|
Em ê ji rojavayê Feradê vekişin |
|
2016-08-24 20:55 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Rawêjkarê YPG’ê Rêdûr Xelîl diyar kir ku li ser xwestina HSD’ê wê YPG ji rojavayê Çemê Feradê vekişe.
Rawêjkarê Yekîneyên Parastina Gel(YPG) Rêdûr Xelîl di derbarê rojavayê Çemê Feradê de axivî. Li ser gefên Çavuşoğlu ên wekî ‘ PYD derbasî rojhilatê Feradê nebe çi pêwîste em ê bikin’ wiha pê da zanîn: “Tenê li ser daxwaza HSD’ê ya ku DYA piştevaniya wê dike, YPG’ê ji rojavayê çemê Feradê vedikişe.”
Li gorî nûçeya Ruetersê Rêdûr diyar kir ku destêwerdana Tirkiyê ji xaka Sûriyê êrîşeke li ser karûbarên hundirê Sûriyê ye û li gorî rêkeftinekê di navbera Tirkiye, Îran û rêjîma Sûriyê hatiye.
Wezîrê Derva Mevlüt Çavuşoğlu ragihandibû ku heger YPG ji rojavayê Çemê Feradê venekişe, dê YPG bibe armanca wan.
Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê îro danê sibê de bi tank û çekên giran derbasî rojavayê bajarokê Cerablusê bûn, herwiha firokeyên şer yên Tirkiyê jî Cerablus bombebaran kirin.
BasNûçe |
|
|