|
Rewşa giravgirtiyên ENKSê xerab e..PYDê bêdeng e |
|
2016-09-16 17:09 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Ji ber ku hêj zindaniyên ENKSê nehatine azadkirin, girava endamên ENKSê berdewam dike û rewşa tendirûstiya wan xerabe û PYDê jî bêdeng e.
Endamê Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Dr. Kawa Azazî ji malpera KDP.info re ragihand: “Ji ber ku ev demeke dirêj e hejmareke mezin ji serkirde û endamên me di zindanên PYDê de ne û heta niha nehatine rizgarkirin, ev 3 roj in ku endamên me bo berdana wan ketine girava birçîbûnê de û girava wan berdewam dike.”
Azîzî wiha got: “Em rijd in li ser daxwazên xwe û emê berdewam bin li ser girava xwe, hetabku hemû zindanî bên azadkirin û ev girav vekirî ye. Tîmeke tendirûstiyê serdana wan kiriye û dibêje, rewşa wan nebaş e û her ku dem diçe rewşa wam xerabtir dibe û metirsî li ser jiyana wan heye, lê hêj jî ti helwestek ji PYDê derneketiye û bêdeng e.”
PDK info |
|
|