Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : 17 hezar 723 kes di zîndanên Sûriyê de mirine
 
17 hezar 723 kes di zîndanên Sûriyê de mirine
2016-08-19 20:31
MediaKurd > info@mediakurd.com
Rêxistina Lêborîn a Navneteweyî ya di raporteka bi navê “Li girtîgehên Sûrîyeyê şkence, nexweşî, mirin” de aşkere kir ku, ji meha Adara 2011an (Destpêka krîza Sûriyê) ve heta sala 2015an bêhtir ji 17 hezar û 723 di zîndanên rêjîma Sûriyê de mirine.

Raport diyar dike ku, rêxistinê ev bîlonço ji encama hevdîtinên ligel 65 kesî yên ku ji îşkenceyê hatine rizgarkirin, belge kiriye.

Di heman demê de Rêxistina Mafên Mirovî hişyariyê da civaka navdewletî ku fişarê li rêjîmê bike, ji bo rawestandina îşkenceyê di zîndanên rêjîma Sûriyê de.

Li gor tora Sûriyê ya Mafên Mirovî, 117 hezar kes di zindanên rejîmê de hene, lê amarên ne fermî dibêjn nêzî 215 hezar girtî di zindanên rêjîma sûryê de ne.

Rapora Amnesty ingilizi

https://www.amnesty.org/en/documents/mde24/4508/2016/en/

Rûpela Nû