Skip Navigation Links
Kurdî » Nivîsar : Kurdan nekuj ey teres!
 
Kurdan nekuj ey teres!
2010-03-28 19:30

Berê, segên har ên ku deselatdar bûn li Îraqê, di saya partiya hovbaza Baasî de, gelek Kurdên me yên hejar û belengaz dikuştin. Me hîngê bi dengbilindî digote sîstema Baasî ya xûnrêj:“Kurdan nekuje, ey teres!“.
Pişt re dem hate guhartin û Xwedê kesek bi ser wan mirovkujan de şand, ku tew Îraq di xewên şevan de nedîtibû, hîn dunya tarî bû, ji zireyên dûr ve, rakêtên xwe avêtin, û paytextê Baasiyan kir Etûneke bêwekanî, text û taca wan bi ser seriyên wan de herifand, û reva wan kuşteran çêbû, di ber avên Dîcle û Ferat re, di ber kirasên xewê de, û hinekan bi zûkî cilên xwe yên leşkerî bi yên jinan guhartin, û lingino qurban!

Serokê wan, ê xudan hezaran pût û wêneyên mezin bû, ku li teviya Îraqê mirov di ber wan re bi tirs derbas dibû, gava dît, ku ev ceng êdî bê roxandina deselatdariya wî ranaweste, wekî mişkekî tirsok bazda û nema kesekî dizanî wî xwe di ku de veşartiye…Dawî di binmaxekê de, ku bihneke qerêj jêdihat ew dîtin, û ji rewşeke pir rezîl derxistin, da wî ji kêç û sipiyan paqij bikin…Hema bo van û bo ên wekî wan rûmet nîne, niha li hinek welatên Ereban dixwazin bajar, kolan û zanîngehan bi wî mişkî nav bikin, li Lîbiya dixwazin ji wî re pûtekî mezin avabikin

Li Sûriye jî, dîsa Kurd têne kuştin, û wekî diyar dibe piştvanên Kurdan dîsa nînin. Dibe ev qedera me be, lê Xwedê hêz û mejî daye mirov, da qedera xwe bi xwe biguhêre. Hinek bi vê yekê tew ne bawerin û hinek li hîviya kesekî ne, ku ji derve ve bê û va zordariya mezin û temendirêj ji ser pişt û milên gelê me rake…Eve jî wekî xewneke şîrîn e…
Kurdan li Sûriyê, gelek belavok li ser kuştina kur û dotên xwe belav kirin, pir gotin kirin û pir gotar nivîsandin, hinek jî qîriyan û gotine zorbazê xûnrêj:“Kurdan nekuj, ey teres!“ hema tiştekî berbiçavkirî, bi destê me neket. Ne kesekî li cîhana fît û fireh dengê gelê me bihîst û ne jî sîstema Baasiyên kuşter ji wan belavok û qîrînan tirsiya…

Divê, em baş biramînin, li hev danişin û hişên xwe bi kar bînin, û ji xwe bipirsin:
“Gelo, divê em çi bikin?...Em çi şaş û çewt dikin? Bo çi kes guh nade me û çima ev deselatdarên xûnrêj ji me natirsin?“
Heger em nikanibin bersivin zelal ji van pirsan ra bidin, emê herdem bên kuştin, û tenê dengekî zîz û bi ahîn wê ji aliyê me ve derkeve, û wê li cîhanê neyê bihîstin, û wê neyar xûnrêtinê bigudîne…
Xwedê gotiye ku bila evd bilive, ku ez harîkariya wî bikim…Mixabin, me ne liv û ne şiv e. Ma kî guh dide hejaran, belengazan û bêhêzan?
Xulî li seriyên raketiyan, tirsonekan û bêhîviyan.
Cankurd
Cankurd: Bese, azaran nedin gelê Kurd
Cankurd: Salih Muslim dibêje ku…
Li rojavayê Kurdistanê çi heye?
Nameyeke vekirî ji rewshenbîrên Merîx re
Rojavayê Kurdistanê ku ve diçe?
Solên sor
Baronê Rihșîn
Mêrekî keçel carekê
Bo (Meclîsê) erê, hema çi Meclîs?
Kurd û projeya “federlî” li Sûriye
Çend têbînî li ser gotara Dr. Ebdulhekîm Beșar -Serokê Partî Dêmoqratî Kurdî li Sûriye (ALPARTI)
Efsane û çêrokên me yên gelêrî
Cankurd: Pêdivî bi Encûmena Neteweyî Li Rojavayê Kurdistanê mestir dibe!
Bila em giş bixebitin bo “Rêberiyeke hevreyî”
Bêjey a dil (6): Rewşa netewê
Bêjeya dil – 4-5
Bêjeya dil (3)
Bêjeya Dil (2)
Bêjeya dil
Stûnên baweriyê di Îslamê de
Ezdîn Şêr - I
Tefşokariya Filosofan
Defter a min
Stûnên baweriya rast di Îslamê de
Serxwebûn û Autonomî
Cankurd Kurd çi dixwazin?
Cankurd: Ez ji serxwebûna Kurdistanê re dixebitim
Cankurd: Were, em bifirin
Kurdan nekuj ey teres!
Serhildana qehremanê kurd Simko (1921 1930)
Şehîdkirina Dr. Abdurrehman Qasimlo
Mîtolocî û dûroka cejna Newrozê