Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Ji sedî çendê Kurdan dibêjin SERXWEBÛN?
 
Ji sedî çendê Kurdan dibêjin SERXWEBÛN?
2016-08-21 17:06
MediaKurd > info@mediakurd.com
Navenda Aşitî û Ewlekariya Mirovahiyê ya Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê, li Herêma Kurdistanê rapirsek pêkanî û ji sedî 82.3yê beşdaran deng dane serxwebûna Kurdistanê.

Di rapirsiyê de dengê 4 hezar û 200 kesan hate wergirtin ku hezar 526 kes li bajarê Hewlêrê, hezar û 422 kes li Silêmaniyê, hezar 111 kes li Duhokê û 141 kes jî ji bajarê Helebceyê beşdarê rapirsiyê bûn.

Li gorî encamên rapirsiyê ji sedî 86.9ê xelkê Hewlêrê dengê “erê” dane rapirsiyê.

Li bajarê Duhokê ji sedî 97.5 li Helebceyê ji sedî 82.9ê dengê “erê” dane daxwaza serxwebûna Kurdistanê. Lê li Silêmaniyê e vast ji hemû bajarên din kêmtir bû û tenê ji sedî 67ê dengderan dengê xwe dane bo serxwebûnê.

Di rapirsiyê de hatiye pirskirin “gelo referandûm bê kirin hûn dê beşdar bibin?” ji sedî 83.1ê gotine “belê.”

Herwiha ji sedî 66ê beşdaran jî gotine niha dema îlankirina serxwebûna Kurdistanê ye.

Hêjayê gotinê ye ku rêveberiya Herêma Kurdistanê daxwaz dike ku Başûrê Kurdistanê bi awayek aştiyane ji Iraqê veqete û ji bo vê armancê jî referandûmek seranserî bê encamdan.

Rûdaw