Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Barzanî ji bo proseya aşitiyê hate Tirkiyê
 
Barzanî ji bo proseya aşitiyê hate Tirkiyê
2016-08-23 21:56
MediaKurd > info@mediakurd.com
Rojnamevan Avni Özgürel ragihand ku Serokê RHK’ê Mesûd Barzanî ji bo proseyekî nû ya aştiyê hate Tirkiyê û wê navbeynakariyê di navbera Tirkiye û PKK’ê bike.

Li gorî nûçeya Kurdistan24’ê Rojnnamevan Avni Özgürel ku nêzîkî Serokkomar Recep Tayyip Erdoğan tê zanîn, amaje kir ku rola Serokê Rêveberiya Herêma Kurdistanê(RHK) Mesûd Barzanî li ser proseya aştiyê heye û wiha axivî: “Birêz Barzanî ji bo proseyeke nû ya aştiyê di navbera Tirkiyê û PKK de dê bibe navbeynkar.”

Avni Özgürel yek ji rojnamevanên li Tirkiyê ye ku li ser mijarên pirsgirêka kurd, têkiliyên Tirkiye û Kurdistanê kesek zana tê zanîn.

Li gorî Özgürel di vê serdanê de yek mijara herî girîng meseleya PKK’ê ye.

Herwiha Özgürel: Fikra min ew e ku birêz Barzanî beriya ku were Enqereyê, rêvebirên Qandilê ji Barzanî re nameyek dane da ku radestî Tirkiyê bike. Piştî serdanê jî Barzanî peyamên Tirkiyê dê bişîne Qandîlê. Rola birêz Barzanî li ser proseya aştiyê heye û zêde ye ev hevdîtin jî girîngiya rola Barzanî li ser aştiyê nîşanî me dide.”

Özgürel li ser daxuyaniya KCK ya "Eger Tirkiye hewlekî bide ew bo aştiyê amade ne" wiha got: “Bo Hikûmetê jî ev daxuyaniyekê girîng e, lê kêşe ew e ku di vir de bawerî nîn e. PKK’ê gelek caran daxuyanî da û soz da. Tirkiye bo aştiyê hewlên girîng nîşan da, lê PKK’ê soza xwe bi cih neanî. Loma hem dewlet hem Hikûmet hem civat ji PKK’ê bawer nake. Divê beriya her tiştî bawerî hebe.”

Li gorî Özgürel di hevdîtina Barzanî û Erdoğan de geşedanên li Sûriye û Iraqê jî wek mijarên girîng cih digirin.

BasNûçe