Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Cîhaneke bêyî Erdogan xweş e!
 
Cîhaneke bêyî Erdogan xweş e!
2016-09-14 17:48
MediaKurd > info@mediakurd.com
Serokê Partiya Azadixwaz (PVV) a rastgir li Holandayê Geert Wilders got ew bi serneketina hewldana derbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê li Tirkiyl gelekî xemgîn bûye.

Li Parlamentoya Holandayê mijarên hewldana derbeya leşkerî û geşedanên dawî yên siyasî yên li Tirkeyê di rûniştina taybet de hatin nirxandin.

Di dema rûniştinê de di navbera Serokê Partiya Azadixwazê Geert Wilders û siyasetmedarên din de li ser “demokrasiyê” nîqaş derket.

Geert Wilders bi gotina “Mixabin hewldana darbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê li Tirkiyê biserneket” dest bi axaftina xwe ki, lê bi wê gotinê rastî bertekên Serok Partiya Xisristiyan a Demokrat (CDA) Sybrand van Haersma Buma hat.

Sybrand van Haersma Buma wiha got: “Ev der cihê ku demokrasî lê tê temsîlkirin e. Bi dile me û ne dile me jî be Erdogan ji aliyê gel ve hatiye hilbijartin û derbe li hemberî kesekî ji aliyê gel ve hatiye hilbijartin hate kirin. Heger derbe bi ser ketiba tê dê çi dîtiba?”

Wilders wiha bersiv da: “Heger darbe biserketiya wê demê min dê cîhaneke bêyî Erdogan bidîta. Wê yekê ez dê gelekî kêfxweş bikira.”

Herwiha Wilders amaje kir ku derbeya rastîn niha ji aliyê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan tê kirin û got ku ew ji binketina hewldana derbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê gelekî xemgîn e û çawa be jî rejîma leşkerî dê ji ya Erdogan baştir bûya.

Serokê Partiya Azadixwaz bibîr anî piştî derbeya leşkerî ya 12ê Îlona 1980yê serdana yekem ya ji Ewropayê ji aliyê nûnerê Partiya xisritiyan a Demokratan ve hate kirin.

Rûdaw