|
Serdana Barzanî dîrokî ye..Pêvajoya aştiyê dest pê dike |
|
2016-08-23 21:45 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî çû Tirkiyê û dê ligel berpirsên pilebilind ên wî welatî bicive. Siyasetmedarekî kurd jî dibêje, ew serdan di dema xwe de bû û di wê serdanê de dê gelek tiştên girîng bên behskirin, hevdem dibe sedema destpêkirina pêvajoya. Siyasetmedarê Kurd Osman Ocalan ji malpera KDP.info re ragihand: “Ev serdana Serok Barzanî bo Tirkiyê di demeke pir girîng de ye, ku li Tirkiyê kudeta çêbû û hinek pirsgirêk û alozî hene. Ji aliyekî din ve, Rojava û Bakurê Kurdistanê şerê DAIŞê dikin û li Bakur şerê PKK û artêşa Tirkiyê heye. Lewma bo çareserkirina pirsgirêkan pêwîst e hinek pêngavên siyasî bên avêtin û rêkeftin di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de pir girîng e, bo çareserkirina pirsgirêkan. Herwiha li Başûr behsa dewleta Kurdistanê tê kirin û ew serdan pêngavek dibe ku herdu alî 2 cîranên baş bin. Lewma ev serdan dîrokî ye û deriyê çareserkirina pirsgirêkan vedike.” Osman Ocalan: “Serok Barzanî cara yekê roleke mezin dît di destpêkirina pêvajoya aştiyê de, niha jî hewl dide ku ew piroje were nûkirin û careke din Bakurê Kurdistanê aram bibe, lewma pêwîst e PKK piştgiriya Serokê Herêma Kurdistanê bike û alîkariya wî bike.”
PDK info |
|
|