Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Ne hedê we ye ku hûn ji gerîlayan re bibêjin “terorîst”
 
Ne hedê we ye ku hûn ji gerîlayan re bibêjin “terorîst”
2016-09-19 16:53
MediaKurd > info@mediakurd.com
Fermandarê eniya 4an a Pêşmergeyan Westa Resûl li Mektebî Xalid a eniya Kerkûkê li ser gotinên Serokê Eniya Tirkmen a Iraqê Erşad Salihî ku PKK wek "terorîst" û dagirkerên Kerkûkê bi nav kiribû axivî.

"PKK LI SER DAXWAZA WALIYÊ KERKÛKÊ LI VIR E"

Resûl teqez kir ku "mafê ti kesî tine ku daxuyaniyên wiha li ser rêxsitineke kurdan bide. Gerîla li ser daxwaza waliyê Kerkûkê bi xwe hatine û li dijî DAIŞê şer dikin." Herwiha fermandarê pêşmerge diyar kir ku ew ê daxuyaniyên wiha li ser PKKê bi ti awayî nepejirînin û wiha dewam kir: "ME MIL BI MIL LI DIJÎ DAIŞÊ ŞER KIR" "Pêşî divê ez diyar bikim ku ew kesê li ser navê Eniya Tirkmen diaxive, gerîla wek terorîst û zordar dide nasîn. Divê baş bê zanîn ku mafê ti kesî tine ku tiştekî wiha ji gerîlayan re bibêje. Mafê we jî tine. PKKê rêxistineke meşrû ya kurdan e. Bi me re, mil bi mil li dijî terorîstên DAIŞê şer kiriye. Em teqez qebûl nakin ku ti kes li ser gerîlayê xwîna xwe rijandiye, tiştekî wiha bibêje"

"NE HEDÊ SALIHÎ YE KU BIBÊJE ‘TERORÎST""

Ji aliyekî din ve, fermandarê pêşmerge axiftina xwe wiha dewam kir: "Ya dî, li dijî DAIŞê hevpeymaneke navdewletî çêbûye û çi kesê cih di vê hevpeymanê de girtibe û li dijî DAIŞê şer kiribe, nabe wek terorîst bê binavkirin. Esil ew kesê van gotinan ji wan kesan re dibêje, terorîst e. Lewra ji vê derê dixwazim careke din dubare bikim. Ne hedê Erşat Salihî ye ku ji gerîlayan re bibêje terorîst. Erşat Salihi dibêje ku gerîlayan Kerkûk, Xurmatû û Daqûk dagir kirine. Li wan deveran nêzîkî 50 hezar pêşmergeyî hene. Gelo çawa dikare bibêje gerîla ew dever dagir kirine."

Sputnik