Skip Navigation Links
Kurdî » Nivîsar : Gewrê
 
Gewrê
2010-05-04 10:53

Nivîs: Evdirehman Şirnexî

Yar gewrê tu gewra min î
Pir şeng û şox û şepal î gewrê
Min gewrê dîte li nava heyîva gulanê de
Tana kirasê kitanî reşbisk li hev badayî
Hûrxunavê li eniya gewrê hildayî
Gewrê kesk û sor bi gul xemilî
Ewê cotên çavan li min neqandin
Sozek giran ji min hilanî
Memikên gewrê mîna cotek hinar e
Ewa cot hinarên botanî yê
Weke hinarên şax û Hevlerê
Li gorangeha mîrên Botanî yê bask vedan e
Gewrê te li ser serkaniya nêrdûşî gul dan e
Sor gulbişkavtin e li Kurdistanê pervedan e

Yar gewrê tuyî gewra minî

Min gewrê dîte li nava tîrmeh û tebaxê de
Mîna şimamoka li nava werzan rû rengîn e
Gewrê jivan xweste soz hilanî
Ramûsanek xelat ji bo mi danî
Ezê vê sozê vê ehdê ji bîr nekim
Qeydan ji dest û pêyan veqetînim
Ezê destan li gewrê bigihînim
Ji bilî gewrê ez ti dost û yaran nahebînim

Yar gewrê tuyî gewra min

Belê gewrê şev yek e diz hezar
Ezê bême şev dizîya ramûsanên te gewrê
yar gewrê, gewra min tuyî
Pir şox û şeng û şepalî tu delala min î
Min dîte gewrê li ser kanîyê
Jê xwestim tasek ava kevîyê
Raber kire bi tasa zêrîn ava havîn ê
Ji tasa zêrîn vavêr nebû dest û tilî ye
Min dest avêt tasa zêrîn
Gel dest û tilîyên vê zerîyê
Min bi pîyana zêrîn rakir ava kevîyê
vexwar min xelatê vê perîyê

Yar gewrê, gewra min tuyî

Hita guran derneêxim ji nava rez û zevî ye
qet ji bîr nakim xelatê vê zerîyê
Yar gewrê, gewra min tuyî
Tu xelatê bav û kalên min î
Nadim ti kesan vî xelatî
Ew rûmeta nevîyên min e
Êwirgeha mala min e
Yar gewrê tu yî gewra min
Ji bilî te nabînit bînahî ya çavan
Yar gewrê tu yî gewra min

1988 li Siwêd
Evdirehman Şirnexî