Skip Navigation Links
Kurdî » Nivîsar : Defter a min
 
Defter a min
2010-10-06 13:07

Deftera min tijî kul bû
Mîna kezeba min a reş û…
mîna dil bû.
Têde hebûn gelek şopên birînê
…û pir kevnewarên hezkirin û razangên evînê…
Deftera min ya şahî û geştê bû…
Bihna ku jê dihat
Her ya sorgul û zeviyên deştê bû…
Defetra min li ser destan bû
Rostemê Zal bû, pehlewan bû…
Straneke şorişîn a Perwerşivan bû…
Bihna jê dihat,
ya helbestên nazik ên:
“Gulê baxê Bohtan û şebçiraxê Kurdistan” bû…
Di zindanê de, li ber seriyê Memê Alan
helbestên Feqê Teyran dikirine lawjan
dikirine stran…
Deftera min girtiyekî nenas bû
Li gel wan xebatkarên girtî…
yên di zindana „Edra“ de,
û di jêrzevînên Şamê de…
Deftera min bi kewan re dikete kewkewiyê
Û herdem û hergav xwe kiri bû qurbana Kurdayetiyê
--------------------------------------
Îro deftera min winda û berşê ye
Nûçeyek ji wê nîne…
û kes nizane ew miriye an li ser lingan û pê ye…
Ew hatiye tar û markirin
talankirin…
…û li ser navê biyaniyan
deftera min hatiye tomarkirin…
Berê,
min çêrokên xwe yên evînê
Hezkirina xwe ya bo vê zevînê
…û her çêrokeke xwe ya efsaneyî
di deftera xwe de dinivisand
Min ji tirsa xwendevanan ew dixiste bin balifan
…vedişart û hiltanî…
Îro deftera min ji dest min reviya….
Wekî şalûleke pînik hatiye heriftin
li wan qeracan
Bûye destegîrekî Cihowan di dema Hitler de
Bûye xûniyekî Ermeniya…
Deftera min xwe veşart li nav hormanên wan çiya
Kete şikeftan ji ber lomekirinên wan zimandirêjan
û wan Koyquruciya…
Dibe ku di deftera min de hebû tovek ji jehrê
Jehrê jî kes nade zarowên xwe
Kes nake bin balifê seriyê xwe
…û kesek defterên wilo belav nake
li tomargeh û „Rûdaw“ ên xwe…
Lew re deftera min îro nehane,
Ji gelek hêjayan ve „telqîn“ bi ser de hatiye xwendin
hema ciyê gora wê tew kes nizane…
(02-03-2010)
Cankurd
Cankurd: Bese, azaran nedin gelê Kurd
Cankurd: Salih Muslim dibêje ku…
Li rojavayê Kurdistanê çi heye?
Nameyeke vekirî ji rewshenbîrên Merîx re
Rojavayê Kurdistanê ku ve diçe?
Solên sor
Baronê Rihșîn
Mêrekî keçel carekê
Bo (Meclîsê) erê, hema çi Meclîs?
Kurd û projeya “federlî” li Sûriye
Çend têbînî li ser gotara Dr. Ebdulhekîm Beșar -Serokê Partî Dêmoqratî Kurdî li Sûriye (ALPARTI)
Efsane û çêrokên me yên gelêrî
Cankurd: Pêdivî bi Encûmena Neteweyî Li Rojavayê Kurdistanê mestir dibe!
Bila em giş bixebitin bo “Rêberiyeke hevreyî”
Bêjey a dil (6): Rewşa netewê
Bêjeya dil – 4-5
Bêjeya dil (3)
Bêjeya Dil (2)
Bêjeya dil
Stûnên baweriyê di Îslamê de
Ezdîn Şêr - I
Tefşokariya Filosofan
Defter a min
Stûnên baweriya rast di Îslamê de
Serxwebûn û Autonomî
Cankurd Kurd çi dixwazin?
Cankurd: Ez ji serxwebûna Kurdistanê re dixebitim
Cankurd: Were, em bifirin
Kurdan nekuj ey teres!
Serhildana qehremanê kurd Simko (1921 1930)
Şehîdkirina Dr. Abdurrehman Qasimlo
Mîtolocî û dûroka cejna Newrozê