Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Dewleta kurdî di demeke nêz de ava dibe
 
Dewleta kurdî di demeke nêz de ava dibe
2016-09-14 17:37
MediaKurd > info@mediakurd.com
Pispor û siyasetzanekî ereb ê Misrê dibêje, dewleta kurdî ya bi serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, êdî pir nêzîk bûye û wisa xuya dike Amerîka û dewletên mezin dê çiraya kesk jê re vêxinin.

Pispor û siyasetzanê navdar ê Misrî, Samih Raşd di gotarekê bi navê “Dewleta Kurdî bi kefaleta Derve” de behsa dewleta kurdî û serxwebûna Kurdistana Başûr kiriye û gotiye, Serok Barzanî di heyama mehekê de çarcaran daxwaza cihêbûna Herêma Kurdistanê û ragihandina dewleta kurdî kiriye, ev jî nîşan dide avabûna dewleta kurdî gelekî nêzîk bûye.

Samih Raşd her wiha gotiye, kurdan berê wekî xewneke dûr li dewleta kurdî dinihêrîn û li nav cihên tarî de behsa wê dikirin lê niha Barzanî, bêyî ku bitirse yan şerm bike, eşkere behsa dewleta kurdî dike.

Wî pisoorê ereb her wiha aniye ziman ku Barzanî ji bona ragihandina serxwebûnê dê piştgiriya fermî ya welatên Ewropayî û dewletên din werbigire. Ew li pêşiya ragihandina serxwebûnê astengiyê nexin pêşiya Barzanî, ji ber ku weke Serokê Herêma Kurdistanê jî dibêje, ti welatekî Ewropî ne li dijî ragihandina dewleta kurdî ye.

Li gorî Samih Reşad, piştgiriya Ewropa tenê têrê nake divê Amerîka û hêzên mezin jî piştgiriyê bidin Barzanî û çiraya kesk bo wî vêxinin. Helbet mirov dikare ji gotinên alîkarê serokê Amerîkayê Joe Biden û serokê CIA`yê, ku gotibûn êdî Iraqa hevgirtî namîne û baştirîn çareserî parçebûna Iraqê ye, vê encamê derxine.

Samih Reşad di dawiya gotara xwe de wiha gotiye, ji ber wê jî ev camer (Barzanî) li ber xwe dide û qise nake ku gotibû “heta ez piştrast nebim ez rîskê nakim”.

BasNûçe