|
Divê Pêşmergeyên Roj derbasî Rojava bibin |
|
2016-08-19 20:24 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
ENKS’ê di derbarê aloziyên bajarê Hesekê de daxuyaniyek belav kir û destnîşan kir ku divê Peşmergeyên Roj bikaribin derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin.
Encûmeniya Niştimaniya Kurd a Sûriyê diyar kir ku divê di zûtirîn dem de Peşmergeyên Roj bikaribin derbasî Rojava bibin û dest bi têkoşînê bikin.
ENKS: “Rejîma Sûriyê bi çekên giran û bi firokeyan bajarê Hesekê bombebaran dike, di encam de bi dehan welatiyên sivîl şehîd bûne û bûne qurbanî.”
Di daxuyaniya xwe de ENKS’ê ew êrîşa rejîma Sûriyê a li ser bajarê Hesekê şermezar kir û daxwaz kir ku rê ji Peşmergeyên roj re were vekirin da ku derbasî Rojava bibin û hemû pêkhateyan biparêzin.
Ji aliyeke din ve ENKS’ê daxwaza rawestandina şer kir û hêvî kir ku welatî bajar vala nekin.
BasNûçe |
|
|