Skip Navigation Links
Kurdî » Nivîsar : Li rojavayê Kurdistanê çi heye?
 
Li rojavayê Kurdistanê çi heye?
2015-12-24 21:08

Teviya Sûriyê bûye goleke xwînê, tê de bi bombeyên Ûrisan û

bi bermîlên teqînok ên leşkerê Esed, bi sedan zarok, jin,

mirovên bê çek û deban, her roj tên sotandin û di bin xanî û

malên herifandî de tên çalkirin. Lê belê, ne Esed û ne jî Putîn

yek bombe jî bi ser YPG û Asayîşa PYD de navêjin, eve nîşana çî

ye? Eger rast evana hêzekin ji hêzên şorişa Sûrî, bo çi deselata

Esed van wilo bê lêdan dihêle, di demekê de, ew hemî

hembervanên xwe, çi Demokrat û çi Islamî, wekî hêzin têrorî

dide nasdan û li gor wê nasdanê wan tevan bombe dike, û

gava kesekî ji wan hêzan digire, bê wijdan, bê mirovatî û bê

dilovanî wan dikuje. Tenha PYD û saziyêd wê wekî hêzeke dost

ji xwe re dibîne. Ma eve ji me Kurdan re û ji hêzên demokrat

ên gelê me re, di rojên pêş de, baş e an ne? Eger şorişa Sûrî bi

ser ket, wê rewşa van hêzên ku Esed-Dost çewa be?

PYD û saziyên di bin saya wê de li Rojavayê Kurdistanê çi dikin?

Bê guman Grîllayên wan berxwedaneke qehremanî li hember

DAISH dane û didin xuyakirin, teviya cîhanê û em Kurd jî bi vê

yekê serbilind in, lê evana ne tenê li hember DAISH in, belku li

hember teviya hêzên demorat ên gelê xwe ne jî.

Bo nimûne: Girtin û kuştina kadro û rêberên ENKS,

berbestkirina (qedexekirina) Alaya neteweyî ya gelê Kurd, ku

alaya şoriş û serhildanên gelê me ye, ji sala 1919ê de, dema

Rewşenbîrên Kurd li bakurê Kurdistanê xwestine komeleyeke

bo paristina çanda kurdî ava bikin, ev al ji xwe re hilbijartine.

Di vê yekê de guman nîne. Li ser çiyayê Agirî (1937), di ser

milên Pêşewa Qazî Mihemed re li Mahabad (1946), di şorişa

mezin de (1961-1975), û bo her part û rêkxiraweke kurdî /

Kurdistanî ev al hatiye pejirandin, PKK bi xwe jî di civîneke

kurdistanî ya fireh de ev al erê kiriye. Dewleta Iraqê

pejirandiye, ku li teviya herêma başûrê Kurdistanê ev al li

tenişta ala Iraqî têye hildan. Li teviya cîhanê, ne tenha sazî û

mirovên Kurd, belku dewlet jî ala me ya neteweyî, roj bi roj

dipejirînin. Heta carina hinde neyar jî, lê tenha PYD, ku

fermana xwe ji PKK dibe, li hember ala me derdikeve û hêriş

ser rêveçûnan dike, bo ku hildana wê berbest bike.

PYD, ku piraniya gelê me ji ber deselata wê, ya ji deselata

Baasiyan tarîtir e, direve, û xortên me, ji ber siyaseta wê ya

çewt, bi sed hezaran gihane Ewrûpa, ne tenê dijî ala

Kurdistanê ye, ew li hinek deveran nahêle harîkariyên „Weqfa

Barzanî“, ku weqfeke xêrê ye, derbas bibin nêv gel, ji ber ku

wêneyê nemir Mustafa Barzanî li ser kartonan e. Ew dibêje

navê Barzanî rakin, em ê bihêlin harîkarî derbas bibe û divê

hûn lîsteyekê bidin me, ka hûn ji kê re belav dikin.

Bêguman neyartiya rêberekî wêrek û fedekar mîna nemir

Mustafa Barzanî, ku wekî wî di nêv teviya gelên Rojhilat de

rêber nînîn, neyartiya gelê Kurdistan e.

PYD, dêrîna gelê me, çi genim, çi zeytûn û çi petrol, ji xwe re

helal kiriye, bi gelek şêweyan dest datîne ser malê xelkê, ku ji

zû ve hatiye hejarkirin, û bi teherekî nenas wan hatinên diravî

bincil dike, ku gel tiştekî li ser nizane û nabihîse.

PYD rê dide Baasiyan, saziyên ciwanên Baasî, hêzên êlên Ereb,

ku bavê Beşar Esed ewana bi zorê anî bûn herêma Cezîrê, bi

mebesta guhartina dêmografiya wê, lê belê nahêle

pêşmergeyên „Leşkerî Roj“ bên war û cihên xwe, ku Kurdên

Sûrî ne û li ser destê birayêd xwe li başûrê Kurdistanê fêr

bûne, û bi ser de jî PYD gef û gerran dide û dibêje: „Eger

Leşkerî Roj bite Rojava, em ê bi wan re di şer kevin!“ Birano,

hûn vê çewa dinirxînin binirxînin, ez vê helwêstê mîna „dij-

Kurd“ dibînim.

Şerîf Şehatte, ku endamekî „Encumena gel“ a deselata Esed e,

berî niha bi çend rojan li ber televîsiyonê, bi aşkeryeî got, ku

PYD û saziyêd wê parek ji sîstema fermî û ji leşkerê Erebî Sûrî

ne, ewana dikarin bi çekên xwe bên Şamê, ji ber ku hevbendên

me ne, em dostên hevin û bi hev re li dijî têrorê dixebitin. Berî

wî kesê dûvik, Beşar Esed bi xwe jî gotibû.“Em harîkariya PYD

bi her şêweyekî dikin.“

Hêrişa siyasî ya PYD, ne li ser deselata Esed e, ew li ser Itîlafa

hêzên şoriş û hembervaniya Sûrî ye, li ser ENKS ye û li ser

serok Masûd Barzanî ye, bi ser de jî ew serok Barzanî ji bo

komkujiya Til Temir tawanbar dike û hîn salek derbas nebû ye,

di ser piştvaniya wî re ji bo rizgarkirina Kobanê, ku pêşmerge

hinartin û harîkariya PYD kirin. Qey eve bihayê wê biratiyê ye?

Hemî gotin ên mezinên „Deselata Demokratî“ ya

„Nedemokrat“, ku tê de yek peyv li ser Kurd û Kurdistanê

nayên kirin, hêrişin dirinde û ters in, li ser tevgera neteweyî ya

demokrat a Sûrî û Kurdistanî. Ma ev siyaset heta kijan pileyê

dikeve berdestiya gelê me?

PYD, li ciyê „Rojavayê Kurdistan“, tenha peyva „Rojava“ bi kar

tîne, li ciyê alaya kurdî ala Lîtwaniya hildide, li ciyê Pêşmerge

„Girîlla“ bi nav dike, li ciyê „Mafê gelê Kurd“, serekên êlên

Ereb, ku hinek ji wan amade ne bi xwîna Kurdan destnimêja

xwe bikin, tîne ba xwe, çekan dide wan û wan dike

deselatdarên îdareya xwe canbaz, lê siyasetmendên Kurd

digire û davêje zindanan, an herroj wan dixîne metrsiya

kuştinê.

Gelo, ma çi kar ji van karan „demokrat“e heta ku navê xwe

kirine Partiya Yekîtiya Demokrat?

Bila rewşenbîrên me li bakurê Kurdistanê bi wijdan li vê

tabloya reş temaşa bikin û gotina xwe li ser wê bibêjin.

Cankurd
Cankurd
Cankurd: Bese, azaran nedin gelê Kurd
Cankurd: Salih Muslim dibêje ku…
Li rojavayê Kurdistanê çi heye?
Nameyeke vekirî ji rewshenbîrên Merîx re
Rojavayê Kurdistanê ku ve diçe?
Solên sor
Baronê Rihșîn
Mêrekî keçel carekê
Bo (Meclîsê) erê, hema çi Meclîs?
Kurd û projeya “federlî” li Sûriye
Çend têbînî li ser gotara Dr. Ebdulhekîm Beșar -Serokê Partî Dêmoqratî Kurdî li Sûriye (ALPARTI)
Efsane û çêrokên me yên gelêrî
Cankurd: Pêdivî bi Encûmena Neteweyî Li Rojavayê Kurdistanê mestir dibe!
Bila em giş bixebitin bo “Rêberiyeke hevreyî”
Bêjey a dil (6): Rewşa netewê
Bêjeya dil – 4-5
Bêjeya dil (3)
Bêjeya Dil (2)
Bêjeya dil
Stûnên baweriyê di Îslamê de
Ezdîn Şêr - I
Tefşokariya Filosofan
Defter a min
Stûnên baweriya rast di Îslamê de
Serxwebûn û Autonomî
Cankurd Kurd çi dixwazin?
Cankurd: Ez ji serxwebûna Kurdistanê re dixebitim
Cankurd: Were, em bifirin
Kurdan nekuj ey teres!
Serhildana qehremanê kurd Simko (1921 1930)
Şehîdkirina Dr. Abdurrehman Qasimlo
Mîtolocî û dûroka cejna Newrozê