Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Erebistana Siûdî li dijî Esadî dixwaze çekan bide YPGê
 
Erebistana Siûdî li dijî Esadî dixwaze çekan bide YPGê
2016-08-23 21:50
MediaKurd > info@mediakurd.com
Li gorî nivîsa rojnameya erebî ya Assafirê ku ji aliyê Ebdullah Silêman Elî hatiye nivîsîn, piştî şerê 8 rojan ê bajarê Hesekê yê di navbera Rejîma Sûriyeyê û YPGê de hat dîtin ku navbera herdû aliyan ne ewqasî xweş e û heta vî şerî diyar kir ku gelek aliyên cîhanî û herêmî xwestiye ku vê qelşa li navbera herdû ketiye berfireh bikin ta ku armancên cûr bi cûr pêk bînin.

"ŞERÊ HESEKÊ ENCAMA PÊŞKETINÊN LI HERÊMA ŞEHBAYÊ YE"

Elî diyar dike ku şerê hesekê girêdayî wan pêşketinan in ên ku li herêma Şehbayê ya Stratejîk diqewimin û heta dibe ku encama wan pêşketinan bi xwe be jî. Nivîskarê ereb diyar dike herêma Şehbayê navendek e ku gelek ajende û projeyên nakok lê dicivin û wiha dewam dike: "Ev jî tiştekî suriştî bû ku ew pêşketin bandorê li parêzgehên din ên Sûriyeyê bikin, bi taybetî ew ên bi projeyên wê ve girêdayî, wek parêzgeha Hesekê ya ku di nava projeya federaliya kurdî de ye ku ji aliyê Amerîkayê ve tê piştgirtin."

Herwiha nivîs diyar dike ku piştî hêzên kurd Minbic kontrol kir û berê xwe da Babê ku Artêşa Sûriyeyê li wir e û bi vî awayî rêya manewreyê gelekî kêm bûye û wiha pê de diçe: "Li gel vê hêzên dijber ên Tirkiye piştgiriya wan dike bajarê Raî kontrol dikin. Ev jî dibe sedem ku zengilên xeterê lê xin ji ber du hêzên dijber tên himberî hev ku ji aliyên hêzên herêmî û cîhanê yên cûrbicûr tên piştgirtin. Bi taybetî piştî çend rojan ji nêzîkiya Rûsya û Tirkiyeyê, hêzên nêzîkî ya dawî ji bo Cerablusê dest bi tevgerê kiriye".

"LI GEL SERKEFTINÊN XWE JÎ, YPGÊ HÊZA HERÎ QELS E"

Ji aliyekî din ve, Elî balê dikişîne ser hindê ku berovajî serkeftinên hêzên kurd lê wiha dixuyê ku ew aliyê herî qels e ku gelek fişarên hundirî û derveyî li ser hene û sedemên wê jî wiha rave dike: "Ji ber ku nikare heta demeke ne kurt dest ji Şamê berde û xerabûna têkiliyên wî bi aliyên din ên kurdî, wek ENKS ji hundir ve û herêma Kurdistanê ji aliyê derveyî ve. Herwiha PYD di navbera bijarteyên dijwar de maye ku yek ji wan neyariya Şamê ji projeya wan a federasyonê re ye û yan din jî projeyeke federasyonê ye lê li gorî daxwaza Amerîkayê ye."

Nivîskar diyar dike ku li gel şer û bombebarankirina bajaran jî lê ji ber sedemên jorê gelek şirove tên kirin ku hîn dema cudabûna kurdan û Şamê nehatiye û vê tiştî jî wiha rave dike: "Di vî şerê giran de û gotûbêjên bi dû de jî YPGêli dijî mayîna Artêşa Sûriyeyê û polîsên wê derneket lê xwest ku Hêzên Parastina Niştimanî derkevin".

Herwiha nivîskar bi bîr tîne ku ev rewş ne mayinde ye û dibe bê guhertin nexasim piştî hinek dewletan dest pê kir pêşniyara alîkariyê li wan dike.

"CIVÎN BI KANALÊN FERMÎ PÊK HAT"

Elî vê îdiaya xwe ya pêşniyarkirina alîkariyê vedigerîne ser çavkaniyên hêzên kurdan û wiha dibêje: "Çavkaniyên nêzîkê YPGê ji Assafîrê re ragihand ku Erebistana Siûdî pêşniyarî YPGê kiriye ku çek û pereyan bide wan eger şerê xwe li dijî rejîma Esadî li Hesekê berdewam bikin û ev pêşniyar di rêya kanalên fermî li civîneke herdû aliyan de pêk hatiye".

Ji aliyekî din ve, nivîskarê ereb diyar dike ku ev ne cara yekem e ku Erebsitana Siûdî pêşniyareke wiha dike lê sedema wê jî kêmbûna bandora Erebistana Siûdî li ser bakurê Sûriyeyê ku dijberiya wê derê di navbera Amerîka û Tirkiyeyê de perçe bûye û dibêje: "Ev pêşniyara Erebistana Siûdî li dijî hevalbendiyê Enqere û Riyadê ye lê wiha diyar e ku Erebistana Siûdî ditirse ku nêzîkatiyeke Tirkiye û Rûsyayê çêbibe ku neyarê wan ê yekem sûrî sûdê jê wergire lewra hewl dide piran bi kurdan re deyne."

"HEVALBENDIYA KURDAN Û AMERÎKAYÊ"

Herwiha derbarê hevalbendî û rêkeftina di navbera kurdan û Amerîkayê de jî nivîksar wiha dibêje: "Hevalbendiya kurd û amerîkiyan ji neçarî bi şerê DAIŞê li ser Kobaniyê dest pê kir lê piştî wê gihişt asteke bilindtir bê ku ti agahî derbarê çawanî û armanca vê hevalbendiyê de derkevin".

Derbarê vê hevalbendiyê de Assafir dibêje ku çavkaniyên ji YPGê diyar kiriye ku têkiliyên herdû aliyan li ser gelek nakokî û nêzîkatiyan hatiye avakirin ku bi piranî li ser bingehê "pevgihiştina berjewndiyan" tê birêvebirin û ew berjewndî jî şerê DAIŞê ye.

Elî li gorî heman çavkaniyê diyar dike ku Amerîka xwestiye peymanekê bi kurdan re deyne lê wan qebûl nekiriye û wiha dibêje: "Aliyê amerîkî xwest van têkiliyan bi peymanên fermî xurt bike lê aliyê kurdî hinek mercên Amerîkayê qebûl nekirin ku ev jî bû sedem ku îmzekirina peymanê bi paş de biçe û hişt ku pitşgiriya Amerîkayê ji kurdan re kêmtir bibe".

Nivîskar diyar dike ku Amerîka ji ber van sedema şantajeke nerasterast li hêzên kurd dike û wiha dibêje: "Bajarê Cerablusê wek nimûneya şantajeke nerasterast derdikeve ku Amerîka xwe li ber wan nûçeyan kerr dike ku Tirkiyeyê rê dide komên Artêşa Azad ta biçin ber dergehê sînorî yê Cerablusê ku armanca wê eşkere ye û ew jî astengkirina federasyona kurdî ye".

"AMERÎKA HÎN HEVSENGIYÊ DI NAVBERA KURDAN Û TIRKAN DE DIPARÊZE"

"Heman çavkaniyê ragihand ku Washingtonê roniya kesk ji bo kurdan vênexistiye ta ku biçin bi aliyê Cerablusê de û bi vî awayî Amerîka bi hesasiyeta rewşê bilîze û ji xwe re ji aliyê leşkerî û siyasî bi kar tîne û wiha dewam dike: "Bi taybet ku çavkaniyan diyar kiriye, mijarên Bab, Cerablus û Tadifê dê li ser maseya gotûbêjên Biden li Enqereyê bin ku wê sibe çarşemê biçe wir û ev jî tê wê wateyê ku Amerîka hîn jî hevsengiyê di navbera Tirkiye û kurdan de diparêze wek çawa li Minbicê kir ku kurd bi temamî jê ne razî bûn".

"FIŞAR TÊ KIRIN TA PÊŞMERGEYÊN ROJAVAYÊ DERBAS BIBIN"

Herwiha derbarê mercên ku Amerîka dixwaze li ser kurdan ferz bike, nivîskarî diyar kir ku piraniya wan ji aliyê kêm kesan ve tê zanîn lê hinek mercên din hene ku derbarê baregehên leşkerî yên Amerîkayê û mezinbûna wan e ku ew ê li wê derê ava bike, hinekên din jî derbarê derbaskirina "pêşmergeyên roj" yên li herêma Kurdistanê ne ku tê gotin Amerîka gelek fişarê dike ta ku derbas bibin.

Nivîskar di dawiyê de radigihîne ku hêzên kurd pêşniyara Erebistana Siûdî nepejirandiye lê ihtimal heye ku yên Amerîkayê qebûl bikin ta ku projeya xwe ya federasyon têk nebin û wê herêm Ezaz û Cerablusê nexin destê Tirkiyeyê.

Sputnik