Skip Navigation Links
Kurdî » Nivîsar : Xelat ji bo Emîr Kazim-mîr re!
 
Xelat ji bo Emîr Kazim-mîr re!
2011-04-12 18:49



Evdirehman Şirnexî

Şirnexa Min

Dizanim tu hêsara ferxeşêrên Kurdistanêyî

Tu serkanîya xwe ragir û xebatkaranî
Tu Hacîbeyrîya baskê Botana Kurdistanêyî
Tu birîndara piştî Barzan û Helepçeya Kurdistanêyî
Şirnexa min
Te bi ked û xebata xwe navdanî
Te bi wê keda xwe ya welatparêzan e navhilanî
Te navê xwe di nava mêjûya Kurdistanê de danî
Te bi tîpên zêrîn di kondela çaryana Kurdistanê de nav bilind kir
Te li ser kevirên çîyayê Cudî navên lawên Kurdistanê danî
Şirnexa min
Te gel Mîr Bedirxanî şûr hejand
Te li çelê nimîjan li herekola mîran çeperdanîn
Te li kelha Ewrexê li korqendî nav li xwe da
Te mîrê xwe parast û neyar şikênand,
Te ji bona jin û biçûkên dilgirtin dest sist kir
Te çekdanî Mirbirîn çeng û per şikestin
Şirnexa min
Te rêya azadîya Kurdistanê nove kir
Te pişta Mîr Êzdîn Şêrî girt
Te imperetorîya Osmanîyan vehejand
Te Çeng û bask veweşand
Te ji Bexdayê hita Amadê bask veda
Te perên xwe li Mihabatê û Ormîyê gerand
Şirnexa min
Te nameya Mistefa Kemalî li nava çavan da
Te dest li Çemê Şêxanê veweşand
Te kevçik hilgir ji Alaya dagirkeran nehêlişt
Te pişta dagirkeran bi destên lawên xwe şikand
Te serê Hacîbeyra Kurdistanê bilin kir
Te şerê li ser Şirnexê ser û binkir
Te şerê dijî Kemalîstan ji berderîyê xwe paqij kir
Te destana şerê xwe li ser zimanê Kewis-axayî bilind kir
Te çavên Kurdistana kurdan ronî kir
Şirnexa min
Te Şêx Evdirehmanê Şirnexî ji nava cergên xwe de rakir
Te deng ji Berîtanîyayê hilanî şêwir gerand
Te bi şêwran kuçig û dîwanxaneyên Botanê û Colemêrgê gerim kir
Te Ji Barzanê îlhama serhildanê rakir
Te li Kurdistanê deng veda
Te li Bidlîsê di bersêpîyên dijminî, nav li xwe da
Şirnexa min
Te Evdirehman Mistê rakir bi hindada Şêxê Pîranê rêkir
Te di zîndana Amedê de nav li lawên kurdan da
Te got gelî lawên kurdan roj îro joja merdemêran e
Te Ala ya Xoybûnê li çîyayên Kurdistanê bilind kir
Te xwe bi han û hindada Ihsan Nûrî paşayî gihand
Te dest veweşand serî ji dijminî re ne danî
Şirnexa min
Te Şêx Evdirehmanê Garîsî rakir li dozê gihand
Te ji Kurdistanê hita Yemen û Firansayê gerand
Te Cîhan bi doza Kurdistanê hesand
Te ji bona parastina mafên kurdan Cîhan vehejand
Te gel kurê Kurdistanê Mîr Celadetî pîlan danî
Te rêya sefera Sowyetê hilanî
Te bidestên Xwilam Necoyê Sêrtî cenazeyê bê serî hêlişt
Te canê pak di nava cergên Kurdistanê de danî
Şirnexa min
Te îlham ji babê mezin Barzanî hilanî
Te tifaq danî, karê şoreşê bilind hilanî
Te koçik û dîwan gerand
Te navlixwe da deng li Kurdistanê bilind kir
Te şoreşa îlonê li ser destan bilind rakir
Te şoreş û serokê xwe di nava cergên xwe de parast
Te tifaqa kurd û Kurdistanê li ber çavên dijminî bilind hilanî
Şirnexa min
Te Kazimê Ehmet bi şal û şapigên şirnexî ve pêça
Te ew Kazîmê birazîyê şêx Evdirehmanî li ser paştewsê rêkir
Te wekî karkerekî Kurdistanî li Elmanîyayê gihand
Te bi pêça şirnexî ve di koşka serok komarî de nav hilanî
Te biqazidî di nava biran de pîlan gerand
Te navê herifandina dîwarê şermê di nava biran de gerend
Te rê ji herifandina dîwarê şermê re vekir
Te navê Kurdistanê di meclisan de bilind rakir
Şirnexa min
Te Evdirehmanê Mihemed ji nava civata xwe de rakir
Te tehemila şikesta şoreşa Îlona xwe nekir
Te hivî neşikand çav li rêyan geran
Te deng ji rêbaza Barzanî girt û şêwir danî
Te di Gundikê Melî de pîlana şoreşê vehonand
Te çaryana kondela Kurdistanê li hevragirt
Te şoreşgêrên Kurdistanê di nava dilê xwe de girt
Te di Başûrê Kurdistanê de tifenga bsît û şeşê Gulanê teqand
Te navê şoreşa Îlonê di cîhanê de paşve vegerand
Şirnexa Min
Te bingehê Demoqirasîyê di navxwe de danî
Te bi rêya malbatên xwe re mezinên xwe bijart
Te tûrêtitinê qelûna koç û dîwanxanên xwe li ser destan gerend
Te bi van şêweyan mezinên xwe hilbijart
Te ticarî zor li ser xwe ne heband
Te her tim got evde malamin e çênabe zor li ser lawên min e
Şirnexa min
Evin sifetên Mîr û Şêxên te
Evin sifetên Axa û Gundîyên te
Evin rêbînîya Karker û Cotyarên te
Evin tifaqa civat û malbatên te

De rabe Şirnexa min de rabe.
Çima dest û pê li ferxeşêran qepeçeye?
Çima kesên bezê guhên wan nedîr li dewsa şêran?

10-04-2011
Li Hewlêrê Evdirehman Şirnexî
Evdirehman Şirnexî