Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Kurdên Rojhilat li pey piştevaniya navdewletî ne
 
Kurdên Rojhilat li pey piştevaniya navdewletî ne
2016-09-14 17:35
MediaKurd > info@mediakurd.com
Memê Botî

BasNûçe - Piştî ku Rejima Îslamî ya Îranê di sala 1979’ê de hate damezirandin. kurdên Rojhilat ji bo çareseriya kêşeyên xwe bi Tahranê re tevgeriyan. Di serî de rejimê jî ji bo guftugoyê bi nermî tevgeriya û siyaseteke miyanerewane girte ber xwe. Lê dema ku desthilata xwe xurt kir, dev ji gotûbêjê berda û li dijî kurdan fermana cîhadê ragihand. Artêşa Îranê êrişî Rojhilat kir û di navbera rejima nû û kurdan de pevçûnên dijwar rû dan. Partiyên kurdan ji herêmê vekişiyan û ber bi Başûrê Kurdistanê (RHK) ve çûn. Zêdetirî 20 salan e ku partiyên Rojhilat heta ku sala par dema Newrozê bê deng man. Di encam de Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) ragihand ku ew xwe ji bo qonaxeke nû ya xebata çekdariyê amade dikin. Demekê berî niha PDKÎ Pêşmergeyên xwe ji bo xebatên rêxistinî û bangeşeyê şand Rojhilat û bi hêzên rejimê re şer destpêkir. Hejmarek Pêşmerge di şer de jiyana xwe jidest dan gelek leşkerên Îranê jî hatin kuştin. Xebatên partiyên Rojhilat dewam dikin di van rojên dawîn de dîsa şer di navbera Pêşmerge û hêzên rejîmê de geş bûn. Wisa xuya ye ku ev pevçûn dê berdewam bin.

Li Rojhilatê Kurdistanê çend partî hene ku di vê qonaxa nû de dixwazin di navbera xwe de li dijî rejîmê bereyeke hevpar ava bikin. Li gor agahiyan civîn û xebatên hewldana tifaqê berdewam in. Rayedarên welatên Rojava û Amerîka jî ragihandin ku eger partiyên Rojhilat li hev bikin û yekrêz bin ew ê li dijî Îranê piştgiriya wan bikin.

‘Komara Îslamî herêmê mîlîtarîze kiriye’

Nûnerê Hizba Demokrata Kurdistanê (HDK) li Hewlêrê Îbrahîm Zewayî li ser meseleya şerê di navbera Pêşmerge û hêzên Îranê de axivî û got Komara Îslamî herêmê mîlîtarîze kiriye û amaje bi vê yekê jî kir ku Îran bi ti awayî naxwaze mafê netewan bide: “Di çend salên borî de jî şer û pevçûn hebûne lê gelekî kêm bûn. Lê îsal Komara Îslamî herêma me mîlîtarîze kiriye. Niha jî çend Pêşmerge şehîd bûne. Kurd çendîn sal in ku xebat û têkoşînê dikin ku mafên xwe bi dest bixin. Xuya ye ku Îran divê ji bo meseleya kurd çareyekê bibîne. Ew jî dizane ku eger ew kêşe çareser nebe, siberojê xelkê Rojhilat dikarin derbeyêk mezin li wan bidin. Eger kêşeya kurd çareser neke wisa xuya ye ku ev kêşe hemû bi hev re dikarin qeyraneke mezin ji bo Komara Îslamî durust bikin. Eger partiyên Rojhilat bigihêjin encamekê û lihevkirinek di navbera wan de çêbibe em dikarin xebat û hêz û şiyana xwe ber bi arasteya ku em dixwazin ve kanalîze bikin. Ev tişt dikare bandoreke gelekî mezin çêbike, lê mixabin heta niha me nekariye di navbera xwe de vê yekê pêk bînin. Niha problema me ya mezin ew e ku hîn me yekdengî û tifaq çênekiriye.”

’Ji bilî lihevkirin û hevdu girtinê ti rê ji me re nînin’

Nûnerê HDK’ê ragihand ku ew hertim ji bo formuleka hevbeş ji bo xebata li dijî Îranê re amade ne, lê heta niha wan nekariye li hev bikin. Zewayî eşkere kir ku xebat û civînên partiyên Rojhilat berdewam in: “Em hertim amade ne ku bi aliyên cuda re rûnin û formuleke hevbeş ji bo lihevkirinê û xebatên hevbeş amade bikin. Herî kêm em dixwazin li ser hin meseleyên giştî weke pirsên netewî em dixwazin li hev bikin. Û me xwe ji vê yekê re amade kiriye û em hêvîdar in ku em bikaribin di demeke kurt de bigihêjin encamekê. Ji bilî lihevkirin û hevdu girtinê ti rê ji me re nînin.”

Amerîka amade ye alîkariya kurdan bike

Li aliyê din hatiye ragihandin ku di civînekê de DYA’yê piştevaniya xwe ji bo partiyên Rojhilat re ragihandiye û gotiye eger partiyên Rojhilat hev bigirin û li hev bikin welatên Rojavayî dê alîkariya wan bikin. Ji ber ku Amerîka jî ji xebatên Îranê û destêwerdana Tahranê li welatên herêmê nerazî ye, bi awayekî dixwaze fişarê li ser Îranê zêdetir bike. Û wisa xuya ye ku Amerîka ji sîstema Îranê nerazî ye û eger sîstemeke desantral li wir bê damezirandin dê berjewendiya Amerîkayê jî bê parastin.

Li aliyê din di nûçeyan de tê dîtin ku welatên Kendavê jî piştgiriya partiyên Rojhilat dikin û dixwazin ku xebatên partiyên kurdan li Rojhilat geştir bibe. Ji ber ku di navbera wan welatan û Îranê de gelek kêşe hene û ew weke bereya sune û Îran jî weke bereya şîe hertim li hemberî hev in. Bi awayekî xwezayî ji ber hebûna dijmineke hevbeş kurdên Rojhilat û welatên kendavê dibin dostên hev û li dijî Îranê dibin bereyeke hevpar.

‘Kêşeya bi Îran re dibe sedem ku Amerîka alîkariya kurdan bike’

Endamê PDKÎ’yê Hêriş Palanî jî bal dikşîne ser piştevaniya Amerîka ji bo kurdên Rojhilat û dibêje ji ber ku PDKÎ ji bo mafê mirovan û demokrasiyê dixebite lewma jî ji hêla fikirî ve Amerîka dê piştevaniya xwe bidomîne: “Meseleya piştevaniya welatên derve ji PDKÎ’yê divê em bi du awayan lê binêrin. Yek warê fikrî ye. PDKÎ ji ber ku ji bo demokrasiyê û mafê mirov dixebite. Û ji aliyekî din ve piştî şoreşa Îranê bi awayekî giştî di navbera Îran û Amerîkayê de kêşe hene. Ji ber wê jî Washingtonê hertim hewldaye ku fişara li ser Îranê zêdetir bike. Û tiştekî xwezayî ye, hêzên ku bikaribin zextê lir ser Tahranê bikin, ji aliyê Amerîkayê ve bên piştevanîkirin. Tevî ku niha di vê qonaxê de meyla rêvebiriya Obama zêde zelal nîne ku bixwaze kêşeyan bi Îranê re çêbike. Lê ji aliyekî din ve ew di vê baweriyê de ne ku zextên ser Îranê di berjewendiya wan de ye. Normal e ku Amerîka li Îranê ji dêlva rejimek desthilat, hikûmetek dabeşkirî bixwaze. Û meyla wan ya şerkirin û kêşesazkirinê tune be..”

‘Dijminê dijminê me dostên me ne’

Palanî pêwendiya partiyên Rojhilat bi welatên Kendavê re jî nirxand û got ji ber ku welatên ereb dijminê Îranê ne û herwisa kurd jî li dijî Îranê şer dikin ew bi awayekî xwezayî dibin dostên hev. Palanî derbarê pêwendiyên welatên Kendavê de wiha got: “Ji ber ku kêşeya welatên Kendavê bi Îranê re heye lewma jî bi awayekî xwezayî di vê qonaxê de dixwazin fişar li ser Îranê zêdetir be. Gelekî normal e ku ew alîkarî û piştevaniya kurdan bikin. Ev nayê vê wateyê ku PDKÎ ji armanc û hedefên wan tevbigere. Partiya me eger ji cihekî alîkariyê werbigire jî tû şert û merc qebûl nake û ew ji hedef û armancên xwe dûr nekeve.“

‘Partiyên Rojhilat pêşiya destwerdana Îranê li RHK’ê digirin’

Palanî li ser gef û destêwerdana Îranê ya li ser RHK’ê jî rawestiya û wiha got: “Başûrê Kurdistanê gihîştiye asteke baş û bi awayekî ji aliyê hêzên navnetewî ve tê nasîn û tê piştevankirin. Partiyên Rojhilat jî gihîştine vê qenaetê ku êdî divê bêdeng nemînin. Hertim Îranê bi rêya fişaranêna ser Herêma Kurdistanê pêşî li xebata hêzên Rojhilat digirtin. Lê niha Hikûmeta Herêmê jî gihîştiye vê qenaetê ku di berjewendiya wan de nîne ku ew pêşiya partiyên Rojhilat bigirin. Ji ber ku Hikûmeta Herêmê dixwaze serbixweyiyê ragihîne. Dibe ku Tirkiye ji ber meseleyên bazirganî û aborî zêde fişarê nexe ser Herêma Kurdistanê, lê Îran wisa nîne. Îran vê yekê li dijî xwe dibîne û Hikûmeta Herêmê jî bi zelalî vê yekê dizane. Zextên li ser Îranê dikare wan ji bo dayîna imtiyazan mecbûr bike. Hikûmeta Hewlêrê jî dizane ku divê partiyên Rojhilat aktîv bin û li Îranê zextê bikin. Bi vî rengî pêşiyê nifûza Îranê li Herêma Kurdistanê bigire.”

BasNûçe