Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Nadya Mûrad bû nûnera NY’yê
 
Nadya Mûrad bû nûnera NY’yê
2016-09-16 17:00
MediaKurd > info@mediakurd.com
Netewên Yekbûyî(NY) cara yekem di dîroka xwe de keçeke kurd weke nûner û balyoza xwe destnîşan kir.

Tebaxa 2014’an rêxistina DAIŞ’ê bi ser Şengalê de girt û Nadya Mûrad dîl kete destê DAIŞ’ê û weke koleyekê bazirganî pê hatibû kirin. Piştî rizgarbûna Mûradê jî li ser asta cîhanê gelek serok, mîr û şahên welatan pêşwazî lê kirin û li pêşiya civata asayîşa navnetewî, 16 Îlona 2015’an serpêhatiyên xwe yên xwe li ser tawanên DAIŞ’ê pêşkeş kir.

Bi amadebûna sekreterê giştî yê NY’yê Ban Ki Moon û hejmareke balyozên welatên cîhanê di merasîmekê de wek nasnavê ‘Balyoza Niyeta Pakiyê’ ji Mûrad re hat bexşîn.

Govara Times ya Dewletên Yekbûyî ên Amerîkayê jî Nadya Murad wek yek ji 100 kesên girîng ên salê destnîşan kir, herwiha ji aliyê Iraqê ve Nadya Mûrad wek namzed hate nîşandayîn ku xelata Nobelê ya taybet bi aştîyê bigre.

BasNûçe