Skip Navigation Links
Kurdî » Hevpeyvîn : Rukiye Ozmen: Hevpeyvîn ligel nûser Dr. Husên Hebeş
 
Rukiye Ozmen: Hevpeyvîn ligel nûser Dr. Husên Hebeş
2010-11-01 16:14
MediaKurd > info@mediakurd.com
Hevpeyvîn ligel nûser Dr. Husên Hebeş
Amadekar: Rukiye Ozmen
(Dr. phil. (SU) Hussein Habasch E-Mail:husseinhabasch@gmx.de www.habasch.de)

Ev hevpevîna nivîskara hêja Rûkiye Ozmen bi min re kir bona rojnameya „Rûdaw“ê, pişka latînî. Ez razî ne bûm wê di wir de belavbikin, jiberku rêdeksyona kurmancî dûr e ji êtîka rojnamevaniyê; peyvên nivîskaran ligor daxwazên xwe digewre.

Berêz Dilşad Xoşnav rojnamevan û nivîskar ji Başûrê welêt (Herêma Kurdistanê) hatibû Ewropa dîdarek bi min re jî pêkanî, min ev hepeyvîna jî da yê, ku bi tîpên erebî li Kurdistanê bê çapkirin. Di kovara „Raman“ê, hejmara 160, 5.9.2010 de belavbûye. Di pêşgotinê de ev hevoka entîke hatiye nivisîn “Kurdistanî jêrdestî Yekêtî Sovyêtî caran”. Ez nizanim ew çi „Kurdistan“ bû di jêrdestiya Sovyêtê de,- berpirsên kurdan nikanin li Kurdistana rastî xwedî derkevin, hîn kurdistanên fantazyayî ji me re gerek in - lema jî eger were têgihêştin, ku ew gotina min be, ew ne rast e.
Di kovara navbirî de çewtiyên (şaşî) çapanî hene; ew jî jiber wergera latînî ne, lema jî ez wê bi herdu elfabeyan belavdikim, çinkê ya latînî tekûztir e.

Bonn, 9.9.2010
Husên

1. Bê guman hûn gelek karan bi hev re dimeşînin, lê dixwazim ewil qala rojnamevaniyê bikim, ku wekî pîşe we hilbijartî. Çima rojnamevanî?

Ew yek ji daxwazan bû, hevalan belgehên xwandinî pêşkêşî cihên pêwendîdar li Mosko kirin. Dema rojnamevanî ji min re derekt ez şa bûm. Min digot ew êşên bi pênivîsê carina dernakevin, ezê hewilbidim bi kamêreyê nîşanbidim, her bo wê jî min kursên taybetî li zanîngehê liser kamêrêya sînemayî û fotografî kirin. Min wê çaxê zanî, ku xwandevanên me yê rojhilatî û kurd her mijûlî pizîşkî (medisin), endezyarî, û pişkên din ên zanyariyê bûn, lê kesekî wek min xwandineke weha vebrajta, hinekê ne normal bû, ev îdyomina, yan jî bi lêksîka rojnamevaniyê ev stêryotîpina „tu yî kêsê libadikî“, an jî „tu pûş pehindikî“ dihatin bikaranîn, yanê xwandina te bê nirx e.


Foto: Graff, HHebe li şGymnasiumeke- Bonnê

Hîn di nîvê salên şêstî de ji sedsala borî, em weha xwîngerm bûn, me pilanên dûr û dirêj danîbûn; me digot, di deh salan de divê em Kurdistanê rizgarbikin. Hemî hizir, rabûnrûniştina min ji wê demê û ta ez hebim her bo wê armanca pîroz e. Lema jî min xwest di her warên ji min nîzîk û jê hezdikim


Foto: C.Graff, H.Hebeş li Gymnasiumeke Bonnê.
xwe pêşda bidim.

2. Rojnamevanî xwedî giringiyeke çawa ye, bandora xwe liser civakê çî ye?

Rojnamevanî di serdema me de gihêştiyê qonaxine pir pêşketî di hemî biwarên jiyanê de, wê sûd ji destketinên zanistî wergirtiye û werdigire. Rojnamevanî monpoleke dewletî, dezgehî û partiyatî ye. Di sîstêmên abûrî kepîtalî, komûnîstî û sîstêma „virdawêda“ – cîhana sêhemîn bi formên nasyonalî, olî, emîrî û htd…- de pişkeke îndûstirî serbixwe ye. Bi fûnksiyonên (wezîfe) xwe yên îdyologî, ergenîzasyonî û çandî, bi rêya dezgehên rageyandinê, bi alavên dîtinî (têlêvîzyon, vîdyo, sînema, internet) bihîstinî (radyo) û çapanî (rojname, kovar, pirtûk, rêklam), li gel dezgehên din ên taybetî (egênstvayên nûçeyan, ên rêklaman, Public Relation, rêxistinên propogendî yên hikumetan) hewildide hukariyê li hemî çîn û rêzên gelan bikin.

Weha dixuye, ku hema bayê mera dikşîne jî amête ye bi armanc û fûnksyonên (wezîfeyên) rojnamevaniyê ve, lema jî klasîfîkasiyon di ronamevaniyê de peydabûye û şaxên wê her diçin ferehetir dibin ligor pêwîstiyên rikeberî di navbera monopolên pirnijadî de, bi têvelforman û sîstêmên siyasî. Eger berî cîhandaniyê radyo roleke serekîn di nav alavên rojnamevaniyê de dilîst, lê alava rageyandinî tv sînorên dem û cih nehêştin; ew hema ketiye her malekê û pircaran bi pireperatan. Piraniya kenalên tv-î şevrojînî ne. Li tenişta tv jî computer ketiye hevrikê, ew di hundir û carina wek pênasîna kesayetî bi mirov re ye. Her alaveke rageyandinê pirarmancî ye. Li vir mera nikane bi hûrî liser wan raweste. Lê bi kurtî hemî alavên rageyandinê yekrayî ne, ku her yek têdikoşe bo armancên xwediyan bikarbîne, ew jî hukarî li raya giştî, li hişyariya mas û li rûbûnrûniştina tekekesan dikin.

3. Karê rojnamevaniyê di nava civaka kurd de îro di çi astê de ye?

Gelê me ta radeyekê kamêran e bi hebûna hemî alavên rageyandinê di dawiya sedsala 20-an û destpêka sedsaliya 21-ê de. Gelê me jî bi bergiriya xwe bi hevdemê re dijî û ew rûpeleke erênî ye di dîroka rojnamevaniya netewî de.

Taybetmendiya rojnamevaniya kurdî, ew e, ku ew rojnamevaniyeke partiyatî ye. Ev yeka hemî rêxistinên siyasî, yên biçûk û mezin jî digire. Hema bêzehmetî mera kane fûnksyonên wê numabike, ew îdyologî partiyatî ye. Bê guman dezgehên nepartiyatî jî hene, lê rolên wan ne hukardar in.

Gelê kurd di rewşeke bindestî, kolonyalî de dijî, Başûrê welêt ta radeyekê serbest e, jibilî cûreyên rojnamevaniya partiyatî, cûreyên rojname û kovarên din jî hene, lê tê bihîstin ku piranî ji wan arîkariya diravî ji hikumetê werdigirin, yanê ta radeyekê devê wan jî tê kilîtkirin. Bona pêşketina fênomênên metêrî di her civakekê de divê rikeberiyeke erênî di her biyavekê de hebe, ji rojnamevaniyê re jî ew pêdivî ye. Derketina opozîsyonê di helbijartinên dawiyê de li Başûrê gaveke erênî bû di warên siyasî, abûrî, civakî û çandî de. Ka çiqas ew fênomêna erênî be di pêşketina Herêma Kurdistanê de, hîn divê mera çavrê bike. Li Bakurê jî hinekê „serbestîya dadayî“ peydabûye; kovar, rojname û alavên din hene, lê sênzora dewleta tirk liser wan zor e, qanûnên rojnamevaniya wan bi şêwakî giştî entî kurd in. Tevî wan hemî dijwariyan rêxistinên kurdî bi qehremanî karên xwe pêşdadibin. Ew rojnamevaniyeke bergirî ye, bona azadî, wekhevî û serbestiya neteweyî têdikoşe. Di rewşeke weha de kartêkiriya wê ne ewna hukardarbe. Rewşa Rojhilat û Rojava jî wek hev in, ta niha jî rojnamevaniya wan bi glemperî nihênî ye. Çend tv-ên Rojhilatê li dervayî welêt derdikevin, lê mixabin bi her pîvanekê pir jar in.

Foto hh. Q. Kurdo, Gêlas, Hogir, N.Vasîlyêvna

Rojnamevaniya kurdî zaroyekî tarawgeyî ye, ew niha jî li cuda welatan, xasma li Ewropayê tradîsyonên yekemîn rojnameya kurdî „Kurdistan“ vedijîne û roleke erênî di nav kurdên li dervayî welêt de dilîze.

Eger bi tevahî rewşa Kurdistanê bê temaşekirinin û bi taybetî liser Başûrê bê axaftin, mera dibîne, ku ew çirûska serbestiyê li wir bûye ronahîgeh ji her kurdekî dilsoz re û em kurd liber çiqas êrişên nehez in ji aliyê dirawsêyan ve û çiqas lehî alêvên wan ên rojnamevaniyê nedostanî, dijminanî, kêmdostanî bi ser me de radikin, mera kane bêje ku rojnamevaniya kurdî ta radeyekê li wir armanc û fûnksyonên xwe zane û bergiryê li mafên gelê xwe dike. Eger mera bipirse, ew bi erka xwe ya rojnamevanî bi temamî radibin?
Mera kane weha bibersivîne: Em kurd ketine nav lafawê (lehî, lêmişt) û derketin ji nav ritamên wê ji me re pirseke heyînê ye. Bi her awayekî be, divê em xwe rizarbikin. Çiqas em liser wê rêyê ne, me çiqas derbend liber lehîlafawên wan girtine, ew pirseke din e. Lê bersiva serekîn ew e, ku em hîn binavnebûne, em liser her tengekê têdikoşin. Metirsî ew e, eger istratîgiya partiyatiyê di ser berjewendiyên gel re bin. Rêzdarî ji xebat û cangoriya her partiyeke kurdistanî re. Bê wan kurd nikanin bên serhev. Mêjûya têkoşîna gel û rojnamevaniya me dinumîne, ku di destpêkê de partiyên kurdan şoreşger in, bi serfirazî bi fûnksyonên xwe radibin û serketinan berpadikin, lê gavê ew bi nav salan dikevin û hinekê mercên hawîrdor tên guhartin, mêntalîtêta (eqliyet) serokatiyê xortir dibe, partî cihê Kurdistan û gel digire, bi gotineke din Kurdistan dibe malhebûna partiyan û paşê malhebûna serokan. Ev ne tenê rewişteke kurdanî, lê navçeyî ye jî.
Erêniyên rojnamevaniya kurdî jî pir in, bi tabetî rola tv-ên kurdî – tevî tunebûna rojnamevanên profêsyonal, ji xwe ew hîn sereka derda ye – rola wan a pirserketî di pêşdabirina zimanê neteweyî de gelek mezin e, ew gelê ziman lêqedexekirî hînî wî dibe. Zimanê kurdî jî roj e, tîrojkên wî zarav û devokên neteweyî ne, ronahiya wî li tevahiya Kurdistanê belavdibe. Rêzdarî û serbilindî ji her kurdekê/î re ku rojnamevaniya kurdî geşdike.

4. Jibo ku rojnamevanî alaveke serbixwe be rêgezên wê çi ne û divê hewildanên bi çi hawayî bêne dayîn?

Berî her tiştî ev peyva „serbixwe“ di rojnamevaniyê de, ligor raya min tune ye û wê tune be jî. Ji me kurdan re istratîgiyeke rojnamevanî neteweyî pêwîst e. Divê komikên pispor liser wê bixebitin û encamên wê bibin bingeh ji her alaveke rageyandinê re. Bê pisportî, bê lêgerîn, lêkolîn di her biyavekê zanistiyê de em nikanin xwe li navçeyê wek gelekî serbixwe xwebiparêz bin; eger em wek niha bimînin, emê her lasaker bin, lasakerî bi bêkesayetiyê ve pabend e. Êrişên neyaran liser me berdewam in, ew ji mêj ve hînbûne, me bi her awayekî bipelixînin, me ne hêlên, mêjiyên gelê me yî qehreman, hebûna dewlemendiya welatê me ji xwe re bibin û me wek kole ji xwe re bikarbînin. Ev rastiya dîrokî ye, çi jibilî vê rastiyê bê gotin, ew xapandan e, ger ji aliyê kurd, an hevsêyan be. Başûrê welêt niha bê istratîgeyeke netewî ye. Ew bi razîbûna xwe, xwe bi abûrî û bi çandên biyanî ve girêdayî. Çi welat li dinyayê hene, ku weha sînorên xwe ji firmên biyanî re vedikin, çawa Herêm? Çi welat liser vê erdê hene, ku ewna dibistanên biyanî liser axa xwe vedikin, jibilî Başûr? Eger abûrîya neteweyî qels be, çanda neteweyî bêbayex be, çi yê bi serê rûniştvanên Başurê bê piştî deh salên din – eger rewş weha berdewambike – kesê bibêje, ez kurd im?
Eger bi gelemperî çend xal bo pêşketina rojnamevaniya kurdî bêne rêzkirin, ezê weha binumînim: Jibilî ew pêşniyazên lijor çêlîkirî; divê vîna me ya neteweyî hêzdarbe; baweriya me bi me xort be; bê wê em pûç in. Ev nasûta mayîn û pêşketinê ye. Her afirînkarekî kurd, ger ew çi karî bike, divê bixwbawerî jê re bibe prînsîpa yekemîn di jiyanê de. Rojnamevaniya me divê bi daxwazên gel û armancê wî ve bê bestin. Etmosfêreke siyasî, civakî û çandî serbest bê damezrandin, ku arîkarbe bo pêşketin û nûkirinê. Divê rojnamevan bê tirs erkên rojnamevaniyê bicihbînin. Bi berpirsyarî xebat di her alaveke rageyandinê de bê kirin, jiberku belavbûna wan di nav tevahiya gel de, rê dide derketina hizir û ramanên nû di civakê de. Aramanca serekîn ji rojnamevaniyê re çawa ez dibînim pêşketina mirvo e. Mirov armanca pîroz e.

5. We têza xweya Doktorayê liser kovara Hawarê çêkir, çima kovara Hawarê?

Berî vebrajtina kovara Hawarê min salekê liser mijada „Helbestvanî di fîlmên belgehî de“ xebatkir. Ew mijada jî bo min giring e, çawa helbestvanî bi xwe. Dema min pirsên teorîya sînemayê anînserhev, diviyabû ez mînayan ji tv-ên rojhilatî bînim, jiberku kesekî wê navçeyê me, tv-ên kurdan jî di destpêka salên 80-î ji sedsala borî tunebûn, wucdana min gotir nekir, ku bi lêkolîneke doktora rabim û ew ne be heyîneke çandî kurdî. Lema jî min bidilşewat destên xwe ji lêgerîna sînemayî kişandin û lêborîn ji serkarê xwe Sêrgêy Droboşênko, yek ji yekemîn teorîzanên sînemayî li Sovyetê xwest. Wî jî ez rind nasdikirim, jiberku ew serperiştvanê herdu fîlmên min ên belgehî û mastêr bû, wî zanî ez çiqas bi kurdîtiyê ve hatime girêdan û ji aliyekî din ve jî, fîlma min a dawî serketî dîtin, çi mîvanên ji derva dihatin, ew ji wan re pêşandidan, çawa mînayek ji karên xwandevanan. Eger wê çaxê rewşa siyasî arîkar ba, wê di tv-a rûsî de jî pêşanbidina, lê wê demê Kurdistan ne Çîlî, ne Efganistan û ne.... bû. Me, bi serhişkîya xwe, bi vîna xwe birek ji rûs û xwandevanên gelên din bi ser doza kurdan de dikşandin. Kî dilsoz be bo îdyalên xwe, wê biserkeve!!

Min Hawar kir mijada lêkolîna xwe tevî nedîtina hemî hejamran di destpêkê de; rewşa min pir dijwar bû; dema nivîsa disêrtasiyayê jî kêm mabû, ta min hemî 24 hejmarên yekemîn li pirtûxaneya instîtûta Rojhilatnasiyê li Mosko dîtin, demek din ji bihurt. Sextêtî di wan salan de ji her lêgervanekî kurd re bêsînor pir bûn, lê „Dilê şivên bixwaze ji nêrî têlme dike“ pendiyarên kurdan weha gotine.
Hawar ênsklopêdiya kurda ye di salên 30-î û ta destpêka salên 40-î ji sedsala 20-an. Serketina wê ya tevî mezin nûjenkirina zimanê kurdî (kurmancî) bû, ew serhildaneke çandî bû di dîroka rewşenbîriya kurdî de piştî tragêdiyên siyasî yên bi ser gelê kurd de hatin. Elfabeya Celadetî di nav rûpelên wê de cihê xwe girt, paşê ew ji me re dibe gencîneyeke çandî, neteweyî, ku ziman, lîtêretûr û heyîna me ya civakî, siyasî, abûrî û giyanî bi wê pêşda diçe. Ev çend kurterêz liser wê çapemeniyê li vir bes in. Ez bawerdikim piraniya pispor û xwandevanên me lêkolina min liser Hawarê xwandine, kê jî nexwandî kane di malpera: www.habasch.de“ de, di bin quncikê „Pirtûk“ de lê temaşebike.

6. Hun demekî li ba nemir Qanatê Kurdo mane û ji bo bûyîna 90saliya wî jî berhemek hate çapkirin û we jî cih di nav de girtiye, gelo ji bilî xebat û berhemên xwe cenabê wî ji bo kurdan çi xeyal dikir?

Qanatê Kurdo ji min re yek ji îdolên kurda ye. Yekemîn car min navê wî mezin î di salên 1965 yan 1966-an de bihîst, rêzdarê têkoşer Reşîd Hemo – jî dirêj be - çend rêz rûpelên destnivîs, çawa projeya kovareke edebî, nihênî li Helebê liser jînenigariya Q. Kurdo bûn. Kesera mezin ji min re ew e, ku dema ez bi zimanzanê mezin re bûm hevnas, min ne got: Apo! Weha bi nihênî di wan salên sawîr de ji endamên partiyê re – wê çaxê tenê partiyek hebû – min navê we bihîst û bi me re çend kesên din ew reşnivîsa xwandibûn.

Di avahiyeke tsarî (qeyserî) de, li kenara rûbarê Nêva înstîtûta Rojhilatnasîyê ya ekadêmya zanistî ya sovyetî yekemîn car di rojeke havîna 1975-an de min rewşenbîrê kurd naskir. Ji wê rojê de û ta nameya dawiyê ji min re şandibû, di 19.1.1985-an de pêwendiyên me hebûn. Q. Kurdo ji her kurdekî re, ewên wê demê li Sovyetistanê dixwandin wek rêberekî bû, ji min re jibilî serkarê zanistî, wek bavekî jî bû. Havîna sala 1980-î ew ligel hevjîna xwe Nadejda Vasîlyêvna hatibûn hêsangehekê li Dormosko. Li vegerê û liser daxwaza Q. Kurdo, - çawa N. Vasîlyêvna got, wê dixwest ew biçin mala hevnaseke wê - rêya xwe bi mala me xistin, Qanat xwest neviyê xwe Hogir bibîne. Ew ewna bi Hogir şabû, xasma gava Gêlasê vê re bi soranî qisedikir û ez jî bi kurmancî dipeyivîm, wê demê got, ev rast e: „Zimanê yekbûyî kurdî weha durustdibe.“ Mera kane weha biencimîne, ku jinanîn û şûkirin ji tevahiya Kurdistana perçekirî kane kurdan ji hev nîzîkbike. Divê kurd liser vê rêyê jî biçin.
Bi Pêdivî jî zanim, çend rêzan liser pirtûka „90saliya bûyîna zimanzanê mezin Qanatê Kudo“ tomarbikim. Me şagirt û tevkarên Mamoste xwest wê bûneyê pîrozbikin. Min ji her aliyekî bêtir xwe da ber kar. Rêxistinekê li Bonnê soza lêçûna çapê da, ku bi wê bi navê xwe belavbike. Hemî berpirsyariyên din min dane ser milên xwe. Dema metêryal temabû, wê saziyê got, em nikanin çapbikin.



Foto hh. Q. Kurdo, Gêlas, Hogir, N.Vasîlyêvna

Ez neçarmam wê bi navê Belavgeha Hogir çapbikim û bi xwandevanan gîhinm; arîkarê min di warê komkirin û wergerandina bendina de ji rûsî birê salên dirêj Tosinê Reşîd bû. Ew berhema jêdereke giring e liser zanayê me, em herdu şa ne, ku me ew kara belavkir. Bi helkefta sedsaliya bûyîna Q. Kurdo careke din min ew bo Internetê amadekiriye; kî dixwaze, kane wê di www.habasch.de de bixwîne. Ev çapa tekûztir e.

Mezinê me Q. Kurdo çi ji gelê xwe re dixwest? Hemî rabûnûrûniştina wî liser pêşketina gelê kurd bû; ew pêşketina istratîgiya wî ya yekemîn bû. Ji wî re ne giring bû – ez vê rastiyê li vir jî dubarbikim- tu çi kurd î, ji çi partî yî, ji çi çîna civakî yî, ji çi navçeyê yî, bi çi zaravayî dipeyivî, ji wî re giring bû, te çi karê serketî ji gelê xwe re kirî û tu dixwazî çi bikî. Bandûra wî liser hemî kurdan hebû, xasma ewên dihatin bo xwandinê. Ew ronîgehek bû, lema jî her kurdekî têgihêştî biçûya Lênîngradê, xwe li wê ronîgehê digirt û xwe liber germ dikir. Q. Kurdo pir dixwest Kurdistanê bibîne, çiqas vexwandî ji pir cihan jê re dihatin, ew şa dibû, dema hemî tişt amadedibû, vê re digotin tu nabî ji welêt derkevî. Berpirsên sovyetî rê ne didan ê. Xeyala wî ew bû, ku rojekê kurd jî ji bindestiyê rizgarbibin û bibin xwedî dewlet liser axa xwe.

7. Bi windabûna nemir Qanatê Kurdo; kurdan çi windakir ji bo daxwazên wî werin cih divê kurd hewlekî çawa bidin?

Dema mezin dikevin ser rêya dawiyê û gel li şûna xwe dihêlin, ew her bi govdeyên xwe diçin - çûyîn jî qanûna siruştê ye; kî tê divê rojêkê jî biçe -. Mera wan bi meznahiyê dinavîne, jiber xebat û karên li şûnmayî. Berhemên Q. Kurdo wê tim ji gelê wî re bimînin çawa kelepîreke zêrînî. Xwedîderketina wî li kurdan di dijwartirîn demên siyasî de li Sovyetê ne karekî sanahî bû. Peyama kurdanî, ya qanatî herdemî ye. Ew peyameke mirovatiyê ye, maka wê jibo her gelekî ye, ew gelê têdikoşe bo serbestiya çandî, siyasî û civakî. Ew peyama wekheviya hemî gel û dostaniya wan bi hev re ye. Bê guman mirovên weha wê hebin, ka çiqas di nav 40 mîlyon kurd de hene, ez nizanim û ta niha kesî weha nanasim.
Di roja 6.7.2009-an de min ji profêsoran Vasilyêva û Musailyan pirsî, çi gotinên mamoste „Kanat Kalaşêvîç“ ên dawiyê tên bîra we? Wan zanayina yekeray bûn, ku berî hefteyekê ji nemanê em çûn cem, me li rewşa wî pirsî, wî jî got “Ez î derhrim, lê daxwaza min a dawiyê ew e, kurd bibin yek, yekîtiyek di navbera wan de çêbibe.“
Yekîtiya kurdan daxwaza wî ya dawiyê bû. Divê em bi her awayekî, di her biyavekê de hewilbidin, ku em li hev xwedî derkevin, eger me ew jî nikanî bikira, bi kêmanî em ji hev re xêrxwaz bin.

8. Berhemên we yên helbestan jî hene bi elmanî û kurdî, çîma bi du zimanan?

Dîwana dawî „Ronahiyê birîn meke“ bi minhoyên kurdî û wergera elmanî ye, jibilî wan herdu zimanan çend têkstên rûsî û erebî tê de ne.
Divê weha jî ragihînim; berhemên min ên lîrîkî zaroyên min in. Ez bi serbilindî bavîtiyê li wan dikim. Karên mayîn jî endamine malbatî ne. Ew pismam, xaletî, kurxal, dotmam, keçmet û carina dost in. Ez li wê malbatê xwedî derdikevim, jiberku valahî pir e. Em kurmanc (ev peyv bi wateya kurmancîaxêf tê) pir hejar in di warê çandî de. Ez bi çend zimanên biyanî kelepîra mirovatiyê dixwînim, dexesiyê bi xwediyê wan zimanan dikim, ku dijmirovan ne hêştine, em zimanê xwe yî dewlemend pêşda bibin, û paşê ew nehêştina ji hin kurdan re jî bû adet, bi xwedîderneketina li zimanê dayîkê.

Min jî di mercine pir sext de dest bi nivisînê kir. Gava nivisîn bi xweserî, bi erebî bi min re derdiket – mixabin ew zimanê dibistanê bû -, min ji xwe dipirsî, dorbera min kurdanî ye. Ezê çawa êşên dêbavanî ne bi zimanê dayikê biçêlînim?!
We lêhatî ez dûr bim ji gelê xwe; ji cotmeha (çiriya pêşin) 1972-an de ji welêt derkevim. Di van 38 salên dûrîtiyê de tenê 16 rojan di tîrmeha 1980-î de li welêt mam û hîn bi çi rewşê jî derketim!! Ew mijadeke din e.
Nivisîna bi kurdî ji min re têkoşîn e. Lê ez vê rastiyê jî rind zanim: Divê mera hukariyê li hawîrdorê bike. Min bi kurdî li Mosko dinivisî û ew minhoyina werdigerandin rûsî, di bûneyên ciyawaz de dixwandin. Ew tradîsyona min li Elmaniya jî berdewamkir. Ji dawiya salên 80-î de pişkdarî bûneyên çandî li Elmaniya û li dervayî wê dibim. Di pir wan bûneyana de navê Kurdistanê berî pir welatên din dihat. Navdar û nenavdarên elmanan liser sê berhemên min ên wergerandî nivisîne û dinivîsin.
Hemî karên min ên bi elmanî derektine xilat wergirtine, yan jî dezgehên çandî arîkarî dane bo belavkirinê. Em kurmanc hîn pir di valahiya hunerî de dijîn. Kurmancên me rêzdariyê li helbestvan, nivîskar û tablokêşên xwe nakin!!

9. Rola wergerê ji bo danasîna wêje û netewan çi ye?

Zimanê me yê nivisînê bi rêya wergerê jî pêşda çûye û diçe. Di rojnamevaniya Bedirxaniyan de mînayên gelek serketî hene. Wergerên C. Bedirxan, K. Bedirxan, Qedrîcan, Bişarê Segman û yên din ta niha jî rind têne xwandin. Emê dewlemendtir bibana, eger ew niha jî wek berhemine xweser bihatana belavkirin. Eger ew berhemên wernegrandî ji têvel zimanan nebûna, zimanê me wê hinekê ne rengîn buya. Em kurd xwe bextewar zanin, ku yekemîn wergervanê kurd Mela Mehmûd Beyazîdî – berî wî em hîn kesî din nanasin – destketina zimanê klasîkî di nîvê sedsala 19-an de û bi rêya wergerê jî ji me re kir gencîneyeke çandî; ew „Tewarîx Qedîm Kurdistan“ bergê (Cild) yekê ya „Şerefname“ya dîroknivîs Şerefxan Bidlîsî ji farsî, sala (1856) werdigerîne kurdî. Em zanin, ku wî hîn berhemên lîtêretûrî jî wergerandine kurdî û tirkî. M.M. Beyazîdî helbestvan jî bû.

Naye bîra min, bi çi şêwayî me dabaşa wergera Lêrmontov bo kurdî havîna 2002-an li Dihokê kir ligel çêroknivîs û rexnevan Enwer Mihemed Tahêr – serokê pirtûkxaneya Bedrixaniyan-. Dema zanî ez wergervanê wê me, şabû û libek jê nîşanî min kir. Ew di sala 1985-an de bi tîpên erebî li Bexdayê bi bernavê Dr. Husên Rehber Rêzan belav bûbû. Mixabin latîniya wê ji sala 1983-an de li ba min e, ew ta niha jî negihêştiye destên xwandevanan. Di hevdîtina payîza 2009-an de jî dîsan wî rêzdar navê helbestvanê nemir û wê wergerê anî û pirsî, ku çima tenê karê wergerê nakî? Min got eger dezgehên kurdan ên çandî bayexa wergerê bizanîna, min ê di ber karên din re ji kaniyan berhem wergerandina, lê dezgehên kurdan ên profêsyonal tune ne.
Ta niha jî ez serê xwe bi wê wergerê radikim. Êstêtîka lîrîzma rûsî di serdema lîtêretûra zêrîn de, di sedsala 19-an de di wê wergerê de jî numadibe; guline lîrîzmî di erda edebiyata kurdî qirac de hatine çandin. Liser daxwaza wî hevpîşeyî ez careke din li wê wergerê vegerîm û hema bêjim wergerandina duhemîn berpabû. Di destpêka salên 80-î de ji sedsala borî kê ji kurmancan bîr li karekî wergerandî dikir, eger ez jî li Sovyetê, ne di nav lîtêretûra rûsî û çîhanî de bûma, min jî dê ew kara ne kiribuya, lema jî dema min werger ji kurmancan re dixwandin, digotin, kes ji kurdan niha wê fehmnake, tu bo çi serê xwe dêşînî. Min jî dibersivand ma kurd Melayê Cizîrî jî fehmnakin, ma nabê em xwe hînbikin. Çend perçe ji wê wergerê min ji kovara „Roja Nû“ re şandin, wê li şûna cihekî layîq bidê yê, di quncikê xwandevanan de belavkir, le kovara Berbangê hinekê bayexa wê zanî. Helbestine wê li Kurdistanê jî di sala 1983-an di şerê Pişt Aşanê de şehîd bûn. Bo çapa wê ya latînî rehmetî Mihemed Uzun jî hewilda, ew bû mêvan li ba min û libek bi xwe re bir Swêdê, lê mixabin ew yeka jî berpanebû.
Her hevpîşeyên soranîaxêv pişgiriya min dikirin, dema min ji wan re dixwand. Lema jî ji wê demê de û ta niha jî ez li cem kurmancan navên helbestvanî û wergeran nahînim, eger ew ne pirsin. Ev bû „xilata“ kurmancan ji min re bo nivisîn û wergera helbestvaniyê. Di destpêka hatina min ya Elmaniya, dema ji min dipirsîn, tu çi karî dikî? Min jî bi heyhêrî liser lekolîn û lîteretûra kurdî dengdikir, lê wan digot, na, na karên din.. Ji wê demê de jî ez li ba tukesî kurmanc wê „heyhêriyê“ dubare nakim.
Hevpîşeyên kurd ên dilsoz jî ligor şiyanên xwe karên wergarandinê yên payebilind kirine û dikin. Her Perçewergerek ji zimanên yekem dewlemendiyeke lîtêretûrî û giyanî ye. Ew berhema wergerandî dibe samana gelê kurd û bi vajayî wê şakarên kurdî jî – eger pir bin- dibin dewlemendiya gelên biyanî, bêguman eger wergervan jêhatî bin di afirandinên xwe de, jiberku wergerandina lîtêretûrî karekî afirandinî ye.

10. Helbest êdî pir nayêne nivisîn, lê di nav civaka me de buye wekî hobîkî, çima em hevqas helbest dinivîsin?

Çima ewqas em dikenin, şadibin, digirîn, gufdibin, diramnîn, dixebitin, hezdikin, dijîn, dimirin? Helbest ew e. Bo wan fênomênan û bo yên nebinavkirî her mirovek dinivîse, distirê, neqşdike… Her mirovek jî bi awayekî helbestvan, fîlosof, hunermend e; - çawa K. Popper dibêje- lema jî bi têvel alavên derbirînên hunerî heyîna xwe diçespîne.
Ez şa me, ku keç û kurên me bi coşeke mezin xwedî li heyîna me ya lîteretûrî derketine û cangoriyeke mezin di wê biwarê de dikin, tevî ku em hemî rind zanin, nivisîn bi zimanên hevsêyan ji wan re sanahîtir e, lê wan rêya dijwartir vebrajt, heyîna xwe ya netewî, giyanî û çandî pêşda dibin. Jibo wê helwesta kurdanî gelek rêzdarî û hurmet ji wan re û ji her kesekî din re, ku bi her awayekî kurdîtiya xwe, mirovatiya xwe diparêze.

Teorîvanên lîtêretûrê liser wê rayê ne, ku şaxên wê ji lîrîk, êpos û drama pêktên. Ligor taybetvaniyên kompozîsyonî ew jihev tên cuda kirin. Lema jî lîrik bi gelemperî mijûlî derbirînên jîyînî kurt dibe, carina jî ew wê sînorê diperîne; peom, êpopêya jî dike nav hemêzên xwe.
Ew şaxa jî di nav kurdan de deselatdar bûye, jiberku ew hêrsrijîn e; ew encama êşxweşiyên kurda ye di qonaxên dîrokê de. Ji hin nivîsevanan re ew bihureke wêjeyî ye; ew di wê re derbazî şaxên din ên lîtêretûrê dibin. Lê ez bawerdikim, pirs ne pirnivîsa helbestvaniyê ye, bi vajayî wê çiqas helbestên serektî hene? Helbest û her karekî lîtêretûrî nayê nivisîn, ku mera ji rêzên pêşin de bizane dawî çawa ye, di tepelê afirandinê de helbestnivisîn xweşewitandin e, yên kanibin rivîna helbestvaniyê gotirbikin û di nav de zikrê bikin ne pir in.
Ez çiqas şadibim, gavê helbestekê pir caran dixwînim û di her xwandinekê de dikevim efmosfêreke nû, di her wêneyekî, îdyomekê de jiyanine din dibînim, weha ew bi min re dijî, destên min jê nabin, dibêjim ka hele careke din wê meseniyê bixwînim.

11. Helbesta kurdîya klasîk xwedî serkeftinekê ye, gelo em dikarin vê ji bo ya modern jî bibêjin?

Nirxandina lîtêretûrê bi hebûna rexneya lîtêretûrî ve girêdayî ye. Ew çûreya jî li ba me hîn pir jar e. Ew berhemên rexneyî di wê babetê de û bi taybetî liser klasikan belavbûne bi zimanên biyanî ne. Em kurd pir dêndarên hin rojhilatnasan in, mîna Alexsendir Jaba, Martîn Hartmann û yên din wan heyîna meya çandî parast û berhemine klasîkên me li pirtûkxaneyên Ewropayê bicihkirin. Rola hevkarên Kabînêta Kurdî bi serokatiya pofêsor Qanatê Kurdo li înstîtûta Rojhlatnasiyê li Lênîngradê zêrînî ye. Wan mezinan lêkolînên şayiste liser rexnevaniya lîteretûrî belavkirine, ew jî serketineke mezin e. Ez dixwazim bi taybetî li vir navê pispora nemir Margerîta Rûdenko bînim bîra xwandevanan. Lêkolîn û wergerên wê bi zimanê rûsî û belavkirina dastana Ehmedê Xanî „Mem û Zîn“, berhemên Feqiyê Teyran, nasandina dastana „Yosif û Zelîxe“ ya Selîm Silêman (1586/87 bûye) û berhemên din.
Erê klasîkên me berhemine pir bayexdar ji me re hêştine. Bi hoya lêkolîn û çalakiyên biyaniyan me helbestvanine xwe ta radeyekê naskirine. Lê em kurdên sedsala 21-ê çiqas hayadar in liser naveroka berhemên wan? Me çiqas lêgerîn liser wan kirine? “Yosif û Zelîxe”ya S. Silêman di mala çend kurdan de heye?
Tevî ewna dijwarî, malwêraniya siyasî, sînorên mînkirî liser axa welatê me, lêdan, zîndanî kirin û kuştin ji berberîzma hevsêyan, ku ta niha jî berdewam e, helbestvanên kurd bi erkên xwe rabûnê û radibin.
Min weha jî di lêgerîna liser Hawarê de nivisîye ku helbesta nûjen di Hawarê de hate detpêkirin. Helbesta “Lorî Delaliya Zarowan” ya Emîn Alî Bedir-Xan li Sparte 1906 nivisiye, helbesteke taybetî ye ji aliyê şewaz (stil) û naverokê û paşê di Hawarê de E. Goran bi çend perçeyên helbestî û paxşanî û Qedrîcan rêberîya wê dikin. Rola Cigerxîn jî bi taybetî di sê-çar dîwanên pêşin de çiyayî ye. Helbestvanên me berdewam in liser wê reyê. Ka çiqas ew serketî ne, mixabin lêgerînên pêdivî ne bûne. Min hîn tu karên ekadêmî ji zanîngehekê an navendeke lêgerînên kurdî liser nirxandina berhemên helbestvanekî hevdem hîn ne dîne.


12. Hûn karê mamostetiyê jî dikin, elaqa zarokan ji bo kurdî çawa ye? Ji vê delfeta heyî sûd werdigirin an jê baş bikartînin?

Yek ji prînsîpên min li jiyanê ew e, hînî zimanê xwe bibim û wî hînî kesên din bikim. Dema min li Efrînê dixwand (1960-1963) rojekê ji bajarokê Reco bi peyayî bi gundiyekî xwe re em vegerîn gund. Di nav gotinan re got, tu ji Cizîrê tê yî, tu wek wan dengdikî, min got ez ji Efrînê têm, lê ez naxwazim şorên tirkî û erebî têxim nav kurmancî. Dema me li Helebê jî dixwand, me komeke zimanhînbûnê çêkir. Li Mosko jî min ders didan xwandevanan. Li Elmaniya jî ji sala 1987-an de û ta niha mamostetiyê dikim. Min kurs ji zaro, jin û gencan re çêdikrin, carê we hebû, hercarê me li malekê dersên xwe berdewam dikirin. Rojekê rêzdar Mesûd Barzanî hatibû Bonnê, li mala lê mîvandar alaya Kurdistanê liser kaxetekê dîtibû, pirsîbû, dibistan li ku derê ye, ez dixwazim biçim wê bibînim. Li Bildungswerk jî nîzîka deh salan min ders dan kurd û biyaniyan, bêtirî dused elman, emerîkî û korî min hînî kurdî kirine. Rojekê jî Engêlîka Beer hat –perlementara Keskan bû – got min bi Mam Celal gotiye, emê paşê hev bibînin, ez niha diçim dersa zimanê kurdî, ew jî şa bûbû, silav bi Engêlîka re şandibûn.
Ji sala 2000-î de bi fermî li dibistanên elmanî şagirtên kurd hînî zimanê dayîkê dikim. Ew kurmanc, soran, zaza ne. Lê ez xwe pir şermezar dibînim, hîn fêrî zazakî ne bûme.
Betirî 70-ê şagirt tên dersê. Ew hejmara zêdetirdibe, dilê min jî roj bi roj geştir dibe û ez bi wan re genc dibim. Ispasî partiyên siyasî elmanî li Bonnê dikim, ku arîkar bûn bo bicihanîna wê destketinê û rêzdariya xwe ji her dêbavekî re dinumînim, ku zaroyên xwe dişînin dersa zimanê kurdî. Bi hoya hînbûna kurdî ew jî peyvine nû ji zaroyên xwe fêrdibin, hîn hinek jî carina bi min re dibêjin, em newêrin peyvên erebî û tirkî li pêş zaroyan bikarbînin, ew tavilê me rexnedikin. Lê dêbavine kurd jî hene di ber odeya xwandina kurdî re derbasdibin û li odeya hemberê zimanên tirkî û erebî dikin devê zaroyên xwe. Caşîtî di nav kurdan de pirtonî ye!!

Ez hêvîdikim, ku xwandevanên me yên li zanîngehan dixwînin, di ber xwandinê re jî kursên taybetî bo hînkirina kurdî bikin, jiberku niha li NRW emrikî nû (Erlaß) di 08.01.2010-an de derketiye, ku zimanê kurdî jî kane bê vebrajtin li dibistanên elmanî wek zimanekî biyanî sêhemîn û bê xwandin, eger 18 şagirt hebin. Niha her tirkî û rûsî li Kölnê destpêkiriye. Eger mera lê bixebite, mera kane kurdî jî bike. (Erlaß li ba min e, kê xwest ez kanim navnîşana internetê jê re bişînim).

13. Emê pêşerojê ji pênûsa we çi bixwînin?

Ew berhemên bi navê Belavgha Hogir têne belavkirin, her di malê di dimînin, kêm jê ten firotan û ne dem jî arîkar e, ku ez wan ji daxwazkaran re bişînim. Ez bi xwe tenê nikanim hemî tiştî bikim, lema jî li çavrê me, belkî rojekê belavgeheke kurdan profêsyonal derekve, ku ne nezaniya xwe bi ser min de birijîne, lê profêsyonaliya xwe pêşanbide û bi kêmanî birek ji wan destnivîsên bi salan raketî ne, belav bike. Wê çiqas başbuya eger di adarê de „Rojmêrên Helebce“, ewên min di 1988-an de nivisîne bihatana çapkirin.

Li dawiyê ez gelek ispasî we dikim bo pirsên we, her yek jî hêjayî lêgerineke zanistî ye, ez hêvîdikim hinek ji wan bibin mijadên mastêr yan doktora ji xwandevanên me re.

Ji arşîva Husên Hebeş:








Bonn, 13.02.2010