Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Me li dijî DAIŞ û YPG’ê dest bi operasyonê kir
 
Me li dijî DAIŞ û YPG’ê dest bi operasyonê kir
2016-08-24 20:52
MediaKurd > info@mediakurd.com
Serokkomarê Recep Tayyip Erdoğan ragihand, artêşê li dijî DAIŞ û YPG’ê dest bi operasyonê kiriye.

Îro danê sibê artêşa Tirkiyê, bi tank, top û hêzên bejahî êrişî bajarê Cerablusê yê Sûriyê kir. Çekdarên opozîsyona Sûriyê jî tevlî wî şerî bûne.

Derheqê wê operasyonê de, Erdoğan agahî da û got, artêşa me li dijî rêxistinên “terorîstî” yên mîna DAIŞ û PYD’ê dest bi operasyonê kiriye.

Erdoğan her wiha got, operasyona Cerablusê ji bona “parastina asayişa Tirkiyê” tê kirin.

Erdoğan bersiva hevserokê PYD’ê Salih Mislim jî da ku gotibû “Tirkiye dê di gola genî ya şerê Sûriyê de bifetise” û got, hinek dibêjin eger Tirkiye bikeve Sûriyê dê wisa were serê Tirkiyê. Em va dikevin Sûriyê, hûnê bibînin ka em çi dikin!

BasNûçe