Skip Navigation Links
Kurdî » Nivîsar : Kewê
 
Kewê
2010-02-06 11:19

Kewê

Helbest: Evdirehman Şirnexî

Kewê malî xirabê
Tu kewa min î
Tu çav reşbeleg î
Çav bi kilê sibhanî
Neyar li nava me de dîwar dan î
Emê ne hewînîn vî dîwarî
Ezê pehînekê lê bidîn bînin xwarê
Qet qebûl nakîn zilma neyarî

Kewa min tu yî delala min tu yî

Ev tezî kanî, yên karêzên zozanên menin
Mêrg û çîmen tev warên menin
Tevên terezinan cihê palûnên berxên menin
War û warkoz cihê geşt û seyranên menin
Birîndarek giranî tu li bin destan
Belê nadim kesê te, tu yî dilbera dilan
Ne tirk û ereb û ecem ferxên ten e
Tu dayîka me kurdan î hey hewar

Kewa min tu yî delala min tu yî

Tu yî kesera dilên bêguman
Hewînga şêran î hey hewar
Serê te dilberê pir bilind e
Wekî çîyayê Agirî baweşîn li Sîpanî
Rondikên çavên te dermanê dil e
Xwîn dibari ji welatê min e
Wek ava Bîlecigê bi meyavî Efrîn rakir
Pêlên ava Cizîra botan, sorxwîn hilanî

Kewa min tu yî dela min tu yî

Çeng û perên te nazdarê kewê
Sîwana li ser ferxan e
Belê ji çîyayên Dêrsimê bilin de
Hita Mihabat Zozik, Hindirîn e
Te kewê pervedan e
Sêwas, hilanî, perhêjandin
Li Mêrsîn û Îskenderûnê
Merzê xwe danî

Kewa min tu yî delala min tu yî

Pirtebelegên singê te kewê
Tev de zêrînin, li hêvîya kurdan mayî ne
Belê çi bikim li serê Cûdî berf û bayê lê kir
Dilê kul û nazik, dil birîndar kir
Ezê bibim rojek ji van rojên havînê
Di temûz û tebaxê de, tavê lê dim
Ezê vê xopanê bi tavê bihelînim
Ezê kewa xwe ji nav destan derî nim

Kewa min tu yî delala min tu yî

Kewa min ji kesê re yar namîn e
Nazdar dê azadîyê bi çavan bibîn e
Belê sing û berên te kewê
Tev de çar zêrkanî ne
Belê çi bikim bazirganan li ser danî ne
Ezê dor li bazirganên van neyaran werî nim
Ezê dijmin ji ser zêrkanîyan derî nim
Ezê ramûsanan ji te kewê bistî nim.

Kewa min tu yî delala min tu yî
1988 li Siwêd
Evdirehman Şirnexî