Skip Navigation Links
Kurdî » Belgename : Dr. phil. Husên Hebeş: Reşîd Hemo siyasetvan û bîrewer
 
Dr. phil. Husên Hebeş: Reşîd Hemo siyasetvan û bîrewer
2010-12-29 01:44
MediaKurd > info@mediakurd.com
(1925 – 17.12.2010)
Dr. phil. Husên Hebeş

Li Kurdistana Rojava û li çiyayê me yê Kurmênc Reşîd Hemo yek ji siyasetvanên yekem tê jimartin. Ji zû de ew êş û azarên gelê kurd dinase; yekemîn car çara wê pirsê di bîrên sosiyalîzmê de dibîne. Sala 1951-ê * ligel hevalên xwe Şewket Henan, Xelîl Mihemed (paşê tîtila Dr. werdigire) û Mihemed Elî Xoce dibin endamê Partiya Komûnîstî Sûrî (PKS). Ev her çar nav û navên têkoşerên din ên qedirbilind cihên xwe di dîroka bizava azadîxwaza gelê kurd de digirin û bi taybetî li Kurdistana Rojava. (Serbilindî ji çalakiyên wan re) Dema R. Hemo daxwaza maf û serbetiya gelê xwe di xebata rojane de numadike, cihê wî di nav wê partiyê de tengdibe; armancên wî û yên partiyê dibin hevdij; dev ji wê rêxistinê berdide û berdewamdibe liser karên xwe yên mamostayetî, çandî û siyasî.
Di vê nivîsê de ez hewildidim liser hin bîranînan rawestim, ewên di hevdîtinên me de di 60îyan de ji sedsala borî pêkhatibûn, bibelgehînim. Bîranînên şagirtekî bi mamosteyekî re.
Bi zorê tê bîra min di sala 1954-an de pismamekî min digot, eger Reşî Hemo bibe „nayîb“ – bi têrmîna niha „perlemêntar“ – wê qelemekî istîlo ji min re bikire. R. Hemo berbijarê PKS bû. Pismamê min negihîşt awata xwe û bê qelem ma. Di hevdîtinekê de rehmetî rojekê bi min re got, ku „Partiya Demoqrat ya Kurdistan li Sûriyê“ * me di şiketa çiyayê Cirqa de avakir. R. Hemo tevî şeş kesayetiyên kurd Partîyê di 14-ê hizêrana sala 1957-an de dadimezirînin, û ta sala 1993-an di nav karê rêxistînî de dimîne, çawa endamekî komîteya nivîsgeha siyasî.
Xebata siyasetvan li nav gelê kurd li Rojava û li tevahiya Kurdistanê xebateke naskiriye. Wî hemî jiyana xwe pêşkêşî wê yekê kiribû, çinkê ji wî re wek ez dibîmin Kurdistan yek e û têkoşîn bo serketina wê erk e. Divê ev têgeha bibe prînsîpa heyîn û neyînê ji her kurdekî û bi taybetî ji her berpirsekî kurd re. Wek her mirovekî dilsoz û fêdakar zîndan, malkavilî, çewsandin û hejartî behra wî bû jî. Siyaset jê re, ji heval û nifişeyine pê wî re rêya cangorî û serbilindiyê bû, ne alava xwedewlmendkirin, navbilindkirin, xwezemirandin bi kursiya deselatdariyê ve û danîna navekî rêxistinî nû - ez bibêjim bila navê partiyekê bê bo navê eşîr yan malbata xwe, çawa niha navên partiyan bê wate pirdibin – bû.
Di malbateke hejar de li gundê Hopka R. Hemo sala 1925-an ji dayîka xwe bû. Li Reco, Ezaz û Helebê ta sefê çarê dixwîne. Di sala1939-an de dibe mamoste li gundê Xulalka. Ta saline dirêj wê xebata pîroz li çiyayê Kurmênc û li bajarê Helebê bi rêvadibir û „debara malê pê dikir“. Bi çend hevbîrên xwe re Ş. Henan, X. Mihemed, Ȋbrahîm Qadir û bi kesên din re sala 1951-ê “Komeleya çanda Kurdî“ li Efrînê avadikin. Ew dibistanekê jî li wî bajarî di wê salê de vedikin. Ew herdu dezgeh jî pir dirêj berdewam nakin, R. Hemo bi ûşta wan tê zîndankirin.
Karê mamostayetiyê saline dirêj jê re dibe alava jîyîn û belavkirina hişyariyê di nav gel de: Ew mamosteyê pir kesan bû, yek ji şagirtên wî xalekî min jî bû, tê bîra min wî rojekê fabila Cigerxwîn a navdar „Serhildana Mirîşakan“ ji min re liezber xwand, wî rehmetî got, ku Reşîd Hemo em hînî wê kirin dema li gunde me – Elimdara – mamoste bû.
Çend sal wê biborin û paşê ezê bi siyasetvanê navdar re bibim hevnas û hinekê jî arîkar. Di destpêka salên 60-î de mala wî li Efrînê bû, min zaroyên wî nasdikirin û carna jî ew ji dûr ve didît. Li bajarê Helebê - yek ji bajarên ez pir jê hezdikim – min Reşîd Hemoyê mezin naskir û cara dawî min ew li Efrînê sala 1980-î dît.
Di nîvê salên 60-î de em, komeke gencên xwîngerm – em heft xwandevanên Dar Elmuelîmîn bûn- amadebûn bo her karekî û congoriyekê bo ramanên xwe yên kurdanî, însanî. Di wan salan de R. Hemo ji karê rêxistinî, dûrxistibûn, lê tevî wê kirê jî, wî karê xwe yê çandî û siyasî dikirin.
Di demekê de hevdîtina me gurr bû, çinkê projeya derxistina kovareke wêjeyî li pêş me bû, - min di çend nivîsaran de dabaşa wê kirî, lema jî li vir dubare nakim - Mamoste R. Hemo wê demê liser elfabeyeke kurdî dixebitî û pir salan ez lihêviya derketina wê mam, ew ta niha jî belav ne bûye. Di roja serxoşiya rehemtî de, di 25.12.2010 li Bonnê hevpîşe Cankurd got, ew destnivîsa li ba min e, çi belavgeh wê çapbike, ezê pêşkêşî wê bikim.
Haya bîrewer R. Hemo liser fîlossofî û çanda gelên cîran û yên cihanê hebû, bi saya wî min yekemîn car çend hejmarên kovara „Elterîq“ (Rê) ya li Lubnanê derdiket naskir û paşê bûm xwandevanê wê. Tu pirtûkên kurdî li mala wî û li mala her kurdekî ne dihatin dîtin, ew qedexe bûn, ewê hebûna jî li derina vedişartin û pir bi nihênî dihatine dandin bo xwandinê. Weha dîwana Cigerxwîn „Sewra Azadî „ bi dest min jî ket. Lê R. Hemo em hînkirin, ku em kanin serbest li Helebê li pitûkfiroşa Gulasîr Demirciyan pirtûkên kurdên me yên Sovyêtê bikirin. Ew bi tîpên kirîlî hatine nivisîn û kesî ji aliyê ewlekariya sûrî ve nizanîbû, ku ew bi kurdî jî têne xwandin. Weha me pirtûka „Elfabê“ jibo zarokan kirî û me di koma xwe de xwand. Lê em pir bi dijwarî hînî elfabeyê bûn. Paşê me pirtûkên din jî dikirîn. Rojekê ez ji Helebê bi basa Kernekê diçûm Şamê, min pirtûkek ji wan bi xwe re biribû û di basê de dixwand, cîranê ereb ê li kêleka min rûniştî ew dît û got, we erebî temamkirî, we dest bi rûsî kirî, min got mera çi zanibe baş e, lê nezanîn ne baş e.
Wê demê ez pirçûyê mala dêya Qedrî – hevjîna R. Hemo bû – bûm. Bavê Qedrî xwe vedişart, hêzên ewlekariyê lê digerîn. Xeca rihmetî got diho hatin li Reşîd dipirsîn, gefûgurr li me kirin, mal serûbinhev kirin. Wê roja hêzên ewlekariyê hatibûn ez bi mamoste re bûm. Di wê rojê de yekemîn car li taxa Elkassê em bi pêpilûkan daketin, ketin binerda bajarê Helebê, rê ewna teng bû, tenê mirovek kanî, tê re biçûya, bi zorê hulma mera derdiket. Weha min yekemîn binerda bajêr bi xweveşartina R. Hemo re dît. Ew şiverêyina ne tenê li nav çiyayên essê hene, ew li bajarê dêrînî jî hene.
Li kêleka bajarê Helebê malbata R. Hemo dijiya. Êvarekê makîneke biyanî tê li nêzîka malê radiweste û du tourîst tê de ne, tidareka xewa xwe dikirin. Mêvandar R. Hemo wan herdu tourîstên australî ji makînê derdixe û vexwandî mala xwe dike. Ji wan re liser rewşa kurdan dipeyive. Ew bi kêf wê şeva xwe diborînin û roja din bi xweşî didin ser rêya xwe.
Novêla „Mamosteyê Yekem“ ya romannivîsê qîrxîzî navdar Çêngîz Aytmatov (1928 – 2008) ligor raya min pir nêzîk bû ji jiyana R. Hemo. Rola qehremanê berhemê û ya mamoste Reşîd yekbû. Wî ew kara da min bo xwandinê û paşê li Mosko ew di programa me ya zanîngehê de bû, bi rûssî jî xwand. Paşê demê weha dewrana xwe bigerîne – çawa kurd dibêjin – nivîskarên Qîrxiziya dixwazin bibin endamên PEN a Navneteweyî, û navenda PEN a xwe ya qîrxîzî duristbikin, Ç. Aytmatov ligel hevpîşeyine xwe belgehên avakirina rêxistinê dişînin ji Navenda PEN a Navneteweyî re û P.E.N a Kurd jî dibe arîkara avakrina wê û îmzeya xwe ligel çardeh Navendên PEN ên din davêje ser belgehê.
Reşîd Hemo zanayekî mezin bû, bi pênc zimanan dixwand, her mirovekî weha jî sad e dimîne, jiberku sadeyetî moraleke mezina ye. Hemî jiyana xwe siyasetvan terxanî doza serketina kurd û Kurdistanê kir, çiqas kanî, ji bo gelê xwe kir. Hemî êş û janên rêya pir dijwar gotirkirin û vê re jî hemî endamên malbatê. Mirovên mezin tu caran naçin, ew tim di wucdana gelê xwe de dimînin û Reşîd Hemo jî yek ji wan kesên nemir e.
Bonn 26.12.2010
*Sal û bûyerên kesayetî liser R. Hemo ji hevpeyvîna rêzdar Imer Kalo, ya di malpera Avesta de, 11.hizêrana 2009-an de belavbûye, hatine birin. Li vir jî berxudarî li wî dilsozî dikim, ku ew karê binirx kirî.
* Divê navê partiyê weha bê nivisîn di nivîsaran de, jiberku yek ji damezrêneran Reşîd Hemo weha nivisiye di hevpeyvîna lijor navhatî. Her di destpêka wê berhemê de jî çewtiyek heye; li şûna Kurdistan, Kurdistanî hatî. H.H.