Skip Navigation Links
Kurdî » Nivîsar : Mûrad Ciwan: BDPyî qasî AKPyiyan rêzê li Barzanî nagirin
 
Mûrad Ciwan: BDPyî qasî AKPyiyan rêzê li Barzanî nagirin
2013-11-15 09:42


Foto: Mûrad Ciwan

SWÊD, 14/11 2013 — Serdana serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî tirs û hêrseka mezin xistiye nav dilê beşek ji BDPyiyan û heval û dostên wan ên çepên tirk ên kemalîst.
Wan û Radikalê û HDPyan mil daye hev da serdana Diyarbekirê û rola Barzanî piçûk bixin, bêtesîr bihêlin.

Nûçeyên medyayê rast bin, di demekê de ku Barzanî xeber rêkiriye û gotiye ew dixwaze serdana şarederiya Diyarbekirê bike li gel heyetên cuda ên kurdan bicive, komîserên li ser serê partiyê û şarederiyê tayinkirî ji bo kontrolkirina kurdan, amadeyiyên protestokirina Barzanî dikin.

Kesên maqûlnaskirî yên wek Ahmed Turk weka ku qet wan hay ji têkoşîna sedsalan ya Barzanîyan a ji bo gelê kurd, tecrube û têkoşînên wan û mewqifê neteweyî yê herheyî yê serokê take dewleta kurd Mesûd Barzanî nebe, ew gumanê dixin ser rola wî û serdana wî ya Diyarbekirê, rê li ber devê bêdoxîn ê xêrnexwazên nav BDPê û dervayê wê vedikin.

Bi sedan car îsbat bûye ku Barzanî ji roja ku taqeta wî têrê kiriye ew li gel kîjan hukumeta serdestê kurdan hevdîtin an hevkariyan bike jî wî rê nedaye ku ev kar têkeve qalibê dijî berjewendiyên kurdên wî perçeyî.
Ji 20 salan zêdetir e ku Qendîl û deverên ser hidûdê bakur-başûr ên ku diviya di bin serweriya hukumeta herêma Kurdistanê de bin, kurdên başûr razî ne ku di bin kontrola PKK/KCKê de bimînin.
Hetta ji wan tê alîkariyê jî didin.

Di hin demên çûyî de ku PKKyiyan dijîtiyên dijwar li hember wan dikir jî wan tehamula dagirkerî û operasyonên dewleta tirk ên nav axa xwe dikir ku bi bahaneya xwedêgiravî li dijî terora PKK-ê dihatin.

Esas BDPyiyên gênc ên ku nizanin bira zanibin, yên ku cara pêşîn di 1983-yê de gerîllayên PKK-ê hildan ser milên xwe û birin li çiyayên Kurdistanê bi cih kirin Barzanî û PDK ne.

Barzanî û hukumeta herêmê bi hevkarî û koordîneya li gel PKK-ê (tu carî ne bê hay û rizaya wan) li gel hukumeta Tirkiyeyê li riyên çareseriya pirsgirêka kurd digerin, pêşniyaran dibin, tawsiyeyan dikin.

Kongreya Neteweyî ya ku ê biciviya jî di esasî de di dereceya yekê de ji bo wê dibû ku şerîyetekê bide çareserî û aştiya navbera dewleta tirk û PKK-ê. Armanca serekî ya kongreyê ew bû ku bêje kurd neteweyek in, wek her milletî mafê wan e serbest û azad bijîn, li gel welatiyên dewletên ku ew lê dijîn bibin xwedan mafên wekhev, şiddeta dewletan a li hemberê gelê kurd ne rewa ye û nikare rê li ber daxwaza serbestjiyana gelê kurd bigire; lê demeka wiha hatiye ku divê kurd jî mafên xwe, ne bi çek, bi riya siyasî û diyalogê bistînin.

Li ser vî esasî, piştî lihevkirina tirkan û PKK-ê ê bang li PKK-ê bihata kirin ku dawî li şerê çekdarî bîne, PKK-ê jî ê çek daniyana.
Ev li ser daxwaza Ocalan, li ser lihevkirina Ocalan û dewletê bû.
Lê yên ku pêvajoya çareseriyê rawestand, bi teklîf û israrên ”kevirên mezin ên neavêtinê” kongre jî xistin tengavê û paşeroja wê meçhûl kir.

Barzanî herdem gelek bi rêz pêşwazî li berpirsên PKK/BDPê kiriye, ew wek birayên ezîz mêvan kirine.

Lê PKKyiyan ji roja roj ve, dijminayetiya avabûna Dewleta Federe ya Herêma Kurdistanê, PDK-ê û Barzanîyan kiriye.

Îddîayên ku li deverê, Îsraîleka duduyan ava dibe ne tenê yên ereba ne, yên serokê PKK-ê ên wextekê ne jî.

Gava parlamento û hukumeta Kurdistanê avabû serokên PKK-ê mihawele kirin ku êrîş bibin, wan hilweşînin.

Yên ku kurdên başûr, dezgeyên wan ên neteweyî, serokên wan bi eşîrtiyê, feodaliyê tohmetbar dikin PKKyî ne. Yên ku bi tezên kemalîst kurdan li ser esasê alewîtî û şafiîtî-neqşîbendiyê – ku ji sedî 90ê kurdan e – ji hev dûr dixin, kurdên elewî li hember kurdên sunne-şafiî û neqşîbendî tûj dikin, li çiyan di meqam û dezgeyên xwe yên pêwandîdar li gel kurdên başûr, PDK-ê û Barzanîyan, bi teybetî alewî û tirkên nefretkir ji kurdên şafiî û neqşîbendî bicih dikin ew in.

Yên ku propagandayên heqaretwarî, kufur û piçûkxistinan di nav gerîllayan de, li nav komele û rêxistinên xwe yên gelêrî, li medyayên xwe li dijî Barzanî berdewam dimeşînin û rê didin ku tirkên çep ên kemalîst di ajans û medyayên wan de, hero rasterast an di nav rêzikan de xeberan ji Barzanî û başûr re bidin ew in.

Ka hela mehekê televizyon û rojnameyên PKKê temaşe bikin, bê bi navê xwedêgiravî dayikan, bi navê zehmetkêş û şoreşgêran çi gotinên bêedeb li hemberî Barzanî tên pêşkêş kirin.

Hê hefteyekê berê di meşeka BDP-ê de ya li Mersînê pankartek vebû ku Barzanî bi terorîstên El Qaîde û El Nusra re kir yek û tehdîda ku ê wî di xwîna wî de bigevizînin belav bû.
Ev hemû li ber çavên Ahmed Turk, Selahattin Demirtaş û berpirsên din dibin.
Kengî?
Wê dema ku Barzanî got, El Nusre û El Qaîde kurdên Rojava qetil bikin ew bi vê razî nebin, lazim be ê midaxele bikin.
Piştî vê bi çendekê terorîstên El Qaîdeyê li nîveka Hewlêrê êrîş bir ser navenda Asayişê, xwîn rijand.

Tevî vê jî Barzanî ku tê Diyarbekirê, dixwaze serdana şaredarê Diyarbekirê Osman Baydemir bike, civînan li gel berpirs û serokên kurdan li dar xe, lê BDPyî ji dêlva ku bi alayên Kurdistanê pêşwazîyê lê bikin, haziriyan dikin ê protesto bikin. El însaf!

BDPyiyên ku çavên wan bi hizibçîtîyê kor nebûbe û hay ji berjewendiyên stratejîk ên gelê kurd hebe, ê baş zanibin ku armanca sereke ya serdana Barzanî ne mimkin e ew be ku ew xwedêgiravî piştgiriyê bide AKPê da şarederiya Diyarbekirê ji BDPê bistîne.
Yê ku vê bixwaze daxwaza serdana şarederiya Diyarbekirê a bi serokatiya Baydemir dike?

Diyarbekir hê PKKyî û BDPyî tunebûn xwedan qîmeteka stratejîk a kurdan e û di tarîxê de weka paytexta hemû kurdan hatiye naskirin.

Hê dê û bavên PKKyiyan ne li ser ruyê erdê bûn bapîrên Barzanî li zîndanên Diyarbekirê ji dayik bûne. Barzanî zanin Diyarbekir çi ye!

Ev serdan di demeke wiha de dibe ku tifaqeke tîcarî-aborî û enerjîyê ya gelek mezin di navbera herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de bûye, xetên gaz û petrola Kurdistanê tên Tirkiyeyê û di wir re ê derkevin bazara cîhanê. Hevkariya aborî û bazirganiya navbera herdu welatan ji 10 milyar dolaran buhuriye û berê xwe daye asta 20 milyar dolaran. Nêzîkbuna herêma Kurdistanê li gel Tirkiyeyê maneya wendabûna giringiya hidûdên navbera Bakur, Başûr û Rojava ye, kurdên van hersê perçeyan dikarin di demeka gelek nêzîk de bê pasaport û vîze, bê gumrik herroj her saet bi ser hev de biçin bên, kar bikin, mal û waran bikirin li gel hev bijîn.

Wekî din, guhertinên vê dawiyê welê kiriye ku hukumeta navendî ya Iraqê û Tirkiyeyê nêzî hev dibin, wezîrê derve yê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu serdana Bexdayê û başûrê Iraqê kir.

Malikî ê di nêzîk de bê Anqerê, Erdogan piştî wê ê biçe Bexdayê. Lazim e ku kurd hesabê van serdanan bikin û tedbîran bigirin da ew temelê ku li gel Tirkiyeyê hatiye avêtin hilneweşe.

Mesela Suriyeyê ketiye qonaxeka nuh a siyaseta navneteweyî; amadeyiyên Cenev2-yê hene.

Tarîxa me îspata wê ye ku çiqas mesela Rojhilata Navîn ketiye qada navneteweyî û nav destên zilhêzan, kurdan darbeyên mezin xwarine.

KCK û PYD serî li wan mezin bûye ku ê Rojava bi tena xwe têxin destên xwe û sîstema xwe ya KCK-ê li wir ava bikin. Ji bo vê, li gel rejima Esed, Malikî, Îranê, Hizbullahê û Rusyayê, hetta li gel hukumeta Anqerê kar dikin, lê çima ku Barzanî dibêje ”bi tena xwe mekin, werin hemû kurdên Rojava dest bidin hev, bi hev re bikin” kîn û nefretê ji Barzanî û hukumeta herêmê dikin.

PYD ne li gel hukumeta Kurdistanê û partiyên kurdan, lê li gel rejima Beşar Esed Rusyayê, hetta li gel hukumeta Anqerê kar dikin, lê çima ku Barzanî dibêje ”bi tena xwe mekin, werin hemû kurdên Rojava dest bidin hev, bi hev re bikin” kîn û nefretê ji Barzanî û hukumeta herêmê dikin.

PYD ne li gel hukumeta Kurdistanê û partiyên kurdan, lê li gel rejima Beşar Esed tevdigere û di Cenevê de jî siyaseta kampa Esed-Ruhanî-Hizbullah û Rusyayê dimeşîne.
Ev siyaset tehlîkeyeke stratejîk tîne ji bo kurdan ku kurdên Rojava-Bakur û Başur dûrî hev bikevin, hetta berê wan têkeve hev.

Serokê PKKê Abdullah Ocalan gava di newroza derbasbûyî de behsa rawestandina şer kiribû behsa wê tifaqa stratejîk a navbera Tirkiyeyê û kurdan jî kiribû ku ev bi kêmasî rê li ber nêzîkbûna kurdên bakur-başur û rojava vedike.
Serokê rêveberiya KCKê ê wê demê û fermandeyê HPG-ê yê nuha Murat Karayilan ji xwe ji ber wê gotibû ku her çendî PKK ji alî hêz û amadeyiyên çekdarî ji herdemê bêtir xurt e ku şerê orduya Tirk bike jî ji ber vê tespîta hakîmane a Ocalan şer rawestandiye û dest bi vekêşanê kiriye.
Yanî şer ji bo wê hat rawestan da ew gav bên avêtin ku netîceya tifaqa stratejîk a kurdan û Tirkiyeyê bide, çimkî maneya wê bi hindiktirîn, koordinasyon û hevkariya sê perçeyên Kurdistanê û nêzîkbûna perçeyên çaran bû.

Hukumeta Ak Partiyê tevî ku gelek hêdî, gelek bêdil gavan davêje jî, di tarîxa Tirkiyeyê de take hukumet e ku baweriya wê bi qebûlkirin û naskirina kurdan û rola wan tê, baweriya wê bi tifaqa navbera kurdan û Tirkiyeyê tê.
Em çiqas jê ne razî bin, wê têr nebînin, hêviyên xwe yên esasî bi wê ve girênedin jî AKP û hukumeta wê ji bo kurdan li gor CHPê û nijadperestên tirk wek ”melaîketan” e. Ne lazim e melaîket be jî. Madem rasyonel difikire, madem berjewendiyên Tirkiyeyê, di qebûlkirin û hevkariya li gel kurdan de dibîne, divê em kurd vê ferqê bibînin û li gor wê gavan bavêjin.

Em rast bêjin di her demên tarixê de misilmanên dîndar ên Tirkiyeyê, ji Îttîhad Terakîst, kemalîst, wesayetgêr û nasyonalîstên tirk qat bi qat birehmtir û qenctir bûne ji bo me kurdan.

Bifikirin ku CHP bi vê siyaseta xwe ya nuha ya ku li gel rejima Şamê her awe hevkariyê dike, li Iraqê sîstema merkezî a hukumeta Bexdadê diparêze, destekê dide siyaseta Îranê a pan-şîî, alewîtiyê derdixe hemberî kurdan, li dijî paymanên hukumeta Kurdistanê ên li gel cîranan e, dixwaze her tişt bi rê û rizaya Bexdayê bimeşe, ev CHP bê ser hukum ê tifaqeka wiha di navbera Tirkiye, Suriye, Iraq û Îranê de ava bibe, siyaseteka mişterek a bi wî awayî serdest bibe ku kurd li her çar perçeyan têkevin cendereya cehennemî. Gelek ji qezencên herêma Kurdistanê, yên Rojava, yên Bakur ê ji dest biçin.

Pêşketina CHPê bi vê siyaseta xwe ya nuha, xeterdîtina berjewendiyên stratejîk ên kurdan e. Kemalîstên çep ên ku BDPê HDP bi wan re danîye, hazirî tê kirin ku piştî hilbijartinên herêmî xwe di nav HDPê de bihelîne, ji CHPê jî xerabtir li dijî hevkariya Kurdistana Başûr a li gel Tirkiyeyê a di warê enerjiyê û aboriyê de ne. Ew projeyên kemalîst ên rêlibergirtina destkeftiyên neteweyî ên kurda ne.

Yên ku ne zarok an xêrnexwaz bin, ka dikarin nirx û qezencên stratejîk ên hevkariya navbera kurdan û Tirkiyeyê, seredan û civînên di vê riyê de, mihaweleyên avakirina Rojavayeke ne dijmina perçeyên din û hevkara Beşar Esed, Hizbullaha Libnanî, Malikî û rejima Îranê, li gel propagandayên ji bo bidestxistina şarederiya Diyarbekirê bidin ber hev û vê derxin pêş? Bêjin ku Barzanî tê da Diyarbekirê têxe destê AKP-ê. Ne Barzanî tiştekî wiha dixwaze û dike, ne jî dengên hilbijêrên diyarbekirî di destê wî de ne.

Hêsan tê fahm kirin ku çima çep û rastên kemalîst û nîjadperestên tirk vê serdanê naxwazin, reş dikin lê çawa bê fahmkirin ku BDPyî çima wiha dikin?
PKK/KCK/BDPyî divê îdî dev ji vê dilreşî û dijmewqifiya xwe berdin. Em bidin ber hev; BDPyî ji xwe ji Barzanî hez nakin, lê qasî zerreya kurdên AKPyî rêzê jî lê nagirin.

Kurdên dervayî dendika polayîn a nav sîstema KCK-ê û komîserên nav wê û BDPê; hemû, tevî partiyên xwe, AKP-yî, Nûrcî, Fethullah Xoceyî, demokrat û lîberalên xwe ji Barzanî hez dikin, rêzê lê digirin, qîmeta destkeftiyên başûr û maneya hevkariyên stratejîk ên enerjiyê û aboriyê ên navbera Tirkiyeyê û herêma Kurdistanê dizanin.

Lê ji bo li gor ajandeyeka dûrî berjewendiyên kurdan û tengbîniya nav BDP-ê, medyaya KCK-ê a ku ketiye nav destên wê dendika polayîn û komîseran, dengê dijminayetiyê pirtir dertê, manîpulasyon û dezînformasyoneka bêînsaf tê meşandin; mil bi milê kemalîstan; nasyonalîstên tirk ên rast û çep.

Jêder: Nefel.com
(Serkanî: Ji facebooka Mûrad Ciwan)
Nivîskarê Mêvan
Ednan Bedredin: Jibo Iraqeka konfederal*
Amir Bayar: “Düşünmeyen ve sorgulamayan bir halk KÜRTLER. ........
İsmail Beşikci: Birey Toplum İlişkileri
Fatih Sevigili: Kürtler, halkların demokratik enayisi mi.?!
Nûri Çelik: Rojbaş - Günaydın!
Amir Bayar: ÖCALAN- 19 Yıl boyunca Suriyede ne yaptı......
Fatih Sevgili: PKK, Kürtlerin örgütü mü?!
Bûbê Eser: Min çawa dest bi nivîsandinê kir?
Vahap Coşkun: Hendeğin sanal savunucuları
Muhsin Kızılkaya: Kurtarıcılardan kurtulmak!
Selim Çürükkaya: Ya boyun Eğ
Bûbê Eser: Kurdên xaîn û xwefiroş!
Dr. Sozdar Mîdî E. Xelîl, (wergera ji erebî, Mustefa Reşîd): Kurdistan û rastiyên dîrokî di çîroka Tofanê da
Yavuz Baydar: Ya ben ya tufan
Abit Gurses: Kanton
Razî Zêtî: Çima kurd ketin nava hikumeta nû ya îraqê?
Reşîd Battê : YEKÎTIYEKE PÎROZ Û BAREKÎ GIRAN
America Must Recognize Kurdistan
BAŞKAN BARZANİ'NİN AMED ZİYARETİ VE BİLEŞENLERİ
Mûrad Ciwan: BDPyî qasî AKPyiyan rêzê li Barzanî nagirin
İbrahim Güçlü: 'PKK aslında Öcalan'ın söylediklerini yapar görünüyor!'
AKO MİHEMED: Teqezkirina komkujiya rojava li jêr desthilata tekpartî ya PYDê!
Huseyin Sîyabend: AKP ve PKK, diğer Kürt örgütlerini dikkate almamaktadır.
Oya Baydar yazdı: Kürdistan Kürtlerindir
Turan Turkmen : BARIŞ SÜRECİ Mİ, TESLİMİYET Mİ ?
Bûbê Eser: Rewşa Rojavayê Kurdistanê(!)
Dr. Musa Kaval : Stratejiyeke hevbeş ji bo çareseriya pirsa gelê kurd
Îbrahîm GUÇLU: Li Rojavayê Kurdistanê rewşa civakî, çandî, siyasî, hiqûqî…
Yaşar KARADOĞAN: TESİR AJANLARI VE KÜRD HAREKETİ
Emre Uslu: Why would the PKK need a cease-fire now?
Dengir Mir Mehmet Fırat: Kürtçe masal bile yasak! (Neşe Düzel ile söyleşî)
Rêbwar Kerîm Welî: Mesele ne tenê PKK'ye
Îbrahîm Malgir: Xwedê Kurdan ji şiddetê biparêze!
Îbrahîm Malgir: Bawerî û bëbawerîtî!
Ibrahîm Malgir: Cumhûrîyeta Tirkî nehatîye gûhartin!
Şemdin SAKIK: TERÖR VE ŞİDDET APO, PKK, DTP VE SOLCULUKLA BİTMEZ…
Îbrahim Malgir: Cizre’de şahit olduğum görüntüler
Mihemed Evdila: Safsataya dualî ya dewleta tirkan û PKK-ê li hemberî doza miletê kurd !
Mahmut Alınak´tan BDP ye "mikroskopik eleştiri!"
Sezgin Tanrıkulu: Türkiye'nin ilk "sivil savaşı”
İbrahim GÜÇLÜ: Türkiye’de vesayet sistemi son buldu mu?
İbrahim Malgir: Kemal Burkay ve Hükümet
Sedat Günçekti : Top şimdi KCK´de
Öcalan’dan itiraf: “Ben Taşeronum”. Öcalan=PKK, O zaman
ABD, Kürtlere mi yoksa PKK’ya mı karşı?
İbrahim GÜÇLÜ: "Tanrı başkanlar"- PKK/Öcalan - "Demokratik Özerklik"...
Gelo “Xweseriya Demokratîk” tê çi mane ye? Ceribandina Başurê Kurdistanê…
Arşevê Oskan: Tirsa pîr û raperîna ciwan
Sedat Günçekti: BDP iki arada bir derede
Mihemed Evdila: BDP-ya ko daye dûv Dicle û Ocalan çi dike?
Rêbwar Kerîm: Bersiveke nû ji bo pirsyareke kevin
Seyîdxan Kurij : Hakkari’de Kürdoloji Konferansı
Barışa indirilen darbe!
Îbrahîm Malgir: Türkler ve Kürtler
Îbrahîm Malgir : Beyanî Baş!
Ali BURAN: GÜNEY Kürdistan'in bağımsızlık koşuları
Îbrahîm GUÇLU: Serokê Neteweya Kurd Mele Mistefa Berzanî nemir e…
Ebbas Ebbas :Çinar
Ebbas Ebbas : Quling
Zinarê Xamo: Tiştê Abdullah Ocalan dike zorbatî ye!
Ahmet Altan: Şerm Bike PKK
Mehmet METİNER: Öcalan tipik bir Jakobendir
Ümit Fırat: Öcalan derin devletle de temaslarını sürdürüyor
Joseph Puder: THE FORGOTTEN KURDS OF SYRIA
Îbrahîm Malgir : Kurd û Dewlet
M.Sanri: Îsmaîl Beşikçî vê carê berê tîrên xwe da tîraniya PKK-ê
Îbrahîm Malgir: Türkçeyi seçmeli ve kürtçeyi resmi dil yapsak ne olur?
Aziz Gûlmûş: Ji alê rastê ve bijmêre!
Aziz Gûlmûş: KîKirKîîî?!
Aziz Gûlmûş: SEMPATİZAN
Aziz Gûlmûş : MELLE
Aziz Gûlmûş: EMANETÊ BI QÎMET
Aziz Gûlmûş: ŞORBECÎ
Şerîf Omerî: Operasyona li dijî Roj TV û KNK
Îbrahîm GUÇLU: Hilbijartina Iraqa Federalî û Helwesta Partiyên Kurdistanê…
Apoîzm – HABERTURK - Rizgarî – Heqaret...
Mesele qebûlkirina siyaseta dewletê bû
Firîda Hecî yanê jî: „ Şêr şêr e, çi jin-çi mêre
Ergenekon bi ser ket
Jı bo rêxistineke nû konferansek û di sîstema kevn ya rêxistinî de israr
Figûranek bêcewher çawa dibe “serokekî neteweyî”?
Sedemên rasteqîneyên çalakiyên PKKê…
Selîm ê Netawa Kurd: Selim Dindar
“Şêx Zeynî nûha li tenişta serokên Kurdistanê … rûniştiyê.”
Dîkê sibê
Kurd çima nebûne dewlet?
Arîstokrat û mîrê siyaseta kurd çû ser dilovaniya xwe…
Qublenameya bêdengiyê
Îqtîdar
Lîsta Goran û opozisyon
Dr. Vet. M. Nûrî Dersimî-Lehengek
Ji bo neteweya kurd derfeta dîrokî û mîsyona neyênî ya PKKê…
Konê Reş: Zilamok!
I.Gûçlû: Dewlet û PKK çareseriya pirsa neteweya kurd naxwazê…
Gurzek Nêrgiz Bo Aramê Dîkran
Devera Barzan: Bîrhatina 26 saliya komkujiya dijî barzaniyan
Kurmancê Çalî: Pêdivîya siyasetvanên turk...