li Barzanî nagirin
İbrahim Güçlü: 'PKK aslında Öcalan'ın söylediklerini yapar görünüyor!'
AKO MİHEMED: Teqezkirina komkujiya rojava li jêr desthilata tekpartî ya PYDê!
Huseyin Sîyabend: AKP ve PKK, diğer Kürt örgütlerini dikkate almamaktadır.
Oya Baydar yazdı: Kürdistan Kürtlerindir
Turan Turkmen : BARIŞ SÜRECİ Mİ, TESLİMİYET Mİ ?
Bûbê Eser: Rewşa Rojavayê Kurdistanê(!)
Dr. Musa Kaval : Stratejiyeke hevbeş ji bo çareseriya pirsa gelê kurd
Îbrahîm GUÇLU: Li Rojavayê Kurdistanê rewşa civakî, çandî, siyasî, hiqûqî…
Yaşar KARADOĞAN: TESİR AJANLARI VE KÜRD HAREKETİ
Emre Uslu: Why would the PKK need a cease-fire now?
Dengir Mir Mehmet Fırat: Kürtçe masal bile yasak! (Neşe Düzel ile söyleşî)
Rêbwar Kerîm Welî: Mesele ne tenê PKK'ye
Îbrahîm Malgir: Xwedê Kurdan ji şiddetê biparêze!
Îbrahîm Malgir: Bawerî û bëbawerîtî!
Ibrahîm Malgir: Cumhûrîyeta Tirkî nehatîye gûhartin!
Şemdin SAKIK: TERÖR VE ŞİDDET APO, PKK, DTP VE SOLCULUKLA BİTMEZ…
Îbrahim Malgir: Cizre’de şahit olduğum görüntüler
Mihemed Evdila: Safsataya dualî ya dewleta tirkan û PKK-ê li hemberî doza miletê kurd !
Mahmut Alınak´tan BDP ye "mikroskopik eleştiri!"
Sezgin Tanrıkulu: Türkiye'nin ilk "sivil savaşı”
İbrahim GÜÇLÜ: Türkiye’de vesayet sistemi son buldu mu?
İbrahim Malgir: Kemal Burkay ve Hükümet
Sedat Günçekti : Top şimdi KCK´de
Öcalan’dan itiraf: “Ben Taşeronum”. Öcalan=PKK, O zaman
ABD, Kürtlere mi yoksa PKK’ya mı karşı?
İbrahim GÜÇLÜ: "Tanrı başkanlar"- PKK/Öcalan - "Demokratik Özerklik"...
Gelo “Xweseriya Demokratîk” tê çi mane ye? Ceribandina Başurê Kurdistanê…
Arşevê Oskan: Tirsa pîr û raperîna ciwan
Sedat Günçekti: BDP iki arada bir derede
Mihemed Evdila: BDP-ya ko daye dûv Dicle û Ocalan çi dike?
Rêbwar Kerîm: Bersiveke nû ji bo pirsyareke kevin
Seyîdxan Kurij : Hakkari’de Kürdoloji Konferansı
Barışa indirilen darbe!
Îbrahîm Malgir: Türkler ve Kürtler
Îbrahîm Malgir : Beyanî Baş!
Ali BURAN: GÜNEY Kürdistan'in bağımsızlık koşuları
Îbrahîm GUÇLU: Serokê Neteweya Kurd Mele Mistefa Berzanî nemir e…
Ebbas Ebbas :Çinar
Ebbas Ebbas : Quling
Zinarê Xamo: Tiştê Abdullah Ocalan dike zorbatî ye!
Ahmet Altan: Şerm Bike PKK
Mehmet METİNER: Öcalan tipik bir Jakobendir
Ümit Fırat: Öcalan derin devletle de temaslarını sürdürüyor
Joseph Puder: THE FORGOTTEN KURDS OF SYRIA
Îbrahîm Malgir : Kurd û Dewlet
M.Sanri: Îsmaîl Beşikçî vê carê berê tîrên xwe da tîraniya PKK-ê
Îbrahîm Malgir: Türkçeyi seçmeli ve kürtçeyi resmi dil yapsak ne olur?
Aziz Gûlmûş: Ji alê rastê ve bijmêre!
Aziz Gûlmûş: KîKirKîîî?!
Aziz Gûlmûş: SEMPATİZAN
Aziz Gûlmûş : MELLE
Aziz Gûlmûş: EMANETÊ BI QÎMET
Aziz Gûlmûş: ŞORBECÎ
Şerîf Omerî: Operasyona li dijî Roj TV û KNK
Îbrahîm GUÇLU: Hilbijartina Iraqa Federalî û Helwesta Partiyên Kurdistanê…
Apoîzm – HABERTURK - Rizgarî – Heqaret...
Mesele qebûlkirina siyaseta dewletê bû
Firîda Hecî yanê jî: „ Şêr şêr e, çi jin-çi mêre
Ergenekon bi ser ket
Jı bo rêxistineke nû konferansek û di sîstema kevn ya rêxistinî de israr
Figûranek bêcewher çawa dibe “serokekî neteweyî”?
Sedemên rasteqîneyên çalakiyên PKKê…
Selîm ê Netawa Kurd: Selim Dindar
“Şêx Zeynî nûha li tenişta serokên Kurdistanê … rûniştiyê.”
Dîkê sibê
Kurd çima nebûne dewlet?
Arîstokrat û mîrê siyaseta kurd çû ser dilovaniya xwe…
Qublenameya bêdengiyê
Îqtîdar
Lîsta Goran û opozisyon
Dr. Vet. M. Nûrî Dersimî-Lehengek
Ji bo neteweya kurd derfeta dîrokî û mîsyona neyênî ya PKKê…
Konê Reş: Zilamok!
I.Gûçlû: Dewlet û PKK çareseriya pirsa neteweya kurd naxwazê…
Gurzek Nêrgiz Bo Aramê Dîkran
Devera Barzan: Bîrhatina 26 saliya komkujiya dijî barzaniyan
Kurmancê Çalî: Pêdivîya siyasetvanên turk...