Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Piştgiriya ragihandina 'Dewleta Kurdistanê' bikin
 
Piştgiriya ragihandina 'Dewleta Kurdistanê' bikin
2016-09-08 18:40
MediaKurd > info@mediakurd.com
Li gorî zanyariyên Rûdawê, Serok Barzanî di civîna li gel Wezîrê Parastina Fransa de daxwaz kiriye, ku Fransa piştgiriya serxwebûna Kurdistanê û ragihandina dewleta Kurdistanê bike.

Roja çarşemî 7ê Îlona 2016, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di çarçoveya serdana fermî de gihîşt Parîsê.

Serok Mesûd Barzanî di yekem dîdara fermî ya xwe de li Parîsê bi Wezîrê Parastina Fransa Jean Yves Le Drian re civiya.

Derbarê naveroka civînê de zanyariyên fermî hêj nehatine belavkirin.

Peyamnêra Rûdawê Ala şalî ku niha li Parîsê ye û serdana Serok Barzanî bo Fransa dişopîne, derbarê civîna Barzanî û Wezîrê Parastina Frasa Jean Yves Le Drian de ragihand: “Di civîna navbera Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Parastina Fransa de behsa wê hatiye kirin, ku Fransa heta niha bi çi awayî alîkariya Hêza Pêşmerge kiriye, ji niha û pê ve jî wan alîakriyan bidomîne û zêdetir jî bike û çek û teqemeniyên pêşketî ji Pêşmerge re bişîne. Herwiha behsa wê hatiye kirin, ku Fransa bi şêwirmend û rahênerên xwe ku niha hejmarek ji wan li Herêma Kurdistanê ne û perwerdehiya leşkerî didin Hêza Pêşmerge, li ser alîkariyên xwe berdewam be.”

Peyamnêra me herwiha got: “Barzanî û Le Drian herwiha derbarê operasyona Mûsilê de jî gotûbêk kirine û behsa wê kirine, ku Fransa çawan bikaribe piştevaneke bihêz be bo operasyona kontrolkirina Mûsilê.”

Li gorî zanyariyên peyamnêra me, di civînê de amaje bi alîkariyên darayî û mirovî yên Fransa bo Kurdistanê jî hatiye kirin û Barzanî û Le Drain li ser wê yekê ku gelo Parîs dê çawan bikaribe di aliyê darayî û mirovî de alîakriya Kurdistanê bike, bi taybet jî piştî destpêkirina êrişa ser Mûsilê, ku tê texmînkirin, ji ber şer hejmareke zêde ya xelkê aware bin û berê xwe bidin Kurdistanê, gotûbêj kirin.

Ala Şalî destnîşan kir, Serokê Herêma Kurdistanê jî di vê hevîdîtinê de bi zelalî û aşkera behsa mijara “çarenivîsa gelê Kurd” kiriye û daxwaz kiriye, “Fransa piştevniya gelê Kurd bike û di dema serxwebûnê û ragihandina Dewleta Kurdistanê de piştgiriya Kurdan bike”.

Her derbarê civîna xwe ya bi Wezîrê Parastina Franda re, Serok Barzanî di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand: “Dikarim bêjim, hemû pirsên ku me behs kirin, leşkerî û ewlehî bûn.”

Barzanî herwiha got: “Civînên me erênî bûn.”

Rûdaw