Skip Navigation Links
Kurdî » Nivîsar : Rêbwar Kerîm Welî: Mesele ne tenê PKK'ye
 
Rêbwar Kerîm Welî: Mesele ne tenê PKK'ye
2011-11-21 12:27



Neheqiyeke mezine eger serdana Barzanî bo Tirkiyê tenê di quncikeke teng a ewlehiyê de bê temaşekirin, mîna ku Tirk û medya tirkî dike. Siyaseta Kurdan ligel Tirkiyê ji siyaseta ewlehiyê derbasî qunaxa ewlehiya siyasî bûye. Ev demeke siyaseta ewlehiyê ku Tirkiyê himber Kurdan dimeşand nemaye û ji xwe Kurd jî ji piştî 2003"an neamadebûye stûxwariyê jê re bike.

Tiştê ku di vê serdana Barzanî bo Tirkiyê de tê xwendin ne behskirin yan pêşniyarkirina protokoleke ewlehiyêye nêvbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê, lê kûratiyeke stratejîka xwe heye û gelek tiştên girêdayî dahatûyê Kurdan û navçeyê jî li xwe digire. Ji ber ku niha piştî "Buhara Erebî" û guhertinên ku nêzîke li navçeyê pêktên eger em temaşeyî rewşê bikin, em dibînin ku nêzîke careke din weke çawa piştî cenga cîhaniya yekemîn sînorên vê navçeyê hatin kişandin bi heman şêwe sînorên nû bên kişandin.

Stratejîstên Tirk baş wê yekê fêkirine ka çi diqewme, ew naxwazin tiştê ku bi ser Împratpriya Osmanî hat careke din bi ser Tirkiya nû de bê. Loma ew li pey ewlehiya siyasî digerin, lê ne siyaseta ewlehiyê. Me hest pê kiribe yan na, Kurd niha ketine nava dilê wan guhertinan û ew bûyerên ku qewle pêk bên. Îran weke hêzeke navçeyî mijûla avakirina enî û rêzbendiyeke nûye, Tirkiyeya ku milê xwe daye ber mesela rûxandina rijîma Esed û sore li ser wê yekê ku ev rijêm divê biçe, niha bo serdema piştî Esed dixebite.

Mumkîne ev tişt bo Kurdan ku ji vir temaşeyî meseleyan dike hinekî tarî û nezelal bêne pêş çavan, lê şoferekî teksiyê li Beyrûtê ku ne analîzekarê siyasî bû û ne ti girêdaneke wê ya siyasî hebû, bêyî ku min pirsa wî kiribe got tu dizanî çima NATO li Sûriyê naxe? Gotim gelek sedemên vê hene, ji bilî Îranê heta Îsrail jî naxwaze Esed biçe. Wî got ev hemû rastin, lê Esed eger biçe wê Sûriye dabeş bibe.

"Elewî, Sunnî û Kurdî"

Serdana Barzanî ya berê bo Îranê û paşî Tirkiyê di vê demê de ku Amerîka di sûda Îranî de ji Îraqa Şîiyan paşdekişandiye û ev navçe hêlaye ser lêva teqînê, zivirîne bo ser masa danûstanên navçeyî û hurmetgirtina dahatûyê ligel van hêzên navçeyî de. Danûstan û gotûbêja derbarê wê yekê ka Kurdên Îraqê li kûne û di kîjan eniyê dane? Pêşwazîkirina Barzanî li Îranê li asta herî bilind de û paşî hevdîtinên wî ligel karbidestên Tirk nabe tenê behskirina ewlehiya sînoran wan welatan û axaftina derbarê PKK"ê be! mîna ku bêtiriya saziyên medyayê dixwazin wisa pîşan bidin. PKK raste niha beşeke girîng û yekalîkere di van bûyerên ku rûdidin (weke çawa hemû hêzên siyasiyên Kurdistanî jî beşekin ji vê çeperbendiya nû ya ku piştî Amerîkayê êdibe), lê ev ne tevahiya meselê ye.

Îran û Tirkiya êdî nikarin weke salên notan siyaseteke yekgirtî himber Kurdan bi giştî û Herêma Kurdistanê bi taybetê bidin meşandin, ji ber ku kûratiya berjewendiyên wan herdu welatan ligel Kurdan guhertineke mezin çêkiriye derbarê corê siyaseta van herdu welatan himber Kurdan. Ango milmilaneya dahatî çi li ser asta siyaseta hundirîn a Kurdan be yan li ser asta siyaseta herêmayetî be, wê pêkhatî be ji pêkdanana navbera du eniyan, eniya Kurdî ya alîgira Îranê û eniya Kurdî ya aîgira Tirkiyê.

Avabûna eniyên ji vê corê wê ne tenê ser asta Kurdan be, lê heta bi welatên navçeyê jî wê berbi vê dabeşbûnê diçin. Îraqa Şîiî alîgira Îranê ye û Sûriya dahatî (eger yekgirtî jî nemîne) alîgira Tirkiyê ye. Loma li navçeyê hevkêşe hatine guhertin; ji siyaseteke yekgirtî ya serkutker himberî Kurdan derbasî qunaxekê bûye ku pêwîstiya Kurdan bi jîriya siyasî heye da vê carê jî şikestî jê dernekevin.

Jêder: Rudaw.net
Nivîskarê Mêvan
Ednan Bedredin: Jibo Iraqeka konfederal*
Amir Bayar: “Düşünmeyen ve sorgulamayan bir halk KÜRTLER. ........
İsmail Beşikci: Birey Toplum İlişkileri
Fatih Sevigili: Kürtler, halkların demokratik enayisi mi.?!
Nûri Çelik: Rojbaş - Günaydın!
Amir Bayar: ÖCALAN- 19 Yıl boyunca Suriyede ne yaptı......
Fatih Sevgili: PKK, Kürtlerin örgütü mü?!
Bûbê Eser: Min çawa dest bi nivîsandinê kir?
Vahap Coşkun: Hendeğin sanal savunucuları
Muhsin Kızılkaya: Kurtarıcılardan kurtulmak!
Selim Çürükkaya: Ya boyun Eğ
Bûbê Eser: Kurdên xaîn û xwefiroş!
Dr. Sozdar Mîdî E. Xelîl, (wergera ji erebî, Mustefa Reşîd): Kurdistan û rastiyên dîrokî di çîroka Tofanê da
Yavuz Baydar: Ya ben ya tufan
Abit Gurses: Kanton
Razî Zêtî: Çima kurd ketin nava hikumeta nû ya îraqê?
Reşîd Battê : YEKÎTIYEKE PÎROZ Û BAREKÎ GIRAN
America Must Recognize Kurdistan
BAŞKAN BARZANİ'NİN AMED ZİYARETİ VE BİLEŞENLERİ
Mûrad Ciwan: BDPyî qasî AKPyiyan rêzê li Barzanî nagirin
İbrahim Güçlü: 'PKK aslında Öcalan'ın söylediklerini yapar görünüyor!'
AKO MİHEMED: Teqezkirina komkujiya rojava li jêr desthilata tekpartî ya PYDê!
Huseyin Sîyabend: AKP ve PKK, diğer Kürt örgütlerini dikkate almamaktadır.
Oya Baydar yazdı: Kürdistan Kürtlerindir
Turan Turkmen : BARIŞ SÜRECİ Mİ, TESLİMİYET Mİ ?
Bûbê Eser: Rewşa Rojavayê Kurdistanê(!)
Dr. Musa Kaval : Stratejiyeke hevbeş ji bo çareseriya pirsa gelê kurd
Îbrahîm GUÇLU: Li Rojavayê Kurdistanê rewşa civakî, çandî, siyasî, hiqûqî…
Yaşar KARADOĞAN: TESİR AJANLARI VE KÜRD HAREKETİ
Emre Uslu: Why would the PKK need a cease-fire now?
Dengir Mir Mehmet Fırat: Kürtçe masal bile yasak! (Neşe Düzel ile söyleşî)
Rêbwar Kerîm Welî: Mesele ne tenê PKK'ye
Îbrahîm Malgir: Xwedê Kurdan ji şiddetê biparêze!
Îbrahîm Malgir: Bawerî û bëbawerîtî!
Ibrahîm Malgir: Cumhûrîyeta Tirkî nehatîye gûhartin!
Şemdin SAKIK: TERÖR VE ŞİDDET APO, PKK, DTP VE SOLCULUKLA BİTMEZ…
Îbrahim Malgir: Cizre’de şahit olduğum görüntüler
Mihemed Evdila: Safsataya dualî ya dewleta tirkan û PKK-ê li hemberî doza miletê kurd !
Mahmut Alınak´tan BDP ye "mikroskopik eleştiri!"
Sezgin Tanrıkulu: Türkiye'nin ilk "sivil savaşı”
İbrahim GÜÇLÜ: Türkiye’de vesayet sistemi son buldu mu?
İbrahim Malgir: Kemal Burkay ve Hükümet
Sedat Günçekti : Top şimdi KCK´de
Öcalan’dan itiraf: “Ben Taşeronum”. Öcalan=PKK, O zaman
ABD, Kürtlere mi yoksa PKK’ya mı karşı?
İbrahim GÜÇLÜ: "Tanrı başkanlar"- PKK/Öcalan - "Demokratik Özerklik"...
Gelo “Xweseriya Demokratîk” tê çi mane ye? Ceribandina Başurê Kurdistanê…
Arşevê Oskan: Tirsa pîr û raperîna ciwan
Sedat Günçekti: BDP iki arada bir derede
Mihemed Evdila: BDP-ya ko daye dûv Dicle û Ocalan çi dike?
Rêbwar Kerîm: Bersiveke nû ji bo pirsyareke kevin
Seyîdxan Kurij : Hakkari’de Kürdoloji Konferansı
Barışa indirilen darbe!
Îbrahîm Malgir: Türkler ve Kürtler
Îbrahîm Malgir : Beyanî Baş!
Ali BURAN: GÜNEY Kürdistan'in bağımsızlık koşuları
Îbrahîm GUÇLU: Serokê Neteweya Kurd Mele Mistefa Berzanî nemir e…
Ebbas Ebbas :Çinar
Ebbas Ebbas : Quling
Zinarê Xamo: Tiştê Abdullah Ocalan dike zorbatî ye!
Ahmet Altan: Şerm Bike PKK
Mehmet METİNER: Öcalan tipik bir Jakobendir
Ümit Fırat: Öcalan derin devletle de temaslarını sürdürüyor
Joseph Puder: THE FORGOTTEN KURDS OF SYRIA
Îbrahîm Malgir : Kurd û Dewlet
M.Sanri: Îsmaîl Beşikçî vê carê berê tîrên xwe da tîraniya PKK-ê
Îbrahîm Malgir: Türkçeyi seçmeli ve kürtçeyi resmi dil yapsak ne olur?
Aziz Gûlmûş: Ji alê rastê ve bijmêre!
Aziz Gûlmûş: KîKirKîîî?!
Aziz Gûlmûş: SEMPATİZAN
Aziz Gûlmûş : MELLE
Aziz Gûlmûş: EMANETÊ BI QÎMET
Aziz Gûlmûş: ŞORBECÎ
Şerîf Omerî: Operasyona li dijî Roj TV û KNK
Îbrahîm GUÇLU: Hilbijartina Iraqa Federalî û Helwesta Partiyên Kurdistanê…
Apoîzm – HABERTURK - Rizgarî – Heqaret...
Mesele qebûlkirina siyaseta dewletê bû
Firîda Hecî yanê jî: „ Şêr şêr e, çi jin-çi mêre
Ergenekon bi ser ket
Jı bo rêxistineke nû konferansek û di sîstema kevn ya rêxistinî de israr
Figûranek bêcewher çawa dibe “serokekî neteweyî”?
Sedemên rasteqîneyên çalakiyên PKKê…
Selîm ê Netawa Kurd: Selim Dindar
“Şêx Zeynî nûha li tenişta serokên Kurdistanê … rûniştiyê.”
Dîkê sibê
Kurd çima nebûne dewlet?
Arîstokrat û mîrê siyaseta kurd çû ser dilovaniya xwe…
Qublenameya bêdengiyê
Îqtîdar
Lîsta Goran û opozisyon
Dr. Vet. M. Nûrî Dersimî-Lehengek
Ji bo neteweya kurd derfeta dîrokî û mîsyona neyênî ya PKKê…
Konê Reş: Zilamok!
I.Gûçlû: Dewlet û PKK çareseriya pirsa neteweya kurd naxwazê…
Gurzek Nêrgiz Bo Aramê Dîkran
Devera Barzan: Bîrhatina 26 saliya komkujiya dijî barzaniyan
Kurmancê Çalî: Pêdivîya siyasetvanên turk...