Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Amerîka demokrasiya xwe wekî pakêtên qahweyê dibe cihanê
 
Amerîka demokrasiya xwe wekî pakêtên qahweyê dibe cihanê
2016-08-19 20:19
MediaKurd > info@mediakurd.com
Serokê dawî yê Yekîtiya Sovyetê Mihail Gorbaçov bi mûnasebeta salvegera hewldana derbeya 19ê Tebaxa 1991ê ji ajansa Interfaxê re axivî û ragihand ku di dema serokatiya min de min ji berpirsên amerîkî re digot hûn wekî pakêtên qahweyê demokrasiya xwe li cihanê belav dikin, bihêlin bila mirov ji xwe re tiştna hilbijêrin. Amerîka berê jî ev polîtîka dimeşand û niha jî dîsa heman tiştî dike.

Amerîka nexwest Yekîtiya Sovyetê bibe welatekî demokrat

Mihail Gorbaçov di berdewamiya axaftina xwe de li hemberî pirsa ku çima dewletên rojavayî piştgiriya reformên Yekîtiya Soveyetê nekirin bersivand û got: "Amerîka nexwest Yekîtiya Sovyetê bihêz û demokratîk bibe, lewra wan dizanîbû heke Sovyet bihêz bibe dê bibe alternatîfên polîtîkayên wan."

Gorbaçov di dirêjiya axaftina xwe de got: "Li Rûsyayê her çikas zor û zahmetî hebe jî divê bi teoriyên komployî derbeyên leşkerî pêk neyên."

Spunik