Skip Navigation Links
Kurdî » Nivîsar : Mêro şûjina çavê xwe nabîne
 
Mêro şûjina çavê xwe nabîne
2010-10-09 20:07

Ev rayedarên dewletên dagîrkerên Kurdistanê ecêb in. Hem li nêl dixin û hem li bizmêr. Pirsgirêkên nava xwe nabînin û çareserîya wan pirsgirêkan nakin, lê çareserîyê ji pirsgirêkên cîranê xwe re dixwazin. Meselen serokê Sûriyê Beşar Esed.

Li Sûriyê 2 milyon Kurd hene û piranîya wan bê nasname ne, wek mihacir û mitirban tên dîtin, nakevin şûna insanan. Beşar Esed ê ku pirsgirêka Kurdên nav xwe çareser nake û heta bi mafê wan ê insanî jî binpê dike, radibe ji pirsgirêka Kurdên bakur re çareserîyê dixwaze. Ma ev ne ecêb e? Yan ne durûtî ye?

Beşar Esed ê ku tu dibê qey destebrakê elokan e û gewrîya wî wek a elokên Mam Celal dirêj e, hevpeyvînek qerase da TRT El Turkîye û çend çîrokên Erebkî ji der û dorê re got.

Esed, di hevpeyvînê de bal kişand ser hewldana dewleta Tirk a ji bo qaşo çareserkirina pirsgirêka Kurd û hewldanên dewleta Tirko erênî nirxand, wek gavên baş destnîşan kir.

Beşarê me bê şerm û fedî (helbet xwestina çareserkirina pirsgirêka Kurdên Tirkiyê jî gavek baş e, em jê re nabêjin na) dibêje “ Di derbarê PKKê de di navbera Sûriye û Tirkiyê de koardînasyon heye. Pirsa PKK eleqedera wê bi Sûriye, Tirkiye û Îranê jî heye û pirsgirêkek herêmî ye. Ez dibînim ku, piraniya Kurdên li Iraqê dijîn girêdayî Iraqê, yên li Tirkiyê dijîn girêdayî Tirkiyê û yên li Sûriyê dijîn jî girêdayî Sûriyê ne. Ya bingehîn pirsgirêk ne pirsgirêka Kurd e. Pirsgirêk ev e ku hin alî vê kêşeyê geş dikin û dixwazin mudaxeleyî karên me yên navxweyî dikin.” Filan û fîstan.

Siphan ellaaaaaaaa ya star!

Pirsgirêk ne pirsgirêka Kurd e ha?

Ma naxwe pirsgirêka mirîşk û elokan e exûyî? Pirsgirêka 2 milyon Kurdên Sûriyê çawa ne pirsgirêka Kurd e? Pirsgirêka 25 milyon Kurdên Tirkiyê çawa ne pirsgirêka Kurd e? Pirsgirêka Kurdên Îran û Iraqê çawa ne pirsgirêka Kurd e xwedêhişto! Tu kê dixapînî oxlim?

Di dawîyê de Esedê me dibêje „ Pêvajoya vebûna Kurd a Tirkiyê rast e û em li gel efûya giştî ne. Lê divê ev hemi di nava çarçoveya neteweyî de bên çareserkirin.”

Xweş xeber e lê min ne bawer e.

Îcar hûn bawer dikin ku Esedo rast dibêje?

Madem wilo ye yabo, hema di çarçoveya netewî de berê pirsa Kurdên nav xwe çareser bike, berê nasnama wan qebûl bike, mafê wan ê insanî bide wan, herêma wan, erd û axa wan ji wan nestîne û nede Erebên bê derpî, aha wî çaxî emê ji te bawer bikin ellawekîl.

Gava te ev tişt kirin û pêk anîn, heger ez ji te bawer nekim û ji te re li çepikan nexim, ez ji Eyşika Ereb bim lo, wî!
Şerîfê Omerî