Skip Navigation Links
Kurdî » Nivîsar : Lîsta Goran û opozisyon
 
Lîsta Goran û opozisyon
2009-08-24 09:05
Nasrat Hacî
info@mediakurd.com
Eger em realîteya civaka xwe baş bizanin, bi çavê wê realîteyê li meselan binêrin û şirovan li ser bûyerên diqewimin bikin, wê demê em di rexneyên xwe de û di analîzekirinên xwe de li ser bûyerên li Kurdistanê rûdidin şaşiyên mezin nakin û wê rexne û analîzên me jî pêtir realîst bin, cihê baweriya xwendevanan bin.
Werin em di vê çarçovê de, van çend rêzên li jor li ser lîsta Goran tetbîq bikin, bi çavekî rêalîst vekolînê li ser lîsta Goran bikin. Gelo ew lîste bi vê eqliyeta xwe dikare li beşûrê Kurdistanê di parlamentoyê de bibe opozisyon?
1-Serokê lîsta Goran Newşêrwan Mistefa weke kesê duyem di nav Yekêtîya Niştimanîya Kurdistanê YNKê de berpirsiyarîya wî jî di hemû bûyerên Kurdistanê de heye. Wî roleke mezin di şerê hemû partîyên Kurdistana başûr de lîztiye û heta nûke ew helwesta xwe diyar nekiriye ka gelo ew her bi wan bûyeran re ye yan helwesta xwe guhertiye û poşman bûye. Ger mirov guhertinê bike, gereke yekem pêngav ji xwe destpê bike, xwe biguhere û paşê ji bo guhertina derdora xwe bixebite. Meselek Kurdan heye dibêje: "Filehê pîr misilman nabe!"
2-Serokê Lîsteya Goranê bi hinceta wê yekê ku partiyên desthilatdar PDK û YNK û hikûmeta herêma Kurdistanê hemû gemdelin û ew hatiye şerê gendeliyê bike, lê di vê em ji bîr nekin ku hêşta Newşêrwan Mistefa endamê serkotîya YNK-ê ye û wî bi fermî îstîqala xwe ji YNK nedaye. Ji ber hindê, li gor dîtina Mistefa bo patirên desthilatdar, ew jî gendeliya Kurdistanê berpirs e.
3-Wî ji bo damezrandina kompaniya Wşe pere ji sekreterê YNKê (serokkomarê Îraqê) û serokê PDKê (serokê herêma Kurdistanê) wergirtiye. Eger li gor hisabê lîsta Goranê be, ku herêma Kurdistanê serûbin gendelî ye, bi vî awayî kompaniya Wşe û telefizyona KNN ya ser bi Newşêran ve jî beşek ji gendeliya Kurdistanê ne.
4-Heta roja îro jî Goran xwe weke partiyek siyasî îlan nekiriye. Gelo pirogram, îdeolojî û karnameya wê ji bo baştirkirina jiyana xelkê herêma Kurdistanê çiye? Gelo wê îdolojîyek netewî heye? Ew ji bo parçên din ên Kurdistanê çi difikire? Felsefeya wê bo îdarekirina hikûmetê çiye? Bersiva van pirsa nîne.
5-Newşêrwan Mistefa û hevalên wî li ser esasê cudahîya îdolojî, li ser awayê sîstema îdarekirina hikûmeta herêma Kurdistanê û li ser esasê dijî gendeliyê ji YNK neveqetiyaye, ew li ser esasê kêşe û nakokîyên şexsî û ji ber peymana stratejîk a YNKê bi KDPê re ji YNK dûr ketiye.
6-Lîsta Goran grûpek lokal e û ew nikare temsîla hemû herêma Kurdistanê bike. Li devera Badînan kesên teîda wan dikin bi tilîyên destan tên jimartin.
7-Ew daxuyanî û helwestên dujmin û nahezên Kurd li hember herêma Kurdistanê didin û serokatiya herêma Kurdistanê gunehbar dikin. Goran jî her eynî wan daxuyaniyan û helwestan li hember herêma Kurdistanê bikar tîne. Ango, bi kurtî û Kirmancî, stratejîyek netewî nîne.
Gelek kesan û bi taybetî xelkê derdora Lîsteya Goranê rexne li helwestên hikûmeta herêma Kurdistanê û partiyên desthilatdar digirt ku ew di helwestên xwe de beramber Amerîkîyan sist û gelek nerm in. Dihat gotin ku partiyên desthilatdar di bicîhkirina madeya 140ê û vegerandina deverên veqetyayî bo ser îdareya herêma Kurdistanê de ne cidî ne. Dema lîsta Goran di hilbijartinan de 25 kursiyên parlamentoya Kurdistanê wergirtin, gelek kêfa wan kesên wisa difikirîn hat qaşo Goran wê bibe hêzek opozisyon û helwestên wê ji yên partiyên desthilatdar hişktir bin. Lê mixabin wisa derneket, her zû eşkere bû ku lîsta Goran ne ji bo ku bibe hêzek opozisyon hatiye meydana siyasî. Ew ji ber hindek kêşe û nakokîyên navxweyî yên YNKê û ji bona wergirtina serokatîya YNKê, ew ji YNKê dûr ketine.
Di yekem daxuyanîya xwe de Newşêrwan got: “Parastina xak û yekparçeyîya Îraqê ji vegerandina Kerkûkê bo ser herêma Kurdistanê giringtir e.”
Helbet sovenên Ereb jî û yên li dijî destkeftên herêma Kurdistanê jî hemû wek Newşêrwan difikirin. Piştî vê daxuyanîya Newşêrwan, yekser berpirsekî Bereyê Turkmenan pêşwazî li daxuyanîya Newşêrwan kir û got ku helwestên Newşêrwan nerm in û di xizmeta paraztina yekêtiya Îraqê de ne.
Ya duyê jî dema şandeya Amerîkayê ya bi serokatîya senator John McCain li Hewlêrê bi lîsteya Goran re civîya, xelkê wisa hizir dikir, ya ku çend salan partiyên desthilatdar ji Amerîkayê re negotiye vaye lîsteya Goran wê ji wan re bêje û wê guhê Amerîkîyan bikêşe. Lê mixabin, piştî civînê kesê duyê di lîsteya Goran de û zavayê Newşêrwanî, Mihemed Tewfîq ji mediyayê re got:” Mijara sereke ya me bi Amerîkîyan re minaqeşe kir, meseleya sextekarîya hilbijartinan bû.”
Weke piraniya karên Kurdan, mixabin opozisyon jî li Kurdistanê şaş ji dayik bû, beravêtî bû. Lîsta Goran ne wek hêzek opozisyon a xwedî acende û armanc hatiye nav meydana xebata siyayî. Ew ji bo bidestveanîna hindek berjewendiyên şexsî çêbûye û ew verêja nav YNKê ye.
Bi dîtina min Newşêrwan Mistefa, di vê dewra parlamentoya Kurdistanê de nikare rola opozisyonê bilîze. Ji sergêjiyê zêdetir tiştekî din bo hikûmeta herêma Kurdistanê nake.
Nasrat Hacî
18.8.2009
jêder: rojevakurd.com
Nivîskarê Mêvan
Ednan Bedredin: Jibo Iraqeka konfederal*
Amir Bayar: “Düşünmeyen ve sorgulamayan bir halk KÜRTLER. ........
İsmail Beşikci: Birey Toplum İlişkileri
Fatih Sevigili: Kürtler, halkların demokratik enayisi mi.?!
Nûri Çelik: Rojbaş - Günaydın!
Amir Bayar: ÖCALAN- 19 Yıl boyunca Suriyede ne yaptı......
Fatih Sevgili: PKK, Kürtlerin örgütü mü?!
Bûbê Eser: Min çawa dest bi nivîsandinê kir?
Vahap Coşkun: Hendeğin sanal savunucuları
Muhsin Kızılkaya: Kurtarıcılardan kurtulmak!
Selim Çürükkaya: Ya boyun Eğ
Bûbê Eser: Kurdên xaîn û xwefiroş!
Dr. Sozdar Mîdî E. Xelîl, (wergera ji erebî, Mustefa Reşîd): Kurdistan û rastiyên dîrokî di çîroka Tofanê da
Yavuz Baydar: Ya ben ya tufan
Abit Gurses: Kanton
Razî Zêtî: Çima kurd ketin nava hikumeta nû ya îraqê?
Reşîd Battê : YEKÎTIYEKE PÎROZ Û BAREKÎ GIRAN
America Must Recognize Kurdistan
BAŞKAN BARZANİ'NİN AMED ZİYARETİ VE BİLEŞENLERİ
Mûrad Ciwan: BDPyî qasî AKPyiyan rêzê li Barzanî nagirin
İbrahim Güçlü: 'PKK aslında Öcalan'ın söylediklerini yapar görünüyor!'
AKO MİHEMED: Teqezkirina komkujiya rojava li jêr desthilata tekpartî ya PYDê!
Huseyin Sîyabend: AKP ve PKK, diğer Kürt örgütlerini dikkate almamaktadır.
Oya Baydar yazdı: Kürdistan Kürtlerindir
Turan Turkmen : BARIŞ SÜRECİ Mİ, TESLİMİYET Mİ ?
Bûbê Eser: Rewşa Rojavayê Kurdistanê(!)
Dr. Musa Kaval : Stratejiyeke hevbeş ji bo çareseriya pirsa gelê kurd
Îbrahîm GUÇLU: Li Rojavayê Kurdistanê rewşa civakî, çandî, siyasî, hiqûqî…
Yaşar KARADOĞAN: TESİR AJANLARI VE KÜRD HAREKETİ
Emre Uslu: Why would the PKK need a cease-fire now?
Dengir Mir Mehmet Fırat: Kürtçe masal bile yasak! (Neşe Düzel ile söyleşî)
Rêbwar Kerîm Welî: Mesele ne tenê PKK'ye
Îbrahîm Malgir: Xwedê Kurdan ji şiddetê biparêze!
Îbrahîm Malgir: Bawerî û bëbawerîtî!
Ibrahîm Malgir: Cumhûrîyeta Tirkî nehatîye gûhartin!
Şemdin SAKIK: TERÖR VE ŞİDDET APO, PKK, DTP VE SOLCULUKLA BİTMEZ…
Îbrahim Malgir: Cizre’de şahit olduğum görüntüler
Mihemed Evdila: Safsataya dualî ya dewleta tirkan û PKK-ê li hemberî doza miletê kurd !
Mahmut Alınak´tan BDP ye "mikroskopik eleştiri!"
Sezgin Tanrıkulu: Türkiye'nin ilk "sivil savaşı”
İbrahim GÜÇLÜ: Türkiye’de vesayet sistemi son buldu mu?
İbrahim Malgir: Kemal Burkay ve Hükümet
Sedat Günçekti : Top şimdi KCK´de
Öcalan’dan itiraf: “Ben Taşeronum”. Öcalan=PKK, O zaman
ABD, Kürtlere mi yoksa PKK’ya mı karşı?
İbrahim GÜÇLÜ: "Tanrı başkanlar"- PKK/Öcalan - "Demokratik Özerklik"...
Gelo “Xweseriya Demokratîk” tê çi mane ye? Ceribandina Başurê Kurdistanê…
Arşevê Oskan: Tirsa pîr û raperîna ciwan
Sedat Günçekti: BDP iki arada bir derede
Mihemed Evdila: BDP-ya ko daye dûv Dicle û Ocalan çi dike?
Rêbwar Kerîm: Bersiveke nû ji bo pirsyareke kevin
Seyîdxan Kurij : Hakkari’de Kürdoloji Konferansı
Barışa indirilen darbe!
Îbrahîm Malgir: Türkler ve Kürtler
Îbrahîm Malgir : Beyanî Baş!
Ali BURAN: GÜNEY Kürdistan'in bağımsızlık koşuları
Îbrahîm GUÇLU: Serokê Neteweya Kurd Mele Mistefa Berzanî nemir e…
Ebbas Ebbas :Çinar
Ebbas Ebbas : Quling
Zinarê Xamo: Tiştê Abdullah Ocalan dike zorbatî ye!
Ahmet Altan: Şerm Bike PKK
Mehmet METİNER: Öcalan tipik bir Jakobendir
Ümit Fırat: Öcalan derin devletle de temaslarını sürdürüyor
Joseph Puder: THE FORGOTTEN KURDS OF SYRIA
Îbrahîm Malgir : Kurd û Dewlet
M.Sanri: Îsmaîl Beşikçî vê carê berê tîrên xwe da tîraniya PKK-ê
Îbrahîm Malgir: Türkçeyi seçmeli ve kürtçeyi resmi dil yapsak ne olur?
Aziz Gûlmûş: Ji alê rastê ve bijmêre!
Aziz Gûlmûş: KîKirKîîî?!
Aziz Gûlmûş: SEMPATİZAN
Aziz Gûlmûş : MELLE
Aziz Gûlmûş: EMANETÊ BI QÎMET
Aziz Gûlmûş: ŞORBECÎ
Şerîf Omerî: Operasyona li dijî Roj TV û KNK
Îbrahîm GUÇLU: Hilbijartina Iraqa Federalî û Helwesta Partiyên Kurdistanê…
Apoîzm – HABERTURK - Rizgarî – Heqaret...
Mesele qebûlkirina siyaseta dewletê bû
Firîda Hecî yanê jî: „ Şêr şêr e, çi jin-çi mêre
Ergenekon bi ser ket
Jı bo rêxistineke nû konferansek û di sîstema kevn ya rêxistinî de israr
Figûranek bêcewher çawa dibe “serokekî neteweyî”?
Sedemên rasteqîneyên çalakiyên PKKê…
Selîm ê Netawa Kurd: Selim Dindar
“Şêx Zeynî nûha li tenişta serokên Kurdistanê … rûniştiyê.”
Dîkê sibê
Kurd çima nebûne dewlet?
Arîstokrat û mîrê siyaseta kurd çû ser dilovaniya xwe…
Qublenameya bêdengiyê
Îqtîdar
Lîsta Goran û opozisyon
Dr. Vet. M. Nûrî Dersimî-Lehengek
Ji bo neteweya kurd derfeta dîrokî û mîsyona neyênî ya PKKê…
Konê Reş: Zilamok!
I.Gûçlû: Dewlet û PKK çareseriya pirsa neteweya kurd naxwazê…
Gurzek Nêrgiz Bo Aramê Dîkran
Devera Barzan: Bîrhatina 26 saliya komkujiya dijî barzaniyan
Kurmancê Çalî: Pêdivîya siyasetvanên turk...