Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Em ji referandûmê re amade ne
 
Em ji referandûmê re amade ne
2016-08-19 20:26
MediaKurd > info@mediakurd.com
Murat Özdemir

Rêveberiya Herêma Kurdistanê (RHK) ku ev zêdetirî 25 sal e bi awayekî xweser xwe bi rêve dibe û xwedî parlamento, sazî, dezgeh, aborî û rêveberî ye, niha amadekariyên serxwebûnê dike. Rojhilata Navîn bi taybet jî Sûriye û Iraq niha bûne gola xwînê, şer û alozî li seranserê herdu welatan bi hemû dijwariya xwe berdewam dike.

Beriya êrişên li ser herêmê û Kurdistanê mijara referandûma serxwebûnê di rojevê de bû û dihat pêşbînîkirin ku referendûm pêk were û xelkê kurd çarenûsa xwe diyar bike, lêbelê piştî ku DAIŞ’ê bi çekên giran yên ku ji destê rejîmên Iraq û Sûriyê derxistî berê xwe da xaka Kurdistanê, referandûma serxwebûnê hat taloqkirin. DAIŞ ku bermayiya rejîma Saddam e, weke rejîma maka xwe destbi qetilkirin û kuştina xelkê sivîl û dagirkirina navçeyên kurdî kir. Di van êrişan de DAIŞ’ê çekên herî pêşketî bikaranîn ku Serokê RHK’ê Barzanî jî amaje bi wê yekê kir û got, “Em li dijî dewletekê şer dikin.” Ji bilî çek û teqemeniyan DAIŞ’ê ji derve jî pêdawîstiyên lojîstîkî peyda dikir û bi wî awayî êrişî Kurdistanê kir.

Êrişên DAIŞ’ê di qonaxeke wisa de hatin ku dîplomasiya navnetewî û heremî ketibû Hewlêrê û bi dengekî bilind serxwebûna Kurdistanê dihat bilêvkirin. Aboriya heremê li ser piyan bû, Hewlêr weke navendeke nû dihat dîtin, Herwiha di her warî de geşbûn û pêşkeftineke mezin hebû. Di van şert û mercan de pêkvegirêdana Kurdistanê bi welatekî ku ji bilî xwîn, alozî û komkujiyan tiştek nedaye Kurdistanê bêwate bibû. Mesûd Barzanî jî di her hevdîtin, daxuyanî û xebata xwe de bi awayekî rijd serxwebûna Kurdistanê kir mijar û rojava cîhanê. Êdî babeta serxwebûnê sînorên herêmî derbas kiribû û Kurdistaneke serbixwe li her deverê dihat bilêvkirin û çavê herkesekî li wê yekê bû ku xelkê kurd çarenûsa xwe diyar bike û kurd jî êdî bibin xwedî dewleteke serbixwe û di qada navdewletî de cihê xwe bigirin.

DAIŞ’ê hewldana rêgirtina serxwebûnê kir

Lêbelê rêxistina DAIŞ’ê destpêkê li Iraqê yek ji bajarên mezintirîn yên Iraqê Mûsil girt û bi çekên giran ku hem li derve anîn û hem jî ji Artêşa Iraqê stendin êrişî xaka RHK’ê kir. Bi êrişkirina DAIŞ’ê vê carê mijara sereke bû şer û têkoşîna li dijî DAIŞ’ê û Pêşmergeyên Kurdistanê cihên xwe yên di çeperan de girtin û şerekî dijwar destpê kir. Di wan şertên şer de jî dîsa Serokê RHK’ê Barzanî her destnîşan dikir ku tekane armanca wan serxwebûn e û ji bilî serxwebûnê tu rê li pêşiya wan nîn e. Li aliyekê jî şer berdewam bû û li gelek deveran ku berbiçav û mezin jî bû Şengal, li dijî xelkê sivîl DAIŞ’ê komkujî pêk anîn û êrişa herî mezin jî ku ji aliyê cîhanê ve jî weke jenosîd tê dîtin, li dijî kurdên sivîl pêk anî. DAIŞ’ê di Tîrmeha 2014’an de bi çekên giran û alîkariya xelkê deverê yê li dijî kurda, êrişî Şengalê û Pêşmerge kir û li dijî êzdiyan komkujî pêk anî.

Pêşmergeyan dawî li DAIŞ’ê anî

Êriş û pêşdeçûna DAIŞ’ê li Iraqê û deverên Kurdistanê yên girêdayî benda 140’an bû sedem ku referandûma serxwebûnê bê paşxistin û hemû hemû xebat û kar ji bo têkşikandina DAIŞ’ê hatin seferberkirin. Hêzên Pêşmerge bi derfetên kêm şerekî dijwar li dijî DAIŞ’ê birêvebir û nîşanî hemû cîhanê da ku tekane hêza ku bikaribe komên tûndrew ji herêmê paqij bike ew e. Piştî mezînbûna metirsiya li herêmê, li dijî DAIŞ’ê Hevpeymana Navdewletî hat avakirin û Pêşmerge bû hevkarê sereke yê vê îttifaqê. Lawazbûn û têkçûna Artêşa Iraqê, girîngî û rola Pêşmergeyan nîşanî hemû cîhanê de û li dîplomasî û siyaseta ku li Kurdistanê birêve diçû, têkoşîna li dijî DAIŞ’ê jî lê zêde bû û di serî de DYA û welatên Ewropayê civaka navdewletî piştgirî û piştevaniya xwe nîşanî rêveberiya RHK’ê da. Di encama şerekî dijwar de niha ji sedî 99’ê xaka Kurdistanê ji DAIŞ’ê hat paqijkirin. Lêbelê ji ber daketina bihayê petrolê, rewşa herêmê û şerê li dijî DAIŞ’ê û birîna bûdçeya Kurdistanê ji aliyê hikûmeta navendî ve bû sedema wê yekê ku aboriya Kurdistanê ji bihêzbûn û geşbûna xwe dakeve. Herwiha tevî şer û qeyranan aborî ya li herêmê, qeyranake siyasî jî rû da û Parlamentoya Kurdistanê belav bû.

Tevî van hemû kêmasî, alozî û qeyrana siyasî û aborî, Serokê RHK’ê Mesûd Barzanî dev ji armanca serxwebûnê berneda û niha jî tê pêşbînîkirin ku beriya hilbijartinên serokatiya DYA’yê referandûm pêk were. Niha Rawêjkarê Dîwana Serokatiya RHK’ê Fûad Hûsên bi partiyên siyasî yên RHK’ê re danûstendinê dike û tê çaverêkirin ku aliyên siyasî li ser referandûmê yekdeng bin.

“Em amade ne refarandûmê pêk bînin“

Serokê Lijneya Hilbiratinên RHK’ê Hindirîn Ehmed, li ser amadekariyên referandûmê ji BasNûçe’yê re axivî û ragihand ku referandûma serxwebûna Kurdistanê dê pêk were û gelê kurd dê çarenûsa xwe diyar bike.

Serokê Lîjneya Hilbijartinên RHK’ê Hindirîn Ehmed eşkere kir ku ferqa referandûm û hilbijartinan heye û eger ji wan bê xwestin ew dikarin bi hêsanî referandûmê pêk bînin. Ehmed wiha berdewam kir: “Helbet meseleya refrandomê wezîfeya komîsyona Kurdistanê ye û li gorî qanûnan em jî erkdar in ku refrandomê pêk bînin. Û herwisa em divê ji wê komîsyonê bixwazin ku vê yekê amade bike. Amadekarî ji bo referandomê zêde tevlîhev nîne yanê bi hilbijartinê ve ferq dike. Ji ber ku di hilbijartinan da civak çalak e lê di referandomê da pêwîst nîne ku em pîvanên siyasî tomar bikin û û kandîdan diyar bikin, loma jî kar hêsantir e. Ev tiştê ku me heta niha kirine bi awayekî fermî ji me nehatiye xwestin loma jî tenê di warê idarî da li ser hatiye xebitîn. Ev hêmanên ku ji bo lidarxistina refrandomê re lazim in weke tomarkirina dengdêran, çawaniya nûkirin û amadekirin û herwisa rêçareyên dengdanê, sîstema skala û aşkerekirin û cudakirina dengan hatiye amadekirin. Lê weke min got ji ber ku ti kesî ji me nexwestiye, lê eger ji me bê xwestin wê demê em gavên pêwîst biavêjin û em jê ra bûdceya taybet jî terxan bikin.”

“Metirsiya ewlehiyê li ser referandûmê nîn e”

Di berdewamiya axaftina xwe de Ehmed rewşa herêmên dikevin benda 140’î ya destûra İraqê jî bi bîr xist û wiha got: “Helbet ev navçeyên Kurdistanî yên derveyî desthilata Herêma Kurdistanê jî tê da ne pêwîst e ku ew bi her awayî beşdariya vê mijara girîng bikin. Lê divê ji me bê xwestin, wê demê em di wan navçeyan da jî em ê bixebitin, ev herêmên ku min ji we ra qal kirin gelekî girîng in.”

Ehmed, tekezî li ser wê yekê jî kir ku ew ê komîsyona hilbijartinê û hêzên emnî yên RHK’ê baş bixebitin da ku xelk beşdarî referandûmê bibin: ”Em weke komîsyona hilbijartinê ku desteyeke niştimanî ne, helbet mekanîzma misogerkirina dengdana hemû hêzên Pêşmerge, asayiş û polîs tê dabînkirin û li her cihê ev wezîfeya me ye û ez ewle me ku komîsyon dê baş bixebite, ji ber ku hemû kes bikaribe beşdarî dengdanê bibe û dengê ti kesî jî wenda nebe. Helbet ev yek jî li gorî qanûnê ye. Ev meseleyek nîne ku em bikaribin yan na, ew wezîfeya me ye ku em li gor qanûnê tevbigerin. Em weke komîsyona referandûmê desteyeke serbixwe ne û em dûrî kêşeyên siyasî ne. Karê me ew e ku em piştê xwe bi qanûnan girêbidin û em xwe tevlî kêşeyên siyasî û tesîra wan nakin.“


BasNûçe