Skip Navigation Links
Kurdî » Nivîsar : Efsane û çêrokên me yên gelêrî
 
Efsane û çêrokên me yên gelêrî
2011-04-27 07:52

Nivîs: Cankurd
Berî ku radyo, televîzyon û têldest derkevin, gundî di mala yekî ji wan gişan maldatir; yê ku wekî malmezinê xwe didîtin û dinasîn diciviyan, û bi taybet di şevên dirêj ên zivistanê de, li aliyê mêran, ku her tiştekî wî ji yê aliyê jinan baştir bû, wekî xalî û kulavên ku dihatin rêxistin, mînder û balifên ku bo rûniştina mêvanan dihatin danîn, heta agirê pixara wî alî jî ji yê pixara aliyê jinan gurrtir û hêgintir bû. Di ber xwarina gûz, mûj, bastiq, fistiq û hejîrên hişkkirî re, û di firkirina qedehên çay û avjongê re, kesekî bo çîrokbêjekî digot: “De ji me re cengekî hewalde.“
Ew “ceng“, di koka xwe de, bo çîrokên cengewariyê bû, ku di Erebî de jê re “Melheme“ tê gotin, di nav çerx û deman re, bo her terzekî çîrokan di civatê de cihê xwe girtibû. Di Almanî de jê re niha “Erzählung“ tê gotin, û gava wekî helbestê be bi “Epos“ tê nasîn. Ev jî wilo bûbû, çunkî di çîrok û efsaneyên Kurdî de pir li ser ceng û pevçûn û şergehan dihate hewldan, wêrekî, mêranî, şûrbazî û qutêkirin parek mezin bûn ji kesayetiya mirovê çiyayî. Ji xwe peyva “Kurd“, wekî Dr. Henne Bischeler di lêkolîneke xwe de gotiye, ne navê neteweyekê ye, ew “rewşt“ a wan gelên Zagrosî ye, ku bi “Kurd: Gelên wêrek“ dihatin rewştin. Pişt re hêdîka peyva “Kurd“ cîhê wan heme navên gelên Zagrosê girtiye, û eve jî dikeve seriyan, ji ber ku pir gelên Zagros ên berê hebûn, bûne “Kurd“, û ji ber vê jî Kurd di dîmen û hinek taybetiyên xwe yên zimanî û nijadî de ne wek hev in. Di nav wan de mirovên çîl û gir wekî Europiyan hene, û mirovên esmer ên bejinkurt ku nêzîkî Samiyan hene, di nav zaravên wan ên Hewramanî, Kelhorî Zazakî, Kurmancî û Goranî û Soranî de pir cudahiyên mezin jî pêda bûne…Bêguman sirûşta Kurdistanê, ku ji çiyayin bilind ên asê û ji çemin mezin û fireh, û ji gelî û newalin “nihalên“ kûr pêda bûye, tev li paçebûnên civakî yên dema axatiyê bûne egerên vê tevliheviya zimanî û nijadî, hema gotina Dr. Henne Bischeler di cîh de ye, û wan heme “gelên wêrek“ bûne Kurd, ew wêrekî jî di kesayetî, çand û kelepora kurdî de bûye stûnekî serekî, di çêrok û efsaneyan de diyare.
Raste ku Kurdan efsane, çêrokên xwe yên gelêrî û çêrçêrokên demên berê, bi şêweyekî nivîskî ji zarok û piştên xwe re, wekî Misriyan, Çîniyan, Hindiyan û Grîkan, nehêştine, hema wan gelek berhemên xwe yên kevnare bi teherekî devkî, di nav çerx û dewranên demê re, bo zarok û neviyên xwe hêlane, dem bi dem, wateyên wan li gor baweriyên xwe yên olî, rewşên siyasî û mercên derdora xwe guhartine. Pareke mezin ji wan jî bi rêya hozanvanan wekî helbestên çêrokî hatiye qelemkirin.
Bo nimûneya windabûnê, ez dikanim vê bibêjim: Hêja Bîlal Hesen, ku temenê wî di ser 70 salan re ye, li gundekî nêzîkî bajêrê min bi cîh û war bûye, û xwe pir bi çanda navçeya Kurdaxê “Çiyayê Kurdan“ re gêro kiriye, û gelek çêrçêrokên kurt û kin jî wekî binxêzkan xistine pirtûka xwe ya li ser pend û şîretan (Birr 1), di dema nivîsandina vê lêkolînê de telefon min kir, û wek dibêjin: Şor ji şorê…Ji min pirsiya tu çi dikî, min gotê ku ez bersiva pirseke mamhosteyê delal Mustefa Reşîd di warê efsane û çêrokên me yên berê de dinivîsim. Hêja Bîlal Hesen got:“Berê Bûd dihatin gundên me û çêrok bi şev ji me re dibêjtin. Carina heta ber destê sibê. Kalemêrên me jî gelek çêrok dizanîn û digotin. Hema nayin bîra min.“ Lê ji ber ku min pir mereq kir, ez navên hinekan ji wan bizanim, gote min ku ji wan efsane û çêrokan van hersêk hebûn:
-Hêlîna Lûlê (an jî Hêlîna Fangfang Qoşê)
-Dêwê Heftserî
-Koleman û dêwê Bêcan
Paşê pareke piçûk ji ya dawî, ku hîn di bîra wî de mabû, ji min re got. Dêwekî ne wekî dêwên dî bû, herdem dihate welatekî û ziyaneke mezin bi xelkê wî welatî dikir. Koleman jî lehengekî welêt bû û bi dêw re dikete pevçûnê, hercar zora wî dibir, ew dikuşt, lê paş kuştinê dêw dîsa radibû û rewş rewşa berê. Koleman nema dizanî çi bikira, li dawiyê ew bir şikeftekê, di şikeftê de bi zincîrekê ew girêda û nofirka dawî ji zincîrê bi singekî xist û sing kuta zinarekî di dîwarê şikeftê da. Ew bi sal û mehan di wir de girêdayî ma. Heta rojekê jinek bi dota “qîza“ xwe re hate li ber devê şikeftê, ku bi axê xetimî bû, li pincêr geriya, dota wê dît ku quleke piçûk li wir heye, têre dengek tê. Rabû ew qul kola û fireh kir. Dît ku şikefteke. Gava ketiye hindirê wê, dêw li ber wê keçikê geriya, lava kir û ji keçikê xwast ku ew bi kevirekî li sing bide, heta piçekî xar dibe û xelqeya zincîrê jê dişimite. Keçikê gelek caran bi kevirekî li seriyê sing da, ew daket û zincîr jê vebû. Gava dêw xwe azakiriye, yekser dest avêt nava keçikê, ew xist bin piyê xwe, revand û bir…[Ev kolana qulikekê di çêroka “Sê gul û sê bira“ de jî heye]. Ev efsane wilo diçe, û wekî dixuye pir kevine, ji ber ku efsaneyên dêw û lehengan, giş berî hatina Îslamê nav Kurdistanê belav bûbûn, û têde “Pêdaçûn–Mubalexe“ gelek hebû. Dêw bi heft seriyane, wekî di efsaneyên Girîkî de, an dêw bêcan e, tê kuştin û dîsa vedijî. Şûna bin pêyên Rustemê Zal wekî ciyê bêderekê ye, bejmêra wî nizanim çend gaz in….an hespê Kulik cehniyê mehînekê ye, ku ew bi hespekî zireyî “beh’rî“ re li gan ketibû…Teyrê Sîmir wekî keçeke ciwan û çeleng e, wekî mirovan dipeyive û dikane mêrekî li ser pişta xwe hilgire û heft roj û heft şevan di ser ewiran re bifire…
Ev kelepora pir maldar bi fantaziya, ku îro bûye hevîrê gelek roman û film û şanoyên, ku bi milyardan pere bo xudanên wan tînin, wekî filmên “Xudanê Gustîlkan“ û “Avatar“ an jî romana “Avalon“ û “Harry Potter“, mixabin bê hemdê me winda dibe, ji ber ku Kurdan ewana nenivîsandin û her zanîneke ku neyê nivîsandin winda dibe…
Hîn di dema Ehmedê Xanî de, li ser efsaneyên me Kurdan dihate peyivîn, mixabin Ehmedê Xanî tenha bi vê şêweyê di dastana xwe ya navdar “Mem û Zîn“ de li ser wan gotiye:
Kurdî, Erebî, Derî û Tazî Terkîb kirin bi hezl û bazî
Hindek ji fisaneyê di Bohtan Hindek di bihan e, hin di buhtan
Bohtî û Mehmedî û Silîfî Hin lee’l û hin ji zêr û zîvî
Xirmehr û Morik û Mirare Hindik di şefaf û hin di tarî
Tersîî‘ kirin wekî piçûkan Înane bo qeyserî û sûkan
Hin qisse û hin ji wan mîsalin Hindik di h’elal û hin h‘eram in
Her qisse ji hisse behremendin Her emsîle ger bizanî pendin
[Binêr: Ehmedê Xanî, Mem û Zîn, vejandina Perwîz Cîhanî, Merkezê neşirê Ferheng û edebiyatê kurdî, Orumiye, Sindoqê Postî: 717, rûpel: 377]
Çêrokbêjiya devkî di nav gelê Kurd de rast fireh û wekî dareke berhemdar ditê dîtin. Mixabin, ta niha pareke piçûk ji van berheman hatiye nivîsandin, tevî ku pir efsane, çêrokên gelêrî û çêrçêrokên xweşik in, û gava mera wan werbigerîne bo zimanekî cîhanî, wê bi zûkî navdar bibin.
Ji aliyekî dî ve, gelên derdora Kurdan û welatên di tixûb û serhedên Kurdistanê de ne, hinek ji wan berheman kirine yên xwe û ji nav destên Kurdan revandine. Ji wan jî efsaneya navdar: Rustemê Zal e, ku Faris dikine Farsî, û Sad Ehmedê Silîfî, ku Ermenî ji xwe re dijmêrin.
Wekî ez dizanim, cara yekê ev berhema hêja “Rustemê Zal“ ji aliyê herdu rojhilatnasên mezin, Albert Socin û Eugen Prym ve, di orta sedsala 19ê de, hatiye nivîsandin. Dibe ku berî wan jî kesekî ew nivîsandiye, hema ji ber egerên siyasî yên ku Kurdistan ji pir sedsalan ve têre çûye, pir berhemên kurdî yên nivîskî bincil bûne, hatine wêran kirin an jî winda bûne. Min ew berhema hêja ya Prym û Socin, li gel hinek çêrok û çêrçêrokên dî yên wan civandine û bo Instîtuta Qeyserî ya Pêtersborgê li Rûsiya nivîsandine, bi tîpin “Latînî“ yên ne asan, cara yekê, di salên 1987-1988 de, dît, û min paş demekê tîpguhastineke “Kurdiya nûjen“ jê re çêkir. Niha ew di nav pirtûka min a nebelavkirî de ye, ku min jêgirtek “kopiyek“ berî niha bi sê salan dabû weşanxaneya “Spîrêz“ a li bajêrê Duhokê ye. Navê pirtûkê, ya ku dora 200 rûpel e, ((Berhevoka Çêrokên Kurdî)) ye. Di va pirtûka min de, gelek çêrokên gelêrî hene, ewana jî evin: ((Çeleng Evdal, Evdirehman û keça Xanê, Ferx û Sitiyê, Medo û Henne, Mem û Zîn, Paşayê gurrî, Rovî û birrîna Şerîe’tê, Şah Meymûn, Sultanê Mara, Teyrê Sîmir, Wezîrê serhişk, Yek bi yekê, Yûsif Bajarî û keça firotî, Yûsifê ticar.))

Gava em li van çêrok û efsaneyan binêrin, emê bibînin ku di şêwe û dîmenên xwe yên çêrokî de giş çêrokên rojhilatî ne, bi wateya ku hîç hikariya çêrok û efsaneyên rojavayî “Europî“ li wan çênebûye, ji ber ku çêrokbêjî û efsanebazî pir ji zû ve di nav gelên rojhilatî de hene. Berî ku Europî bên herêmê. Kurd jî wekî neteweyeke rojhilatî, ya xudan keleporeke efsanî ya mezin û kevnar e. Lê tew naye jibîrkirin, ku hikariya ola Îslamê bi hêzdarî li çêrok û çêrokbêjên Kurd ji zû ve çêbûye. Di çêrok û efsaneyên kurdî yên kevin de –bo nimûne- navê Xwedayê Mîdî “Vayo“ (Bi wateya Bayo) tew naye zimên, û gava “Xwedê“, ku ji “Xod“ (wekî: Gott) hatiye, mebest ji vî navî “Ellah“ e, ku di Îslamê de tenha ew Xwedê ye, kesek ji wî pê ve nîne, û di hîç efsaneyeke kurdî de pirxwedayî nemaye, heta di memleketên ajal û goştxuran de jî, wekî ya Şahmaran, dîsa jî pirxwedayî ya kevin berşê û winda bûye. Hema dîsa jî, em dibînin ku efsaneyên wekî Şah Meymûn, Sultanê maran, Teyrê Sîmir, Rutemê Zal û hinekên dî, ji demên gelek kevin mayîne, û nijd bi nijd û pişt bi pişt, di nav gelê me de hatîne hewaldan û çanda me ya çêrokbêjiya devkî maldar kirîne, ji ramanên pirxwedayî, an yên Filletî û Cihoyî, hatîne paqijkirin.
Di nav çêrokên kurdî de, yên ku bêtir hikariya olî didine xuyakirin, û niha ditên bîra min, çêroka “Mem û Zîn“, “Hespê reş“, “Nihala Sîsebanê“, “Leyl û Mecnûn“, “Seyfulmuluk“, “Yûsif û Zelîxa“ û “Zembîlfiroş“ in, ku hemî jî wekî “Beyt“ an “Epos“ hatîne nivîsandin û belavkirin.

Di “Hespê reş“, de, ku min ew û “Cimcimê Sultan“ û “Nihala Sîsebanê“ jî bi tîpên kurdî yên nûjen amade kirîne, U’mer Bin Xettab, paşayê “Xelîfeyê duwemîn“ diçe nav gawiran, da ji pêxemberê Xwedê re -Selewat û silav lê bin – hespekî reş ê pir navdare ji “Gawiran“ bistîne, hema ewana hespê xwe nafiroşin û dixwazin zora wî bibin, pevçûnek di navbera wan de çêdibe û ew pevçûn dibe egera cengekê di navbera Gawir û Musilmanan de çêdibe, û çêrokbêj bizava xwe dike, pesindariya herdu mezinên Muslimanan U‘mer Bin Xettab û Îmam Elî -Xwedê ji wan razî be- bîne zimên û wan herduyan wekî hevdu cîhbilind bide xuyakirin. Eve jî diyar dike, ku Kurdan xwastiye xwe ji pevçûna olî û siyasî ya di navbera Sunne û Şîîe‘ de derxînin…Mixabin, hem cîhê bûyerên çêrokê û hem jî lehengên wê ne Kurd in.
Di “Nihala Sîsebanê“ de jî pevçûneke mezin di navbera Musilman û Gawiran de bi egera keçeke Filleh a pir xweşik û ciwan çêdibe. Ew keçik bo kesekî hatiye destê wê dixwaze, dibêje:“Here ji min re seriyê pêxemberê Musilmanan û peyrewên wî ji min re li cîhêqelengê min bîne…“
Di “Cimcimê Sultan“ de, mirovek pêrgî kelexoyê miriyekî ditê, wekî di “Hamlet“ a Shakespeare de, bi kelxoyê, ku pir ji zû ve ketiye axê dipeyive, û çêrok dixwaze gelek wate yên olî di seriyên çêrokhezan de biçîne, wekî tirsa ji Xwedê, jibîrnekirina mirinê, tewat û dilnermî, û gelek bîr û baweriyên dî.

Di “Zembîlfiroş“ a Mele Bateyî de, ku hinek terzên wê yên cihê-cihê hene, Lawekî hejar, ê ku zembîlan çêdike û difiroşe, dikeve dava xanimeka mêşeng “SEXY“, hema ew ji ber tirsa Xwedê xwe digire, destê xwe di wê nade, tevî ku ew pir devşiliyê li ber wî dike. Gava ew lawik rê û çareyan nabîne, ew xwe ji burca koçka wê ve davêje xarê, hema Xwedê wî ji mirinê diparize…Eve çêroka pêxember Yûsif –Silav lê bin- û jina Fîrewnê Misirê, ku di Qurana pîroz de hatiye, tîne bîra me.
Tiştê seyr, ewe ku çêroka “Mem û Zîn“ a ku hozanvanê mezin şêx Ehmedê Xanî wekî helbesteke çêrokî hûnandiye, û di pêşgotina wê ya helbestî de heme bîr û baweriyên xwe yên felsefî, olî, neteweyî ramyarî û zaneyî de xistine, anîne zimên, an di stranbêjiya devkî ya gelêrî de, ku bi navê “Mem ê Alan“ e, û ji aliyê Roger Lescout ve, ji dev stranbêjin kurd û bi taybet Mişoyê Berazî û Sebriyê Mihacir li Beyrûtê (Lubnanê) hatiye girtin û nivîsandin, li ba Albert Socin û Eugen Prym, wekî metnê straneke gelêrî, ya bi navê “Mem û Zîn“ heye, ne bi navê Mem ê Alan.
Di “Mem ê Alan“ de, welatê Memê bi navê “Mixrîb“ e, tevî ku navê apekî wî “Temer beg“ e, ku navekî kurdî ye. Baweriya paqijiyê ji aliyê olî û civakî ve bêtir hatiye xortkirin, li gel heme nirxên civakî yên kevnare di civaka kurdî ya derbegî û axatî de, wekî wêrekî, camêrî, dostaniya dirist, paristina êl û malbatê, hezkirina bê nêzîkbûna govdeyî, baweriya mekin a bi Xwedê, fêlbaziya kesên deselatdar wekî wezîrê “şalyarê“ Mîr Zeyniddîn, bavê Zînê, bi wî terzî ku “Beko yê Ewan“ wekî “Mêfêsto“ yê Faust hatiye xuyakirin. Bêguman, ne tenê şanoya va çêroka kurdî ya pir navdar e li Kurdistanê ye, li navenda wê, ku Cezîra Botan e, kesayetiyên wê jî Kurd in, û piraniya wateyên wê, berî hatina Îslamê jî di nav civaka me de xort bûn. Hozanvanê mezin Ehmedê Xanî, ku ev çêrok bi guhartin di bin navê “Mem û Zîn“ de nivîsandiye, hem civaka kurdî û hem jî ola Îslamê baş dizanî, lew re “Mem û Zîn“ bi terzekî olî-felsefî, li gor rewşa Kurdistanê ya li ber çavên wî bû, û ketibû bin basikên “Sofîtiyê“ li qelem daye.

Em dîna xwe didinê, ku di navbera “Memê Alan“ û “Leyl û Mecnûn“ a Şêx Mihemmed Can de, cudahiya şanoya bûyerên wan heye. “Leyl û Mecnûn“ çêroka evîna mîrekî Ereb bi keçeke Ereb re ye, li welatê Ereban çêbûye, bi şêweya helbesteka çêrokî “Epos“ ji hezaran malik, wekî “Mem û Zîn“ a Ehmedê Xanî, an “Seyfulmuluk“ Siyapûş, bi Kurdî ye, hema Mem ê Alan, tenha bi bajarekî pêjinî yê gelek mezin û bi navê “Mixribê“ destpêdike, lê teviya çêroka hem wekî helbest, hem wekî çêrok û hem jî wekî straneke gelêrî ya taybet bi Kurdistanê ye, di nêv gelê me de maye.
[Li ser Memê Alan binêr: Pêşgotina Dr. Nuriddîn Zaza ji dastana Memê Alan re, weşanên Rêya Azadî jimare 8, Çapa duwê, Köln] û [li ser Mem û Zîn, binêr: Perwîz Cîhanî, Ehmedê Xanî, Mem û Zîn, bi tîpên erebî yên kurdîkirî, Orumiye, sindoqê postî 717, merkezê neşrê ferheng û edebiyatê Kurdî] û li ser Seyfulmuluk, vegere: Prof. Celîlê Celîlî, Siyapûş, Seyfulmuluk, Wien, sal 2000, ISBN: 3-926522-21-6]

Hema gava em li çêrokên me yên kevintir binêrin, wekî “Şah Meymûn“, “Rustemê Zal“ û “Şahmaran“ a ku ew jî bi hinde terzan heye, û hinek ji wan versiyonan ji aliyê hêja Lokman Polat ve, di pirtûkekê de hatîne danîn, an jî “Hespê Boz û Şehzade“, emê bêtir ji civaka kurdî ya kevin ve nêzîk bibin û hinek dîmenên wê binasin. Ev çêrok jî ji aliyê dostê me yê hêja L. P. ve di pirtûkeke dî de hatiye nivîsandin.
[Binêre: Lokman Polat, Çend varyantên Efsaneya Şahmaran, weşanên Helwest, Çanda Nûjen 23, Swêd - ISBN:91-972908-8-2] [Binêre, Hespê Boz û Şêxzade, Çend varyantên Efsaneya Şahmaran, weşanên Helwest, Çanda Nûjen 17, Sal 1998, Swêd- ISBN:91-630-1814-4

Min çêroka kurdî ya kevnare “Sê gul û sê bira” wekî novêlekê amade kiriye, hema ta nehatiye çapkirin. Di vê çêrokê de lehengê wê ji aliyê du birayan ve ditê xapandin, ew di binê çalekê werdibe, li rêya qurtalbûnê digere, dawî qulekê di dîwarê çalê de dibîne, wê dikole, û bi cîhaneke fantaz a dêwan dikeve, pişt re ew li pişta beranekî suwar dibe, keçeka ku di wê jêrzevînê de girtî bû bi xwe re azad dike, ew li pişta bazekî suwar dibe û di ser ewiran re difire, û ber bi welatê xwe ve vedigere, ku rastî nerastiyê binpê bike û zorbazê deselatdar bi bin keve.
Ajal di çêroka kurdî de:
Di çêroka “Sê gul û sê bira” de, mirov pir ji sirûştê hezdike, ew di ber gulekê de bi dêwekî re dikeve şer, ew jîna xwe dixîne tengahiyê, beran û baz û mar dibine lehengên çêrokî, hema çêrok ne ya ajalan e, wekî “Kelîle û Dîmne“ ya Ibin Elmuqeffee. Ev şêweya nêzbûnê ji ajalan ve, hevjiyan û hevtêgihîştinê bi wan re, di gelek çêrok û efsane û epos ên kurdî de heye. Di çêroka (Kulikê Silêmîn) de, xezal ji ber nêçîrvanên xwe, herdu kurên Silêmîn, Kulik û Kehr, direve, heft roj û heft şevan, ji çiyayê Şengalê ve ta bi deşta Heranê, li wir ewana xwe ji nişka ve di nêv neyaran de dibînin, û li dawiya çêrokê, Kulik di şergehê de ditê kuştin. Nêçîrvan bi pey xezalê dikeve, da wê bigire an bikuje, û pişt re dil û kezeb û goştê wê ji xwe re bibirije, hema di wê nêçîrê de, li ciyê xezalê, nêçîrvan bi xwe ditê damekirin û dikeve dava xezalê. Di dastana (Mihemed Henîfî) de, dîsa nêçîrvan bi pey xezalê dikeve, da wê bigire an bikuje, xezal ji ber wî direve û wî bi nêv koma gawiran dixîne, û ew bi wan re dikeve ceng û pevçûneke xûnî, hema li pêxemberê Musilmanan –Selewat û silav lê bin-, ku ji aliyê dayîkê ve bavpîrê wî, diyar dibe, ew li kurmamê xwe, bavê Mihemedê Henîfî digaze, Elî -Xwedê wî rûmetdartir bike- yê di cengekê de, li bin darekê vehesek dida canê xwe, pir li dûrî Medînê, paytexê Musilmanan, dengê Pêxember ji nişka ve di sîng û mejiyê xwe de dibihîse, hildigave, nee’ran li leşkerê xwe dide, û ber bi keleha Romî ve hespê xwe dibezîne, kurê xwe ji nêv şûr û rumên gawiran qurtal dike. Di Dastana (Sad Ehmedê Silîfî) de, ku bi (Siyabend an Siyamend û Xecê) navdar e, dîsa xezal dibe egera bi davxistina lehengê dastanê, Ji ber ku “Xec“ ji xwe re bi lîska xezalekê dikene, “Sad“ radibe û bi pey wê xezalê dikeve, ku xwe ji ser zinarekî davêje ser yekî dî, di nêv çiyayekî de. Li dawî “Sad“ tîrekê davêje û tîr li xezalê dikeve, gava “Sad“ xwe jê ve nêzîk dike, da seriyê wê bibirre, ew lingê xwe dilebitîne û li nava “Sadê Silîfî“ dide, “Sad“ ji beneke bilind ve di bin kendalekî werdibe, û pîkenekî şikestî û tûj ê darekê di pişta wî re derbas dibe, di zikê wî re derdikeve…Paş gelek hawar û qîrîn û heywaxiya “Xecê“, ji neçarî ew jî xwe bi ser yarê xwe de davêje…Ew jî ditê kuştin.
Gelo xezal di çêroka kurdî de “Qeder e“? an jî ew pêkar û acetekî wek gelek pêkar û acetên dî yên “Qederê“ ye? An jî Kurdan heznedikirin, ku mirov biçin nêçîra xezalan û wan ji Kurdistanê mehf bikin? Qey ji zû ve li ba Kurdan hişyariyeke jîn û sirûştparêziyê hebû, di nêv heme çêrok û efsaneyên wan de li ser hesp û xezal û firind û mar û şêran ditê hewaldan, û pir caran, di çêrokan de, wan ajal bi mirov re dipeyivin, wî diparizin, harîkariya wî dikin, û wî ji tengiyan jî qurtal û aza dikin?
Rast gelek şêweyên çêrok û eposên kurdî hene, hene bi “dawiyeke xweşik“, û di vir de divê em bînin zimên, ku heme çêrçêrokên bo law û keçikan, di nêv çêrokên kurdî de, wekî “Pîr û rovî“, “Kêlo“ û “Lawikê keleş“, ku niha teviya bûyerên wan baş nayin bîra min, bi dawiyeke şad “Happy End“ tev dibin, diçin serî, hema yên evîndariyê, wekî “Mem û Zîn“, “Leyl û Mecnûn“, “Sad Ehmedê Silîfî“, bi serpêhatî û êş diçine serî. Hene jî li ser lehengiya neteweyî ne, wekî “12 suwarên Merêwanî‘, û “Xanê Lebzêrîn“ ê ku wekî straneke gelêrî ye [Min tîpguhastina wê jî amade kiriye], hene jî, wekî me berê gotiye, li ser wateyên olî ne, wekî “Şêxê Sena’nî“ ya Feqê Teyran kiriye dastaneke pir hêja, û hene li ser civaka me ya axatiyê, wekî “Cenbelî“ an “Cebelî, ku bi pir terzan heye, û navdar e, an jî wekî “Bêrîvana Cindî“, ku herdu wekî stran belav bûne, û pir bi hûrikî û nêzikî li ser wê parê ji dûroka me ya civakî radiwestin. Stranbêj Eliyê Kapê ji Kurdaxê pir baş “Bêrîvana Cindî û Kakoyê Fille“ straye. Ji xwe “Cebelî“ an Cenbelî ji aliyê gelek nivîskaranve hatiye nivîsandin. Divê em bînin zimên, ku çêrokên li ser li ganketinê jî di nav Kurdan de hebûn û pir vekirî û asan û yekser li ser hezkirina govdeyî dipeyivîn, ji mêr û jin û kur û keçikan re dihatin gotin. Mixabin tiştek ji wan nehatiye nivîsandin. Di wan de, kîrê mêran dibe piryek di ser çemekî re, an hêlikên wî wekî kundirên herdemî mezin in, û jin tew ji ganketinê têr nabin…wan çêrok jî bi “Happy End“ teva dibûn.

Li dawiyê: Ev mijar pêdiviyê bi sedan rûpel e, ez nikanim di gotareke kurt û kin de wekî vê, li gor daxwaza dilê xwe, li ser kelepora me ya efsaneyî û çêrokî, çi devkî û çi nivîsandî, çi wekî stran û çi wekî beyt û dastan, binivîsim, lê ez dikanim bibêjim, ku hinek tevlêbûnên pir kevnar ên çandeyên Somerî û Zerdeştî jî di nav çêroka me de hene, ji wan jî bê guman çêroka “Nîbêro“ û çêroka “Gilgamêş“, [min ji ber hêjabûna wê, ew li vê dawiyê wekî romaneke kurdî nivîsandiye], û tew naye ji bîrkirin, ku di çanda kurdî ya “Ezdahî“ de gelek çêrokên xweşik û delal ên bi wateyin olî û mirovî hene, ji wan jî çêroka “Mîr Meho“, ku bêguman berê navekî wê yê dî hebû, ji ber ku “Mîr“ û “Meh‘o“ herdu bi Erebî ne, hema ev çêrok tew li ba Ereban bi ber çavên min neketiye.

[Bo xwendina çêrokê vegere: Xidir Ebdo, Elcewhere Elmefqûde, Tarîxa Ezdahiyê, bi zimanê Erebî, Almaniya 2004, rûpel: 196]
Li min biborînin, ji ber tengbûna bergehê, ez tew neçûm ser kelepora çêrokî ya zaravên dî, wekî “Şêrîn û Ferhad“, “Cîhangîr û Rustem“, an jî “Baram û Gulnar“ ên ku bi zarava Goranî, wekî Epos hatîne nivîsandin.
Cankurd
Cankurd: Bese, azaran nedin gelê Kurd
Cankurd: Salih Muslim dibêje ku…
Li rojavayê Kurdistanê çi heye?
Nameyeke vekirî ji rewshenbîrên Merîx re
Rojavayê Kurdistanê ku ve diçe?
Solên sor
Baronê Rihșîn
Mêrekî keçel carekê
Bo (Meclîsê) erê, hema çi Meclîs?
Kurd û projeya “federlî” li Sûriye
Çend têbînî li ser gotara Dr. Ebdulhekîm Beșar -Serokê Partî Dêmoqratî Kurdî li Sûriye (ALPARTI)
Efsane û çêrokên me yên gelêrî
Cankurd: Pêdivî bi Encûmena Neteweyî Li Rojavayê Kurdistanê mestir dibe!
Bila em giş bixebitin bo “Rêberiyeke hevreyî”
Bêjey a dil (6): Rewşa netewê
Bêjeya dil – 4-5
Bêjeya dil (3)
Bêjeya Dil (2)
Bêjeya dil
Stûnên baweriyê di Îslamê de
Ezdîn Şêr - I
Tefşokariya Filosofan
Defter a min
Stûnên baweriya rast di Îslamê de
Serxwebûn û Autonomî
Cankurd Kurd çi dixwazin?
Cankurd: Ez ji serxwebûna Kurdistanê re dixebitim
Cankurd: Were, em bifirin
Kurdan nekuj ey teres!
Serhildana qehremanê kurd Simko (1921 1930)
Şehîdkirina Dr. Abdurrehman Qasimlo
Mîtolocî û dûroka cejna Newrozê