Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : PYDê gefên xwe li ser Rojava qût nake..Fermana ji PKKê werdigre
 
PYDê gefên xwe li ser Rojava qût nake..Fermana ji PKKê werdigre
2016-08-21 16:48
MediaKurd > info@mediakurd.com
Serkirdeyekî PDKê ji rewşa Rojavayê Kurdistanê dilgiran e û dibêje PYDê dest ji guvaş û êrişên xwe bernade û bi fermana PKKê Rojavayê Kurdistanê xistiye metirsiyê, lê Rojava xwe li ber gefên PYDê nagire û divê vegerin bo rêkeftina Hewlêrê.

Necat Hesen Endamê Serkirdatiya PDKê ji malpera KDP.info re ragihand:

“Serkirdatiya siyasî ya Kurdistanê bi rêz li hêz û aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê dinerin, ku li wir çendîn partiyên dêrîn hene ku çendîn sal xebatê dikin û xwedî hejmareke zêde ji xelkê ne û roleke bihêz dibînin di nasandina gelê Kurdistanê û rêxistin û dadokîkirin li mafê gelê Kurd, û rastî ye ku PYDê balê leşkerî yê PKKê ye, lewma fermanê rasterast jê werdigire û hemû karên wê bo şikandina serkirdeyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê ne û ev yek li ser erdê tên dîtin, ku binpêkirinên PYDê bi çavan tên dîtin.”

Hesen wiha got: “Şerm e PYDê êrişî kesayetiyên siyasî û rewşenbîrî yên
Rojavayê Kurdistanê bike mîna Serokê ENKSê Îbrahîm Biro û serkirdeyên
ENKSê. PYDê êrişî xelkê dike û rêjîm di nava tankan de li wan dinere, ev
helwestên PYDê jî eşkere dikin ku Rojavayê Kurdistanê di kirîzeke siyasî de ye û divê bereyeke yekgirtî bê avakirin da ku kurdên Rojava hevbigirin li dijî siyasetên şaş ên PYDê. Herwiha divê PYDê wê yekê fêm bike ku siyaseta şaş sere xwediyê xwe dixwe. Eger dezgehên îstixbaratê yên çend welatan wan birêve dibin, ev ne siyaset e û encamên wên nabe û nabe ev siyaseta şaş berdewam be, ji ber ku tiştên xerab li pey bê.”

Wî endamê serkirdatiya PYDê wiha domand: “Ji hemû xirêtir di siyasetê de dema tolhildan bê hilbijartin, ku termê şehîdekî Pêşmerge ji Başûrê
Kurdistanê bo Rojavayê Kurdistanê dihat şandin, wan êrişî cenazeya wî kirin û rêgirî li xelkê kirin ku cenazeya wî veşêrin, lewma ew siyaseta PYDê pir xerab e û xelk ji wan bêzar bûne, lê ewê di dawî de berê xwe bidin Serok Barzanî.”

Necat Hesen ragihand: “Li şûna ku PYDê taktîk û sînaryoyan ligel Beşar Esed bikar bîne, wê yekê li dijî Serok Barzanî û PDKê dike. Gelo Serok Barzanî û PDKê çi karekî xerab kirine ku wisa dijminatiya wan dikin? Ew rêkeftinên ku bo Rojava bi serperiştiya Serok Barzanî hatin kirin di xêra Rojavayê Kurdistanê de bûn û pir baş bû û çareserî jî ew e ku vegerin rêkeftina Hewlêrê.”

PDK info