Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Hakan Fîdan gotibû!
 
Hakan Fîdan gotibû!
2016-08-21 17:02
MediaKurd > info@mediakurd.com
KCK ku wek sîwana herî ast bilind a PKKê û rêxistinên ser bi wê tê naskirin, derbarê teqîna Dîlokê de daxuyaniyek weşand û tê de ragihand, teqîn ji aliyê MÎTê û bi rêya DAIŞê hatiye pêkanîn.

Hevserokatiya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) derbarê teqîna xwekujî ya li bajarê Dîlok ê Bakurê Kurdistanê de, ku di encamê de 51 kesan jiyana xwe ji dest dane û bi dehan kes jî birîndar bûne, daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de, KCKê ji malbatên qurbaniyan re sersaxî xwast û berpirsatiya teqînê xiste ser milê Hikûmeta Tirkiyê.

KCKê wiha got:

“Ev komkujî ji aliyê DAIŞ’ê ve hatibe kirin berpirsyar dîsa desthilatdariya AKP’ê ye. Hêza bingehîn a ku DAIŞ li Sûriyeyê xwedî kir û mezin kir, desthilatdariya AKP’ê ye. Yê ku hişt li Dîlokê xwe bi rêxistin bike, AKP ye.

AKP dixwaze bi destê DAIŞ’ê bandorê li Sûriyeyê bike û Şoreşa Rojava bifetisîne. Lewma ne tenê Sûriye veguheriye gola xwînê, di heman demê de li Ewropa, Tirkiye û Kurdistanê komkujiyên mezin hatine kirin. Ji ber ku dewleta Tirk destek daye DAIŞ’ê, tevahiya mirovahiyê berdêlekî giran daye. Ev rastî ji aliyê tevahiya cîhanê ve tê zanîn.

Eger rojekê yên destek dane DAIŞ’ê werin darizandin, wê beriya her kesî Tirkiye bê darizandin. Her çend Tirkiye niha hewl dide xwe ji van têkiliyan rizgar bike jî, wê hesabê van komkujiyan ji sedî sed bide.”

KCKê herwiha Tirkiye û AK Partî bi wê yekê tohmetbar kir, ku DAIŞê wek amûrekê bo dijatiya Kurdan û statuya li Rojavayê Kurdistanê bi kar tîne, da ku bikaribe destwerdanê li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê de bike.

Herwiha KCKê tekez kir, ku teqîna xwekujiya li Dîlokê jki aliyê MÎTê û bi rêya DAIŞê pêkhatiye.

Daxuyanî wiha berdewam dike:

“AKP hem DAIŞ kiriye mijara bazarê, hem jî weke amûreke provokasyonê bi kar tîne. Di rojên dawî de nîqaş tê kirin, ku Tirkiye hewl dide ji xwe re hincetekê bafirîne û bi vî rengî dest li Şoreşa Bakurê Sûriyeyê/Rojava werde. Ji ber vê yekê, eşkere ye ev komkujî ji aliyê MÎT’ê ve bi destê DAIŞ’ê hatiye kirin. Hakan Fîdan beriya niha bi du salan gotibû, ’em ê çend fuzeyan ji Sûriyeyê bavêjin Tirkiyeyê û vê bikin hinceta xwe ya ketina nava Sûriyeyê’. Xuya ye bi rêya vê komkujiyê dixwazin di mijara avakirina herêma tampon a li Sûriyeyê de zextê li hêzên navneteweyî û welatên herêmê bikin. Ji bo Sûriye û hin welatên din ji bo avakirina herêmeke tampon îqna bikin, eşkere ye wê vê komkujiyê bi kar bînin. Provokasyonek bi vî rengî, ji bo vê armancê hatiye kirin. Bêguman hedef Kurdên li Sûriyeyê ye. Di vî warî de yên weke qurban hatine hilbijartin jî dîsa Kurd in.”

Di vê daxuyaniya xwe de, KCKê herwiha ji Hikûmeta Tirkiyê xwast, ku bo pirsgirêka Kurd pêngavan bavêje.

Rûdaw