Skip Navigation Links
Kurdî » Nivîsar : Baronê Rihșîn
 
Baronê Rihșîn
2011-12-14 12:29

Cankurd, 5. Dezember 2011
Ev efsane yek ji efsaneyên ku șaxnas û zanayên nefsa mirovî ‚Psîșologî‘ bi xwe ve gêro û mijîl kirîne, wekî Odîpos û Gilgamêș, û wekî șanoya ‚Hamlêt‘ a William Shakespear, lew re ez dixwazim vê çêrokê ji we re bi Kurdî binivîsim. Eve ne wergerandine, lê heta ez dikanim, ez ê di lêkirinê de ji çarçiva wê dernekevim, ewa ku xanim (Clarissa Pinkola Estés) di pirtûka xwe ya giranbiha de (Gurejin) nivîsiye. Ev xanim șaxnaseke mezin a *sîșologî ye, di 500 Rûpelan de, bi rêya lêkolînên xwe yên hêja, di efsaneyên mirovî de, dide zanîn ku di kûraniya nefsa her jinekê de taybetiyên (Gur) hene.

Çi hebû çi tune bû…
Li derveyê bajêr û bajêrokan, li dûrî gund û zeviyên gundiyan, di nêv daristanekê de, baronekî xanedan, ku xudanê keleheke bi surhên bilind û qaling bû, bi tenê xwe dijiya. Ji malbata wî kesek nema bû, ji merivên wî hinekan barkiribûn çûbûn bajêrên dûr û ên pîr jî koçka xwe bi gorê guhatibûn, û êdî geya li ser goristana wan șîn bûbû. Berdestên wî jî li dora wî nema bûn, bo çi rewșa wî wilo bû, kesekî ji wî pêve nedizanî. Riha baronê qanat û hêzdar dirêj û bi rengê hișîn bû, lew re ew bi „Baronê Rihșîn“ ji aliyê gundiyên ve hatibû navkirin, ewên ku li tenișta wê daristanê dijiyan. Wan carcar xwe dadiqelistin û bi dizîka ji koçka wî ve nêzîk dibûn, hema nediwêrîn li dergahê koçkê bidin an xwe li ber wî xuya bikin, ji ber ku ewana gelek ji wî ditirsîn û nedizanîn çewa bi wî re têkiliyê pêda bikin.
Rojekê ji rojan, Baronê Rihșîn șûr û tîrkevan û qimeya xwe rakirin, kurkekî sor û reș li xwe kir, hespê xwe ji axurê derxist, dergahê mezin ê koçkê bi kilîtekî hesinî û gir kilît kir, pișthesp bû û ji wir bi rê ket…
Paș demeke dirêj di nêv dar û geyayên bejinbilind re, ew giha ber mala gundiyekî hejar, ku li aliyekî daristanê bû. Sê kurên gundiyê hejar û pîr hebûn, kur êdî bûbûn peyayin bi hêz, û sê dotên wî jî hebûn, yek ji yekê ciwantir û çelengtir, lê belê wan mêrnekirî bûn. Gava Baron li ser pișta hespê wî yê reș dîtin, bi derve de beziyan, xweșhatin û silaviya wî kirin. Bavê wan jî derket, û xwe ji navê de bo mêvanê xwe çemand û ew fermoyê mala xwe kir.
Baron li derveyê wê malê, li ser kursiyeke darî danișt. Wî dizanî ku mala gundiyekî wê ne bi dilê wî be, ew ê ne paqij û ne fireh be, dibe jî bihna genî jê bê. Dotên gundî bi lez û bez ji wî re avjong û mastav anîn û bavê wan ji mêvanê xwe pirs kir, ka ew hezdike goștê berxekî an yê elokekî bixu. Baron got:
“-Ez ê dilșad bim, ku hûn bibin mêvanê koçka min. Ez ne birçî me, û ez niha bi ser oxireke xwe de diçim.”
Wilo got, cameke mastavê hilda ser xwe, dilopên ku bi ser riha wî ya hișîn de hatîne, bi destmaleke sipî maliștin, rabû ser xwe û ji wan re diyar kir, çewa ewana roja dî biçin koçka wî, û gote keçikan ku wê hîn baștir be, eger birayên wan, dayîk û bavê wan jî bi wan re bên keleha wî. Careke dî pișthesp bû û ji ba wan bi dûr ket.
Gava birayêd keçikan ji karê xwe vegeriyan, giș li hev rûniștin û di ber xwarina Șîva re li ser baronê rihșîn peyivîn. Birayê mezin gote xangên xwe: “-Ez tênagihim bo çi baronek hejarin wekî me vexwendiyên koçka xwe dike!”
Keça mezin jî got:
“-Ez rast ji riha wî ya șîn ditirsim.”
Ya dî ku ji wê ciwantir bû got:
“-Wekî dixuye, rûyê wî di jiyana xwe de ti caran berken nebûye.”
Keça ji gișan piçûktir, di xwe de hizirî, û paș ku gelek pirs di seriyê wê de pêda bûn û bersiv jê re dîtin, got:
“-Divê em vê vexwendinê baș bibînin, dibe ew ji me re nîșana qenciyê be.” Paș ku dayîka wan a porsipî baș guhdariya wan kir, got:
“-Çewa em ê vexwendina baronekî bê erêkirin bihêlin? Di teviya jiyana me de, em pêrgî camêrekî wilo nehatîne, me ji zor û setema maldaran pê ve tiștek nedîtiye. Me tew koçka axayekî jî ji hinder ve nedîtiye. Riha wî hișîne, ne wek yên xelkê ye, hema porê min û yê bavê we jî sipî ye. Raste ew mêrekî navsalî ye, hema bi hêze, wekî ciwanekî dixuye.”
Bavê wan jî got:
“-De bila em carekê biçin koçka wî, pișt re em ê bizanin, ka ev vexwendin bo me xêre an ne.”
Roja dî, hemî li hesp û qatiran suwar bûn, û berê xwe dan nêv daristanê, ku koçka Baron di kûraniya wê de bû. Baron li ber dergahê koçkê, li derve, li wan çavdikir.
Xudanê koçkê bi mêvanên xwe re demeke xweșik derbas kir, keçikan û diya wan xwarin amade kirin, weku ewana berdestên wî ne. Șorbeya nisîkan, goștê asikan, birinc, savar, firîk û gelek șêweyên tirșikan, û pișt re hingiv û șîroneyên bi gûz û behîvan, avjong û mastav, têra her yekî / yekê hebû û hîn gelek bêtir.
Li dawiyê, xudanê koçkê dest avêt riha xwe ya hișîn, û bi zimanekî nerm gote bavê keçikan:
„-Bo min rûmeteke, ez destê doteke te bixwazim. Tu dibînî, ev koçka mezin û fireh sar û valaye ji kenînê zarokan.“
Bavê keçikan li çavên jina xwe û li yên hemî kur û dotên xwe nêriya, ji dota piçûk pêve gișan rûyên xwe ji ber awirên wî guhartin. Pișt re got:
„-Axayê min ê comerd û navbilind, bo min û malbata min mestirîn rûmete, ku em bi kesekî mîna we re carekê di jîna xwe de, li ber maseyeke xwarinê rûnin. Bila ez û zarokên xwe di berdestiya We de jîna xwe derbas bikin, em ne poșman in.”
Paș vê gotinê, nema kesekî tiștek xwar an vexwar, û diyar bû ku Baron jî giha armanca xwe, ew ê bibe zavayê pîremêrê hejar, lê kijan dota wî dibe jina wî, hîn di wê șevê de ne xuya bû.
Li mal, hersê dotên pîremêr li hev rûniștin û li ser baronê xanedan bi hev re peyivîn.
Ya mezin got:
“-Rihên wî yên hișîn nakevine dilê min, ew ji min re wekî ejderhayekî dixuye, tevî ku ew pir maldar e, we dîna xwe dayê ku ew bi tenê xwe dijî. Ez nikanim bibim kebaniya wî.”
Ya orte ji wan got:
„-Hema berdestek an așkarek jî di wa koçk û seraya fît û fireh de nîne. Bi ser ve jî ew ji nișka ve dike û bi șêweyeke nenas li me dinêre, wekî kesekî șêt û dîn. Qey ez ê hemî wan xaniyan bi xwe bimalim? Ez wî nakim mêrê xwe, çi dibe bila bibe.“
Ya piçûk kurtedemekê hizirên xwe, di dilê xwe de, kirin, pișt re li xwe haydar bû, û gava wê dît, ku herdu xangên wê li hîviya gotineka wê ne, got:
„- Ne rihên wî yên șîn û ne ji tenahiya wî ji min re dibine egerên neykirinê. Ew dixwaze bibe zavayê malbata me ya hejar û bêhebûneke diravî. Dayîk û bavê me herdem di wê hîviyê de bûn, ku peyayekî comerd û rewșbaș bibe zavayekî wan. Baron mirovekî bi hêz e, maldar e û zimanxweș e. Bo çi ez ê nebime jina wî?“
Paș vê gotinê, nema kesek ji wan bêtir peyivî. Her yek ji wan kete nav pirtiyên razanê, nivîn kișande ser seriyê xwe û di dilê xwe de hizirî.
Baronê Rihșîn bûka xwe ji mala pîremêrê hejar bê dewat anî, dota wî ya piçûk li paș wî, li ser pișta hespekî sipî suwar bû, herduwên dî jî bi xemgînî li wê nêriyan, lê di kûraniya dilê her yekê de xewna bûkiyê mezin bû. Ji xûșka xwe re dirazên jîneke șad û hêjatir kirin, û hêstiran çavên hersê birayên wê, bav û diya wan jî tijîkirin. Ji wan pê ve kesek li wir nebû. Ewana dûrî mirovan û niștegehên mirovan bûn.
Hîn mehek derbas nebû bû, Baron gote bûka xwe:
„- Bêguman te bîra dayik û bavê xwe, xang û birayên xwe, kirî.“
„- Rast e. Min gelek bîra wan kiriye.“
„- Bașe, ez niha diçime bajêr, ku hinek hûr û mûr bikirrim. Ez ê rêya xwe bi mala we xînim, bila ewana tev bêne vir, hûn bi hev re rojekê an du rojan derbas bikin. Vane hemî kilîtên koçk û serayê, têde 100 ode, çi mezin û çi piçûk, hene. Hûn dikanin ji xwe re di nav de bigerin, hemî kevnareyên ku têde bi çavên xwe bibînin, tenha odeyeke pir piçûk di jêrzevînê de, li bin pașmaxa xaniyê li paș seraya mezin heye, nabe hûn wê odeyê vekin. Vaye kilîtê wî jî di nav kilîtan de ye, ew yê tev piçûk e. Gava hûn wê vekin, ez ê ji te sîv bêm û dibe ku tu ziyaneke bêwekanî bibînî. Baweriya min bi te heye, bila ev bawerî jar nebe.“
Wilo got, gurzê kilîtên hesinî ku pir giran bû; xiste destên bûka xwe, eniya wê maç kir, ber bi dergahê ve çû û seraya fireh û vala dengê solên wî yên giran veda.
Di wê rojê de, herdu xang û hersê birayên wê hatin, dayik û bavê wê nehatin, ji ber ku herdu nexweș ketî bûn, lê ewana hîvîdar bûn, ku dota wan bi xûșk û birayên xwe re bite zeyî. Ji xwe pêwîst bû, ew berî hatina wan biçûya zeyî, hema wilo nebû, û dibe jî ku Baron heznedikir ku bûka wî bi tenê xwe li mal bimîne, gava ew biçe derekê, an bêyî wî li mala bav û dayîka xwe bimîne, lew re rêya xwe bi mala xezûrê xwe xist û xang û birayên bûkê șandin ba wê.
Roja xwe ya pêșîn bi xwarin û vexwarinê derbas kirin, lê roja dî xangan xwestin xanî û serayê, veșartok û antîkên hemî odeyên koçka Baronê Rihșîn bibînin, û birayan xwestin li derveyê koçkê, li nav baxên wê, ji xwe re li asik û tawûs û kewan temașa bikin, piçekî șûrbaziyê bikin û tîran bavêjin.
Keçikan hemî antîk û veșartokûn koçka mezin û fireh, ode bi ode, serzevîn û binzevîn, giș dîtin û têre geriyan. Tiștekî wilo xweșik di jîna xwe ya rastîn de û di xewnan de jî nedîtibûn. Pir dilșad bûn, û ji kilîtê piçûk pê ve hemî kilîtên dî li deriyan xistin…
Li dawiyê, gihan ber deriyekî nizim, ku ji textê kevin û hesinê zingarî bû, di binê jêrzevîna xaniyekî de, ku li pașmaxa seraya mezin bû. Ji hemî kilîtan hîn yê piçûktir ji gișan di nav tiliyên bûkê de digote wê:
„-Qey ez ne kilîtim? De min jî carekê bi kar bîne.“
„-Kilîtê kinik, min soz da mêrê xwe, ku ez te bi kar neyînim.“
Wilo got, hema di sîngê wê yê sedefî de, agirekî bi alav vêket, dilpijînekê ew girt. Hem wê û hem jî xangên wê diviyan bipeyivin, ji hev re bibêjin ku bo çi wê nebînin çi di wê odeyê de heye. Ji wan hizirên dilê bûkê pirsek hebû:“-Qey ev deriyê nizim diçe razanga jineka dî? Lew re mêrê min naxwaze ez rastiyê bizanim.“ û di seriyê wê de hewiyeka ji wê çelengtir û ciwantir pêda bû, ku xudana razangeke wekî textê Belqîs e. Seriyê wê tengijî û ji wê ve diyar bû, ku dûmanê agirekî ji bêvilên wê derdikeve.
Xûșka wê ya mezin got:
“-Ez ditirsim ew niha vegere, bi ser me de bê, û ji me pir bixeyide.“
Ya dî got:
“- Ez dibêm, qey wî kana xwe ya zêr û zîv di vê odeyê de veșartiye, lew re naxwaze kesek bizane çi di wê de heye.”
Bûka Baron bi kilîtê piçûk ew deriyê nizim vekir, yek li pey ya dî, hersê derbas bûn hindirê tarî. Xûșka mezin bi paș ve vegeriya, çû mûmek anî, ew vêxist û hat, di ber yên dî re çû pêș wan…Çi bibînin?
Li ciyên ku rohniya wê mûmê gihayê, parçeyên lașeyên jinan hebûn. Jinin tazî, ku serî, dest, û pêyên wan ji hev birrandî bûn, di goleke xûna xwe de belav bûbûn...
“-Ev çiye? Ev çi hovîtî ye?”
Bûka Baron wilo got û bi sîngê xwe ve li orta lașekî ket, ku serî bi jêr de bû, por di nav gola xûnê de belav bûbû, ling bi darekî di ser seriyê wê re girêdayî bûn, û memikên bi xûnê sorbûyî bûn, wekî du hinaran bûn.
Bi lez û bez, tev li tirseka bê wekanî, hersê xang ji wê odeya nenas, bihingenî, tarî û xûnî, reviyan, derî li paș xwe girtin, bi destin lerzok bûkê derî kilît kir û li hev nêriyan, bi çavan ji hev pirsiyan, ka çi bikin!
Xanga mezin got:
“-Xangê, kincê te yê sipî tev bi xûn e, destên te û kilît jî.”
Her sê çûn razanga bûkê, kincê wê ji wê șimitandin, avêtin nav agirê pixêreka ku herdem alavbilind bû. Xanga mezin bi mașeyekê ew kinc di nav kizotên agirî de livlivandin, da bi zûkî tev bisoje û bibe xulî. Xanga dî bi çepilê bûkê girt û ber bi curnekî avê bir û herdu destên wê șuștin, û hinek çilpikên xûnê, ku li ser gulmên wê bûn, bi destmalekê paqij kirin. Bûkê jî gelek bizav kirin, ku kilîtê di destê wê de, ji xûnê paqij bike, hema her û her xûnê ji kilîtê dirijî, tew nedihat birrîn.
Bûkê bi dengekî lerzok, weku bi xwe re dipeyivî, got:
“- Hey lê, ez çi bikim? Qey xûn ji vî kilîtî dize? Nema radiweste.”
Ji tirsa re, ew kilîtê piçûk û xûn jê dihat xarê, ji nav gurzê kilîtan derxist, û ew xiste sekretûneke “dolabeke” cilan, ku li aliyekî razangê bû, deriyê wê dolabê girt û xwe avêt ser doșeka xwe ya razanê, bi destan çavêd xwe peçinîn û bi hêrs giriya.
Xanga mezin hat û xwe di ber wê re dirêj kir, destekî xwe di ser sîngê wê re gihande doșekê û got:
“-Negirî, xangê, negirî. Tiștek nabe, Xwedê me diparize.”
Ya dî jî ber bi wan ve hat û got:
„-Heger Baron pirsek ji te kir, bibêje ku me kilît bi șașî bi kar anî, deriyê odeyê vebû, hema ji ber ku hindirê wê tarî bû me tiștek nedît, û em tirsiyan di tariyê de biçine hindirê odeyê.“
Bûkê xwe rastkir, hêstirêd xwe bi destan maliștin û got:
„-Lê kilît?“
Xanga orte got:
„-Ka bide min, ez ê bavêjim hîșta kelehê, nav geyayê bilind. Gava Baron li wî kilîtî pirsiya, bibêje: Qey ew di tariya xanî û jêrzevînan de ji gurzê kilîtan ketiye, û em lê hișyar nebûne.“
Xanga mezin jî taze li xwe haydar bû, ku wê mûma bi xwe re biriye hindirê jêrzevîna tarî û tijî parçeyên lașan, li șûn xwe hêștiye, ji lez û bezîna wan, ji tirsa ku dilên wan girtiye, tew ji bîr kiriye. Got:
„-Ka kilît bide min, ez ê herim wê mûmê bînim an ji wir rakim û vemirînim.“
Di wê navê de, Baron ê Rihșîn ji nișka ve deriyê razangê vekir û dît ku rewșa wan ne li ser hev e, gelek tirsiyane. Yekser guman kir ku wan rastiya wî naskirine. Bi sinatî „hêdîka“ ber bi wan ve hat û destê xwe dirêj kir. Bûkê gurzê kilîtan ji tenișta xwe rakir û ber bi wî ve dirêj kir, lê destê wê lerizî û Baron têgihîșt ku gumana wî di cîh de ye. Herdu xangên bûkê, li pey hev ji razanga bûkê derketin, yek bi ser surha koçkê de beziya, bi hîviya ku deng li birayên xwe bike, gava ewana li hîșta koçkê dîtin, û ya dî bi xarê de çû, li derveyê dergahê koçkê rawestiya, da ji birayêd xwe re, gava hatin, mijarê bîne zimên, û ji wan bixwaze ku harîkariya xanga wê bikin, gava Baron tiștekî nebaș bîne seriyê wê.
Baron li gurzê kilîtan nêriya, dît ku yê ji gișan piçûktir ne di nav wan de ye. Gote bûka xwe:
„- Min bawerî bi te kir, hema tu ne cîhê baweiyê bû. Kanî kilîtê piçûk?“
Bûka wî xwest derewekê bike, hema kanîna wê nema bû. Tenha ber bi sekretûna cilan nêriya. Baron dît ku goleke xûnê li ber wê sekretûnê heye. Ew ber bi wê ve çû, deriyê wê vekir, dît ku çilpikên xûnê ji kilît dadikevin ber solên wî, dengekî wekî yê dilopên baranê jê tê. Kilît rakir, û bi destekî xwe, ku wekî yê dêwekî mezin ê bi hêz bû, bi pêlikên porê wê girt û ji ser textê razanê bi xarê ve kaș kir, êșeke mezin bi canê wê ket, û nalîneke nazik ji wê hat, ew bi kașkirinê re li ser mermerê odeyê, li ber lingêd Baron com bû.
Bûkê naskir ku êdî ew jî têye kuștin û lașê wê yê parçe-parçekirî wê wekî yên jinên dî cîhê xwe di jêrzevîna tarî de bistîne. Diviya bû ew jîna xwe ji nav destên wî kușterî azad bike, hema bi çi tonî û bi çi çareyê? Ji nișka ve hate bîra wê, ku dayîka wê carekê gotibûyê:“ Jin wekî guran e, gava hêriș li ser wan çêdibe û dikevine tengiyekê, ewana gavekê bi șûn ve diçin, hêza xwe dicivînin ser hev û bi ser hêrișvan ve hêriș dike, zora wî dibin û xwe azad dikin.“
Baron got:
„-Tu dizanî, wan lașeyên kerkerkirî yên kê ne? Ewana jî wekî te bûkên min bûn, jinên berdest û bermalên min bûn. Ewên ku min bawerî bi wan kiribû, lê ewana jî wekî te ne cîhê baweriyê bûn. Niha sir ate ye ku tu jî wekî wan cîhê xwe di wa jêrzevîna tarî de bistînî.”
Bûka dil bi tirsê dagirtî, ji nișka ve ji cîh hilgavt, û li hember wî wekî hembervanekî di qada cengê de rawestiya û got:
“- Tu ne dirist bûyî bi malbata min re. Te xwe wekî kesekî dilnaz û mirovhez da xuyakirin, heta te em xapandim, lê niha ez têgiham, ku di rastiyê de, tu hovekî mirovkujî. Te derew li min kir û te rastiya xwe li ber min veșart, te hovîtiya xwe bi xan û eywanan, bi xwarina goștên asikan û bi xaliyên giranbiha pêça. Tu çi dixwazî bi min bikî bike. Ez ji mirinê natirsim, hema kurtedemekê bide min, da ez nimêja xwe bikim, li ber Xwedayê xwe bigerim, bila ew nezanîna min wekî gunah li ser min nejimêre. Min soz da mêrê xwe ku ez wî kilîtî bi kar nayînim, lê min sozê xwe bi cîh nehanî. Ez ê ji Xwedayê xwe bixwazim ku wa șașiya min li min biborîne. Tenê kurtedemekê bide min, da ez nimêja xwe bikim, wekî dî ez tiștekî ji te lava nakim.“
Baron got:
„-Bașe, nimêja xwe ya berî mirinê bike. Ez ê herim jêrzevînê û vegerim.”
Wilo got û bi derve de çû. Bûkê jî bi lez û bez deriyê razanga xwe ji hinder ve kilît kir, û li șûna nimêjê bike, bi ber pencerê ve beziya, û bang li xanga xwe kir, ewa ku li ser surha koçkê li wê rêyê dinêrî, ku di nav geyayên daristanê re wekî marekî gewr dixuya.
Bûke gote xanga xwe:
“-Qey birayêd me naxuyin?”
“-Na, naxuyin, hema ji dûr ve kulxan di rê de heye, ez nizanim ew kulxan ji ber nalên hespan radibe an tolaza babelîskekê ye.”
Bûkê deng li xanga dî kir, ewa li derveyê dergaha kelehê bû, jê re got:
“-Xangê, gava birayêd me hatin, yekser wan haydar bike, berî ev kușterê genî me hersêkan dikuje:”
Wilo got û di razanga xwe re vir de û wê de çû û hat. Dîsa ber bi pencerê ve beziya û pirskir:
“-Birayên me hatin?”
Xanga wî bersiv da.
“-Erê, vane sê suwar ji kelehê ve nêzîk dibin. Bi gumana min, ewana birayêd me ne.”
Di wê navê de, Baronê Rihșîn, di nav lașan re digerî û ji xwe dipirsî, ka lașê bûka xwe ya nû bi kijan çengelî ve biçengilîne. Dawî, ji jêrzevînê derket, derî li paș xwe girt, kilît kir, kilîtê piçûk di têla gurzê kilîtan re derbas kir, mûma ku hîn vêketî bû, vemirand danî derveyê odeyê, û bi jor ve, ber bi razanga jina xwe ve, di nerdewaneke mermerî re, rûtehl, wekî kesekî șêt û dîn di ber xwe de kire kumekum, hilkișiya û șûrê xwe ji ber nava xwe kișand, di destê xwe de hejand û carekê vewșand.
Hersê birayên bûkê gihan ber dergahê koçkê. Xanga wan a ku hîn li hîviya hatina wan bû, bi herdu destan li kab û sîngê xwe da. Got:
„-Hawar…Birano, hawar…“
Gava birayên wê têgihan çi heye, yê mezin ji wan deng li xanga xwe, ya ku li ser surha kelehê bû, kir û got:
“- Zû ji xanga me re bibêje, ku vaye em hatîne hawara wê. Bila derî veneke heta dengên me dibihîse.”
Di wê navê de, Baron giha ber deriyê razangê, xwest ku derî veke, naskir ku derî ji hindir ve kilît kirî ye. Bi dengekî bilind qîriya, got:
“- Veke, ma qey nimêja te naçe serî?“
„- Ez ê çewa deriyê xwe ji kușterekî re vekim? Ma ez jî wekî te șêt û dînim?“
„- Mafê te yê jînê nemaye, ji ber ku te xinizî bi min kir, niha jî te derew li min kir. Wekî ji min re dixuye tu tew nimêj nakî, tu li rêyeke revê digerî, hema kesek nikane ji darbestika min a zêrîn bireve. Qey ez tew nezanim, ku razanga te li odeyekê çêbikim, ku tu bi zûkî jê derkevî?“
„- Ji ber deriyê min here, berî birayêd min te dikujin û termê te davêjin hîșta kelehê, ku cinawer û ajalan bixun. Vaye dengên wan û șîngeșînga nalên hespên wan tên guhên min û vaye xanga min a ku li ser surha kelehê min bi hatina wan haydar dike.“
„-Birayên te? Tu dîsa derewan li min dikî. Min bi çavên xwe ewana di kûraniya daristanê de dîtin, ewana bi nêçîra xwe ve gêro bûne, tew dengê kesekî jî naye wan. De veke, veke…“
Bi destekî xwe, û bi kabeka xwe li derî da, hema derî venebû. Lê ji paș wî ve dengên birayên bûkê hatin guhên wî. Ji tirsa re gurzê kilîtan ji destê xwe avêt, șûrê xwe hejand û gote wan:
„-Diyare hûn dixwazin bi xangên xwe re bimirin. Qey hûn evqas ji hev hezdikin? Ma hejar hemî wilo hevdilin?“
Birayêd bûkê șûrêd xwe ji kanan kișandin û li pêșmaxa razangê belav bûn, her yek ji aliyekî ve ber bi wî ve hat. Xanga wan a mezin jî, ku bi wan re ji derve de hatibû, beziya û deng li bûkê kir, got:
„-Xangê, netirse, Xwedê wê piștvaniya me bike, û birayêd me yên leheng wê vî kușterî bikujin û wê lașê wî bavêjin bo qertelan, ku di nav hev de parçe-parçe bikin û ji ortê rakin, da qerêjiya wî li ser rûyê zevînê nemîne. Ez ê hestiyên wî bi soringê cîlav bikim û di goreke pir kûr de veșêrim, da ewana va daristanê qerêj nekin.“
Baron ê Rihșîn û birayêd wan keçan li hember hev șûrbazî kirin, gelek birîn li hev pêda kirin, hema li dawiyê, wan hersêyan zora wî birin, ew bi kaban çû xarê û șûrê birayê mezin wekî birûskê di paș seriyê wî re hat vewșandin û seriyê wî firriya, li ser mermerê sipî yê wê pêșmaxê çilpikên xûnê li șûn xwe belavkirin, lașê wî yê gir, ku xûn ji histoyê dipijiqî bi aliyekî de hate xarê, dengekî wekî yê hirçekî ku têye serjêkirin jê hat û bi rumpîniya lașe re xûn bi her aliyekî de pijiqî.
Birayê piçûk, ku birîna wî ji yên dî siviktir bû, deng li xanga xwe ya di razangê de kir û got ku ew azad e, hemî sax in û dikanin bi azadî biçine mala xwe.
Lașê Baronê ku Rihên wî yên șîn di xûna wî de sorbûne, ji surha kelehê de avêtin hîștê, da qertel û ajalên çolê wî parçe-parçe bikin û tiștekî ji goștê wî bi hestiyan ve nehêlin.
Ji wê rojê de, wan bira û xang ji wir çûn û xanga mezin soz kir, ku ew ê pișt re vegere, da hestiyên Baron cîlav bike, da qerêjiya wan negihe zevînê mirovan. Birayê wê yê piçûk jî gotê, ku ew ê bi wê re bê, da ew goreke pir kûr ji wan hestiyan re bikole.
Cankurd
Cankurd: Bese, azaran nedin gelê Kurd
Cankurd: Salih Muslim dibêje ku…
Li rojavayê Kurdistanê çi heye?
Nameyeke vekirî ji rewshenbîrên Merîx re
Rojavayê Kurdistanê ku ve diçe?
Solên sor
Baronê Rihșîn
Mêrekî keçel carekê
Bo (Meclîsê) erê, hema çi Meclîs?
Kurd û projeya “federlî” li Sûriye
Çend têbînî li ser gotara Dr. Ebdulhekîm Beșar -Serokê Partî Dêmoqratî Kurdî li Sûriye (ALPARTI)
Efsane û çêrokên me yên gelêrî
Cankurd: Pêdivî bi Encûmena Neteweyî Li Rojavayê Kurdistanê mestir dibe!
Bila em giş bixebitin bo “Rêberiyeke hevreyî”
Bêjey a dil (6): Rewşa netewê
Bêjeya dil – 4-5
Bêjeya dil (3)
Bêjeya Dil (2)
Bêjeya dil
Stûnên baweriyê di Îslamê de
Ezdîn Şêr - I
Tefşokariya Filosofan
Defter a min
Stûnên baweriya rast di Îslamê de
Serxwebûn û Autonomî
Cankurd Kurd çi dixwazin?
Cankurd: Ez ji serxwebûna Kurdistanê re dixebitim
Cankurd: Were, em bifirin
Kurdan nekuj ey teres!
Serhildana qehremanê kurd Simko (1921 1930)
Şehîdkirina Dr. Abdurrehman Qasimlo
Mîtolocî û dûroka cejna Newrozê