|
ENKS’ê hejmara navenda birçûbûnê zêde kir |
|
2016-09-17 18:23 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
ENKS ji roja yekem a Cejna Qûrbanê ve ji bo piştgiriya girtiyên siyasî di zindanên Rojavayê Kurdistanê de ku ji ber xebatê xwe yên siyasî hatine zindan kirin greva birçîbûnê dabû despêkirin.
ENKSê herî dawî biryar da ku li encumenên xwecihî yên; Til Temir, Çilaxa, Dirbêsiyê, Dêrik, Amûdê, Serê Kaniyê, Tirbe Sipiyê, herdû encûmenên taxa Xerbî û Taxa Kornîş li Qamişlo ji bo 3 rojan greva birçîbûnê were destpêkirin.
Tê zanîn ku encûmena xwecihî ya rojhilatê Qamişlo ji roja yekem ya cejna Qurbanê hîn gireva birçîbûnê berdewam dike û rewşa beşdaran ya tendirustî ber xerabûnê vê çûye.
BasNûçe |
|
|