Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Ez ji paşeroja Kurdên Rojava dilgiran im
 
Ez ji paşeroja Kurdên Rojava dilgiran im
2016-09-16 17:10
MediaKurd > info@mediakurd.com
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand ku nirxên Herêma Kurdistanê û Fransa yek in, ku aştî û demokrasî û pêkvejiyan in. Herwiha derbarê pirsa Rojavayê Kurdistanê jî dibêje, ew ji paşeroja Rojavayê Kurdistanê dilgiran e, ji ber PYDê destê xwe nade hêzên din ên Rojavayê Kurdistanê û heman siyaseta PKKê birêve dibe.

Serok Barzanî di hevpeyvînekê de ligel rojnameya Lomond a Fransî derbarê daxwazên wan ji Fransa, ragihand: “Pêwendiyeke bihêz di navbera me û Fransa de heye, em û Fransa di yek şerî de ne, ku dijminê me yek e, ew jî teror e. Em û Fransa nirxên me yek in, ew jî aştî û demokrasî û pêkvejiyan in. Hêzên Pêşmerge jî di nava Hevpeymaniya Navdewletî de di rêza pêşî ya şerê DAIŞê de ne û Fransa jî bi me re di wê hevpeymaniyê de ye. Emê wî karê hevbeş bo rizgarkirina Mûsilê bihêztir bikin. Fransa dê berdewam be li ser şandina teqemenî û pisporên xwe yên leşkerî bo Herêma Kurdistanê, herwiha dê operasyonên wê yên asmanî zêdetir bibin.”

Serok Barzanî derbarê şerê Mûsilê de wiha got: “Ji me hemûyan re Mûsil pir girîng e û kar ligel Bexdayê bo rizgarkirina wî bajêrî baş e. Me dest bi gotûbêjan kiriye ligel Bexdayê derbarê Mûsilê de, me û Bexdayê li ser aliyê leşkerî lihev kiriye, lê hêj li ser aliyê siyasî rêkeftin nehatiye kirin û bê rêkeftina siyasî jî şerê Mûsilê nayê kirin.”

Derbarê metirsiya bicîhbûna hêzên Iraqê li navçeyên Kurdîstanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, Serok Barzanî ragihand: “Pêwîstiya me bi rêkeftinekê heye li ser vê yekê. Hêzên Pêşmerge dê wan navçeyan biparêzin û pêwîst nake ku hêzên Iraqê li wir bicîh bibin. Li wan navçeyên Kurdistanê divê referandum bê lidarxistin û xelkê wan navçeyan nêrîna xwe eşkere bikin ku ew dixwazin ligel Herêma Kurdistanê bin yan na. Biryar di destê wan de ye. Kurdistana Iraqê xeteke sor e û piştî şerê DAIŞê ti hêz tê de namînin, çi hêzên Amerîka bin yan jî hêzên Iraqê.”

Serok Barzanî derbarê rêkeftina siyasî û leşkerî di navbera Hewlêr û Bexdayê de li ser Mûsilê wiha domand: “Heta niha gotûbêj di warê leşkerî de ne û meha bê dê gotûbêj di warê siyasî de zêdetir bibin û pêwendiya aliyê siyasî bi çawaniya îdareya Mûsilê û derdora wê heye, ku divê kêmîniyên wê parêzgehê bikaribin navçeyên xwe biparêzin. Xristiyan û êzdiyan gelek êş ji destê DAIŞê dîtin û divê em alîkariya wan bikin ku vegerin ser mal û halê xwe û gef li ser wan nebin. Emê gotûbêjan ligel Bexdayê bikin li ser ewlehiya navçeyên wan û rola Hêzên Pêşmerge piştî rizgarkirina Mûsilê. Eger rêkeftina siyasî bê kirin, dê beriya sersalê operasyona Mûsilê destpê bike.”

Derbarê egera beşdariya Tirkiyê di şerê Mûsilê de, Serokê Herêma Kurdistanê wiha got: “Ez bawer nakim Tirkiye di şerê Mûsilê de beşdar bibe, lê dikare alîkariya wan hêzan bide ku tê de dê beşdar bin. Pêwîst nake bi awayekî rasterast beşdar be û Hikûmeta Iraqê jî razî nabe. Herwiha Tirkiye jî naxwaze biçe nava Mûsilê.”

Herwiha derbarê nêrîna wî li ser derbasbûna Artêşa Tirkiyê bo nava axa Sûriyê li dijî herêmeke Kurdî, Serok Barzanî wiha domand: “Ez ji paşeroja Kurdan li Sûriyê dilgiran im. PYDê destê xwe daniye ser hemû navçeyê û heman siyaseta PKKê birêve dibe û Tirkiye jî di şer de ligel PKKê. PYD nikarî hemû aliyan bide ser hev û wan tevlî rêveberiyê bike, alîkariya Hikûmeta Sûriyê dike û bê ku ti rêkeftinek di berjewendiya navçeyên Kurdî de hebe, herwiha nikarî ye ligel opozisyonê jî lihev bike û ev yek jî eşkere dike ku paşeroja Kurdên Rojava nezelal be.”

PDK info