Skip Navigation Links
Kurdî » Nivîsar : Bûbê Eser: Min çawa dest bi nivîsandinê kir?
 
Bûbê Eser: Min çawa dest bi nivîsandinê kir?
2016-02-02 21:37



Baş nayê bîra min lê bi qasî ez dizanim dema min li Mêrdînê orte û lîse dixwend di wê demê de ez evîndarê keçek ereb bû bûm. Hingî evîndarê wê bûm, ji wê pêve her tişt li ber çavên min tarî û reş bûn.

Tam di wê demê de kurê xalê min Seleh Bulut jî hat mêrdînî û em herdu jî li mala rehmetiyê apê min Mihemed ango zavayî Seleh diman.(1970-72)

Seleh him bi temenê xwe ji min mezintir bû û him jî ji min zanatir bû. Kêfa me gelekî ji hev re dihat loma wî tim dixwest ez bibim kesayetiyekî zana û jêhatî.

Hêdî hêdî wî ez fêrî xwendina çîrok û romanan kirim, piştî ku fêr bûm û evîndar bûm, hema bêjin êdî çiqas romanên li ser evîn û evîndariyê hebûn, min bi dest dixistin û dixwend. Helbet hemû jî bi tirkî bûn.

Seleh helbest dinivîsand, dema min jî helbestên wî dixwend ji wan xû digirt û êdî min jî destbi nivîsandina helbestên tirkî ku li ser evîna xwe dinivîsîn, kir.

Her ku diçû min xwendina xwe zêde, barê xwe girantir kir. Min êdî destbi nivîsandina helbestan û pêkenînan kiri bû. Helbest û pêkenînên ku min dinivîsîn Seleh dixwend, rast dikirin û vê bêtir hêz dida min da ku ez pir bixwînim û bêtir binivîsînim. Lê her gotineke wî ji bo min dibû weke rehberekê.

Bi vî awayî cara ewil pêkenînek min di rojnameyeke ku li Stenbolê bi navê "Mavi Kirlangic" derdiket, hate wesandin.(1971) Dema min pêkenîna xwe di wê rojnameyê de dît hûn bawer bin ez fêriyam û bê bask min xwe li ser qela mêrdînê danî.

Min xwendina pirtûkên tirkî û nivîsandina bi tirkî heta lîse qedand, baş domand (1973). Di sala dawî ya ortê û dema lîseyê jî êdî ez jî weke gelek xortên kurdan bibûn welatparêzek û min jî dixwest ji bona azadiya gelê xwe kevirekî bidim ser kevirekî.

Piştî wê jî dema ez di sala 1975an de bûm endam PDKT û dest bi doza welatparêziyê bi awayekî çalak û rêxistinî kir û vê carê jî min dest bi xwendina pirtûkên siyasî kir. Her ku min pirtûkên siyasî û yên li ser wêranî û qirkirina gelan û gelê xwe dixwend, bûme nijadperestekî kurd û min wan xebatên xwe yên bi tirkî hemû avêtin û dest bi siyasetê kir, da ku rojekê berî rojekê welatê xwe, li gel hevrêyên xwe û bi serpereştiya partiya xwe azad bikim.

Niha ne poşmanim ku min wan helbest û pêkenîn xwe yên tirkî hemû avêtin. Kêfxweş im ku wê tu berhemên ku min bi tirkî nivîsandine dê tune bin. Ma ji vê xwestir? Û ez bi vê yekê serbilind im.

Dirêj nekim û kurt lê bidim. Piştî ji zîndana Diyarbekirê derketim.(2-1-1980---19-5-82) Li swêdê bi cih û war bûm (1984). Li vir wê demê bêtir pirtûkên kurdî, wergerê ji zimanê swêdî ê zarokan hebûn. Loma bêyî ku wextê derbas bikim, min dest bi xwendina wan û çi tiştên bi kurdî hebûn kir.

Hema bêjin wê demê çi rojname, kovar û pirtûkên kurdî hebûn min dixwend û her weha ez bûm karkerê Federasyona Komeleyên Kurdistanê Li Swêdê. Vê fedrasyona me jî kovarek bi navê Berbangê mehê carekê diweşand. Hemû nivîsên wê min bi daktîlo dinivîsand. Ev jî ji min re bû alîkar da ku kurdiya min baştir bibe. Di wan salana de xebatên kurdî yên pir alî bi alîkariya dewleta swêdê hebûn û dibûn. Gelek rojname û kovarên kurdî li swêdê bi alîkariya dewleta swêdî hatin û dihatin weşandin.

Piştî ku ez bûm xwedî kurdiyek pak û delal êdî min xwest ku dest bi nivîsandina pirtûka xwe Gardiyan bikim. Min tibabekî nivîsî û rojekê wan nivîsên xwe girt ez çûm ba brêz Hesenê Metê da ku ew jî wan bixwîne û rêyekê rê min bide da ku ez vê çawa bikim roman ango wan hevdîtinên min û gardiyan bixim qalibê romanê. Ji ber notên min hemû bi tirkî bûn û min qet nedixwest vê berhemê bi tirkî binivîsînim û biweşînim. Gelek heval û hogiran doz li min dikirin ku ez wê zû derxim. Lê min digot: Divê ev bi kurdî derkeve da ku bibe malê gelê kurd.

Ev jî çîrokek dirêj bû, ez şeş salan li ser wê xebitim heta ku min ew bi kurdî weşand.(1992) Piştî sohbeta min û brêz Hesenê Metê li ser nivîsandina vê berhemê, brêz Hesenê Metê ji min re ev got û vê heta hebim jî qet ji bîr nakim, wî got: "Bûbê can, dema te tiştek nivîsî divê tu ji wê nivîsa xwe bi kêmanî heta deh salan jê şerm neke û lê poşman nebe. Heger te nivîsî û zû lê poşman bû wê gavê qîmeta te û nivîsên te jî namîne." Heta niha jî her nivîsekê dinivîsînim berê vê gotina wî tînim bîra xwe. (ji bilî nivîsên siyasî)

Piştî derketandina Gardiyan hin dost û hevalan daw li min kirin ku ez vî karê xwe bidomînim. Ji ber ku ez fêrî kurdiyeke xweş û delal bû bûm û bi weşandina pirtûka Gardiyan jî bi serketibûn. Min jî ew heval û dostên xwe nejikestandin. Yê ji bona binivîsînim herî zor dide min û hero dipirsî; "Ka te çi kir?" brêz Salihê Omerî bû. Ji ber vê ez jî ketibûn tengasiyê ku çi binivîsînim. Ez gelekî li ser vê fikirîm. Gotina rehmetiyê bavê min hat bîra min. Dema ji Mêrdînê diçûm gund tim di çentê min de çend roman hebûn. Û li ber berojkan, di nava qîş û zinaran de ew dixwendin. Bavê min dît ku pir dixwînim rojekê hate ba min û got: "Kurê min tu xwe gelekî diwestine. Hewce nake tu ewqasî bixwîne, jiyana her kurdekî bi qasî çend van partûkên te ne. Wan guhdarî bike bes e":

Piştî Gardiyan û pêşniyarên heval û dostan ev gotina bavê min hate bîra min û min xwe bi xwe got: "Çima ez jiyana xwe nanivîsînim? û min dest pê kir jiyana xwe, rastiya xwe û rewşa wê demê weke romanekê nivîsî û bi navê JIYANEKê pêşkêşî gelê xwe kir. Ez bi vê jî bi serketim.

Êdî ez li xwendin û nivîsandina kurdî bûm agir. Her weha min di sala 1986an de biryar da ku ez ê qet û qet bi tirkî nenivîsînim. Hê jî li ser soza xwe me. Loma jî ez bi kurdî bi serketim.

Piştî JIYANEKê her min gotina bavê xwe dianî bîra xwe ku digot: "Kurê min jiyana her kurdekî bi qasî çend wan pirtûkên te dikin". Lome ez li ser vê fikirim kekê min Sîno hat bîra min. Kekê min Sîno li gund him henekçî û him jî mêrxasekî tam bû. Perçeyek ji Meleya Meshûr bû. Loma li jiyana wî fikirîm, gotin û pêkenînên wî anî bîra xwe û ew nivîsîn. Bi navê SÎNO BÛ EFENDÎ pirtûkek pêkenînê ango ya henek û ken ya jî weke kurteçîrok pêşkêşî gelê xwe kir.
Jina min ya ewil ku em di 1979an li Diyarbekirê zewicîbûn laz bû. Li welêt tu problema tirkî û kurdî tune bû ango wê demê weha bû. Lê li Swêdê hemû kurdan dev ji tirkî axaftinê berdabûn, ez jî yek ji wan bûm. Di hemû mêvandariyên me de astenga zimên derdiket pêşberî me. Mêvanên dihat ya jî dema em diçûn mêvandariyê ziman tenê kurdî bû, ev jî ji bona jina min ya laz dibû problem. Werhasil vê jî dirêj nekim û me hevdu berda. Çend heval û dostên min jî bi swêdiyan re zewicîbûn. Wan jî pesnên jinên xwe yên swêdî gelekî didan, lê min her dizanibû ku ev yeka nare serî ji ber ku tecrubeya min hebû.Talî wan jî hevdu berdan.

Li gor gotina bavê xwe min li ser zewaca bi biyaniyan re şanoyeke bi navê ZEWACA ŞAŞ nivîsî û hin ji nakokiyên asasî ku di nava mêrê kurd û jina biyanê de dixuliqîn anîye zimên.

Di ber van karên xwe de min her nivîsên siyasî jî tenê bi kurdî ku di sala 1986an de destpêkiribû, topkirin û ew jî bi navê RASTIYA ME weke pirtûkê weşand.

Piştre li mesela Enfalê hay bûm, ji bona nivîsandina roman û şanoya wê jî ji swêd min berê xwe berbi kurdistana azad vekir û di sala 2007an li wir bi cih bûm da ku bikaribim li ser enfalê bibim xwedî zanyarî. Min malên ku kesên wan hatibûn enfalkirin zîyaret dikir û bi wan re hevpeyvîn amade dikir ku ev çawa pêk hatiye, zor û zehmetiyên wê çine? Her weha di nava van xebatên xwe de min bi navê JENOSÎD û ENFAL pirtûkek bi çûk ango brosorek bi kurmancî û soranê li başûrê kurdistanê weşand. Ez qederê salekê li kurdistana azad mam û vegeriyam swêdê. Min şanoya enfalê bi navê DÎROKA RÛREŞ di 25 saliya enfalê de li swêdê weşand.

Niha jî li ser romana enfalê ya bi navê BARZAN DIGIRÎ kar dikim ku wê jî biqedînim. Lê ne weha rehet e. ji sala 2008an li ser kar dikim heta niha. Wê çi demê jî biqede hê nizanim. Lê wê hey rojekê biqede. Ev romana jî nêzîk 400 rûpelan e, dikare zêdetir jî bibe.

Ha min ji bona çi ev got û nivîsî:

1- Divê nivîskarên kurd ji xwe û ji însanên xwe de destpê bikin. Weke rehmetiyê bavê min digot: "Jiyana her kurdekî çend pirtûk in".

2- Dema mirov roman, çîrok, serpêhatî û bîranîn nivîsî divê mirov gotina brêz Hesenê Metê bîna bîra xwe da ku zû lê poşman nebe û ji xwe neqehere.

3- Nivîskarên kurd divê tenê bi kurdî binivîsînin. Ez weha bawerim ku kurdiya niha têra me hemûyan dike. Bi vê kurdiyê mirov dikare berhemên gelek mezin biafirîne. Li gor min ew kesên bi tirkî dinivîsînin kurdin lê ne nivîskarê/a kurd e.

4- Heta ji mirov bê zimanê xwe baş bi karbînin û bêjeyên biyanî nexe nava wî.

5- Divê mirov ji ber nivîsandina xwe ya kurdî şerm neke. Binivîsîne lê tu dikare wê nivîs an jî berhema xwe rê çend nivîskaran jî bide, têbinî û pêsniyarên wan bigire.

6- Bi kurdî nivîsandinê de divê mirov berê ji xwe bawer be, netirse û binivîsîne. Nebêje; ez nikarim ango kurdiya min têr nake.

7- Ji bona mirov di warê nivîsandinê de bi serkev e, divê mirov zimanê rojane ku xelk pê qise dikin, bi kar bîne. Bi zimanê akademîk roman û çîrokên kurd nenivîsînin. Dema berhema te di nava xelkê de belav bû kê xwend û tam jî girt aha wê demê mirov bi serdikeve. Heta ji min tê ez bi zimanê gundiyan dinivîsînin. Ji ber ku ez jî gundî me.

8- Ya herî girîng jî divê hemû nivîskar û rewşenbîrên kurd yên bakurê Kurdistan divê xwe ji zimanê tirkî, dûr bixin. Dema bi wî zimanî nenivîsînin wê kurdînivîsandina wan xurtir bibe. Her bi du zimanan jî binivîsînin diyare ku wê zimanê dagirkeran ji kurdî serketîtir be. Ji ber ku ew zimanekî serdest e.

Min weha dest pêkir êdî hûnê çawa destpê bikin ya jî we destpêkiriye êdî hûn dizanin.

Têbînî: Nivîs hinekî dirêj bû li min biborin. Her weha ez gelekî sipasdar û qerzdarê malpera hêja û delal Rizgarî.com ê me. Ji roja ku min di malpera wan de nivîsiye û heta niha, nivîsên min bê sansor, rastkirin, bêje derxistin an lê zêdekirin, nekirine. Ev ehlaqekî rojnamevaniyê yê herî baş e ku ev malpar jî pêk tîne. Sipas Rizgarî.com..
Nivîskarê Mêvan
Ednan Bedredin: Jibo Iraqeka konfederal*
Amir Bayar: “Düşünmeyen ve sorgulamayan bir halk KÜRTLER. ........
İsmail Beşikci: Birey Toplum İlişkileri
Fatih Sevigili: Kürtler, halkların demokratik enayisi mi.?!
Nûri Çelik: Rojbaş - Günaydın!
Amir Bayar: ÖCALAN- 19 Yıl boyunca Suriyede ne yaptı......
Fatih Sevgili: PKK, Kürtlerin örgütü mü?!
Bûbê Eser: Min çawa dest bi nivîsandinê kir?
Vahap Coşkun: Hendeğin sanal savunucuları
Muhsin Kızılkaya: Kurtarıcılardan kurtulmak!
Selim Çürükkaya: Ya boyun Eğ
Bûbê Eser: Kurdên xaîn û xwefiroş!
Dr. Sozdar Mîdî E. Xelîl, (wergera ji erebî, Mustefa Reşîd): Kurdistan û rastiyên dîrokî di çîroka Tofanê da
Yavuz Baydar: Ya ben ya tufan
Abit Gurses: Kanton
Razî Zêtî: Çima kurd ketin nava hikumeta nû ya îraqê?
Reşîd Battê : YEKÎTIYEKE PÎROZ Û BAREKÎ GIRAN
America Must Recognize Kurdistan
BAŞKAN BARZANİ'NİN AMED ZİYARETİ VE BİLEŞENLERİ
Mûrad Ciwan: BDPyî qasî AKPyiyan rêzê li Barzanî nagirin
İbrahim Güçlü: 'PKK aslında Öcalan'ın söylediklerini yapar görünüyor!'
AKO MİHEMED: Teqezkirina komkujiya rojava li jêr desthilata tekpartî ya PYDê!
Huseyin Sîyabend: AKP ve PKK, diğer Kürt örgütlerini dikkate almamaktadır.
Oya Baydar yazdı: Kürdistan Kürtlerindir
Turan Turkmen : BARIŞ SÜRECİ Mİ, TESLİMİYET Mİ ?
Bûbê Eser: Rewşa Rojavayê Kurdistanê(!)
Dr. Musa Kaval : Stratejiyeke hevbeş ji bo çareseriya pirsa gelê kurd
Îbrahîm GUÇLU: Li Rojavayê Kurdistanê rewşa civakî, çandî, siyasî, hiqûqî…
Yaşar KARADOĞAN: TESİR AJANLARI VE KÜRD HAREKETİ
Emre Uslu: Why would the PKK need a cease-fire now?
Dengir Mir Mehmet Fırat: Kürtçe masal bile yasak! (Neşe Düzel ile söyleşî)
Rêbwar Kerîm Welî: Mesele ne tenê PKK'ye
Îbrahîm Malgir: Xwedê Kurdan ji şiddetê biparêze!
Îbrahîm Malgir: Bawerî û bëbawerîtî!
Ibrahîm Malgir: Cumhûrîyeta Tirkî nehatîye gûhartin!
Şemdin SAKIK: TERÖR VE ŞİDDET APO, PKK, DTP VE SOLCULUKLA BİTMEZ…
Îbrahim Malgir: Cizre’de şahit olduğum görüntüler
Mihemed Evdila: Safsataya dualî ya dewleta tirkan û PKK-ê li hemberî doza miletê kurd !
Mahmut Alınak´tan BDP ye "mikroskopik eleştiri!"
Sezgin Tanrıkulu: Türkiye'nin ilk "sivil savaşı”
İbrahim GÜÇLÜ: Türkiye’de vesayet sistemi son buldu mu?
İbrahim Malgir: Kemal Burkay ve Hükümet
Sedat Günçekti : Top şimdi KCK´de
Öcalan’dan itiraf: “Ben Taşeronum”. Öcalan=PKK, O zaman
ABD, Kürtlere mi yoksa PKK’ya mı karşı?
İbrahim GÜÇLÜ: "Tanrı başkanlar"- PKK/Öcalan - "Demokratik Özerklik"...
Gelo “Xweseriya Demokratîk” tê çi mane ye? Ceribandina Başurê Kurdistanê…
Arşevê Oskan: Tirsa pîr û raperîna ciwan
Sedat Günçekti: BDP iki arada bir derede
Mihemed Evdila: BDP-ya ko daye dûv Dicle û Ocalan çi dike?
Rêbwar Kerîm: Bersiveke nû ji bo pirsyareke kevin
Seyîdxan Kurij : Hakkari’de Kürdoloji Konferansı
Barışa indirilen darbe!
Îbrahîm Malgir: Türkler ve Kürtler
Îbrahîm Malgir : Beyanî Baş!
Ali BURAN: GÜNEY Kürdistan'in bağımsızlık koşuları
Îbrahîm GUÇLU: Serokê Neteweya Kurd Mele Mistefa Berzanî nemir e…
Ebbas Ebbas :Çinar
Ebbas Ebbas : Quling
Zinarê Xamo: Tiştê Abdullah Ocalan dike zorbatî ye!
Ahmet Altan: Şerm Bike PKK
Mehmet METİNER: Öcalan tipik bir Jakobendir
Ümit Fırat: Öcalan derin devletle de temaslarını sürdürüyor
Joseph Puder: THE FORGOTTEN KURDS OF SYRIA
Îbrahîm Malgir : Kurd û Dewlet
M.Sanri: Îsmaîl Beşikçî vê carê berê tîrên xwe da tîraniya PKK-ê
Îbrahîm Malgir: Türkçeyi seçmeli ve kürtçeyi resmi dil yapsak ne olur?
Aziz Gûlmûş: Ji alê rastê ve bijmêre!
Aziz Gûlmûş: KîKirKîîî?!
Aziz Gûlmûş: SEMPATİZAN
Aziz Gûlmûş : MELLE
Aziz Gûlmûş: EMANETÊ BI QÎMET
Aziz Gûlmûş: ŞORBECÎ
Şerîf Omerî: Operasyona li dijî Roj TV û KNK
Îbrahîm GUÇLU: Hilbijartina Iraqa Federalî û Helwesta Partiyên Kurdistanê…
Apoîzm – HABERTURK - Rizgarî – Heqaret...
Mesele qebûlkirina siyaseta dewletê bû
Firîda Hecî yanê jî: „ Şêr şêr e, çi jin-çi mêre
Ergenekon bi ser ket
Jı bo rêxistineke nû konferansek û di sîstema kevn ya rêxistinî de israr
Figûranek bêcewher çawa dibe “serokekî neteweyî”?
Sedemên rasteqîneyên çalakiyên PKKê…
Selîm ê Netawa Kurd: Selim Dindar
“Şêx Zeynî nûha li tenişta serokên Kurdistanê … rûniştiyê.”
Dîkê sibê
Kurd çima nebûne dewlet?
Arîstokrat û mîrê siyaseta kurd çû ser dilovaniya xwe…
Qublenameya bêdengiyê
Îqtîdar
Lîsta Goran û opozisyon
Dr. Vet. M. Nûrî Dersimî-Lehengek
Ji bo neteweya kurd derfeta dîrokî û mîsyona neyênî ya PKKê…
Konê Reş: Zilamok!
I.Gûçlû: Dewlet û PKK çareseriya pirsa neteweya kurd naxwazê…
Gurzek Nêrgiz Bo Aramê Dîkran
Devera Barzan: Bîrhatina 26 saliya komkujiya dijî barzaniyan
Kurmancê Çalî: Pêdivîya siyasetvanên turk...