Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Guhertinên mezin bi rê de ne
 
Guhertinên mezin bi rê de ne
2016-08-24 21:00
MediaKurd > info@mediakurd.com
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Enqereyê danê nîvro bi rojnamevanan re civiya û teqez kir ku guhertineke mezin bi rê de ye û wiha got: Fersend bû ta ku di vê dema hesas de em behsa gelek mijaran bikin.

Barzanî derbarê serdana xwe bo Enqereyê wiha got: "Ev serdana me li ser daxwaza Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoganî bû û me çend civînên giring ên me li gel serokkomar û serokwezîrî hebûn û herwiha çendîn berpirsyarên dewleta Tirkiyeyê".

Serokomariya Tirkiyeyê ji bo hevdîtina Barzanî û Erdogan daxuyanî da
Serokê Herêmê wiha dewam kir: "Di vê dema hesas de, ev bû derfet ku em behsa gelek aliyan bikin".

Herwiha Barzanî diyar kir ku ev hevdîtin bû fersedn pîrozbahiyê li Tirkiyeyê û gelê Tirkiyeyê bikin ji bo serkeftina wan li dijî hewldana derbeya leşkerî.

"PÊVAJOYA AŞTIYÊ BEŞEK Jİ GOTÛBÊJAN BÛ"

Barzanî diyar kir ku guhertinên mezin bi rê de ne li herêmê û wiha dewam kir: "Me behsa şerê li dijî DAIŞê kir bê em çawa bikarin hevkariyê di navbera Tirkiye û Kurdistanê de zêde bikin."

Ji aliyekî din ve Barzanî ragihand ku wan behsa dibistanên Fethullah Gulenî kir bê çawa bikarin wan bigirin bê ku tehdê li xwendekaran bê.

Herwiha Barzanî li ser pêvajoya çareseriyê jî axivî û diyar kir ku ew jî beşek ji gotûbêjan bû.

Serokê Herêmê diyar kir ku têkiliyên Hewlêr û Bexdayê jî beşek ji gotûbêjan bû.

Sputnik