Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Li Qamişlo li dijî kiryarên PYD'ê greva birçîbûnê
 
Li Qamişlo li dijî kiryarên PYD'ê greva birçîbûnê
2016-09-15 17:41
MediaKurd > info@mediakurd.com
Kerem Arî

Endamê Encûmeniya Niştimaniya Kurd li Sûriye (ENKS)ê Şivan Cizîrî ji BasNûçeyê re ragihand ku roja eydê ya pêşîn ENKS û Partiya Demokrata Kurdistan a Sûriye(PDKS) li Qamişlo, li dijî kiryarên PYD’ê dest bi greva birçîbûnê kirine û heta hevalên wan ên zindanê de tên berdan dê grevê bidomînin.

Ev demeke beriya niha qasî 30 serkirdeyên ENKS û PDKS’ê ji aliyê Asayîşa Partiya Yekîtîya Demokratîk(PYD) ve hatibûne girtin û hîn jî nehatine berdan.

Endamê ENKS’ê Cizîrî geşedanên dawîn ên li Rojavayê Kurdistanê ji BasNûçeyê re nirxand. Cizîrî da zanîn ku li ser daxwaza PDKS’ê ketine grevê û wiha pê de çû: Çalakvan dibêjin heta hevalên me yên zindanê de tên berdan em dê grevê bidomînin û heta niha didome. Roja eydê ya pêşîn grevê destpê kir. Hin caran hejmara wan zêde dibe, hin caran kêm dibe, bes hejmarekê em nikarin bibêjn.”

Cizîrî daxuyand ku ew rewşa hevalên xwe ên di zindanê de nizanin û wiha domand: “Roja cejnê nehiştin mirof û malbatên wan girtîyan wan bibînin. Li gorî qanûnên Rêveberiya Xweser ev tişt bê qaqûnî ye, lewma di zagona wan de xebatên sîyasî serbest in. Hevalekî me berdan, lê ew jî çaveke xwe kor bibû, lewma hate berdan, ji bo tedawîyê bi kefalet ew berda. Heval û serkirdeyên me ên Qamîşlo gelek di zindina de ne.”

BasNûçe