Skip Navigation Links
Kurdî » Nivîsar : Mîtolocî û dûroka cejna Newrozê
 
Mîtolocî û dûroka cejna Newrozê
2010-01-24 16:41

Nivîsa bi Almanî
Dr. Golmorad Moradî
Heidelberg, Almaniya- 1993
(Jêder: Kovara Kurdaya – Bo çand, ramyarî û zanînê- 1/3 Avdar 1994)
Li gel (Chronologiya dûroka kurdî) - 1953
Wergerandina bo Kurmancî
Cankurd – 1999

Pêşekiyek ji aliyê Wergêr ve:

Bi rastî li ser cejnên netewa kurd em hindik dizanin û ewê, ku em dizanin jî pir tev li hev e. Hinekan ji me jî gotar an çêrok an jî şanogerî li ser Newroz û Zehak û kevne serohatên me nivisandine. Hema bi terzekî zanyarî hindik kesan ev war û zevî bi hûrikî dane ber lêkolînê.
Dr. Golmorad Moradî, ku jiyana wî - ta nivisandina gotarê ji aliyê wî ve - li binê vê pêşekiyê hatiye qelemkirin, yek ji zanayên Kurdistanê yên hişmend û jêhatî ye, ku dixebite bo bêtir rohnîkirina dûroka kurdî û derxistina nasnameya me ya kevnare ji tariyê û ew zanayekî bi nav û deng e di warê lêkolînên li ser Irana kevin û bi taybetî li ser Kurdistanê..
Min destûra wergerandina va gotara hêja ji wî bir , bi hêviya ku ewên bi almanî nizanin jî, kanibin wê bi zarê Kurmancî bixwênin. Min ev gotar, li gel Chronologiya dûroka kurdî, ku niviskar cihê belav kiribû, û min ew jî xistiye binê vê gotarê, bi hev re wek berhemeke pir giring dîtiye û lew re ez wê bi Kurdiya bakur/rojava bo xwendevanê kurd diyarî dikim..Dostê hêja Awat Saîd jî ev gotar berê wergerandiye zarava kurdî ya başûr/rojhilat..
Eger hinek çewtiyên wergerandinê hebin, ji comerdiya xwe serrast bikin û li ser me wek kêmanî nejimêrin, ji ber ku mebesta min têgihîştina metna make, ne diyarkirina hêza min azimanî ye..Ji min ev hat û tenê Xwedayê me yê gewreban bê kêmaniye.
Cankurd – 2001

Li ser Niviskar:
Golmorad Moradî di 11ê Avdara 1941ê li Zahaw, Kurdistana Iranê ji day bûye. Ew ji binemaleke cotiyar û koçerên Goran e, yek ji kevintirîn êlên Kurdistanê ye . Wek milyonan ji zarokên Kurdistanê delîve bo wî çênebû, ku ew biçe dibistaneke rojane wek rewşa îro. Li ciyê wê ta jiyansala nehê, ew fêr bû woşeyên bingehîn ên xandin û nivisandinê di malbatê de û di civata gundî de. Hîn ew şeş salî bû, bavê wî jiyan ji dest da. Piştî re diya wî jîna koçeriyê berda û bi wî re bar kir çû şarê Qesrê Şîrîn, ku pişt wê gavê ew fêr bû karê dirûtinê û ta 18 saliya xwe wek terziyekî kar kir. Di dema karê xwe de wek terziyekî û pişt re wek çawîşekî, çavdêrekî kolandinê, li ba karxaneyên petrolê û serkarekî borîyan, ew ket dibistana êvarkî û xandina dibistanê, ku di zarotiyê de bi dest neketibû, teva kir.
1969 hat Almanya û li vir piştî standina diploma dibistana bilind, du salan li Kolêca zankowa Pepperdine qedand.
Piştî tevakirina xandina aboriya gel û zanînên ramyarî li zankowa Heidelberg, ew li şaxê Rojhilatnasî û zanîna serdemê kevin di zankowa Heidelbergê de bû mamhoste. Ji bo têkiliya bi promotiona xwe re di dersên zivistanê de sala 1983-1984 li zankowa Oxford xand. Karê doktoriya xwe (Saleke deselatdariya otonom li Kurdistanê – Komara Mahabad 1946 – 1947) wek pirtûkekê sala 1992 ji aliyê dibistana bilind a Bremen ve di zincîra (Kurdistan) de, cild 1, hat belavkirinê.
Dr. Moradî ji sala 1988 ta 1992 di çarçiva peymana dersdariya xwe de bi zankowa Heidelbergê re semînara “Dûroka ramyarî ya Kurdistanê” û bizava “Pêşvedanek di zimanê kurdî de” dikir. Di dersdana zivistanê de 1992-1993 karin dersdayînê yên ji aliyê zankowên Hamburg û Bremen ve bi wî hatin pesartin.
Ji sala 1991ê ve Dr. Moradî gellek gotar li ser dûrok û rewşa ramyarî, olî û çandeyî ya gelên rojhilata navîn, û di serî de ya Kurdan, di Frankfurter Rundschau de, û di kovarên Kurdistan heute, Informationsbulletin Kurdistan, Kurdistan Archiv û Kurdistan Aktuell de belav kirin. Bo kovara Kurdistan heute “Kurdistan îro” zincîreke gotaran li ser dûroka şarên Kurdistanê yên navdar nivisand û di serî de du gotarên wî li ser şarên Qesrê Şîrîn û Kirmanşah belav bûne.

Ev kar:
Cejna Newrozê, ku di 21ê Avdarê de hersal tê şahîkirin, niha li Europa jî baş hatiye nasîn, lê dûroka wê, û wateyên ramyarî û çandeyî yên wê li ba gelên îranî yên kevin û bi taybetî bo Kurdan tenê hindik kes dizanin. Bi vê xebata pêşberkirî, weku ji me ve hatiye nasîn, mîtolocî û dûroka cejna Newrozê cara yekemîn bi zimanê almanî wilo bi firehî hatiye nivisandin.
Em hêvîdarin, ev berhema çandeyî, ku tê de danberheviyeke kesaniyên di mîtolociya cejna Newrozê de sira xwe lîstîne û kesaniyên tora kevnare „klasîk“ ya europî, heye, bo xwendevanên me, balkêş û bi kêr hatî be „bi mifa be“.
1. Sergotin:
Di jiyana çandeyî ya her gelekî de xalên bala hene, ku mirovên wan civatên gelêrî bi hev û din ve dizemirînin. Cejn û şahî, mîna cejna (Weihnacht) di cîhana filehî de, cejna (Qurbanê) di cîhana îslamî de, cejna (1ê Gulanê) ya Karkiran li teviya cîhanê û li dawî cejna (Newroz) an jî (Mehrecan) di nav gelên îranî yên kevin de, di vir de tên ser zimên.
Bo hinek ji van cejnan wateyên olî hene, wek Weihnacht û Remezanê, an jî wateyên ramyarî-aborî yên sade hene, mîna cejna 1ê Gulanê. Newroz an jî Mehrecan bo gelên îranî û berî wan tevan bo Kurdan, hem wateyên çandeyî û hem jî yên ramyarî hene.

Taybetiyên van cejnên, ku li jor hatîne navkirin, bi kurtî wilo tên salixdanê:

* Cejna Weihnachten nîşana mizgîniya Xwedê ye, ya xweşik û aşt bo civata fileh e.
* Cejna Qurbanê û ya Remezanê qurbanbaziya bawermendên musilman nîşan didin.
* Cejna 1ê Gulanê di serdema nûjen de aceteke xebatê ye, bi destxistina nîrin baştir ji karkiran re li teviya cîhanê, nîşan dide.
* Cejna Newroz an Mehrecan mizgîniya qurtalbûnê ji hovbazî û zordariyê nîşan didin.

Wek em her sal dibînin, cejna Newrozê îro hîn jîndar e, hema cejna Mehrecanê, mixabin! bo hinek egerên li min ne diyarin, ji bîr bûye, tevî ku ew bo gelên îranî yên kevin her wekî cejna Newrozê giring û watebar bû. Ji gellek cejnên serohatî yên gelên îranî yên kevin, ku pişt re wê bên navkirin, tenê cejna Newrozê, tevî guhartinên dîrokî yên zorbir, kanî bû bijiya.
Ji ber ku ji hêrişbazên Ereb re, ji wêranbazên Mongolî re û ji “serkeftiyên” din re, çandeya binkeftiyan nedîd “xerîb” bû, wilo wan bizavên xwe kirin, da wan şahiyên cejnên kevnare binzor bikin. Lê dîsa jî cejna Newrozê netewî, ne tenê sal bi sal bi şêweyekî mezin dihat şahîkirinê, lê belê ew bû diyarka paristina çandeya xweyî, bo dijberî û xebata li hember zordariyê jî.
Berî kesekî, bo Kurdan, yek ji pîrtirîn gelên îranî yên kevin e, ku îro di navbera çar dewletan de hatiye parkirin, cejna Newrozê ji cenga cîhanî ya yekê ve bûye yek ji giringtirîn çekên xebata aşt ji bo standina azadî, dadmendî û demokratiyê ye. Tenê ji ber terzê ramyariya civakî ya cejna Newrozê, ew ji zû ve, wek mitekî ye di çavên dîktatorên herêmê de.
Bo vê yekê Kurd di van welatan de nikarin bê asteng û bê qurbanî, û hin caran jî ji ber zehmetiyên mezin, şahiya Newrozê bikin. Hersal herêma kurdî di rojên cejna Newrozê de bi hêzên leşkerî tê damekirin „hîsarkirin“.
Şahiyên Newrozê pir caran dibin şînî. Cejna Newrozê ya 1992ê li Kurdistana –Tirkî (!), û qirkirina niştevanên bêçek di bajarên Kurdistanê de, ji aliyê leşkerê tirk ve baş tên bîra me.
Niviskarê van rêzikan, di çarçiva axiftinekê de, bi boneya cejna Newrozê, di Avdara 1990î de, dûroka zorbazî û xebata gelên îranî yên kevin û dûroka pêdabûna wê bi kurtî anî zimên, lê belê êpirsîna piştî wê nasdanê, di van sê salên dawî de wilo mezin bû, ku niviskar hat egerkirin, bi boneya 2605 saliya cejna sersala Kurdan, ji nû ve li ser wê kar bike û fireh bike, da daxaza dost û nasên xwe yên Faris, Kurd û ên, ku bi almanî dipeyivin, bi cih bîne.
Pêwîste di serî de bite lêvkirin, ku cejna Newrozê, pir caran ji aliyê welatiyên kurd ve berê hatiye rewşdanê û hersal belavkirinên nûjen bi ser wan ve tên.
Van nivîsan, bi gelemperî, rast, nasdaneke mezintir bo vî parçeyê çandeyî anîne holê, lê bi piranî li ser hûrikiyên wê ranewestîne û hinek jî ji rastiyan ve piçekî dûrin. Wilo niviskar taze di sergotina çapa duwemîn a pirtûkekê de li ser efsaneya cejna Newrozê ev pevek xwendiye:
„Berî niha bi 300 sal, hozanvanê îranî Fîrdewsî, agah daye, ku ev cejn ya Kurdan e.“
Di wê rûpelê bi xwe de mera hîn dixwêne:(1)
“Newroz berî demjimartina me di sala 612’ê de pêda bûye, gava Kawa agirek li ser çiyayekî dadaye, da bangewaziyê li mirovan bike bo serhildaneke dij bi şahê hovbaz Dehak. Li dora wî agirî ciwanên kurd ên, ku ji ber şah reviya bûn, civiyane.”
Di vir de, pêwîste ev bite berçavkirin:
•Fîrdewsî (2) berî niha dora 1000 salan jiya bû, ne 300 salan.
•Fîrdewsî di nivîsên xwe de, di hîç ciyekî de negotiye, ku cejna Newrozê ya Kurdane.
•Wek qelemdarên dûrokê ji me re gihandine, Mîdiyan, pêşserên Kurdan, di salên 708-701 berî Zayînê, di herêma îranî ya wê demê de, şahnişîniya (3) Mîdiyan a yekem, ku serşarê wê Hegmatana (4), Hengmadan an Ekbatan (>Hemedan<) (5) bû, ava kirin.

Li gor Herodot (1.98) divê şahê mîdî Deyokes şarê Ekbatana ava kiribe (6).
Sala 612 berî Zayînê, ango berî 2605 salan, Mîdiyan paşê şarê Nînewa, ku hingê serşarê şahdariya asûrî bû, dagir kirin (7). Bo Kurdên îro ev demok destpêka salnameya wan e.
Kawayê hesinkar û şah Zehak, herdu kesaniyên pêjinî (xeyalî) ne ji birrê yekemîn ê Şahnameya Fîrdewsî ne, lê têkiliya wan ne bi dûroka Mîdiyan re û ne jî bi sala 612 b.Z. re hîç tune ye.
Li ser kesaniya pêjinî ya Kawa cûrecûre rewşnasî hene loranî di Avêsta (8) de navê Kawayê hesinkar beranberî gellek kesaniyên efsaneyî yên din ne hatiye ser zimên. Hinde dûrokvan guman dikin, ku Kawa bi alaya xwe ya şorişê ve (Derefşa Kawyan) pêdakirineke şahên sasanî ye, da ku rêbaziyekê bidin şahbaziya xwe (9). Ta ev rast be jî, dîsa têkiliya vî Kawayî bi navdema 612 b.Z. re û bi deselatiya Mîdiyan re hîç nîne.
Bo vê yekê pêwîst e, ku bizav bên kirin, bo cudakirina çêrokên efsaneyî ji nivîsên dûrokî. Eve jî mebesta min e ji vê niviştê, û ez hêvîdarim, ku ev karê piçûk û bêguman ne bêşaşî ye, dê ji aliyê dostên, ku hewesdarê çandeya gelan in, bite baştir kirin û tevakirin.
Ezê li ser efsaneya Kawa gava diyarkirina wateya pêjinî ya cejnên Newroz û Mehrecanê hîn nêzîktir li ser rawestim.
Cejna Newrozê, bi teviya bihora xwe ya efsaneyî û dûrokî ve, di rojên îroyî de, ne tenê cejneke neteweyî ya giring û cejneke bo hemî gelên îranî yên Kevin e, bo wê, bi ser ve jî, sireke ramyarî ya mezin dilîze di jîna gelên binzor de li Iranê, Afganistanê, Iraqê, Turkiyê û Sûriyê. Bo van gelên zorlêkirî û di serî de bo Kurdan, ew nîşana daxwaza wan e di azadî, aşîtî û dadmendiyê de.

2. Wate û dûroka cejna Newrozê:

Newroz, ku “Nûroz” jî tê nivîsandin, şoreke “bêjeyeke” zimanê îranî ye (10), ku ji du parçeyan e: “Nû” bi wateya “Nû” û “roz” bi wateya “roj”, “Newroz” wilo “Roja nû” ye û navê mezintirîn cejnên neteweyî yên gelên îranî yên Kevin e, ku Faris, Kurdên li her welatan, Azerî, Belûşî, Afgan û Tacîkan û yên din in…
Ev cejna neteweyî her sal di 21. Avdarê (1. Avdarê = Ferwerdîn), di pêşgava biharê de û di wê katê de, ku roj û şev wek hevdu dirêjin, tê şahîkirin (11). Gelên îranî yên Kevin roja biharê ya pêşîn wek sersala xwe biryar kirine. Şayîna biharê yek ji du giringtirîn cejnan e bo pêşemîn êlên gelêrî, ku jê re Arî dibêjin, ewên ku di sedsala 15 û 14ê berî Zayînê de koç kirine nav herêma îranî û li wir bi cih û war bûne(12).
Bo van pêşserên “bav û bavpîrên” gelên îranî yên Kevin, tenê du salbirrk “demsal” hebûn û ewan jî ya sariyê, dema vehesê û terxankirina xwarina embarkirî û ya germiyê, dema kar û berhemdayînê. Destpêka germiyê û destpêka sariyê bo Mîdîyan jî, pêşserên Kurdan, yên Azeriyan û Parthan, pêşserên Farisan, wek du birrên giring ên salê mabûn. Weku em dizanin, ewa li ser wa dubirrekiya salê ta sedsala 6’ê an 5’ê berî Zayînê hîn li dar bûn.
Di Avêsta de, li ser wê parvekirinê bi vî terzî, hatiye gotinê: “ Sal ji du birran e: Havîn (Hama an Hamîn) (13), ku 7 mehan ji destpêka biharê ve (her mehek 30 roj), û Zivistan (Ziyana an Zimistan an jî Zistan û Zisan), 5 meh û 5 rojin (14).”
Di seriyê dema germ de, pez ji hozanan bi çolê ve dihatin berdan, mirov û sewalan bi mêrgê û bi derketina royê wek mizgîniyên şayî û kêfxweşiyê dilşad dibûn.
Di seriyê dema sar de, pez dihatin vegerandin hindir hozanan û bi kaya zivistanê dihatin êmkirin, û bo mirovan dema bêkariyê dihat. Lew re seriyê biharê û yê salbirrkên germ, û wilo jî seriyê salbirrkên sar bûyerin giring bûn di salê de, bi şahiyeke mezin, bi cejna Newrozê û bi cejna Mehrecanê, dihatin şahîkirin (15). Newroz bo destpêka kar û berhemdayînê ye. Mehrecan destpêka bêkariyê û mezaxtina “xerckirina” xwarina hildayî ye. Di destpêka demsala germ de jê re Inqîlabê-Seyfî (Pêdabûna çandiniyê) û destpêka salbirrka sar Inqîlaba Şetewî (Pêdabûna sarî û bahozê) jî tê gotinê.

2.1 Wateya mîtolocî:

Li ser cejnên Mehrecan û Newrozê efsane yên cûrecûre hene, ku ewan bûne parek ji baweriya gelên Iranê yên kevin û parek ji ola zerdeştî. Lew re têgihîştina wateya van cejnan li gel jêderên dûrokî tev li kevne niviştên pîroz ên zerdeştî (Avêsta û Yasna) giringin.
Da mîtolociya cejna Newrozê bite têgihîştin, wilo jî pêwîste, ku hinde gotin li ser cejna Mehrecanê jî bên kirin.
Wek me gotibû, cejna Mehrecanê berê wek cejna Newrozê giring bû, di niviştên olî de ciyekî bi wate girtibû:
Wilo hatiye hewaldan, ku “Mehr” navê royê ye, ku di 16ê meha Mehr de li cîhanê xuya bûye. Lew re ev roj bi “Mehr” hatiye navkirinê (16) û wek cejna Mehrecanê tê şahîkirinê. Al-Bîronî ji dûrokvanekî serdema xwe, ku bi navê Mûsa kurê Isa Al-Kesrewî bû, wî jî ji rûmetdarekî bihîstibû, ku gava roja Mehrecanê ditê, dem hîngê /Hamîn/ e. Ew tixûbê “serhedê” di navbera rohnî û tariyê de ye. Di wê demê de ro wilo bi hêz derdikeve, ku ew leş û can diherifîne. Lew re ew cejn li ba gelên îranî bi Mîrekan an Mîrecan tê navkirin (17).
Ji dev Selmanê Parsî hatiye, ku Hormozd di roja Newrozê de Yaqût û di roja Mehrecanê de Zeberced “Zumurrud” bo afirandiyên xwe pêda kirine. Lew re van herdu roj di ser ên din re ne, weku van du kevirên giranbiha di ser ên din re ne.
Ji dev Iranşarî hatiye, ku Hormozd (Xwedê) di roja Newrozê de ruhnî û di roja Mehrecanê de tarî gihandine hev û din, ku wan xwe bo hevjîna baş histobar kirine (18)
Divê bite lêvkirin, ku agirdadana serohatî “adetî” di pêş-êvara cejna Newrozê de, ku li ba gelên îranî û di serî de, li ba Kurdan, bi Kawayê hesinkar û serkeftina wî ya bi ser şahê hovbaz Zehak ve, tê girêdan, diviya bû bi cejna Mehrecanê ve bihata girêdan. Li gor hewaldanên cûrecûre dûroknivîsên demên navîn be, serkeftina Kawa û Ferîdon li ser Zehak di rojên 16. û 21’ ê meha Mehr de çêbûye û ji bo wê yekê cejna Mehrecanê dihat şahîkirinê (19).
Li ser vê mijarê Al-Bîronî wilo nivîsiye, ku gava Kawa (Kabî) Bêwaresp (Ejdeha an Zehak) bi binxistiye, ew ji cî hilkiriye û bang li gel kiriye, ku deselatdariya Ferîdon minê bikin “bipejirînin”, û şahî çêbûye. Lew re Mehrecan tê rûmetkirinê. Dibêjin, ku gava Ferîdon dij bi Zehak serî hildaye, melaîke bo alîkariya wî dahatin ser zevînê (20).
Al-Cahêz di pirtûka xwe de (Al-Mahasên wel Azdad) nivisandiye, ku di roja Mehr de, di meha Mehr de, ku Ferîdon kiriye, ku Zehak bite girtin, di wê rojê de, cejna Mehrecan hatiye şahîkirin.
Abî Al- Mansûr Al- Tha’lebî di pirtûka xwe de Azror Al-Siyer, ku bi navê Azror Al-Axbar Milûk Al-Furs we Siyeruhum nivisiye: Di roja Mehr de bû, meha Mehr, gava Ferîdon Zehak bindest kiriye, ew girtiye û bendî kiriye. Ew roj ji aliyê gel ve hatiye şahîkirin û bi Mehrecan hatiye navkirin.
Al-Masûdî di Miroc Al-Zeheb de: Merivek hebû bi navê Umer Kesra, mîna kesekî başnasê şahên îranî hatibû naskirin. Abû U’beyde kurê Al-Muthanna ji dev wî dibêje, ku Umer û gelekên din, ku xwe bi dûroka îranî ve gêro kiribûn, gotin, ku Ferîdon di wê rojê de, gava Zehak bindest kiriye û girtiye, şahî dirist kir û ew roj bi Mehrecan nav kir.
Li dawiyê Al-Teberî di pirtûka xwe de (Tarîx El-Teberî) nivisiye:
“ Hatiye gotin; şah Ferîdon, ku piştê nehê bû ji Cemşîd, di roja Mehr de, di meha Mehr de, qonaxeke Zehak li navçeya Zerrang dagir kir û du jinên wî, ku navên wan Arnewaz û Şarnaz bûn, ji xwe re birin. Dema Bêwaresp (Zehak) hat û ev yeka dît, bêhiş ma û kete xarê. Ferîdon bi pêyên xwe wilo lêda ta hiş ji seriyê wî çû û nikanibû raba ser xwe. Ferîdon ew di çiyayê Damawendê de bendî kir û bang li gel kir, ku di wê roja Mehr a di meha Mehr de, ango Mehrecan, di roja, ku tê de Bêwaresp hatiye bendî kirin, şahiyê bikin”.
Ev hewaldana Al-Teberî ji aliyê naverokê ve bi ewê, ku di Avêsta de û bi ewê, ku Fîrdewsî nivisiye re, li hev tên (21). Dibe ku Fîrdewsî çêrok ji Teberî an jî bênavber ji Avêsta biriye. Tiştekî bi cih e, ku Teberî pirtûka xwe ya dûrokê dora 100 salî berî Fîredewsî nivisiye (22).
Niha li ser wateya mîtolocî ya cejna Newrozê, li gor jêderên, ku hatine ser zimên:
Li gor efsaneyek (Mythos) zerdeştî, Zerdeşt di şemiya yekemîn de, ya meha yekemîn a sala 1767ê berî Isa ji dayîk bûye û ew roj, ku bi xwe destpêka biharê bû, mîna Newroza cemşîdî hatiye mebestkirin, li ser Newroza cemşîdî Mohammad Cewad Meşkor dinivise:
“ Loranî Cemşîd di roja Hormozd de, roja yekê di meha Ferwerdînê (=Avdarê) de hilkişî ser text, gel ew roj bi Newroz navkir û pişt re bo destpêka her salekê ew roj kir cejn (23).
Di çêrokên pêjinî “efsaneyî” yên xudandariya “memleketa-şahdariya” îranî de, wek berê hatiye nivisîn, Cejna Newrozê û cejna Mehrecanê wek serketina dadmendiyê li ser Zordarî û hovîtiyê tê şahîkirin. Newroz an Mehrecan roja Kawayê Ahenger (Asinger) hêjatirîn û gelêrîtîn mêrxasê gelên îranî yên kevnar e, ewê ku bang li gelên Iranê yên wê demê kiriye, bo li hember şahê hovbaz Zehak serî hildin, ew girtiye û deselatî daye dest deselatdarekî dadmend, ew jî Ferîdon bû.
Sersala wê serhildanê bi Newrozê hatiye navkirin (24). Ev mêrxasê efsaneyî Kawa bo Kurdan û bo gelên din ên binzorkirî li Iranê, bûye nîşana têkoşîna ji bo dadbazî û azadiyê. Bo bi bîr ve anîna wê mêrxasiya Kawayê asinger di serêvara Newrozê de agir tê dadan û di dor wî agirî re dîlan tê girtin.
Wek hatiye gotin, li ser vê paşdîwarê efsaneyî, piçekî çewtî heye. Lew re ez dixwazim ji jêdera makdar, ku her li ser wê tê axiftin, ji Şahnameya (Çêroka Şahan) dûrokvan û hozanvanê farisê namdar Fîrdewsî, ku berî niha dora 1000 salî nivisiye, di vir de metnekî li gor mebestê wergerînim û bi kurtî belav bikim:
[Carekê deselatdarekî dadmend li welatê gelên pişthesp “suwar” hebû (mebest welatê cezîra erebî û Israîla serdemî ye), ku bi navê Merdas bû. Bo wî kurekî şerbaz û lawaz bi navê Bêwaresp hebû, jê re digotin Zehak (Ejdehak). Zehak li ser fermana Iblîs (Şeytan) bavê xwe kuşt û deselatî stand.]
Loranî şahê îranî Cemşîd dij bi Hormozd (Xwedê) derketibû û xwe bi Xwedê nav kiribû, pêkevên wî dev ji wî berdan û çûn ba Zehak. Zehak ew delîve bi kar anî û hêzên xwe bi rêya wan desteyên ku ji Cemşîd cihê bûbûn, xurt kirin. Wilo wî kanî bû zora Cemşîd bibe û text û taca îranî bi dest xwe ve bîne.
Icar Şeytan li ba wî wek berdestekî “xizmetkarekî” diyar bû û ji wî re herdem xwarinên tamzar amade kirin. Zehak bo vê yekê ji wî hez kir û soz kir, ku bo wî her daxazekê bi cih bîne. Berdest ji wî tika kir, ku bihêle tenê ew biramûse herdu milên Zehak. Gava ew daxwaz bi cih hat Şeytan ji nişka ve winda bû û li ciyê maçên wî du marên reş derketin. Mar hatin birrîn, lê dîsa jî bi zûkî şîn bûn. Çi dermanzanan nekanîn wê janê sax bikin.
Niha jî Şeytan wek tixtorekî derket û jê re got, ku pêwîste wan maran her roj bi mejiyê du xortan bên nandan. Wilo wî dixwast, ku nijadê mirovî ji ser rûyê zevînê teva bike.
Hatiye hewaldan, ku piştî Zehak Cemşîd girtibû û ew birriya bû û kiribû du par, rojekê kêmtir ji 1000 salan deselatî kiriye.
Wilo her rojekê du ciwan dihatin qurbankirin, da ku jana Zehak bite kêmkirin. Du merivên dilovan bi navên Armaîl û Karmaîl (25) xwe wek aşxanekaran di hewşa şahanî de bi cih kiribûn û kanî bûn piştî hoşbîriyeke kurt her rojekê ciwanekî ji duwan azad bikin, ji ber ku li ciyê wî ciwanî miyek serjê dikirin û mejiyê wê didan şah. Wilo bi tevayî dused ciwanmêr hatin qurtalkirin. Her yekî ji wan bizinek û miyek ji xwarinkaran re dibirin û bi çolê de direviyan (26).
Dibên, ku bo Kawayê asinger duwanzdeh kur hebûn, ji wan yanzdeh bo marên Zehak hatine qurbankirinê (27). Gava sira yê duwanzdehî hatiye, Kawa serî hildaye û gel li hember Zehakê hovbaz rakiriye (28). Tevî, ku wî kanî bû hêrişa xwe bibira ser avahiya Zehak û wilo wî mîna şahekî bêdad û hovbaz bide ber dijûnan û kurê xwe yê paşîn rizgar bike, lê dilê Kawa ranewestî. Gava wî û kurê wî xwastin ji avahiyê derkevin, Zehak ji wî xwast, ku ew daxweyaniyekê îmze bike, tê de hatiye, ku Zehak deselatdarekî dadmend e. Piştî, ku Kawa ew daxweyanî xwend îmzekirina wê nepejirand û ew çirand, avête xarê û li gel kurê xwe bi xeyd ji hewşa şahanî derket. Pişt re wî serhildaneke gelêrî dij bi Zehak li saz xist, ew bindest kir û weku berê hatiye gotin, Ferîdon şahê dadmend hilda ser textê şahanî(29).
Bo serhildana Kawa nîşangek habû, ta roja îro ew jîndar e. Kawa hungulka xwe ya çermî, ku dema wî karê asingeriyê dikir dida ber nava xwe, xiste serê çovekî wek alayeke bilind kir û dij bi Zehakê hovbaz bang li gel kir bo serhildanê. Ew hungulka çermî, ku wek alaya serhildanê bû, li ba Ferîdon bextewar bû û bi zêr û kevirên giranbiha (Cewheran), bi rengên spî û zer û morkê şîrî (lîla) hat xemilandin (30).
Iro rengên sor û zer û kesk di alaya sîmbolî ya Newrozê de cî digirin û rengên sor, sipî û kesk rengên alaya netewî ya Kurdan in.
Parê mîtolocî yê Şahnameyê di dema pêşdûrokî de pêk hatiye, berî ku Kurd û Faris û çi gelên din hebin. Bo vê yekê bê wate ye, ku mirov wan kesaniyên efsaneyî wek Zehak (Samî!), Ferîdon û Kawa (Arî!) bike malê Farisan, Kurdan an Turkan. Zehak nîşana hemî hovbazan e û Kawa, an jî Ferîdon nîşan in bo mirovên, ku ji bo azadî û dadmendiyê xebitîne. Kawa tê şahîkirin ji ber ku li hember hovbaziyê serî hilda û mirov ji dîktatoriyê azad kir.

2.2 Wateya dûrokî
Li vir gellek xweyanî hene, hemî rastecih in, ku Newroz û Mehrecan du cejnên giringên gelên îranî yên kevnare bûn, ku di seriyê herdu salbirrkan de dihatin şahîkirin: Li gor niviştên pîroz ên Zerdeşt (Yasna), ku ola wî, bi xwe ola gelên îranî yên kevnare bû, û ji van jî ola Kurdan bû, di dema berî Islamê de, roja derketina Zerdeşt di sala 1080 berî Isa de wek cejna Newrozê hat şahîkirin. Li vir jî di hinek çavkaniyên dûrokî de tê gotin, ku roja Newrozê ya Zerdeşt bi xwe di seriyê biharê de wek cejnekê hatiye hejmartin.
Li gor çavkaniyên din, wek li jor hatiye gotinê, lê belê di seriyê herdu salbirrkan de cejn hatiye şahîkirin, ku cejna Newrozê bi Inqîlab-î Seyfî, ango di seriyê dema kar û ajotiniyê de, cejna Mehrecanê jî bi Inqilaba-î Şetewî, ango di seriyê dema sar de. Ev serohat ta dema bi karanîna salnameya zerdeştî du sala 485 berî Isa de (32) mabû. Loranî ew salname di şûnxistina roja Newrozê de sirekî lîstiye, divê ku di vir de bi kurtî li ser wê bite qelemkirin:
Sala salnameya zerdeştî, ku li gor nimûneke (Mustereke) salnameya misrî hatiye diristkirin (33) ji 365 rojane û li 12 Mehan hatibû parvekirin, her mehekê 30 roj. Li gor vê parvekirinê 5 roj û 6 katik (saeet) ji ber dimînin. Wan Pênc rojên ji ber mane bi navê Endergah (Rojên berma) dihatin nasîn û ji salê nedihatin hejmartin. Wan şeş katikan „saetan“ her çar salan dibûn egera bi şûnvedana roja Newrozê rojekê (34). Mera dikare bibêje, ku yan her 120 salan roja Newrozê mehekê bi şûn xistiye an jî sala 120ê, ku wek sal-î Kebîse (Sala tijî) nase ji 13 mehan hatiye dagirtin. Bi şûnvedana roja Newrozê di dema deselatdariya sasanî de serohat (a’det) bû. Wilo roja Newrozê -bo nimûne- di sala 300 ê Zayînî de ketibû 7ê Çêriya Pêşîn (September), di sala 400ê Zayînî de ketibû 12ê Tîrmehê (Ab), di sala 500 Z. de ketibû 19 Tîrmehê, di sala 600ê Zayînî de ketibû 24 Hizêranê û li dawî di sala 632 Zayînî de rastî 16ê Hizêranê hatibû (35). Carina roja Newrozê û roja Mehrecanê jî li gor daxwaza dil dihat guhartin. Pir caran wilo bûye, ku rojdema van herdu cejnan bi egera ji cî rakirina dîktaturekî an jî tackirina deselatdarekî hinde mehan pêş ve an paş ve hatiye xistin an jî şahan rojdema tackirina xwe xistine roja destpêka beharê „biharê“ û cejna Newrozê.
Şêweya, ku cejna Newrozê pê dihat şahîkirin, di her serdemekê de cihê bû. Carinan ji roja biharê ya pêşîn ve ta bi roja şeşemîn a mehê bû. Deselatdarên şahaniya Sasaniyan li Iranê (226-651 Z.) cejna Newroz -bo nimûne- teviya meha Avdarê (=Ferwerdîn) (Mars-April) di şeş caran pênc rojan de şahî kirin. Di pênc rojên pêşîn de şayîn bo şah û malbata wî bû, di pênc rojên duwemîn de şah diyarî li fermanberên xwe yên giranbihatir, ku di hewşa şahanî de kar dikirin, belav dikirin, di pênc rojên sêyemîn de cejna berdestên hewşa şahanî bû ya fermanberên wî yên navîn bû, di çaremîn pênc rojan de, bo kesên bijarte ji fermanberên li welêt bû, ku ji aliyê şah ve hatibûn hilbijartin, di pênc rojên pêncemîn de cejna serekên leşkerê bû û di şeşemîn pênc rojan de cejna gel bû.
Ji ber ku cejna Mehrecan û cejna Newrozê, li ba gelên îranî yên kevnare wek hev cîbilind bûn, lew re herdu bi mezinahî dihatin şahîkirin, û herdu jî li ba gel wek hevdu bûn. Deselatdarên wan deman jî xwe li gor daxwazên gelan li saz dixistin, û wan bingehên , ku ji cejna Newrozê re dana bûn, ji cejna Mehrecanê re jî bi kar dihatin. Li ser vê Al-Bîronî nivisiye:
„Pişt re şah û gelên îranî (niştevanên welaatê Iranê) ji destpêka cejna Mehrecanê ve ( di 16. Mehr de) bi dirêjiya 30 rojan, tev wekî cejna Newrozê şayînî dikirin.”(36)
Hormozd, kurê Şapor, yekemîn şahê sasanî bû, ku ew parkirin rakir, cejna Newrozê ji roja 1’ê ta bi roja 30’ê mehê bite şahîkirin. Dibêjin, ku bavê wî Şapor (ji aliyê dayikê ve Kurd bû) di sala 240 Z. de cejna Newrozê bi şêweyekî mîrî (fermî) bo hemî gelên îranî ferman kir.(37)
Iro tenê hetanî roja 13ê”ji meha biharê tê şahîkirin. Tiştekî bi cih e, ku cejna Newrozê, wek ya îro, di sala 581’ê Z. de (dibe jî di 471Z. de) bi fermî wek cejna netewî hatiye nasîn.
Wek berê hatiye gotin, rojdema cejnê, piştî bi kar anîna salnameyê, ji ber sala tijî “sala kebîse” di her 120 salan de mehekê hatiye bi paş xistin. Melekşahê selcûqî, ku sêyemînê çar şahên mezinên Selcûqiyan bû, ji 1072 Z. ve ta bi 1092 Z. deselatî kiriye. Bi alîkariya wezîrê xwe Nizam Al-Mulk di sala 1074 Z. de salnameyeke nû bi kar aniye, ku bi salnameya Celalî navdar e (38). Di vê salnameyê de roja yekê ji biharê wek roja Newrozê ya pêşîn hatiye bi cih kirin. Ta roja Newrozê neyê bi paş xistin, şeş mehên pêşîn 31 rojîn, pênc mehên li pey wan 30 rojîn in, û meha tev paşîn di salê de ji 29 rojan e. Ji wê demê ve (1074 Z.) şahiya cejnê hersal di 21’ê Avdarê de (roja biharê ya pêşîn) li wan welatên, ku di serî de hatine navkirin, çêdibe.
Divê bite lêvkirin, ku bo gelên îranî yên kevnare, li gel van herdu cejnên mezin hinek cejnên din, mîna cejna Sede, ku bi cejna Agir jî tê nasîn, hebûn(39). Ew jî berî Newrozê bi 50 rojan , cejna Tîrecan, cejna Azarxiş û cejna Wehar (cejna Biharê) jî dihatin şahîkirin. Eva taliyê, ji ber bi paş ve xistina cejna Newrozê bi egera sala tijî, dihat şahîkirin. Piştî wan hemî cejnan û hinek din jî, wek berê hatiye gotin, piştî îslamkirinê, tenê cejna Newroz kanî bû bijiya (40). Li ser vê çûnê Êhsan Teberî nivisiye:
“Cejnên gelên îranî yên ne olî, wek cejna Newrozê, rengên olî standin. Ji ber ku van cejnan li ba melayên îranî yên oldarên hişkbîr (Henefî û Henbelî) yên dema deselatdariya selcûqî wek cejnên olî yên Gebrêkan (Zerdeştî) dihatin dîtin û qedexekirin. Ji wê demê ve cejnên Mehrecan û Sede mirin, tenê cejna Newrozê kanî bû bijiya.”(41)
Bo parastina jîna cejna Newrozê piraniya dûrokvanan van egeran navdikin:
Egera yekemîn ew bû, ku roja Newrozê rast wê rojê hatiye, ku pêşrewê (îmamê) Şî’ee yê yekemîn E’lî tê de bû ye paşengê (Xelîfeyê) Islamî. Li ser vê Zebîhullah Sefa dinivise:
“Tenha cejna, ku piştî îslamkirinê kanî bû bijiya, cejna Newrozê bû. Li gor baweriya ruhn a hemî dûrokvanan ev derfet tenê wilo çêbûye, loranî roja Newrozê bi xwe, roja ku tê de Elî îmamê Şî’ee yê yekemîn bûye paşeng.”(42)
Ji ber ku piraniya gelên îranî Şî’ee ye, û cejna Newrozê wek cejna netewî tê jimartin, lew re ew ta bi roja îro tê tîmar kirin.
Duwemîn eger jî ewe, ku qenciyên cejna Newrozê yên diravî bo deselatdar hebûne, ji ber diyarî yên, ku hîn di dema Sasaniyan de bo paşengê (xelîfeyê) îslamî jî dihatin dayîn, di serî de bo Umewiyan tiştekî ku dev jê nedihat berdan. Tenê bo vê yekê cejna Newrozê bi taybetî du şahmala Umewî de bi teherekî şahanî dihat pîroz kirin (43). Li ser vê Geurgie Zaidan di Şaristaniya Islamî de, bend 2 nivisiye: “Benî Umeyye gelê îranî histobar kiribû, ku roja cejna Newrozê diyariyan bidin deselatdaran. Mezinî û bihayê diyariya Newrozê di dema deselatdariya umewî de, yê paşengekî umewî, salê 5 ta bi 10 milyon Direhem bû (Dirhem wê demê yekaniya diravî bû). Şarparêzên umewî di Irana berê de bangewazî li gel dikirin bo cejnê û ji wan dixwastin, ku diyariyan bi xwe re bînin. Şarparêzê yekemîn, ku diyariyên cejna Newrozê û ya Mehrecanê jî îcra kiriye, Heccac kurê Yûsifî bû.”(44)
3. Paşgotin
Li dawiyê, divê li vir hinek nêzîkahiyên balkêş ên di navbera kesaniyên, ku ji pirtûka Şahname ya hozanvanê faris Fîrdewsî û berhemên europî de yên torevaniya kevnare (klasîkî) bên diyar kirin(45). Wek mînaka serekîn nêzîkahiya di navbera Cemşîdê di (Pişdadyan û Xaşayarşah) a Fîrdewsî de û ewê ku bi Agamêmnon tê nasîn, di serpêhatiya hozanvanê yûnanî (îxrîqî) Aişîlos de (525-456 berî Isa), ewa, ku bi navê (Ên Faris) namdar e.
Piştî, ku Cemşîdê malpir û hêzdar li hember Xwedayê xwe (Hormozd) serî hilda, deselata wî ya xwedahî jê hat standin û text û taca wî ketin destê Zehak. Diviya bû ew bireve, piştî sedsalan ji revê ew girtin û ji aliyê Zehak ve ew hat duparkirin.
Em ketin û mirineke wek vê li ba şahê farisî Xaşyarşah û li ba şahê yûnanî Agamêmnon jî dibînin. Ewan jî bûn qurbanên pozbilindiya xwe. Xaşayarşahê destbelav (camêr) û hêzdar ji aliyê neyarin gellek jartir ve, ku hîç leşker li paş wan nebû, hat binxistin. Agamêmnonê ku keleha Troya li Asiya biçûk wêran kir û wek serkeftekî vegeriya mal, tevî wê mêrxasiyê nekanî bû rojekê jî bi serfiraziya xwe şa bibe û ji aliyê jina xwe ve hat kuştin.
Mînaka “wekaniya” duwemîn em di navbera efsaneya Zehak, di Şahnameya Fîrdewsî de, û di Makbeth a William Shakespeare de bidin ber hevdu. Zehak mîna zorbazekî hov tê diyarkirin, ew bavê xwe dikuje, da li ciyê wî bibe şah û xwe dixîne berdestiya Şeytên, loranî ew soza deselatiya bê sînor sozdike. Dema bo wî tê ravekirin, ku ewê bi destê ciwanmêrekî hîn ji dayik nebûye, bê kuştinê, ev pêşnasî şev bi şev di xewê de tê ber çavan, û ji tirsa têkçûnê, li derdora xwe û li gelê xwe hovbaziyê pirtir dike, ferman da bi kuştina mendalên, ku nû ji day bûne, lê herku wî zordarî li gel kir, tirs û xema wî hîn bo jiyanê bêtir bû.
Ev yeka bi xwe bi seriyê generalê skotî “ji Skotland” jî hatiye. Sihirbaz ji wî re tê re dinêrin û dibêjin, ku ewê bibe şah. Di bin hikariya vê pêşnasiyê de û bi destê jina wî ya çav her li pirî, ew şahê Dunkanê yekemîn bi xinizî dikuje. Da ew bedkariya xwe bincil bike, ew pawangeriya hewşa şahanî dike histobarê kuştinê û dihêle, ku hemî çekdarên wê bên kuştin. Lê gunahkêşî û tirsa, ku ew bite naskirin, wî didin bin xwe û dihêlin ew hinek kesên din bikuje. Jina wî ji ber poşmaniyê şêt dibe û piştî demeke kin dimire. Li dawiyê Macbeth (Makbês) bi xwe di pevçûnê de tê binxistin û kuştin. Qedera herdu şahên hovbaz ji efsanê û ji Drama (Şano) du gilorkên çandeyî yên ji hev cuda du paralêlên berçavkirî xweya dikin: Herdu dibin şahên xûnrêj, ku ciyê şahekî dî bistînin, bo herdukan kiryara kuştinê dibe barekî zor li ser milên wan, ku di leşên (tenên) wan de rêça xwe dihêle. Li ba Zehak ew bar di terzê du marên reş de, ku li ser milên wî derdikevin, dixuye, ewan tê birrîn, lê dîsa jî derdikevin, şîn dibin. Macbeth lekeyek xûnê li ser destê xwe dibîne, ku çi av nikne wê bişû. Zehak xewnên gellek bi tirs her û her dibîne. Macbeth jî ji ber gunehkêşanê nikane raze.
Mînaka sêwemîn zarotiya Ferîdon e di efsaneya Fîrdewsî (Şahname) de, Ferîdon ji tirsa kuştinê ji aliyê Zehak ve, li ba aşkarekî tê veşartin, ji aliyê çêlekê ve, ku bi navê Pormaych e tê mêjandin. Ev efsaneya pir nêzîk e ji çêroka Romulus, ku kurê Mars bû û xezala bi navê Silivia . Wî bingeha Roma (753 berî Isa) danî û bû şahê wê yê yekem. Ew û birayê wî Rêmus ji aliyê dêlgurekê ve tên mêjandin û ji aliyê Fautulusê şivan ve tên mezin kirin.(46)
Nimûneya çaremîn, tirs û canfirîna Zehak e, gava ew rast Kawa tê, û gunehkêşiya wî li hember nebaşiya bi seriyê gel aniye, wek tirsa Claudius e, şahê Danmark, ku birayê xwe kuşt, di pevçûneke wilo de, bi kiryareke wek wê di drama Shakespeare Hamlêt de(47). Di roja ku Zehak bang li şalyar (wezîr) û fermanberên bilind kiriye, ku bên ba wî, da xwe li ber wan wek deselatdarekî dadmend bipesine, Kawa ket hindir qesra şahanî û gotinên dijûn bo şah û hemî mêvanên, ku li wir in, kir. Zehak guh neda wan dijûnan û xwe neparist. Gava şalyarên wî ji wî pirsiyan, bo çi ew dihêle destekarek wan gotinên şilopilo bike, Zehak bersiv da:”Gava min dengê Kawa bihîst, min hêz û deselata xwe winda kirin, ji min re wilo diyar bû, ku di navbera min û Kawa de çiyayekî asinî pêda bûye.”
Bi ser wê ve nema kanî bû baş rakeve. Wek wî jî Claudius nekanî bû li şanowekê temaşa bike, ku tê de kuştina pismamê wî ji aliyê Hamlêt ve tê lîstin, ew bi revkî ji maxê derdikeve (48). Gunehkêşana herdu padişahan ji yek şêweyêne.
Wekaniya pêncê, em du lehengan û kiryarên wan ên efsaneyî bidin ber hevdu, mebest Kawa yê Asinger û Prometheus. Herdu li gor wan efsaneyan lehengên gel bûn. Tevî ku kirinên wan piçekî ne wek hev û din bûn jî, lê herduwan têkoşîna xwe ta amancê ajotin, ew jî berdestiya mirovayetiyê bû. Bi tersê Kawa yê, ku serhildana wî serkeftî bû û kanî bû mêweyên xwîdana xwe bi destê xwe xîne, pêwîst bû Prometheus qurbaniyeke mezin a kesanî bi xwe bide (49)
Li dawiyê mînaka şeşê, em dikarin paralêlekê bikêşin di navbera Faust di drama Goethe de û Zehakê hêzdar di efsaneya Şahnameyê de, ku herduwan xwe ji Şeytên re çemandin.
Faust ê pîr dihêle, ku Mephistopheles (Şeytan) wî li pey xwe rakêşe, bi hêviya, ku ew careke dî ciwan bibe û keçika bi Margerete navkirî wek dîlberekê ji xwe re bistîne. Wî her tiştekê, ku Şeytan jê xastiye, kiriye. Mîna wî Zehak jî seriyê xwe ji Şeytên re çemand, bi soza, ku wî bike hêzdartirîn meriyê cîhanê. Bi fermana Iblîs (Şeytan) wî bavê xwe kuşt, tevî ku mirovên wê demê giş geyaxurd (Vegetaria) bûn, Iblîs wek xwarinkirekî ji Zehak re danên (xwarinên) xweşik ên goştî amade dikirin, ku bi wan xûnrêjtir û hovbaztir bibe.
Di herdu rewşan de jarbûna mirovî sireke mezin dilîze. Di drama Goethe de viyana ciwanî û evînê eger e (sebeb e), di efsaneya Şahnameyê de viyana deselatiyê.
Li dawiyê ez dixwazim hîn berhevdaneke din bikêşim. Ew jî di navbera serohata “Mîr î Newroz” li Iran û serohata Karnavalê li Almaniya. Berî sedsala dawîn ew serohatek bû, ku gel di rojên Newrozê de (ji 1’ê ta 13’ê) mêrekî nexanedan wek şahekî ji xwe re hildibijartin û diviya bû wî yekcarkî serajoya welêt bikira, diviya bû wî deselatdarî wek şah bikira û ta 13’ mehê kar û barê fermandariyê bi dest wî de ba (50)
Eve jî nêzîkbûneke ji Karnavalîstên li Almaniya ye, lê bi rastî ew deselatî bi carekê ne ramyarî ye. Iro ew serohata henekîn ji ber hovîtiya deselatdariya dîktatoran, mixabin! bi tevayî rabûye, bo wê yekê cejna Newrozê wek nîşana têkoşîna dij bi zordariyê wateyeke bi kêr haatiye.

Dr. Golmorad Moradi
Postfach: 1041 44
69031 Heidelberg, Germany

Heidelberg 15.04.1993

Chronologiya dûroka kurdî
Dr. Golmorad Moradî
çêroka efsaneyî- 1953
(Binêre li gotara Salek deselatdariya otonom li Kurdistan- Komara Mahabad 1946-1947, Bremen 1992)

Dûroka mîtolocî: Noh’ bi keştiya xwe ve li ser çiyayê Cûdî li Kurdistanê datê. Tamanin (mebest gundê Heştiyan-wergêr) , gundê yekemîn e piştî lehiyê „lemiştê“ li Botanê tê avakirin. Şahên gelên çiyayî deselatiyê li welatê nav herdu çeman distînin.

2637-2582 b. Isa: Sargonê Iê ji Akkad (avakarê şahdariya yekemîn a Sêmîtan li Mesopotamiya; hinek dibêjin, ku ew şahdarî di navbera 2350-2292 li dar bû, davê ser Gutium, Kirkuk, Arbil û Diyarbekirê. Şahmendiya wî ji Sûriyê digihe asiya ya biçûk, ta bi çiyayê Zagros.

2530 b. Isa (an jî 2200- 2164?): Naramsîn, şahê Akkad
(Bajar li bakurê Babil e), Lulubu li “Geliyê gawiran” dişkîne.

2500-2300 b. Isa: Gutî Babil distînin û hinek padişahan tînin ser deselatiyê

Dora 2000 b. Isa: Kardaka (ku ji wê navê Kurdaxa hatiye-wergêr) di metnên tîpên hejmarî „mêxî“ de tên navkirin. Koçkirina Hêtîtên Indogêrmanî û destpêka Indogêrmanîkirina zimanî li Zagros

1800-1500 b. Isa: Yekemîn şahinşahiya Hêtîtan, ku piraniya herêma Asiya ya biçûk girtibû.

1764-1171 (an jî 1530-1155?) b. Isa: Kasîtan deselatî li Babil (Kardunaş) girtin destê xwe. Kasît yek ji wan gelên başûrê rojavayê çiyayê Zagros e. Piştî roxandina memleketê Kasîtan ser ji nû ve bi çiyayê Zagros de vegeriyan. Ewan ji aliyê Alexanderê mezin ve 324/323 b. Isa demekê hatibûn binxistin.

Dora 1700 b. Isa: Hemorabî gelê çiyayî yên bakur bi bin dixîne

1600 b. Isa: Babil ji aliyê Hêtîtan ve tê standin

1450-1200 b. Isa: Memleketa Hêtîtan a duwemîn, dîsa giha Sûriyê.

Dora 1400 b. Isa: Koçkirina êlên îranî nav Irana îro.

1286 b. Isa: Hêtîtan di bin fermana Muwatalîsê II. Li nêzîka Kadêş (jêriya Anatoliya=Kadis) leşkerê Fîre’wnê misirî Ramsêsê II. dişkînin. Di van deman de jî çandeya mykenî (Dema bronzî ya yûnanî) li qeraxê Asiya ya biçûk belav dibe.

Dora 1240 b.Isa: Şahdariya hêtîtî li Asiya ya biçûk li ber hêrişa gelên jêriya rojhilatê Europa tê tunekirin.

1200 b. Isa: Avakirina şahdariya Urartoyî (Urarto niştevanê Urarto yê kevin= Çiyayê Ararat bûn li Anatoliya rojhilat) (Paytext Toşpa/Van bû). Ev şahdarî ji aliyê Şîtan ve sala 585 b. Isa tê herifandin.

Dora 1000 b. Isa: Mîdî û Fars (êlên îranî) bi bakurê Zagros de dixuşin; Zerdeşt li bakurê rojhilatê Kurdistan ji dayik dibe.

900-700 b. Isa: Kurdên Gotî herêma mîdî, û Ermen ji aliyê rojava ve herêma Ararat distînin.

880 b. Isa; Çandeya Xaldî ya Ardînîs li Urarto belav dibe.

835 b. Isa: Cara yekem e, ku Mîdî di neqşenivîsekê de tên navkirin.

Dora 722 b. Isa: Şahdariya mîdî li bakurê rojavayê Iranê

Dor a714 b. Isa: Sargon ê II. Mussassîr-Ardînîs hildiweşîne.

Dora 700 b. Isa: Avakirina malbateke şahanî ya farisî bi rêya Axaymênês.

Dora 625 b. Isa: Avakirina şahdariyeke mîdî bi rêya Kyaxarês (Keya Xisar)

612 b. Isa: Nînewa (Nînîwêh) paytextê Asûriyan ji aliyê Mîdiyan ve tê girtin.

600 b. Isa: Zerdeşt li Iranê deng dide.

Dora 550 b. Isa: Roxandina şahdariya mîdî bi destê Cyrus (Koroş) ê mezin, serdarê Axemeniyan.

Dora 538 b. Isa: Cyrus (Sîrûs) ê mezin davê ser Babil û şahinşahiya farisî ya Axêmeniyan ava dike.

522-519 b. Isa: Serhildan ji aliyê Darius ê I. tên pelixandin.

401 b. Isa: Xenophon (Êksînofon) tev li “Dehhezaran” di çiyayên Kardûxan re derbas dibe.

333 b. Isa: Herêma kurdî ji aliyê Alexander (Alêksander) ve tê girtin, ewê ku şahê exmênî bi bin xistiye.

330 b. Isa: Roxandina taliyê ya şahdariya Exmêniyan ji aliyê Alêksanderê mezin ve.

250 b. Isa: Avakirina memleketa parthî (parsî) li Iranê (memleketa Arsakiyan), ku ta bi 224 Z. maye.

Dora 150 b. Isa: Pêşveçûna serdestiya Parthan li Asiya ya nêz (Rojhilata navîn) di saya Mîthradatesê I.

80 b. Isa: Şah Tîgranês ê ermenî Gorduene digire bin deselatiya xwe. Destpêka dagîrkirina romî.

63 b. Isa: Şah Mîthradetes ê Pontus, ku ji aliyê Romiyan ve tê binxistin xwe bi xwe dikuje.

Dora 170 Z.: Ermen bakurê Kurdistanê digirin.

226 Z.: Avakirina împeratoriya sasanî li Iranê.

240 Z.: Derketina Manî bi aşkereyî (avakarê olekê ye)

300-617 Z.: Ceng di navbera Ostrom û Parthan de.

309-379 Zayînî: Şaporê II. Deselatdarê şahdariya Sasniyan e.

529-578 Z.: Xisro Anoşirwan deselatdar e li şahdariya Sasaniyan.

621 Z.: Pêdabûna ola nûjen Islam.

639-645 Z.: Hêrişkirina leşkerê erebî ser herêma kurdî, û pevçûnên xûnî di navbera Kurdan û hêrişkarên musilman de.

Dora 650 Z.:Roxandin û mirina şahê sasanî yê dawîn Yezdîgerd ê III.

700-900 Z.: Islamkirina Kurdan bi darê zorê. Bi ketina nav Islamê, Kurdan berhemeke xweyî û giring da şaristaniya îslamî, berî her tiştekî di warê leşkerî û hunerî de.

Dora 700 Z.: Yekemîn metnê nivisandî bi zimanê kurdî. Nivişteke kurt a bi terzê helbestî, ku tê de hovbaziya hêrişkarên ereb diyar dike: heriftina agirpersetgehan, zorlêkirina Mezdiyan- û Zerdeştiyan, ku Kurd pir ji zû ve, ji dema Mîdiyan ve, li ser olên wan bûn, mişextbûna Zerdeştiyan ber bi Hindistanê ve.

765 Z.: Sazbendekî kurd ji Mûsilê, Ibrahîm Mûsilî (Mewsilî), 743-806, sazkarî di hewşa Harûn Erreşîd de dikir, ku ta wê demê di Islamê de qedexe bû, û yekemîn konsêrvatoriuma sazê îslamî pêda kir. Kurê wî Ishaq ew pêşdatir bir û di pirtûkeke fêrkirinê de nivisand. Yek ji şagirtên wî, Ziryab, ew jî Kurd e, Li hewşahanî ya Kordoba cîwar bû, li wir dibistanek vekir, ku dersên hostayê xwe li Espanya û li Mexribê (Maroko) didan.

900-1200 Z.: Mîranên (îmaratên) kurdî yên serbixwe hatin avakirinê

Dora 930 Z.: Serleşkerê zerdeştî Merdewîj dibe qeralê Irana rojavayî.

950 Z.: Memleketa Şedadiyan li bakurê Kurdistanê (paytext Gandej 915-1174).

959 Z.: Hesnewêh ji êla Barzikanî (Barzan) memleketa Hesneweyî (959-1015) ava dike.

990 Z.: Memleketa kurdî a Merwaniyan (990-1069)

1000 Z.: Bi şûn ve çûna dawiyê ya Zerdeştiyê li Iranê.

1037 Z.: Avakirina deselatiya Selcûqiyan li Iranê, ku bo qedera Kurdan sireke mezin lîstiye.

1075 Z.: Şêx Adî Bin Musafir, avakarê desteya olî ya Yêzîdî, li Kurdistanê ji dayik dibe (Kermanşah)

1126 Z.: Standina paytextê ermenî Anî ji aliyê şahdariya kurdî ya Şedadî ve.

1117-1157 Z.: Di bin destê şahê selcûqî Sultan Senqer de cara yekemîne, ku bi terzekî fermî navê Kurdistanê tê gotinê.

1137/38 Z.: Sultan Selahodîn, Kurdê mezin , ku kurê Necmudîn Eyûb e li Tekrît ji dayik dibe, li herêma Arbîl li Kurdistanê.

1167 Z.: Hilkişîna sultan Selahodîn, kurê Eyûb, û avakirina şahdariya kurdî ya Eyûbiyan. Ev şahdarî ji sala 1169ê de ta bi 1250 li ser teviya rojhilata navîna musilman cî digire.

1187 Z.: Bi destxistina Qudisê (Jerusalemê) ji aliyê Selahodîn ve û dest pêkirina hêrişa xaşperestî ya sêyemîn.

1193 Z.: Mirina sultan Selahodîn li Şamê û parvekirina memleketa Eûbiyan di navbera pêkevin wî de.

1242-1245 Z.: Hatina Mongolan bi ser Anatoliya de, qirkirina leşkerê selcûqî bi destê Mongolan , standina piraniya Kurdistanê û rakirina paşengê (xelîfeyê) Baxdadê ji aliyê Hulakku Xan ê mongolî ve.

1299 Z.: Ji hev belavbûna memleketa selcûqî di navbera 18 dewletên serbixwe yên biçûk de.

1302 Z.: Serketina Osman li hember Bîzentiyan li şergeha Bapheos (Bafêyos)

1300-1450 Z.:Ji nû ve li dar ketina mîranên kurdî piştî hêrişbaziya Mongolan. Jîna wêjevanî ya kurdî li hewşên mîrên Bitlis, Hekarî û Bohtan.

1453 Z.: Sultanê osmanî Mohammadê II. Konstantinopolê (Istanbolê) digire.

1470 Z.: Memleketa turkmenî Aq-Quinlou (ji berxê sipî) û ramyariya tunekirina mîranên kurdî.

1500-1820 Z.:Kurdistan dibe şergeha pevçûnan di navbera Osmaniyan û Farisan de.

1501 Z.: Avakirina memleketa Sefewiyan li Iranê bi rê şah Ismaîl û bizava, ku Kurdan li parçeyê Iranê ji Kurdistanê, bixîne bin zora xwe.

1514 Z.: Şergeha Çaldêranê (Çaldoran – navçeyeke li bakurê Kurdistanê) di navbera sultanê osmanî Selîmê I. û şahê sefewî Ismaîl de. Piraniya Kurdistanê ji aliyê şahdariya osmanî ve tê girtin. Sultan Selîm li xwe digire, ku “dewletên kurdî” binase û xwe tev li kar û têkiliyên nav wan de neke. Cara yekemîn e, ku Kurdistan bi kiryaareke berçav tê duparkirin.

1596 Z.: Şahzad (Mîr) Şeref Xan Bitlîsî, mîrê Bitlis, pirtûka xwe teva dike ( Belgenameyên netewa kurdî Şerefname), yekemîn sernêrîna di dûroka kurdî de.

1639 Z.: Li gor peymana Zuhab di navbera Osmaniyan de (Sultan Morad ê IV) û Farisan de (Şah Safî), ku li bajarokê Qesrê Şîrîn hatiye mohrkirin, serhed (sînor) bi terzekî fermî di orta Kurdistanê re hat kişandin.

1695 Z.: Ehmedê Xanî yê ku 1695ê de ji dayik bûye, hozanvan, fîlosof û zimanzan, bi harîkariya pirtûka xwe ya serekîn Memo-Zîn bangewaziya hozanvanî bo mêrxaziya netewî dike, da dewleteke yekbûyî ya Kurdistanê bite damezirandin.

1732 Z.: Herêmên rojavayî dîsa dikevin destê Farisan û sala 1736ê careke din wan serhedên 1639ê tên kişandinê.

1748 Z.: Kerîm Xan Zend ( 1698 an jî 1704 ji dayik bûye û 1778 koçkiriye) , ku di koka xwe de Kurd e ji Harssînê ye, Kurdistana îranî, memleketa Zend li Iranê avadike.

1794 Z.: Memleketa Zend ji aliyê Axa Mohammad-Xan Qaçar (Memleketa Qaçaran) tê roxandin.

Sedsala 19ê: Tev lê bûna Dergahê Bilind, şahdariya osmanî, di têkiliyên kurdî yên navxweyî de, pêşmafên wan tên binzorkirin, serhildanên mîranên kurdî, ku bê hevsazîne jî, çêdibin.

1806 Z.: Serhildana Abdulrahman paşayê Suleymaniyê.

1818 Z.: Destpêka destdirêjiya rûsî û serhildana êla kurdî Bilbas.

1826 Z.: Destpêka hêz ji dest girtina mîranên kurdî yên Dereh bey (beg) ji aliyê sultanê osmanî Mohammadê II ve.

1828 Z.: Dawîbûna cenga rûsî-ermenî (Peymana Turkmançay, ji dest dana navçeyan ji Rûsiya re) Koçkirina filehên ermenî û asûrî û Kurdan jî ber bi Rûsiya ve, bi cih û warkirina Asûran û Kurdan li nêzîka Erîvanê.

1830 Z.: Serhildana Mîr Mohammad (wek Mîrî Kore naskirî ye)

1843-47 Z.: Serhildana Bedir-Xan begê Cizîrê û Nûrellah begê Hekarî û yekemîn pevçûna ermenî- û kurdên asûrî jî, ku bi vê yekê ve girêdayî bû.

1853-55 Z.: Serhildana Yezdan Şêr.

1877/78 Z.: Cenga rûsî-osmanî delîveyê dide bo serhildanên li herêmên Hekarî û Bohtan û êla kurdî Hamawend jî.

1880 Z.: Serhildana Şêx Ubeydullah Şemdînan ê Nehrî û damekirina Orumiyêh li Kurdistana îranî (di hinek jêderan de ev serhildan wek yekemîn serhildana kurdî ya neteweyî tê jimartin).

1890/91 Z.: Bizava Şakîr paşa bo avakirina “Hêzên Hemîdî yên Kurdî” yên ne sazber.

1894-1895 Z.: Pevçûnên xûnî di navbera Ermeniyan û parekê ji Kurdan li Sasonê, her wekî serîhildana kurdî ya Hekarê dij bi ramyariya sultan Hemîd.

1897/98 Z.: Avakirina yekemîn komîteya kurdî ya neteweyî û rojnameya “Kurdistan”. Ev rojname (kovar) bizava xwe dike, ku ramana rizgariya neteweyî ya kurdî belav bike.

1900: Ji dayikbûna Mustefa Barzanî.

1905: Serhildana êla Şikakan li Kurdistana îranî dij bi deselatdariya navendî, û pêdakirina gellek şorayên sergerandina xwe bi xweyî li navçeyên kurdî, wek li Seqiz, Mahabad û Kermanşah, ji aliyê Qazî Fettah’ ve, ku zanayekî olî yê kurd bû, ji malbata Qazî.

1908: Şorişa Conturk: Li Konstantinopolê daxweyaniya rêbazekê derket, ku bo hemî neteweyên împeratoriya osmanî wekheviyê soz dike. Lê ji 1909ê ve Conturkan dest bi ramyariya zorkirinê kirin dij bi gelên ne turk (Alban, Ermen, Kurd û ên din..).

1909: Dij bi vê derketina Kurdên Millî (Kurdên Lîberal) bi serkêşiya Ibrahîm paşa û avakirina gellek komîteyên kurdî û rojnameyên, ku piştî demeke kurt tev hatin qedexekirin.

1913: Li hev hatina li ser protokola sînorkişandinê li Istanbolê, ku ji aliyê Iran, Turkiyê, Rûsiya û England ve hat mohrkirin.

1913-1914: Serhildana Bitlisê û li başûrê Kurdistanê bi rêberiya Şêx Abdul Selam Barzanî, du bûyerên giring ên berî destpêka cenga cîhanî I.

1915: Destpêka qirkirina Ermeniyan ji aliyê Turkan ve, Bedirxanî bizava xwe dikin bo rizgarkirina Bitlisê.

1916: Peymanên bi dizî yên hevgirtiyan (Dewletên hevgirt) li ser parvekirina împeratoriya osmanî û Kurdistanê (Peymana Sykes-Picot). Destpêka mişextkirina 700.000 -1.000.000 Kurdan ber bi rojavayê Anatolia ve.

1918: Berfanber 1918, bernameya çarenivîsa xwe bo gelan, ji aliyê serekê amerîkî ve Woodrow Wilson hat daxuyanîkirin.

03.03.1918: Kuştina serkêşê asûrî Mar Şîmon Bênyamîn XXI. Ji aliyê Ismaîl Simko Axa ve, rêberê serhildêrên kurd li Kurdistana îranî.

1918: Di 30. kt. 1918 de împeratoriya osmanî, ku di cenga cîhanî yekê de li gel Almaniya şer kir, hat şikandin û pêwîst bû li ber Hevgirtan destan ji ber xwe berde.

1919: Dij bi kiryarên Kemalîstan ji aliyê mezinên Kurdan ve li Malatiyê.

1919-1920: Yekemîn serhildana kurdî dij bi koloniyalîkirina îngilîzî li başûrê Kurdistanê. Ev tevgera, ku bi rêberiya Şêx Mehmûd Berzencî hatibû ajotin, pêdakirina “Kurdistaneke yekbûyî û azad” armanc kiribû.

19.-26. Nîsan1920: Konfiransa San Remo. Wan gellek peymanên, ku di dema cengên di navbera Hevgirtan de li ser parvekirina rojhilata navîn hatibûn girêdan, li gor teraziya nû ya hêzan hatin bi cih kirin. Brîtaniya Gewre destê xwe wek mandatekî da ser raka erebî û wîlayeta kurdî Mossul, Fransa jî li hember wê bi 25% ji berhemên petrolê di herêma Mossulê de bû hevpar. Bergeha avakirina dewleteke ermenî an kurdî di herêmên din ên, ku pêwîst bû bi dest Urisan ketana, ma tiştekî vekirî.

10. Ab1920: Peymana aşîtiyê ya Sêvres Kurd wek wek “Neteweyên hêjayê rizgariyê ne” jimart. Ev peymana Sêvresê, ku di navbera Hevgirtan û Dergahê Bilind de hat îmzekirin, Parvekirina dawîna ku di peymana San Remo de hatiye, da pejirandinê. Di birrê III (bend 62-62) de ew rê dide bo pêdakirina dewleteke kurdî di parçeyekî de ji herêma Kurdistanê.

1920: Serhildana Ismaîl axa Simko li Kurdistana îranî, ku ta bi 1930 dirêj kir.

23. Ab 1921: Sir Percy Cox, Komîsarê bilind ê brîtanî li Mesopotamiya, Şehzad Feysel (kurê Şerîfê Mekkê), ku Fransizan ew ji Sûriyê derkiribûn, wek şahekî li Iraqê bi navkir. Kurdan “hilbijartina”, ku bo navkirina wî hatiye sazkirin, bi tundî neykirin.

20 Çileyê pêşîn 1921: Peymana firensî-turkî ya Ankare. Fransa herêmên kurdî Cezîrê û Kurd-Daxê tev li Sûriyê dike, Sûriye di bin Mandata wê de bû.

1923: Serhildana duwemîn a Şêx Mahmûd. Ew xwe bi “Şahê Kurdistan” navdike û têkiliyê bi mezinên Kurdan re li Iranê, bi Simko re, çêdike, ewê ku ji 1920ê de serî li deselatdariya îranî hilda ye û şer dike. Ev tevger ji aliyê leşkerê brîtanî ve tê pelixandin û Şêx mişextê Hindistanê dikin.

24. Avdar 1923: Peymana Lausanne di navbera fermandariya Kemal Ataturk (Ankare) û Hevgirtan de. Vê peymanê peymana Sevres ji ortê rakir û tevlêkirina piraniya Kurdistanê bi ser dewleta Turkiyê ve pîroz kir.

03. Avdar 1924: Bi fermanekê hemî dibistan, komele û belavokên kurdî, bi ser ve jî terîqet û rêgahên olî hatin qedexekirin. Parlemana turkî ya yekemîn, ku di nav de 72 pêşdarên Kurdistanê hebûn, hat ji hev şelandin.

Befranbar-Nîsan 1925: Serhildana Şêx Seîd Pîran li Kurdistana turkî.

16. Kanona paşîn 1925: Hevgirêdana Netewan, li ser daxwaza ngilîzan, tevlêkirina başûrê Kurdistanê (Mossul) bi ser dewleta Iraqê ve dipejirîne.

1926: Kişandina sînorê di navbera Turkiyê û Iraqê de.

Ab a 1927: Avakirina kongireya Xoybûn (Serxwebûn), Sercivana neteweyî ya kurdî. Di vê saziyê de, hemî komikên kurdî, partî û rêkxirawên, ku piştî cenga cîhanî ya yekê hatibûn avakirin, hebûn.

1928: Teviya sergerandina sivîl û leşkerî ya Kurdistana turkî dikeve bin destê “ Serdarê giştî yê rojhilat”, ewê ku komîsarê turkî tev bilind li Kurdistanê. Hema-hema li her derekê di herêmên kurdî de hilgavtin çêdibin.

1930: Tevgereke berxwedanê ya mezin di bin rêberiya Xoybûn de li saz dikeve, li derdora çiyayê Araratê. Turkiyê û Iranê hevbendiyekê pêda dikin, ku wê bi hev re bişkînin (Kanona duwemîn 1932).

Hizêrana 1930: Simko, serkêşê Kurdan li Iranê, ku ji 1920an de dij bi deselatdariya navendî derketibû, di dan ûstandinekê de li gel nûnerên Teheranê tê kuştin. (Sala 1989ê wilo rêberê kurd Dr. Evdilrehman Qasimlo jî li Viyana/ Austria hat kuştin-Wergêr)

Payîza 1931: Serhildaneke nû li Kurdistana îranî di bin rêberiya birayê Simkoyê kuştî de.

1931: Piştî ku ngilîzan Şêx Mehmûd ji Hindistanê vegerandin, ew careke din serî li wan di Kurdistana Iraqê de hildide. Ew tê şikandin, tê girtin û li Bexdadê di mal de tê bin çavkirinê yekê Kurdên Iraqê vê carê di bin rêberiya Şêx Ehmed Barzanî û Mele Mustafa Barzanî de serî hildidin. Hêza brîtanî ya asîmanî bombeyan berdide ser gundên kurdî.

Gulan a 1932: Ankare zagona koçkirin û ji ser hev belavkirina Kurdan derdixîne. Bi sedhezaran Kurd bi orta Anatolia û rojavayê wê ve tên mişextkirin.

1933: Serhildaneke nû ya kurdî li Iraqê di bin rêberiya Barzaniyan de (Şêx Ehmed û birayê wî Mele Mustafa)

1936-1938: Serhildana Sayid Riza Dêrsimî li Kurdistana turkî.

1937: Li hev kirina Saa’d Abad li Teheranê di navbera Afganistan, Iran, Iraq û Turkiyê de, ku di nav de şerkirina dij bi tevgerên neteweyî hatibû peymankirinê.

1939: Avakirina saziya kurdî Hîwa li Kurdistana îraqî.

1941: Standina Iranê ji aliyê komikên leşkerî yên Hevgirtan, ji cî rakirina dîktatorê îranî Riza şah û azadkirina hemî girtiyên ramyarî ji bendexaneyan, ku di nav wan de ramyarmend kurd jî hebûn.

16.09.1942: Avakirina saziya Komele (Jiyanewey Kurd) li herêmên ne bindestkirî li Kurdistana îranî.

1943-1945: Her bombebarankirina Kurdistana îraqê ji aliyê hêzên asîmanî yên brîtanî ve û berxwedana tund a Barzaniyan.

16.08.1945: Avakirina Partî Demokrat î Kurdistan î Iran li Mahabad û tevgereke fireh di nav Kurdan de ji bo xweybûnê di herêmên kurdî de.

17.12.1945: Ala kurdî li ser avahiya dadmendiyê tê bilindkirin.

22.Kanona Duwê 1946: Bi navkirin û daxuyanîkirina fermandariya otonom li Kurdistanê. Komara Mahabad di bin serkêşiya serokê xwe û pêşewayê PDK, Qazî Muhemmed de, salekê dirêj kir.

17.12.1946: Ketina hêzên leşkerî yên deselatdariya navendî nav Mahabadê bê ku pevçûn çêbibin.

21.12.1946: Girtina Qaziyan (Qazî Muhemmed û Seyfî Qazî) li Mahabadê.

31.03.1947: Bi dar ve kirina Qazî Muhemmed, Sedr ê Qazî û Seyf ê Qazî li trata „Çiwar Çira“ li Mahabadê.

Gulan-Hizêran 1947:Rev û têkoşîna Barzanî dij bi hêzên leşkerî yên deselatdariya navendî ya îranî, ku ew û 600 şervanên bi wî re xwe gihandin UdSSR.

19.Ab 1953: Dagerandina deselatdariya Lîberal-Demokrat a Dr. Mossadeq li Iranê bi rêya serbinkirineke, ku ji aliyê CIA ve hatibû li dar xistin, û ji nû ve pêdakirina dewleta polîs a sazmana şahdariyê, ku tê de bi firehî pêketina hemî komikên hembervaniyê „Opposition“ û ji wan jî Kurdên li Iranê, çê bû.
_______________________________________
Têbînî:

(1)Binêr: Nazif Telek, Newroz für uns alle, çapxaneya Neuer Weg, Essen 1991, S. 6
(2)Fîrdewsî: (942-1019 Z.) hozanvanekî Faris bû ji Tûs, ku di salên (974-1009 Z.) de pirtûkek bi navê Şahname (Çêroka Şahan) nivisandibû.
(3)Binêr: Muhemed Moîn, Band 6, r. 1816-1862
(4)Binêr: Ferhenga Moîn, Band 6, r. 2991-2297, û binêr: Ehssan Tabarî di Farhad Çaharom de, r. 135-138
(5)Binêr: Şêx Muhemed Mardox, Tarîxî Kurd we Kurdistan, Band 1, Tehran, 1352(1971), r. 163
(6)Binêr: Kaj Barr, Ola Îraniyên kevin (gelên îranî) di „Handbuch der Religionsgeschichte“, Band 2, Derxistina Jes Peter Asmussen û Jörgen Lässöe, li gel Carsten Colpe, Kopenhagen/ Göttingen 1972, r. 266-267
(7)Di vî warî de, Herodot jî dinivise, ku Mîdî bingeha gelên rojavayê Iranê bûn, ewên li dawiyên sedsala 8’ ê b.Z. deselatdariya (Şahdariya) yekem di teviya Iranê de danî bûn, berê ewan bi Arî dihatin navkirin. Binêr Herodot 7.62, li gor Yasna jê hatiye girtin, Band I, zankoya Tehranê, r. 34
(8)Avêsta: Nivişta pîroza Zerdeştiyan e
(9)Binêr: Kristensen, di Smeden Kawah og det gamle persike Rigshbanner. D. vid. Selsk.hist.fil.medd., II.7, li gor Mihamed Mo’în jê hatiye girtin, Bend 6, r. 1542-1543- Kristensen bizava xwe kiriye, ku efsaneya Kawa di Avêsta de nehatiye ser ziman, û ew ji dema Sasaniyan ve maye.
(10)„Newroz“ di zimanên Farisî, Kurdî, Belûşî û zimanên din ên gelên îranî de, bi yek wateyê ye.
(11)Binêr: Gardi-zi, in Zain al-axbar bi rêya M. Rawandi, Tarîxî îctîmaî, Iran, Bend 6, r. 552.
(12)Binêr li Mohammad Djawad Masckur, Iran dar Ahdi-Bastan, çapa 4. Tehran 1364 (1985), r. 64 ew dinivîse: „ Dora 1400’ ê berî Isa, Ariyên îranî xwe ji êldariyên xwe cuda kirin, herêma xwe (Iran-Wîç) hêlan û berê xwe dan bi herêma rojavayê welêt ve.“ .
(13)Binêr Al- Bironi di Al-Asar Al- Baqiya, bi rêya Modjtab Minavi, r. 530.
(14)Binêr: -bi ser ve jî- Dûrokzanê demên navîn, û ji wan Al-Djahêz, di pirtûka Al-Tac de, Al-Masûdî di Al-Tenbîh Wel Aşrat, r. 216, û binêr li kovara Kawah, Nr. 5 û 6 (çapê kevin) ya Sayêd Hesen Teqîzade, bi rêya M. Minavi di Tarîx û Ferheng de, Tehran 1352 (1973), r. 525.
(15)Binêr M. Minavi, di Tarîx û Ferheng de, r. 525-526.
(16)Binêr: Abû Reyhan Al Bironi di Al-Asar Al-Baqiye de, bi rêya Minavi, r. 521
(17)Binêr: Al-Bironi, Ebda, bi rêya Minavi, r. 530
(18)Binêr: Al-Bironi, Ebda.
(19)Binêr: Mojteba, Minavi, Tarîx we Ferheng, r. 521-522 li wir van pênc gotin hatine birin.
(20)Al-Bironi, hîn bi ser ve dinivise, ku egera „sedema“ cejna Mehrecan (Ramroz = 21. Mehr) serketina Ferîdon li ser Zehak û girtina wî ye. Dema Zehak piştî girtina wî anîne pêş Ferîdon, ew li ber geriye “jê tika kiriye”, ku tola xwe ji ber kuştina pêşserên xwe, ji wî hilnede, Ferîdon bersiv da: Evana xewnên te ne! Ezê te ne ji ber pêşserên xwe ve bikujim, lê ji ber wê çêlê ve, ku di mala pêşserên min de bû. (Zehak ew çêla, ku Ferîdon di zarotiya xwe de xwedî dikir, wek tolhildanekê kuştibû.) Mehr di wê demê de jî navê meha 7ê ye di sala îranî de, ango destpêka dema sariyê ye. Binêr: Mojteba Minavi, Tarîx we Ferheng, r. 521-527
(21)Binêr: Lêkolînên îranî yên James Darmesteter, Bend 1-2, r. 213-216, bi rêya Minavi, Ebda, r. 523
(22)Binêr: Bi ser ve jî, li F. M. Djawanshir di Hemasse-Dad, Tehran 1359 (1980), r. 52
(23)Binêr Ebda, di Tarîxê Iran Zemîn, r. 10-11
(24)Wek berê hatiye nivîsîn, dûroknivîsên dema kevin, wek Al-Bironi, Al-Masûdî, Al-Sa’libi, û Al-Tabari (Binêr Tarîx-Al-Tabarî, Bend I, r. 205) di wê bîr û baweriyê de bûn, ku çêroka Kawayê asinger û têkçûna Zehak di roja 16ê meha Mehr de çêbûye.
(25)Van herdu nav li gor lêkolînaa Abdulheuseyn Nûşîn di Şahnamê de, Bend 1, r. 52, Armanek û Garmanek jî hatine nivîsîn. Bo vê li (F. M. Ciwanşîr jî, Hemasse Dad, r. 166-167) binêre. „ Dibe ku navên Armaîl û karmaîl ji navên Cihowan hatibin, wek Ismaîl, Israîl, Israfîl. –Cankurd“
(26)Binêr Abulqasim Fîrdewsî, Şahname, Bend I, r. 42-44. 49 û 53. Li gor mîtolociya Şahname Kurd ji van dused ciwanên, ku bi çiya de revîne, pêda bûne.
(27)Di hinek nusxeyên Şahnameyê de, li ser he]tdeh kuran tê axiftin. Bo vê binêre li kovara Kaweh, Sal 1, nr. 1 Ferwerdîn 1342 (1963) r. 8. 16
(28)Binêre Mohammad Cwad Maşkûr di Iran dar Ahd-I Bastan, Tehran 1363 (1984) r. 81.
(29)Binêre Fîrdewsî, Şahname, Bend 1, r. 63, 77
(30)Binêre Fîrdewsî Şahname, Bend I, r. 64-65
(31)Binêre Yasna, Bend I, zankoya Tehran, r. 110. xweyakirina Zerdeşt, Mohammed Merdok di Tarîxî Kurd we Kurdistan, Bend I, r. 47-49, dora 660 berî Isa dide tarîxkirin. (Merdox dibêje, ku dayika Zerdeşt Kurd bû). Dûrokeke din ji aliyê Prof. Colpe ve di gotara (Zerdeşt û Zerdeştiya pêşîn) di navbera 665 û 595 berî Isa, bo vê binêr li destpirtûka çêroka olê, Kopenhagen/ Göttingen 1972, r. 320. Rojhilatnasê holandî yê namdar Cornelius Petrus Tiele dibîne, ku derketina niviştên Avêsta bi carekê ne derengtir e ji 800 berî Isa; bo vê binêr li (The Religion of the Iranian Peoples) wergerandin bo Ingilîzî ji hêla G. K. Nariman ve, Bombay 1912, r. 40 û Tarîxê Ictîmaî, Iran jî, Bend I, r. 144, ji ber ku ev ne pareke ji mijarê ye, dê li ser vê bêhtirneyê rawestan.
(32)Binêr H.S. Nyberg, olên Iran a kevin, wergerandina farisî ji hêla Prof. S. F. Nacm Abadi, Tehran 1359 (1981) r. 38
(33)Binêre Nyber, Ebda, r. 7
(34)Bo vê binêr Miravi, Ebda, r. 518
(35)Binêr Nyberg, Ebda, r. 39
(36)Binêr: Al-Bironi di AlAsar Al-Baqiye, bi rêya Minavi, Ebda, r. 528-529
(37)Binêr: Rawendî, Tarîx-î Ictîmaî, Iran, Bend 1, r. 763
(38) Binêr: Mohammed Moín, Bend 4, Teheran 1985, r. 481
(39)Binêr: Rawendî, Bend 6, r. 558, di vir de tê gotin, ku cejna Sede ji ber qedexekirina Newrozê ye.
(40)Rawendî, Bend 1, çapa duwem, Teheran 1968, r. 765
(41)Binêr: Ehssan Tabari, Dah’heye Naxostin, r. 78
(42)Binêr: Zebîhullah Sefa, Tarix î Edebiyat Iran, Bend 5, Bir 1, Teheran 1987, r. 86
(43)Bo vê binêr li Mohammed Moín, Ferheng Moín, Bend 4, Teheran 1364 (1985), r. 4845
(44)Binêr: Ebda, bi rêya Mo’in, Bend 4, r. 4845
(45)Daberheviyeke firehtir a vê nêzîkiya du çandeyan di gotara Mohammed Ali Islamî Nodoşan di kovara Kaweh sal 1, Nr. 1, Ferwerdîn 1342 (1963), lê di vir de hinek rastî û nav hatine, ku di gotara Nodoşan de nînin.
(46) Bo vê binêr „ Der grosse Brockhaus“ Bend 9, çapa 18ê’, Wiesbaden 1980, r. 558
(47)Binêr W. Shakespeare, Hamlet, çapa 3, Perde 2
(48)Bo vê binêr li Drama Ayşylos “Promethius ê zincîrkirî”
(49)Ji bo vê binêre li drama Ayşîlos (Prometheusê zincîrkirî)
(50)Binêr Rawendi, Band 6, 1. par, r. 553

Jêderên bi kar hatine
1.Abulqasim Mansur Firdawsi, Schahnameh, Band 1, Danesch Verlag, Moskau 1966
2.Mortaza Rawandi, Tarikh-i Idjtemaie Iran, Band 1, Amir Kabor Verlag, 4. Auflage, Tehran 1356 (1977)
3.Mortaza Rawandi, Tarikh-i Idjtemaie Iran, Band 6, Naschr-e Nascher Verlag, 1.Auflage, Teheran 1363 (1984)
4.Yassna, Band 1, Der Bericht von Pourdawoud, Universitätsverlag Teheran
5.Modjtaba Minavi, Tarikh wa Farhang, Teheran 1352 (1973)
6.Mohammad Mardux, Tarikh-i Kurd wa Kurdistan, Band 1, Iran 1973
7.Mohammad Djawad Maschkur, Iran dar Ahd-i Bastan, Teheran 1984
8.Mohammad Djawad Maschkur, Tarikh-e Iran Zamin, Teheran 1363 (1984)
9.Mohammad Mo’in, Farhang-i Moín, Band 4,5 und 6
10.Henrik Samuel Nyberg, Die Religion des alten Iran, persische Überstzung von Prof.S. Nadjmabadi, Teheran 1359 (1985)
11.Mohammad Qassem Ramsari (Hrsg.) Zahak az schanameh Firdewsi, Nr. 36, Amir Kabir Verlag, 3. Auflage, Teheran 1346 (1985)
12.Mohammad Ali Islami Nodoschan, Taámol dar Schahnameh, Artîkel in der Zeitschrift Kawa, I Jahrgang, Nr. I, Farwardin 1342 (1963)
13.Rahim Azizi, Ba’rassi’hay-e Tarikhi wa Mazhabi Aien-e Nowruzi, Mehr Verlag, Köln 1366 (1988)
14.F. M. Djawanschir, Hemasse Dad, Bahssi dar mohtaway-e Schahnameh Firdewsi, Teheran 1359 (1980)
15.Zabihullah Safa, Tarikh-e Adabiyat Iran, Band 5, 1, Teil, Teheran 1366 (1987)
16.Ehssan Tabari, dah’hey-e-Naxostin, 1. Auflage, Alfa Verlag, Teheran 1358 (1979)
17.Ehssan Tabari, Farad-e Çaharom, 1. Auflage, Alfa Verlag, Teheran 1358 (1979)
18.Cornelius Petrus Tiele, The Religion of the Iranian Peoples, part 1, translated by G. K. Nariman, Bombay 1912
19.Jes Peter Asumussen und Jörgen Laessoe (Hrg.) in Verbindung mit Carsten Colpe, Hanbuch der Religionsgeschichte, Band 2, Kopenhagen/Göttingen 1972
20.Nazif Telek, Newroz für uns alle, Verlag Neuer Weg, Essen 1991
Cankurd
Cankurd: Bese, azaran nedin gelê Kurd
Cankurd: Salih Muslim dibêje ku…
Li rojavayê Kurdistanê çi heye?
Nameyeke vekirî ji rewshenbîrên Merîx re
Rojavayê Kurdistanê ku ve diçe?
Solên sor
Baronê Rihșîn
Mêrekî keçel carekê
Bo (Meclîsê) erê, hema çi Meclîs?
Kurd û projeya “federlî” li Sûriye
Çend têbînî li ser gotara Dr. Ebdulhekîm Beșar -Serokê Partî Dêmoqratî Kurdî li Sûriye (ALPARTI)
Efsane û çêrokên me yên gelêrî
Cankurd: Pêdivî bi Encûmena Neteweyî Li Rojavayê Kurdistanê mestir dibe!
Bila em giş bixebitin bo “Rêberiyeke hevreyî”
Bêjey a dil (6): Rewşa netewê
Bêjeya dil – 4-5
Bêjeya dil (3)
Bêjeya Dil (2)
Bêjeya dil
Stûnên baweriyê di Îslamê de
Ezdîn Şêr - I
Tefşokariya Filosofan
Defter a min
Stûnên baweriya rast di Îslamê de
Serxwebûn û Autonomî
Cankurd Kurd çi dixwazin?
Cankurd: Ez ji serxwebûna Kurdistanê re dixebitim
Cankurd: Were, em bifirin
Kurdan nekuj ey teres!
Serhildana qehremanê kurd Simko (1921 1930)
Şehîdkirina Dr. Abdurrehman Qasimlo
Mîtolocî û dûroka cejna Newrozê