Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : YNK bi dizî petrolê difroşe
 
YNK bi dizî petrolê difroşe
2016-09-08 18:35
MediaKurd > info@mediakurd.com
Şêrko Cewdet li ser rûpela xwe ya taybet li ser Facebookê ragihand ku piştî lêkolîna wan, eşkere bû ku dahata wê petrola ku ji bo Îranê tê şandin, çend kes û kompaniyên li sînorê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê wan pereyan ji xwe re dibin. Her wiha got, bi razîbûna kompanya neftê ya bi navê Bakur û hikûmeta Îraqê ew petrol tê şandin. Rojane jî 30 bermîle û dahata wê ya mehane jî 30 mîlyon dolar e.

Hevsera Talabanî, Hêro Îbrahîm Ehmed jî bi dizî roja 19.08.2016 nameyek ji serokwezîrê Îraqê Heyder Ebadî re şandiye û jê daxwaz dike ku nehêle petrola Kerkûkê di ser herêma Kurdistanê re derbasî derve bibe. Li ser daxwaza wê şandina petrola Kurdistanê hatiye sekinandin, û wê yekê ziyaneke mezin gihandiye aboriya Kurdistanê.

Avestakurd