Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Kî ji DAIŞê zêdetir ji KURDAN ditirse?
 
Kî ji DAIŞê zêdetir ji KURDAN ditirse?
2016-08-22 17:10
MediaKurd > info@mediakurd.com
Nivîskarê Ereb Xesan Şirbil, gotarek li ser daxaza Kurda a serxwebûna nivîsiye û amaje bi wê yekê dike ku welatên herêmê hinde ji Kurdan ditirsin, ew hinde ji DAIŞê natirsin.

Navborî di gotara xwe ya di rojnameya El-Heyat de dibêje, DAIŞ mehkûmê têkçûnê ye, ji ber ku gora xwe bi destê xwe kolandiye. Ji ber vê yekê jî Îran, Sûriye, Iraq û Tirkiye wiha hizir dikin ku metirsiya DAIŞê dê derbas bibe lê ya Kurdan bimîne.

Xesan Şirbil diyar dike ku di dema serdana Erdogan a li Rûsyayê de pirsgirêka Kurd hatiye rojevê û li gel Îranê jî hatiye gotûbêjkirin.

Bi nêrîna Şirbil helwesta Erdogan wisa kiriye ku hikûmeta Sûriyê bi bombebarankirina Hesekê peyamê bo Erdogan bişîne. Herwiha Îran jî qebûl nake ku Kurdên Rojava weke Kurdên Başûr desthiladariya xwe zêde bikin.

Xesan Şirbil di wê baweriyê de ye ku di berjewendiya Îranê de nîne ku Kurdên Rojava bigihin armancên xwe yên neteweyî, heta Îran statûya federaliyê jî ji Sûriyê re weke metirsî dibîne. Ji ber ku piraniya xelkê Sûriyê Sunne ne. Ji ber vê yekê jî Îran metirsiya Kurdan ji ya DAIŞê jî mezintir dibîne.

Nivîskarê Ereb di dawiya gotara xwe de dibêje, “Beşek ji wan weletan Kurdan weke bombeyek vedayî dibînin. Dibe ku di navçeyê de şer û xwîn hebe lê nikarin Kurdên Sûriyê vegerînin 5 sal beriya niha. Nikarin pêşiya rabûna Kurdên Tirkiyê bigrin. Bi têkdana aramî û ewlekariya Herêma Kurdistan3e jî, pirgirêka Kurdên Îranê nayê çareserkirin. Ne naskirina cudahiyan belayek e û encamên wê yên xeter jî tenê ne ji bo Kurdan e.”

Rûdaw