Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : DYA dixwaze Kurdistana serbixwe bibîne
 
DYA dixwaze Kurdistana serbixwe bibîne
2016-09-08 18:27
MediaKurd > info@mediakurd.com
Şêwirmendê Serokê Dewletên Yekbûyî ên Amerîkayê(DYA) berê Ronald Wilson Reagan, ê bi navê Gari Baer bi kanala Kurdistan24’ê re axivî û got, her çiqasî DYA bi fermî piştgiriya daxwaza kurdan ji bo serxwebûna Kurdistanê nekiribe jî, gelek endamên Kongreya Amerîkayê hene ku dixwazin dewleta kurdan bibînin.

Şêwirmendê Serokê berê yê Amerîkayê teqez kir ku divê gelê kurd dest ji têkoşîna serxwebûnê bernede. Baer wiha axivî: "Serokê DYA’yê helwesteke fermî nîşan neda, lê gelek endamên kongreya Amerîkayê dixwazin dewleta Kurdistanê bibînin. Divê gelê Kurdistanê têkoşîna xwe ya serxwebûnê berdewam bike. Ew têkoşîna kurdan li dijî DAIŞ’ê, DYA kire heyranê kurdan. Ez wiha bawer dikim ku kurd li Rojhilata Navîn, Sûriye û Tirkiye tê de, polîtîkayeke avaker bi rê ve dibin."

Herwiha li gorî zanyariyan RHK dê îsal refarandûma serxwebûnê lidar bixe û reya xelkê bo serxwebûnê erênî ye.

BasNûçe