Skip Navigation Links
Kurdî » Nivîsar : Ev keyf û şahî yên kîjan serketinan in?
 
Ev keyf û şahî yên kîjan serketinan in?
2009-12-17 13:59
Evdirehman Şirnexî
info@mediakurd.com
DTP hate girtin û dest jî danîn ser malê wê, keda miletê kurd.
Dema mirov bala xwe dide ser gotin û piropaxandeyên endamên evê partiyê û berpirsên wê, mirov ji xwe re şaqismayî dibe.
Ev partiyên bi ked û xwina gencên kurdan, bi sernavên kurdan têne avakirin, bi çi heqî, ev berpirsiyar dikarin wiha xirab karbînin?
Gelo keda miletan ya bi dehên salan bi xwin û malwêraniyan ve têne standîn, hinde bê qîmetin?
Heqî (eger) ev partî ji bona çareserkirina pirsa kurdan re hatibe avakirin, ev çi bêhesabî û xişîmiyên siyasîn in, ev partiya ku bi dengê milyonên kurdan hatî hilbijartin dike?
Gelo ev çi kenê Emîne Xanimê ye ji bona girtina evê partiyê re têtê û dibêje ”çû û rêya pêşvebûn çû! Ev agehdarî ji kûdê ve tên?
Gelo çi hîvî dên evan şeqsiytên wekî Emîne Eyneyê de ji bona kurdan re hebe ko ewa dibêje: ”Min pênasa xwe bi şeqsiyeta, Evdila Ocalanî naskiriye?”
Hegî mirovek ji mala dayîk û babê xwe ve xwe nasnekirîbe dê çawe bikare bibe pêşkêşa welatekî wekî Kurdistanê?

Evenî nêzîkî sih salan e, Evdila Ocalan û dor û berên xwe ve kurdan dixapînin û nahêlin ti serwerî ji kurd û Kurdistanê re rastbibe.
Di dema evan sih salan de, nav neman ewan li xwe nekirîn û xirab nekirîn!
Çi dema hinekê quweta kurdan li serxwe ve bêt, Evdila û şîretkarên xwe ve dên hinek teoriyên vale û bêbinyat derbêxin û ewê quweta kurdan ji hevûdu belavbikin.
Ma ev ne pilanên rê li ber hereketa kurd ya netewî girtinê ye?
Guhertinên di Cîhanê de çêdibin, tesîra xwe li ser Tirkiyeyê û Kurdistanê jî dike û tirkên giheştîn evê pileya heyîbûna kurdan bipejirînin.
Di mêjûya Tirkiyeyê de ev cara pêşî ye tirk heyîbûna kurdan dipejirînin e.
Ev hikûmeta tirkan ya yekê ye dixwaze bandora dewleta kûr û kemalîzma Tirkiyeyê bişkêne û rê ji bona demokratiyê re veke.
Divê hereka kurd bi tevayî bizane gorayî guhartinên demê siyasetê bikin û keysê nedin dijminên xwe, bi xeletiyên wan darî li serê wan bidin.
Mixalefeta Erdoxanî ji bi hemî taqeta xwe ve lê dixebite navê kurdan neyê hildan û berê kurdan bidin karê şidetê, da bikarin navê hereketa kurd bi terorê binas karbike.
Pir aşkereye CHP,MHP, û Erkanê herbê û dewleta kûr, di îtifaqê de ne. Ji bona pêşîlêgirtina pêşketinên li Tirkiyeyê û li bakurê Kurdistanê de jî.
Rûyê dagirkeran diyar e û naskirina dijminan ne zêde zehmet e.
Belê ji bona kurdan ya zehmet ew e, ewên çawe rûyên kemalîstên rêberiya kurdan dikin nasbikin e.
Evdila Ocalanî bi tifeng, pere û polîsên tirkan vê rê li ber xebata hereketa kurd ya cidaxwazî ya kurd û Kurdistanê girt û Kurdistanîbûn di destên kurdan de pûç kir.
Ev Evdilayê rûyê wî nediyar dixwaze hemî şêweyên rêyên xebata sifîl û medenî jî bi evan pilan û bi hevalên xwe yên kemalist ve li ber kurdan bide girtin.
Rojên pirsa DTP ê li ber dadgehê bû û qewlê vekirina temsîla DTP ê li Waşingtonê bête vekirin û pêşî li bervekirina deriyê demokrasiyê bête vekirinê bû.
Serê Evdila Ocalanî êşa, oda wî hevde santîma teng bû.
Emîne Xanim dibêje ”kîtla me berê me dide çiyayî”,
Gelo kesek dî wekî te li çiyayî nîne?
Gelo qet li bîra Evdila û hevalên wî ye, ewan çi anîne serê miletê kurd?
Zarokên kurdan li kolanan têne kuştin, li çiyan bi rayên dexelê jiyana xwe derbaz dikin; di îşkencexanan de dinalin!
Ev li bîra kê de ye?
Hilhila kenê Emîne Xanimê bû û digot (açilim) ”çû û çû!”, keyfa wê ji ya MHP ê CHP û Erkanê herbê pitir tatê.
Kiryara Tokatê çêbû û şik li ser tirkan de diçû û erkanê herbê û mixalefet ketin rewşeka pir xirab de!
Rêyên parastinê ji wan re nemabûn; hizra evê kiryarî li ser Ergenaqonê de diçû.
Belê çi xwisaret PKK a kûr li hindada birayên xwe dewleta kûr ya tirkan giheşt û xweyîtî (!) li kiryara kuştina heft eskerên li Tokatê kirin.
Bêhna mixalefeta tirkan fireh bû:
Vekirina ofîsa berpirsiyarî ya kurdan ya li Emerîka yê çû!
Partiya bi xwina biçûkên kurdan hatî vekirin çû!
Ehmet Tûrkê bêdesthilat çû û rê ji kemalistên kurd re vale ma.
Erkanê herbê ketîbû bêçaretiyeka hin de zehmet de, ne dikarî biştexile.
Belê piştî hevalên wî yên PKK ê, kiryara wî girtin li ser xwe, ewî jî hin kesên xwe yên cilên gêrîlayên PKK ê kirin ber wan û kefiyên cemedanî dan dora sitoyên wan.
Ew bi têlsizan dan şitexilandi û gotin evenî me aşkere kirin ko PKK ê ev kiryar kirî ye.
Sedam Hisênî jî di dema şoreşa Îlonê de ji desteyên mafên mirovan re digot werin berên xwe bidin hefsiyên (girtiyên) kurdan ez çawe qedrê wan digirin.
Ewî hinek karkerên kurd tanîn û ewê rojê di hefsan (zindanan) de nîşa desteyên mafên însanan dikir.
Rûyên wan karkeran geş û tejîbûn.
Belê ewan desteyên mafên mirovan berên xwe didan kefa destên karkeran dizanîn ku destên wan hefsiyên, girtiyan sixte ne, ew ne destên pêşmergeyên şoreşên in.
Gelo ma em kurd weqasê tênegiheştîn e ku em nezanîn ew cilên welî paqij û ew rengên welî têr û tejî, ne reng û cil û berkên gerîlayên bi rayên dexelê dijîn û di şkeftan de dirazin in, e? Hegî Erkanê herbê yê Tirkiyeyê ji xwe ne şik bûya, dê ji bo çî pêwistî bi nîşankirina ewan kesên cilên gerîla kirin ber hebûya?
Şarzayiyên siyasetê yek jî şarzayîya dîtinên lehistin û pîlanên dijminî ye.
Miletê me bi xapandina kuştina çend eskeran bawer dike û bîra çûyina destketî û bedelên xwe zû ji birdike.

Evdirehman Şirnexî
12-12- 2009
Li Hewlêr
Evdirehman Şirnexî