Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Em bi Tirkiyeyê re li hember kurd û DAIŞê derketin
 
Em bi Tirkiyeyê re li hember kurd û DAIŞê derketin
2016-08-24 21:02
MediaKurd > info@mediakurd.com
Rayedarê amerîkî daxuyand ku wan operasyona Cerablûsê ya Tirkiye bi hevkariya komen girêdayî Artêşa Azad dane destpêkirin, bi hevre sazkirine.

Rayedarê amerîkî diyar kir ku armanca operasyonê qutkirina rêya jiyanî ya îkmalê ya DAIŞê û astengkirina pêşveçûna kurdan ya ber bi bajarê Cerablûsê ye.

Di nûçeyê de tê gotin ku hêzên tirk, bi piştevaniya şêwirmendên leşkerî û navgînên bêmirov yên Amerîkayê dest bi operasyonê kirine. Herwiha rayedarên amerîkî bi rêya navgînên bêmirov yên li Baregeha Încîrlîkê ji ser Cerablûsê firiyane û gelek agahiyên sîxurî bi dest xistine û van agahiyan bi hêzên tirk re parvekirine.

‘DEMA KU TÊKEVIN NAVA CERABLÛSÊ WÊ PIŞTEVANIYA DYAyê QUT BIBE"

Rayedarê amerîkî yê ku navê xwe eşkere nekir, diyar kir ku hem DYA û hem jî Tirkiye ji pêşveçûna kurdan ya li herêmê bi endîşene. Rayedarê amerîkî daxuyand ku ew naxwazin ku di navbera Tirkiye û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de şer derkeve lewma wan bo vê yekê Tirkiyeyê hişyar kiriye.

Rayedarê amerîkî amaje kir ku wê pêşveçûna kurdan bidin rawestîn û wiha got: ‘Me ji kurdan re gotiye, ‘Ger hûn têkevin Cerablûsê, Amerîka wê dev ji piştevaniya we berde" Herwiha bi saya vê operasyonê endîşeyên tirkan jî kêm bû.

Sputnik