Skip Navigation Links
Kurdî » Nivîsar : Dr. Musa Kaval : Stratejiyeke hevbeş ji bo çareseriya pirsa gelê kurd
 
Dr. Musa Kaval : Stratejiyeke hevbeş ji bo çareseriya pirsa gelê kurd
2012-03-16 12:52


Foto: Dr.Musa Kaval

Di destpêkê de, pêwîst dibînim ku danasînekê bikim, gewherê pirsa gelê kurd li Bakurê Kurdistanê diyar bikim. Hêja ye ku di vî barê de bal bikêşim li ser du xalên sereke: Gewhera pirsa gelê kurd; stratejiya çareseriya wê.

A. Gewherê Pirsa Kurdî.
Gewhera pirsa kurd li Bakurê Kurdistanê ji çar hêmanan pêk dihê : Pirsek siyasî ye, pirsa navxweyî ya hemû xelkê Kurdistanê ye, pirsa Tirkiyeyê ye; pirsek navnetewî ye .

I. Siyasîbûna pirsa kurdî : Di rewşa Kurdistanê de û ji ber binasên (sebeb) siyaseta înkar û imhaya Tirkiyeyê li dijê gelê kurd, ku ji destpêka sedsala bîstan de dest pê kiriye, ev pirs, di gewhera xwe de siyasî ye. Hemû pirsên din bi wê ve girêdayî ne. Pirsên civakî, aborî, çandî, pirsa mafên mirovan, pirsa demokrasiyê yan azadiya bîr û baweriyan hemû bi wê ve girêdayî ne. Ev pirs di navenda hemû pirsên din de ye, û yên mayîn li derdorên wê dizivirin li gora wê reng û rêbazan digirin. Ji ber vê yekê çareseriya siyasî ji bo vê pirsê derî vedike li ber çareserkirina hemû pirsên din.

Tarîxa siyasî ya Tirkiye ya van sed salên borî vê rastiyê dide nîşandan : Ji bilî ceribandina çareseriya Siyasî bo vê pirsê , hemû ezmûnên din hatin kirin. Lê tiyan ji wan nekarî û nikarin bibin bersiv û bi ser bikevin. Di gel ku ev rastî ji bo ker û lalan ji bo şêt(dîn) û aqildaran, ji bo cahil û zanyaran diyar e jî lê dîsan Tirkiye naxwaze vê rastiyê bibîne, û li gora wê pêngavan biavêje.

Dewlet bi hicetên cuda cuda ji vê rastiyê direve û wê wek pirsek siyasî ya gelê kurd nahesibîne, her dem navên ne rast dide wê, wek pirsa aborî, pirsa terorê û… hwd.

II. Berî her tiştekî, ev pirs ya hemû gelê kurd e : Pirsa kurd li Bakurê Kurdistanê doza hemû Kurdistaniyên bakurî ye . Anku ya wan hemû kesan e yên xelkê vê herêmê ne, ca çi ew kurd bin, çi asûrî-kildanî bin, çerkez, tirk, turkmen yan azerî bin; yan ji etnîkên din bîn. Her wisan çi dînê wan îslam bît, mesîhîbît bît yehodîbît, êzidî bît yan jî ne bawermendên bi çu dînan bin.

III. Ev pirsa ya hemû îdeolojiyan siyasî Kurdistanê ye : Her wisan li ser asta baweriyên hemdem (îdeolojî) çi muhafazakar bin, çi liberal bin, çi sosyal-demokrat bin, çi çep-perest bin yan komonîst bin , bê ferq û cudahî ev pirsa ya hemûyan e . Paşeroja me hemûyan , azadiya me hemûyan bi wê ve girêdayî ye. Ji ber vê yekê dibêjim : ferz e li ser her kesê ku xwe parçeyek ji vê pirsê bibine û vê pirsê ya xwe bizane û bo wê kar bike.
Ji ber vê yekê ez bawer dikim ku berî Dewletê, hemû gelê kurd berpirsyar e ji bo çareseriya vê pirsê. Tifaqa netewiya Kurdan dikare Dewletê jî bîne ser riya çareseriyê.

ÇARESERÎ

Me li jor diyar kir ku pirsa gelê kurd siyasî ye û ya hemû kurdistaniyan e. Çareseriya wê ji bo hemû xelkê Kurdistanê qenciyê, refahê, azadiyê misoger diket. Herwisan ji bo hemû xelkê Tirkiyeyê jî encamên erênî, îstiqrar û aştiyê bi xwe re peyda diket.

Ji bo vê yekê pêwist e ku Kurd li ser stratejiyek , li ser konseptek hevbeş pêk bên û bi hevre ji bo binecihkirina wî bixebitin. Ji bo vê yekê bawer dikim ku stratejiyek sê-qonaxî bo Kurdan ferz e. Min di dema damezirandina Hevbendiya Demokratîk a Kurdên Bakur de, li sala 2005 konsepta stratejiya sê-qonaxî pêşniyar kiribû. Pêwist dibînim ku di vê nivîsê de, bi kurtî wê cardin pêşniyar bikim. Bawer dikim ku şert û merc îro baştir in ji bo nîqaşkirin û nirxandinê.

Di destpêkê de pêwîst dibînim, bi bîr bînim ku di rewşa îro de Dewleta Tirkiye, gelê kurd li başûr ne wek netewe, ne wek kêmnetewe nas nake, nasnameya wî û mafên wî yên hevbeş qebul nake. Kurdan li welatê xwe çi desthilatdarî nînin û îradeya wan ne azad e.

Gewherê stratejiya sê qonax ew e ku di destpêkê de Kurd nakokiyên xwe yên siyasî û îdeolojî bicemidînin, ji bo azadkirina îradeya hevbeş ya gelê kurd bi hev re, bixebitin. Zemîneyek siyasî biafirînin taku Dewlet vî gelî û mafên wî yên siyasî, çandî nasname û mafên wî yên hevbeş nas bike û di destûrê de bi cih bike. Paşê her partiyek siyasî, di zemîneyek azad de, di merc û şertên demokratîk de di kare mucadeleyê li dijê hev ji bo desthilatdariyê (îktîdarê) bike. Ji bo ev armanc bi cih bibe pêwîst e ku tevgera siyasî ya kurd stratîjiyeke sê-qonaxî bipejirîne û li gora wê mucadeleya siyasî ya hevbeş bimeşîne.

Qunaxa yekemîn :
Di vê qunaxê de, fere ku xebatek zanyarî, siyasî bo amadekariya kongereyek berfireh bo Kurdistana Bakur bi vî awayê jêrî bihête kirin:

1. sazkirina komiteyek amadekar. Komîte ji nunerên partiyên siyasî û saziyên civakî, ji kesatiyên siyasî akademîk yên serbixwe hem li Kurdistanê hem li derveyî welat pêk bihêt.
2. Komite dîtin û daxwazên cudacuda komdiket, diyalogê digel hemû terfan didanît
3. Komîte ji aliyekê ve amadekariya kongerê biket ji aliyek din ve bi riya siyasiyan û pisporan projê misaqek milli amade biket.
4.Komîte daxwazên hebeş yên kurdan binirxîne, ditinên hemû terefan nêzukî hev biket û di dawiyê de pêşniyarek hevbeş amade biket û pêşkêsî Kongrê biket.
5.Komîte karê xwe di domîne heta ku kongre bihête kirin û biryarên wî bihêne dayîn. Ew qunaxe di domîne heta bi dawîbuna civîna kongrê.

Qunaxa duyemîn :
Qunaxa duyemîn bi dawîhatina kongrê dest pêdiket û heta binecihkirina armanc û biryarên wî di domînît.
Armancên kongrê :

1.Tifaq li ser daxwazên hevbeş yên gelê kurd jio ku ew di destora Tirkiye de cih bigirin û gora wê pirsa kurd bihête careserkirin.
2.Konseyek bala bihête afirandin ji bo ku ew bi berdewamî û bi yek dengî pirsa gelê kurd di asta Tirkiye de û di asta navdewletî de bi şopîne.
3.Konsey di xebîtî ku bi berdewamî diyalog di nav hêzên siyasî yên Kurdistana bakur de hebe û hemû nakokî bi riya diyalogê bihên çareserkirin.
4.Konsey di xebîtî da ku diyalog di navbera parti û saziyên kurd de û di navbera dewletê de berdewam û xurt bibit.
5.Konsey di xebitît da ku çareseriyek adil û berdewam ji bo pirsa kurdi bihête dîtin û şerê çekdarî rawestît û herwisan hemû girtiyên siyasî bêhên berdan , hemû kesatiyên kurd li derveyî welat bikarin bizivirin welat.
6.Baştir dibînim ku ev konre li derveyî Tirkiye bihête kirin. Eger şert û merc musaid bin li Kurdistana Başur bihête kirin, eger ne li welatek ewropî bihête kirin. Lewma pêwiste ku kesatiyên siyasî yên ku nikarin bicin Tirkiye di vê kongrê de beşdarbibin . Pêwiste ku hind tabo jî bihên şikandin, û nunerên hemû partiyên ilegal bi xwe bi navê partiyên xwe bikarin beşdarbibin.

7.Bêguman piştgiritin û dîtinên serokê herêma Kurdistanê, Cenabê Mesud Barzanî, dê hêzek mezin peyda biket ji bo serkeftina vê kongrê û ji bo ku şer rawestit aştî binecih bibit, û ev birîna kûr di cesedê gelê kurd û tirk de saxbibît.

Ev qunax jî di domînit heta ku pirsa kurd li Bakurê Kurdistanê bi awayek demokratîk û adilane bihête çareserkirin, bi destorê bihête misogerkirin, şer rawestît. Mafên siyasî, çandi, civakî yên hevbeş bihêne naskirin û di jiyanê de jî bihêne karanîn.

Qunaxa siyemîn :
Ev qunaxe dest pêdiket dema tehlîke liser nasnameya û hebûna gelê kurd bi dawî dihêt:
1.Dema ku gelê kurd li Bakurê Kurdistanê bikare bi îradeya xwe ya azad biryara carenusiya xwe bide.
2.Dema ku xelkê kurdistana bakur bikarît bi azadi, bi navên ku ew dixwazît partiyên siyasî damezirînît û nunerên xwe hilbijêrît û îdara xwe ya herêmî damezirînît
3.Demo ku desthilatdari û selahiyet di navbera merkez û hukmeta herêma Kurdistanê de bihête payvekirin. Herêmâ Kurdistanê bihête naskirin û ew di warê siyasi , civakî, îdarî, aborî û çandi de bibitte xwudan selahitên rastîne. ( heqîqi)
5.Dema perwerde, di dibistanên sereta heta xandina doktorayê jî bi zimanê kurdî bihête kirin. Piştî ku ev deskeftî misoger bibin qunaxa sêyemîn dest pêdiket.

Qunaxa sêyeîn.
Di vê qunaxê de, azdadî û demorasî li Kurdistanê dibîte hakim. Desthilatdarî û selahiyet di navera Merkez û îdara hêrêmî de dihête parvekirin. Irade û nasnameya gelê kurd dihête naskirin. Wê gavê armancên hevbeş yên parti û zasiyên siyasî yên Kurdistanê binecih dibin. Ji bo ku gelê me bikarit xwe baştir idare biket, xwe baştir îfade biket pêwiste ku mucadeleya siyasi ya navxweyî, ji bo desthilatdariyê , bi rêbazên demokratik û bi azadî bihete kirin. Di zemînek demokratîk de, gelê me dikarît bi riya hilbijartinên azad nunerên xwe hilbijêrît, dengê xwe li ser proje û porgramên partiyên xwudan ideolojiyên cuda bi îrada xwe ya azad îfade biket.
Dema min di derbarê qunaxa duyemîn got ku pêwiste partiyên kurd dest ji mucadela iqtidarî li dijê hev berdin armanca min ne ewe ku ew dest ji ideolojiyên xwe berdin, lê armanca min ewe ku, berê bi hevre bi xebitin da hêz û quweta xwe li dijê hev zeif nekin, da hêza xwe berî ji bo mafên gelê kurd bi karbînin. Piştî ku ew maf bi dest xistin her partiyek di karît, mucadelaya îqtidarê bi rêbazên demoqratik biket.

Dr. Musa Kaval
Mamostayê zanistiyên siyasî,Têkiliyên navdewletî.
musa.kaval@gmail.com
Nivîskarê Mêvan
Ednan Bedredin: Jibo Iraqeka konfederal*
Amir Bayar: “Düşünmeyen ve sorgulamayan bir halk KÜRTLER. ........
İsmail Beşikci: Birey Toplum İlişkileri
Fatih Sevigili: Kürtler, halkların demokratik enayisi mi.?!
Nûri Çelik: Rojbaş - Günaydın!
Amir Bayar: ÖCALAN- 19 Yıl boyunca Suriyede ne yaptı......
Fatih Sevgili: PKK, Kürtlerin örgütü mü?!
Bûbê Eser: Min çawa dest bi nivîsandinê kir?
Vahap Coşkun: Hendeğin sanal savunucuları
Muhsin Kızılkaya: Kurtarıcılardan kurtulmak!
Selim Çürükkaya: Ya boyun Eğ
Bûbê Eser: Kurdên xaîn û xwefiroş!
Dr. Sozdar Mîdî E. Xelîl, (wergera ji erebî, Mustefa Reşîd): Kurdistan û rastiyên dîrokî di çîroka Tofanê da
Yavuz Baydar: Ya ben ya tufan
Abit Gurses: Kanton
Razî Zêtî: Çima kurd ketin nava hikumeta nû ya îraqê?
Reşîd Battê : YEKÎTIYEKE PÎROZ Û BAREKÎ GIRAN
America Must Recognize Kurdistan
BAŞKAN BARZANİ'NİN AMED ZİYARETİ VE BİLEŞENLERİ
Mûrad Ciwan: BDPyî qasî AKPyiyan rêzê li Barzanî nagirin
İbrahim Güçlü: 'PKK aslında Öcalan'ın söylediklerini yapar görünüyor!'
AKO MİHEMED: Teqezkirina komkujiya rojava li jêr desthilata tekpartî ya PYDê!
Huseyin Sîyabend: AKP ve PKK, diğer Kürt örgütlerini dikkate almamaktadır.
Oya Baydar yazdı: Kürdistan Kürtlerindir
Turan Turkmen : BARIŞ SÜRECİ Mİ, TESLİMİYET Mİ ?
Bûbê Eser: Rewşa Rojavayê Kurdistanê(!)
Dr. Musa Kaval : Stratejiyeke hevbeş ji bo çareseriya pirsa gelê kurd
Îbrahîm GUÇLU: Li Rojavayê Kurdistanê rewşa civakî, çandî, siyasî, hiqûqî…
Yaşar KARADOĞAN: TESİR AJANLARI VE KÜRD HAREKETİ
Emre Uslu: Why would the PKK need a cease-fire now?
Dengir Mir Mehmet Fırat: Kürtçe masal bile yasak! (Neşe Düzel ile söyleşî)
Rêbwar Kerîm Welî: Mesele ne tenê PKK'ye
Îbrahîm Malgir: Xwedê Kurdan ji şiddetê biparêze!
Îbrahîm Malgir: Bawerî û bëbawerîtî!
Ibrahîm Malgir: Cumhûrîyeta Tirkî nehatîye gûhartin!
Şemdin SAKIK: TERÖR VE ŞİDDET APO, PKK, DTP VE SOLCULUKLA BİTMEZ…
Îbrahim Malgir: Cizre’de şahit olduğum görüntüler
Mihemed Evdila: Safsataya dualî ya dewleta tirkan û PKK-ê li hemberî doza miletê kurd !
Mahmut Alınak´tan BDP ye "mikroskopik eleştiri!"
Sezgin Tanrıkulu: Türkiye'nin ilk "sivil savaşı”
İbrahim GÜÇLÜ: Türkiye’de vesayet sistemi son buldu mu?
İbrahim Malgir: Kemal Burkay ve Hükümet
Sedat Günçekti : Top şimdi KCK´de
Öcalan’dan itiraf: “Ben Taşeronum”. Öcalan=PKK, O zaman
ABD, Kürtlere mi yoksa PKK’ya mı karşı?
İbrahim GÜÇLÜ: "Tanrı başkanlar"- PKK/Öcalan - "Demokratik Özerklik"...
Gelo “Xweseriya Demokratîk” tê çi mane ye? Ceribandina Başurê Kurdistanê…
Arşevê Oskan: Tirsa pîr û raperîna ciwan
Sedat Günçekti: BDP iki arada bir derede
Mihemed Evdila: BDP-ya ko daye dûv Dicle û Ocalan çi dike?
Rêbwar Kerîm: Bersiveke nû ji bo pirsyareke kevin
Seyîdxan Kurij : Hakkari’de Kürdoloji Konferansı
Barışa indirilen darbe!
Îbrahîm Malgir: Türkler ve Kürtler
Îbrahîm Malgir : Beyanî Baş!
Ali BURAN: GÜNEY Kürdistan'in bağımsızlık koşuları
Îbrahîm GUÇLU: Serokê Neteweya Kurd Mele Mistefa Berzanî nemir e…
Ebbas Ebbas :Çinar
Ebbas Ebbas : Quling
Zinarê Xamo: Tiştê Abdullah Ocalan dike zorbatî ye!
Ahmet Altan: Şerm Bike PKK
Mehmet METİNER: Öcalan tipik bir Jakobendir
Ümit Fırat: Öcalan derin devletle de temaslarını sürdürüyor
Joseph Puder: THE FORGOTTEN KURDS OF SYRIA
Îbrahîm Malgir : Kurd û Dewlet
M.Sanri: Îsmaîl Beşikçî vê carê berê tîrên xwe da tîraniya PKK-ê
Îbrahîm Malgir: Türkçeyi seçmeli ve kürtçeyi resmi dil yapsak ne olur?
Aziz Gûlmûş: Ji alê rastê ve bijmêre!
Aziz Gûlmûş: KîKirKîîî?!
Aziz Gûlmûş: SEMPATİZAN
Aziz Gûlmûş : MELLE
Aziz Gûlmûş: EMANETÊ BI QÎMET
Aziz Gûlmûş: ŞORBECÎ
Şerîf Omerî: Operasyona li dijî Roj TV û KNK
Îbrahîm GUÇLU: Hilbijartina Iraqa Federalî û Helwesta Partiyên Kurdistanê…
Apoîzm – HABERTURK - Rizgarî – Heqaret...
Mesele qebûlkirina siyaseta dewletê bû
Firîda Hecî yanê jî: „ Şêr şêr e, çi jin-çi mêre
Ergenekon bi ser ket
Jı bo rêxistineke nû konferansek û di sîstema kevn ya rêxistinî de israr
Figûranek bêcewher çawa dibe “serokekî neteweyî”?
Sedemên rasteqîneyên çalakiyên PKKê…
Selîm ê Netawa Kurd: Selim Dindar
“Şêx Zeynî nûha li tenişta serokên Kurdistanê … rûniştiyê.”
Dîkê sibê
Kurd çima nebûne dewlet?
Arîstokrat û mîrê siyaseta kurd çû ser dilovaniya xwe…
Qublenameya bêdengiyê
Îqtîdar
Lîsta Goran û opozisyon
Dr. Vet. M. Nûrî Dersimî-Lehengek
Ji bo neteweya kurd derfeta dîrokî û mîsyona neyênî ya PKKê…
Konê Reş: Zilamok!
I.Gûçlû: Dewlet û PKK çareseriya pirsa neteweya kurd naxwazê…
Gurzek Nêrgiz Bo Aramê Dîkran
Devera Barzan: Bîrhatina 26 saliya komkujiya dijî barzaniyan
Kurmancê Çalî: Pêdivîya siyasetvanên turk...