|
Em amadene li gel Mesud Barzani kom bibin |
|
2016-08-19 20:21 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Hevserokê KCKê Cemîl Bayik di gotûbêja xwe ya di gel televizyona NRT yê de derbarê têkiliyên di navbera wan û partiyên Herêma Kurdistanê de peyam da. Bayik diyar kir ku nakokiyên wan ên bi YNKê, Goran û partiyên Îslamî re ji yên bi PDKê re kêmtir in û ew amadene ku li gel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kom bibin.
Nirxandina Bayik wiha ye: "Em weke KCK amadene ji bo çareserkirina nakokiyên navberî partî kurdî digel Mesûd Barzanî kom bibin."
Bayik herwiha derbarê endamên HPGê yên li Şengalê jî got: "Gerilayên HPGê derbasî Şengalê bûn û kurdên êzîdî parastin. Eger gerîla neçûbana Şengalê niha pêşmerge jî li Şengalê nebûna." Cemîl Bayik gotinên ‘Bila gerilayên HPGê ji Şengalê derkevin" weke bêwijdanî nirxand û ji bo pirsa ku ‘Gelo wê PKK Qendîlê vala bike û li Şengalê bicî bibe?" jî wiha got: "Mijareke bi vî rengî nîne û bi ti awayekî PKK Qendîlê bernade."
Sputnik |
|
|