Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Di komploya dijî Kurdan de Tirkiye rola sereke dilîze
 
Di komploya dijî Kurdan de Tirkiye rola sereke dilîze
2016-08-24 21:05
MediaKurd > info@mediakurd.com
Siyasetmedarê Kurd Dr. Mehmûd Osman diyar kir ku li dijî Kurdan niha komployek tê meşandin û di vê komployê de Tirkiye rola serekî dilîze. Osman got; “Tirkiye bi eşkere li bakur û Rojava kurdan dikuje. Ji bo pêşîgirtina li vê komployê divê Kurd kongreya neteweyî li dar bixin.”

Malpera Rojnewsê derbarê rewşa herêmê bi giştî û ya Kurdistanê bi taybetê bi siyasetmedarê kurd Mehmûd Osmanî re axivî. Osmanî li ser zêdebûna hevdîtinên dîplomasî di navbera Tirkiye, Iraq, îran û Sûriyeyê û naverokên wan û pêşketinên dawî de axivî.

Siyasetmedar Mehmûd Osman diyar kir ku bi pêşengiya dewleta Tirkiyeyê komployek li dijî kurdan tê meşandin û wiha pê de çû; "Herçendî heta niha rola DYA û yê Rûsya di vê komploya dijî Kurdan de nediyar be jî lê belê niha hikûmeta Erdoganî xwe nêzî Tehran û Şamê dike. Her wiha ji bo bigihêje armanca xwe, di gelek mijaran de li hemberî Bexdayê jî gavan bi paş de diavêje."

"DIJIMANTIYA KURDAN ENQERE, ŞAM, TEHRAN Û BEXDAYÊ NÊZÎ HEV DIKE"

Herwiha Osman wiha jî dewam kir; "Dijminatiya kurdan îro careke din Enqere, Tehran, Şam û Bexda nêzî hev kirine. Her wiha bê navber li ser perçekirina kurdan û bikaranîna wan li hemberî hevdû dixebitin. Di beşekî ji van hewldanên xwe de encam jî digirin. Weke mînak, Tirkiye li gel Herêma Kurdistanê peywendiyan datîne lê di heman demê de kurdên Bakurê Kurdistanê weke terorîst bi nav dike, her wiha xelkê Bakur û Rojavayê Kurdistanê jî dikuje. Li Başûr bi balafiran xelkê sivîl qetil dike."

Siyasetmedarê Kurd Dr. Mehmûd Osman di dawiya axiftina xwe de wiha jî ragihand; "Ji bo ev welat nikaribin kurdan li dijî hev bikar bînin, pêwîst e kurd li hemû perçeyan karên xwe bikin yek û kongreya Neteweyî li dar bixin. Stratejiya xwe ya neteweyî pêk bînin. Ger wiha nekin wê bi ser nekevin."

Sputnik